Saurav Jha

Li bin sîbera Çînê, dostaniyên Hindistanê admin Do., 16.06.2011 - 14:19

Tirsa ji hêza Çînê, Vîetnam û Hindistan kirin yek, Hindistan jî vê rewşê sûdê werdigire da ku xizmetên xwe yên eskerî û bazirganî pêşkêş bike.

Aamaar naam tomaar naam – Vietnam Vietnam", "Navê min, navê te –Vîetnam, Vîetnam!". Ev slogana ku dawîya salên 1960ê, nîvê salên 1970yê, bi zimanê bengalî dihate berz kirin, di heman demê de ji bo xwendekarên Kalkutayî banga çalakvanîyê bû da ku sedaqeta xwe bo xelkê Vîetnamê derbibirin û dijîtîya xwe ya li hember emperyalîzma Dewletên Yekgirtî nîşan bidin.