Riza Dînç
Di 12’ê îlona bihurî de, li ser 25 xalên guhertî yên Destûra Bingehîn a turk referandûmek hat lidarxistin. Li gorî encamên pêşîn, ji wan kesan ku di referandûmê de beşdar bûbûn ji sedî 58 gotibûn erê û ji sedî 42 jî gotibûn na. Bi vî awayî, qismekî Destûra Bingehîn a Turk ku berhemeke darbeya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yê ye, bi awayekî îronîk dîsa di roja 12’ê îlonê de hat guhertin.
Ji Bakurê Afrîkayê heta Rojhilata Navîn gelek welatên ereban ji serdemeke bi xirecir derbas dibin.
Di 12ê hezîranê de li Tirkiyeyê hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin. Di hilbijartinan de, ku tê de 24 partîyên siyasî û namzetên serbixwe beşdar bûbûn, bi tenê 3 partîyên siyasî, anku AKP, CHP û MHP karîn bi ser benda hilbijartinê ya %10 deng bistînin û bikevin parlamentoyê. AKPya ku nêzîkî 50 derseda dengan wergirt 326 endam, CHPya ku 26 dersed wergirt 135 endam û MHPya ku 13 dersed wergirt 53 endam derxistin. BDPya ku ji ber benda bilind a hilbijartinan nedikarî wekî partî bikeve hilbijartinan, mîna hilbijartinên sala 2007ê, dîsa bi namzetên serbixwe ket hilbijartinan.
Hevdîtinên ku van çar salên dawîyê di navbera Abdullah Ocalan (vesazîya PKKyê ya Ewropa û Qendîl) û peywirdarên dewleta tirk de ku hikûmeta AKPyê ew wezîfedar kiribûn berdewam dikir, piştî saleka din di payîza par de cardin dest pê kirin.
Di gotara berî vê gotarê de me hewil dabu ku hevditinên di navbêra AKP/dewleta tirk û Ocalan/PKKyê de tên çêkirin geşepêdanên aktuel yên li rojhilata navîn rû didin li gorî kijan kontekstê dimeşîn, binirxînin. Di vê gotarê de jî dê "plana çareserîyê" ya Ocalan ya ku di Newrozê de hat xwendin bê nirxandin.