Smain Laacher

Hizrên nû li ser koçberîyê

Pirsa koçberîyê" yek ji mijarên bingehî ya rojeva hemû civînên navneteweyî ye ku van heyamên dawî têne rêkxistin. Rehendên wê yên serekî ku têne behskirin: wergirtina koçê, koçberîya asayî, koçberîya bi dizî, pena xwastin û penaberî. Gelek caran, kesên ku di asteke bilind de berpirsên "birêvebirina" van diyardeyan in, bes xwedanê boçûneke bilez û siyasî ne, tew carinan bes yeke siyasetmedaran e.

Li Magrebê, sîberaktîvîst westîyayî ne

Serhildanên ereban kirin ku di medya û çapemenîyê de fîgura çalakvanîya-sîber [çalakvanîya kesên çalakîyên xwe li ser Înternetê pêk tînin, nota wergêr] derkeve holê, ev çalakîyên Înternetê li ser rewşa jîyana gel û li ser hîsa neheqîyê ya ku ev rewş dibe sedema wê, agahdarîyan dide. Çalakvanên-sîber ku bi piranî tecrûbeya wan a çalakîyan tuneye û rewşa apolîtîk ya tevlîbûna xwe derdixin pêş, ciwanên ji 20 heta 30 salî yên bajarî û dewlemend in. Lê belê zor û zexta li dijî gel ew kirin yek.