Sandy Tolan

Ramallah ji Filistîn’ê gelek dûr e ! admin Do., 08.04.2010 - 12:30

Diyar e bayekî azadiyê li ser parçeyekî teng yê Perava Rojava ya dagirkirî rabûye. Piştî rakirina hin bajar û nuqteyên sihêtiyê yên li ser rêyan, şofêrên filistînî, ku bêrê ji ber seknadina dûvdirêj pir zehmetî dikşandin, mirov dişê bêjê, êdî ew bê kelem ji Eriha heta Ramallah û Nablûs’a Bakurê Filistîn’ê çûn û hatinê dikin. Di vê qetîtka bê hêwa de ji erda pîroz, duxwuye ku aborî careke din bi ser xwe ve tê. Barên sabûn, rûnê zeytûnan, şînkayî, vexwarinên bê alkol û bîraya ceh, bê astengî ber bi cihên gihiştina xwe ve diçin.