Thomas Deltombe

"Pêkve jîyan" wek çekê şerê îdeolojîk

"Biçekkirina exlaqî" ya ku îro ji bîr bûye, negihişte armanca xwe ya "guherîna dinyayê", weku Frank Buchmanê danerê wê lê dihizirî. Îdeolojî û rêbazên ku vê hereketa siyasî-dînî ya bi eslê xwe amerîkayî di heyama herî tund a şerê sar de didan ber xwe, bi bîr dixin ku sloganên pir nerm û xweşdivî yên wek "pêkve jîyanê", "dîyaloga civakî" û "xemxurîya bo kesên din" heye ku li ser zimanê serdestan veguherîne çekên tirsnak ên şerî.

Mirovekî ji xwe çûyî

Jîyana Frantz Fanon ê ku li Martînîkê tîrmeha 1925ê ji dayik bû, wê kurt bûya: dema ku ew kanûna 1961ê li Washingtonê ji ber losemîyê mir, ew hê 36 salî bû. Fonon reş e û ji Antîllan e, timî rastî nijadperestîyê dihat. Lê belê wî tevahîya fehşîya wê di Şerê Cîhanê yê Duyem de nas kir. Bi dilê xwe sala 1943yê di nava refên Hêzên Fransî yên Azad de cihê xwe girt, wî bi lez zelûlîya vê artêşê dît; ev artêş şerê nazîyan dike û serwerîya neteweyî pîroz dike, di nava xwe de jî cudakarîya nijadî û mîtolojîya kolonyal her dewam dike.