Sînemaya kurdî li gor kîjan prensîban dikare bê bi nav kirin?
Yekemîn projeksîyona sînemayî 22yê kanûna 1895ê li Parîsê, li Grand Caféyê, ji alîyê du birayên bi navê Auguste û Louis Lumière (Frères Lumière) ve hate çêkirin. Pîştî wê projeksîyonê îcada Birayên Lumière ya bi navê "cinématographe", ango yekemîn cihaza qeydkirin û nîşandana wêneyên bi hereket, wekî mizgînîya modernîteya sedsala 20ê li her derê dinyayê belav dibe. Di heman demê de, bandora îdeolojîya nasyonalîzmê jî li ser hemû kevnesîstemên desthilatdarîyê zêdetir dibû û dewletên împaratorî yek bi yek hildiweşîyan.