S.H.

Gelo bîreke baş a sosyalîstên fransî heye?

Berhema dawî ya bîranînên Lionel Jospin kêm tiştan zelal dike, analîzên xurt têde nînin û pirsên hatî kirin jî heta di dilê xwe de axaftinê, hatine kêmkirin. Dîsa jî mirov nikare bêje tevahiya wê ne hêjayî eleqeyê ye, lewra veguherîna yek ji fîgurên çepgirên fransî vedibêje yê ku ji mîlîtantiya troçkîst bû rêveberê Partiya Sosyalîst (PS): “Hevokek tê bîra min ku demekê bi me gelekî bi nirx û hêja bû: 'Şoreşgerek divê şoreşê bike...' Min fêm kir ku li Ewrûpa’yê emê şoreşê nekin û min dev ji şoreşgeriyê berda. Ez fikirîm ku divê karê were kirin reform bin.