Salihê Kevirbirî

Kurdzanê mezin: Qanatê Kurdo admin Fr., 22.06.2012 - 16:20

estekî xweş e ku şagird li ser mamostayên xwe berheman biafirînin. Çendek berê kitêbeke wiha li ber çavên min ket. Bêguman mamosta jî, şagird jî di çand, ziman, edebiyat û dîroka kurdan de ‘du çîya’ ne. Nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşo, di 75 salîya xwe de li ser mamosteyê xwe Qanatê Kurdo kitêbeke ‘qerase’ pêşkêşî me kir: "Kurdzanê Mezin: Qanatê Kurdo."

Naveroka kitêbê ji du beşan pêk tê: ‘Kurdzanê Mezin Qanatê Kurdo’ û ‘Bi Munasebeta 100 Saliya Qanatê Kurdo."

Pînokyo êdî bi ‘kurdî’ diaxive! admin Di., 21.08.2012 - 12:40

Yek ji şaheserên edebiyata zarokan a dinyayê Pînokyo cara yekem e ku bo kurdî tê wergerandin û çap kirin.

Pînokyo cara yekem di sala 1881ê de ji hêla Carlo Collodî ve hatiye nivîsandin. Piştî vê nivîsandinê bi 131 salan wekî kitêbeke kurmancî kete destê zarokên kurd. Berhema behsa pêlîstokekî ku dibe zarok dike, ji hêla Evrensel Basim Yayinê ve hate weşandin.

Bêhtirî 100 sal in ku Pînokyo ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Heman berhem gelek caran bûye fîlm jî.

Ji Zinarê Xamo antolojîya çîrokên zarokan admin Di., 21.08.2012 - 14:01

Nivîskar Zinarê Xamo, ji bo ‘pêşerojên me’, ‘bingehên hebûna me’ ango zarokên me berhemeke bêhempa amade kiriye ku sala 2008ê ronahî dîtiye: "Antolojiya Çîrokên Zarokan."

Berhema navbihurî li Swêdê, ji hêla Weşanxaneya Apecê/Apec Förlag AByê ve hatiye weşandin û belav kirin. Wisa xuya ye ku nivîskar kedeke baş daye berhemê û gelek serpêhatî û çîrokên ku kal û pîrên me di zarokatîya me de ji me re digotin berhev kirine.

Ji Jan Dost ‘Martînê Bextewer’


Jan Dost bi lehengên xwe yên vê carê me li cîhana rojava û cîhana rojhilat digerîne û dergehên efsûnbazîya ‘şerqê’ û peravên Efrîkaya ‘reşikan’ a 300-350 sal berîya niha heta ‘taqê piştê’ li me vedike. Her wekî ku Weşanxaneya Avestayê jî dîyar dike, ‘Martînê Bextewer’ sînorên romana kurdî fireh dike.’ Bi rastî jî bi ya min ev romana hanê, lûtkeya hostehîya nivîskarê ‘ciwan’ ê 47 salî ye. ‘Mijabad’, ‘3gav û 3darek’ û ‘Mîrname’ heta tu bibêjî bes hestên me yên standina ji çêjên cuda berz kirin. Her sê berhem jî ji hev xweştir in.

Pîr Dîma “Êzdîyên Serhedê” pêşkêşî dêhn û bala me dike

Dîroka ber û qebîle ango êl û eşîrên kurdên êzîdî yên li başûrê Qefqasyayê ronahî dît û bi navê "Êzdîyên Serhedê"bû kitêb. Nivîskarê kitêbê Pîr Dîma, di kitêba xwe de ji bilî gelek agahîyên civatî û olî yên kurdên êzîdî, bi awayekî berfireh behsa êl û eşîrên kurdên êzîdî dike ku vê gavê li Ermenistanê û Gurcistanê jîyana xwe berdewam dikin. Êzîdîyên ku Pîr Dîma behsa wan dike, di destpêka sedsala XIXan de ji Serhedê derbasî Qefqasyayê bûne.

Wezîrê Nadirî û ‘Berevok’a wî admin Fr., 02.08.2013 - 10:17

Ev du salên dawî ne ku çendîn car derfet û mecale dibînim ku serdana kurdên me yên Sovyeta berê, nexasim serdana kurdên me yên Asyaya Navîn bikim. Bi rastî jî cihê şanazî û serbilindîyê ye ku kurdên me yên Qazaxistan û Qirgizistanê, tevî ku 77 sal in ji Serhed û Kafkasyayê dûr in; dîsa jî çand, ziman, hûner û edebîyata me parastine, geş kirine û gihandine nifşên me yên îro.

 

Li Sovyetistanê 11 salên Mela Mistefa Barzanî
Salihê Kevirbirî
test_admin Mo., 15.06.2020 - 03:18