Vincent Munié

Li Burûndiyê, Yekîtiya Ewropayê bi gumana li ser hilbijartinan re rû bi rû ye admin Sa., 18.12.2010 - 23:54

Peywira me bi tenê teknîkî ye. Ew siyasî nabe. Em tenê, li gorî pîvanên navneteweyî, çavdêrî duristiya meşandina dengdanê dikin... " Di dawiya nîsana 2010’ê de, li Bujumburayê (1), Tommaso Caprioglio, hevserokê Peywirdariya Çavdêriya Hilbijartinî ya Yekîtiya Ewropayê (PÇH YE) li Burûndiyê, gumanên desttêwerdana siyasî ya di hilbijartinên bê de red dike. Hilbijartin ji xwe li pey hev rêz dibin: hilbijartinên şaredaran di gulanê de, yên serokkomar di hezîranê de, yên nûnêrên gel di tîrmehê de û yên serokên girikan di îlonê de.