Sebê Cotkar

Bîrewerîya rojên kambax

<p>Divê hin tişt û hin kes neyên jibîrkirin. Ew kurdên ku bi sekin û helwesta xwe bi awayekî xurt li hemberî zilm û zordarîyê derketine, divê neyên jibîrkirin. Dibêjin tarîx ji hêla bindestan ve diguhere, lê bi destê serdestan tê nivîsandin. Serdestî carcaran bi gotinekê, carcaran bi çirûskekê û carcaran bi merivekî/ê vediçire. Bi hizra vê zanînê ez dest bi xwendina kitêbên li ser Wedat Aydin dikim.</p>

Rojhilatê Dilan

Ziman bereketeka mezin e’ dibêje Holderlîn. Lê meriv dikare bibêje herî zêde helbestvan ji vê bereketê sûd wergirtîye. Deng, gotin, lihevhatin, fêmbûna peyvê û ragihandina fêmbûna peyvê, di kirasê helbestê de digihîje ber guhê me xwendevanan, gûhdarvanan. Hêza helbestê ji hêza zimên tê. Hêza helbestê ji reh û rîşalên bingehîn tê.

Berbejnên Pîrikan

<p>Di navbera xewn û xewnereşkê de dinyayeka ku sînorên wê nedîyar heye. Dinyayeka ku li wir bayê felekê berbayê tiştekî nakeve û tenê bi ya dilê xwe dike. Li pey xewnekê, derîyê xewnereşkê çima vedibe û di nava kefa destê xwe de dilê meriv çawa diguvêşe nayê zanîn. Ew dinyaya ku di navbera xewn û xewnereşkê de ye, gelek caran ji rastîya tund sûdê werdigire û li ser serê me benikê xwe girê dide. Şîyarîya ji xewnereşkê bi gupegupa sîngê deng vedide û ev gupegup hêdî hêdî xwe vediguhêze henaseya jîyanê.</p>