Şengul Ogur

Jineke Xinanî: Çîroka "zilamê biçûk"

Freûd li ser mît û efsaneyên neteweyan wiha dibêje: "Gelek pêkan e ku efsaneyên hemû neteweyan bermahîyên berovajîkirî ên xewneroşkên daxwazên wan bin, xewneroşkên dinyayî ên mirovahîya ciwan bin".

Belê, ji mît û efsaneyên neteweyan mirov dikare xwe bigihîne daxwaz û tirsên herî kûr ên wan neteweyan; mirov dikare di derbarê paradîgmaya wan neteweyan de xwe bigihîne agahîyên berfireh.

Dozdeh Çirk: Pistepisteke bi taloke

Nêzîkatîya Kant a li Estetîkê navika hunerê ji rasteqînîyê qut dike û wê bi tenê wekî objeyeke bi serê xwe be, li ber me datîne. Spehîtîya hunerê li gor Kant nikare were têgîn kirin, ango spehîtîya hunerê bi tenê spehîtîya di dîtbarîyê de ye. Lê li hêla din Hegel li dijî Kant derdikeve û heqîqeta hunerê bi ragihandina wê ya li ser naverokekê dihelsengîne.

Parrhesîaya Yewnana antîk û qedexebûna kurdî li Kurdistanê admin Di., 25.09.2012 - 13:31
Mîchel Foucault di payiza 1983ê de li zanîngeha Calîforniayê di derbarê têgiha parrhesîaya Yewnana antîk de semîneran dabû. Ev semînerên Foucault wekî pirtûkekê çap bû.

Di beşê pêşî yê vê pirtûkê de Faoucault li ser berhemên Eurîpîdes, di navbera sazîyên wekî azadî, perwerdehî, desthilatdarî û siyaseta heyî de, bi pêvajoyê re guherîna têgiha parrhesîayê dişopîne û vê guherînê bi awayekî ku me qanî bike radixe ber çavan.