Yado Ciwan

"Piştî vî temenî ez nabim koleyê kesekî"

Hunermend Ciwan Haco bi albuma xwe ya ''Veger'' bû demeke di rojevê de ye. Haco, di albuma xwe ya navborî de stranek Aşik Daimi vegerandiye kurdî û distire. Ji hêla din ve bo stranek din bi Hülya Avşarê re duetek çêkiriye. Herdu hunermendên resenkurd ku bi tirkî disitirin vegerandine ser kanî û bingeha xwe. Ji ber vê yekê dibêje Haco, ''Jixwe sedem ew e ku me navê albuma xwe danîye ''Veger''. Gellek maneyên wê hene. Veger, vegera zaroktîyê ye, vegera zimên, vegera rihê muzîka kurdî ye…''

Bozarslan: "Xwevekişandina Sûrîyeyê ya ji herêmên kurdan biryareke stratejîk e"


Yek ji welatên ku niha ‘Bihara Erebî’ lê tê jîyandin Sûrîye ye. Li Sûrîyeya ku derdora 3 milyon kurd lê dijîn, hîn pergala kevnare ya beasî li ber xwe dide. Herçiqas hin bajar ketibin destê kurdan jî, hîn nezelalîyeke mezin heye û nayê zanîn ku dê pêvajo ber bi ku derê ve biherike. Pêvajoya hilweşandina rejîmên wek Tûnis, Misir û Lîbyayê zêde ne ajot; lê li Sûrîyeyê rewş cuda ye.

Şivan Perwer: Hezkirina miletê kurd dayî min besî min e!

Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin. Kurtedemek berîya derketina bazarê ya albumê, me ji bo rûpela ''Çand û Huner'' ya Le Monde diplomatique kurdî bi hunermend re hevpeyvînek lidarxist. Me bi Şivan Perwer re li ser bêdengîya wî ya dirêj a muzîkal, taybetmendîyên albuma wî û hin mijarên din ku tên meraqkirin danûstandinek pêk anî. Hunermend Şivan Perwer, bi dileke vekirî bersiv dan pirsên me û me pê re sohbeteka dirêj kir. Hûn dê li jêr tenê beşek ji vê hevpeyvînê bixwînin. Tevahîya hevpeyvînê dê serê hefteya bê di malpera rojnameya me, di quncikê LMDK-EKSTRAyê de bê weşandin.
LMd-kurdî li Berlînê civînek li ser rewşa kurdên Sûrîyeyê lidarxist! LMdK Ekstra Fr., 01.02.2013 - 16:01

Di 11yê kanûna paşîn de li parlamentoya eyaleta Berlînê rewşa Sûrîyeyê û pozîsyona kurdan hate guftûgokirin. Di civîna ku bi organîsazyona rojnameya Le Monde diplomatique kurdî û Beşa Lêkolînên Mustafa Barzanî ya Unîversîteya Erfurtê hatî amadekirin de, sîyasetvanên kurd û alman di derbarê siberoja Sûrîyeyê û pozîsyongirtina kurdan a li rojavayê Kurdistanê  hate nîqaşkirin.

Şivan Perwer: Ez piştevanê Kurdistana mezin im !

Hunermendê navdar Şivan Perwer, piştî 10 salan bi albumeka nû, bi ''Şivanname 1-2'' ku ji 2 CDyên bi navên ''Gazind'' û ''Destana Rojava'' pêk tên, dawî li hesret û bendewarîyên muzîkhezên kurd anî. Albuma navborî di 18yê Kanûna Pêşîn ya 2012an de ji alîyê Pelrecordsê ve hate çapkirin û bi hevkarîya Sonymusicê ve li muzîkmarketên Kurdistan, Tirkîye û Ewropayê hate belavkirin.

Demirtaş: Tevgera kurdî dikare têkoşîna xwe êdî bê çek jî bidomîne.

Her cure organên capemenîye yên kurd û tirk piştî banga ‘stratejîk‘ ya Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin, bi nûçeyên li ser "pevajoyê" ve dagirtîne. Her bereyek sîyasî ji hela xwe ve rûdanên rojane ku di vê çarçoveyê de diqewimin dinirxîne û hewil dide ku peyamên xwe him bigihîne alîgirên xwe him jî dijraberên xwe. Di nava gerambola zêdebûna vegotinên têkildar de herkes li bersiva vê pirsê ku di nava reşk û xumamê de winda bûye digere: Gelo di rastîyêde çi diqewime ? Dibe ku ji hêla pêrspektîv û enîyên cuda ve gelek bersivên vê pirsê hebin.

Burkay: Ez ji lihevkirina hikûmet û Ocalan kêfxweş im !

Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku bi hejmara xwe ya 41ê derket pêş xwendevanan bi boneya ’’Pêvaoja Çareserîyê’’ cîh dide rêzehevpeyvînan. Piştî hevpeyvîna bi Hevserokê BDPyê Selahattin Demirtaş re, me xwest em cîh bidin nêrîn û dîtinên Serokê Partîya Maf û Azadîyan Kemal Burkay. Burkay, hem kêfxweşî û hem jî metirsîyên xwe yên der barê ‘pêvajoyê de bi me re parve kir. Burkay, banga Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin çawa pêşwazî dike? Ji pêvajoyê çiqas hêvîdar e? Endîşeyên wî çi ne? Li gor Burkay, helwesta Abdullah Öcalan ya li hember AKPyê çima guherî?

Burkay: Ez ji lihevkirina hikûmet û Ocalan kêfxweş im!

- Hikûmetê ji bo bedêla çekberdanê ji Ocalan û PKKyê re tiştek vaad nekirîye, ger kiribe jî ne xuya ye.

- Ocalan jî dît ku leşker ji hêz ketin, êdî nikarin dest daynin ser hikim, hingê helwesta xwe guherand û bi rêya MİTê bi hikûmetê  re da û stand.

Demirtaş: Tevgera kurdî dikare têkoşîna xwe êdî bê çek jî bidomîne! admin Fr., 03.05.2013 - 13:13

Her cure organên çapemenîyê yên kurd û tirkan piştî banga ‘stratejîk‘ ya Abdullah Ocalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin, bi nûçeyên li ser "pevajoyê" ve dagirtîne. Her bereyek sîyasî ji hêla xwe ve rûdanên rojane ku di vê çarçoveyê de diqewimin dinirxîne û hewil dide ku peyamên xwe him bigihîne alîgirên xwe him jî dijraberên xwe.