Régis Genté

Qazakistan an jî jeopolîtîkaya Ewrasyayê

Qazakistan bi hemû hêza xwe ve hewlê dide ku amadekariyên kombûna bilind a Rêxistina Ewle-karî û Hevkariya Ewropayê (REHE) bike ku divê di rojên 1 û 2’yê çileya pêşîn de pêk were. Ev kombûn li Astanayê, li paytexta nû ya vê komara Asyaya Navîn a Sovyetên berê, pêk tê. Di destpêka 2010’an de, kêm kesan bawer dikir ku rêveberê vî welatî birêz Nûrsûltan Nazarbayev – yê ku nuha welatê wî ji REHE’yê re serokatiya demkî dike- bikare bala nûnerên 56 welatên endamên vê rêxistina navneteweyî bikişîne ser herêma navîn ya Asyayê.

Gazên kevirê kîlê jeopolîtîkê serûbinî hev dikin

Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê, Çîn, Ewropa û Rûsya: aktorên sereke yên li ser dika enerjetîk a dinyayê bi “şorişa gaza kevirê kîlê” re rû bi rû ne, çi tirsîyabin û zor li wan bûbe, çi jî ji bo ku ji vê xêrê sûdê wergirin hemûyan ji niha ve tedbîr girtin da ku xwe li gorî vê rewşa nû eyar bikin. Lê belê bêyî ku nîşan bidin ku ji wan tê ku encamên dema dirêj ên van serûbinîhevbûnan pêş bibînin.