Çalakîyên Parka Gezîyê
Hin kesên ku li dijî çêkirina AVM (navenda dan û standinê) ya li Parka Gezîyê ya Stenbolê çalakî li dar dixistin di 31 gulanê de bi êrişeka hovane ya polîsan re rû bi rû man. Li dû êrişa hovane ya polîsan, geşepêdaneka ku nedihat hêvîkirin qewimî: çalakîyên "Bila Gezî Parkî nebe AVM!" bi hefteyan ji alîyê hinek mixalif û dijberan ve dihat çêkirin, lê li dû êrişê, bi hezaran kesên ku heta wê rojê bi bûyerê re ne têkildar bûn, bi carekê de ber bi Meydana Taksîmê û Parka Gezîyê ve meşîyan.