Wendy Kristianasen

Aktîvîzma karbidestan

Rizanur Meral dibêje; "dema krîza malî ya navneteweyî da der, Afrîkayê ji Tirkiyeyê re xeleka xelasîyê pêskês kir. Niha dora Amerîkaya Latîn, basûr û basûrrojhilatê Asyayê ye ku alîkarî bidinê daku ji nav vakûma ku serîhildanên cîhana ereb ew provoke kirin, derbas bibe" Besa herî girîng di Tuskonê (1), Konfederasyona Bazirgan û Pîsesazên Tirkiyeyê re derbas dibe, ku Meral serok-damezirênerê wê ye.

Rojnameger Syed Saleem Shahzad

Termê Syed Saleem Shahzad, ku bi awayekî rêk û pêk ji Le Monde diplomatique re dinivîsî, piştî du rojan ku ew li Îslamabadê bê serûşûn bûbû hat dîtin. Sê roj berîya wê birêz Shahzad di rojnameya Asia Times de gotarek li ser hevkarîyeke pêkan a navbera al-Qaîde û artêşa Pakistanê weşandibû. (1) Shahbaz roja yekşemê êvarê piştî ku ji nivîsgeha xwe derketibû daku di bernameyeke televîzyonê de beşdar bibe hatibû bê serûşûn kirin. Qirar bû ku wî di wê bernameyê de sebaret bi rapora dawîn a Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) nihêrînên xwe par ve bikirana.

Piştî hilbijartinên Tirkiyeyê yên encam ne surprîz

15ê hezîranê roja yekşemê li Tirkiyeyê tu suprîz nebûn. Wekî ku dihat guman kirin, Partîya Dad û Geşedanê (AKP) ya Recep Tayyîp Erdoğan 326 kursîyên parlamentoya 550 kursîyî bi dest xistin û bi awayekî serkeftî ji hilbijartinan derket. Ji destpêkirina pergala pir-partîyî ya li Tirkiyeyê ya sala 1946ê vir ve, AKP tenha partî ye ku sê serdemên li dû hev yekem dertê û rêjeya dengên xwe bilindtir dike, ku niha gihîştiye % 50yê. (1)

Hikûmeta tirk û gefên li ser kurdan

Piştî zelzeleya ku li Wanê û der û dora wê xist, Partîya Demokrasî û Aşitîyê (BDP), alîgira kurdan, destek da "Tevkarîya Neteweyî" li gel ku li alîyê din, artêşa tirk bersiva êrişên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dida. BDP, wek Ankarayê, dixwazê şansê diyalogê biparêze û bibe terefgira avakirin û guhertinên makezagonî.

Hikûmeteke fasî di bin kontrola qraltîyê de

Li Rabatê Partîya Edalet û Bipêşketinê ev cara yekem e ku welêt bi rê ve dibe. Li ser mijarên civakî ji qrêl bêhtir muhafezekar e, lê belê ew rewatîya qraltîyê naxe  ber lêpirsînê.


Fas ne demokrasîyek e, lê ‘bihara erebî’ pêşketineke bi rastî