Sébastien Gobert

Peydabûna blokeka atomê li Rojhilatê Ewropayê

Tevî ku Almanya bi darê zorê jî be bernameya xwe ya destberdana ji enerjîya nukleer bi rê ve dibe, cîranên wê yên li rojhilat ji nû ve dest bi avakirina reaktoran dikin. Ji bo Macaristan, Polonya (Lehistan), Komara Çekê û Slovakyayê mesele bidestxistina serxwebûna wan ya enerjetîk ji gaza rûs e. Lê belê Moskova wê bi dilê xwe reaktorên nukleer bifiroşe kevne-dûvikên xwe...

Janos Hajdú yê bi simbêlên bi tertîb û awirên hişk razîbûneka jidil nîşan dide: "Santrala nukleer tiştê herî baş e ku hatî serê me".