Ҫawa sektora tendirustîyê bû armanceka jeopolîtîk

Sedema îhtîmama hêzên mezin berjewendîyên wan in
Translator
Ne hezkirina ji yên din, ne jî hezkirina ji civatê dikare bibe sedema îhtîmama hêzên mezin bi tendirustîya global re. Lê belê mimkin e sedem bibe berjewendîyên wan yên ewlekarî, yan yên aborî yan jî yên jeopolîtîk. Belê Ewropa dikare pereyê fonên ji sazîyên ewropî hatî standin baştir bikar bîne. Lê ew zêdetir girîngîyê dide Afrîkaya fransîaxêv, li wir Ewropa xwedî armancên dehsalên li pêşîya me ye.

Sala 2000î, sed û nod û sê dewletên endamê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) û bîst û sê rêxistinên navneteweyî ji xwe re heşt Armancên Hezarsale yên ji  bo

Pêşketinê : AHP (Objectifs du millénaire pour le développement: OMD) dîyar dikin: divê heta 2015an bigihîjin "asta herî kêm  standarta bipêşketinê" di mijara kêmkirina xizanîyê de, di ya birçîbûn û newekhevîyan de û di mijara ji her kesî re amadekirina derfetên dermanbûnê de, di mijara ji herkesî re tedarîkkirina ava vexwarinê ya paqij û di mijara ji herkesî re mimkinkirina derfetên perwerdeyê de. Ji destpêkê ve Gro Harlem Brundtlandê ku wê demê birêvebera Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT) bû mijareka ku divê herî zêde li pêş be tesbît dike: pirsa bidestxistina fînansmanan bi qasî encamên dixwazin bi dest bixin mezin e. Ew şewirmendê taybet yê Sekreterê Giştî yê RNYyê Kofi Annan, Jeffrey Sachs wezîfedar dike bi birêvebirina komîsyona bi navê "Makro-aborî û Tendirustî" ku armanca wê zêdekrina pererazandinên ji bo pêkanîna bi lez ya Armancên Hezarsale yên ji bo Pêşketinê (AHP) ye. (1)

 

Di navbera 2000 û 2007an de, fînasmanên global yên welatên di rêya bipêşketinê de ne çar caran li berê tên zêdekirin – di navbera 2001 û 2010an de sê qatan mezin bûn û di 2010an de gihîştin hejmara herî bilind ya 28.2 mîlyar dolaran. Hevkarîyeka di navbera sektora dewletê û ya şexsî de ev fînansman misoger dike û têkilîyên di navbera sektora pîşesazîyê û sektora bazirganîyê de datîne û nexasim fêdeyê li hilberînerên derzîyan û dermanan dike. Fonên dewletî û şexsî yên amerîkî beşeka mezin ya van fînansmanan pêk tînin. Sala 2012an Weqfa Bill û Melinda Gates bi tena serê xwe biqasî 900 mîlyon dolarî dan. Wisa tê fikirîn ku di 2010an de Afrîka % 56ê ji van fînansmanan standibe. (2) Wê demê Alîkarîya Global ji bo Pêşketinê % 61 zêde bû û sala 2010an gihîşt 148.4 mîlyar dolaran.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev pirsgirêkeka ewlekarîyê ye

 

Tevî ku hindik ma ji 2015an re, li Afrîkaya jêr-sahrayî pêkanîna Armancên Hezarsale yên ji bo Pêşketinê hîna dûr e. Kêmbûna fînansmanê bi tenê beşeka ji vê derengmayînê dide fêmkirin: faktorên din yên kêmtir tên nasîn hene ku di vê mijarê de bi roleka mezin rabûn. Tevî ku sazî niha ketine nava amadekarîya "armancên nû" yên piştî 2015an, hewce ye meriv hinekî li ser armancên berê hatibûn dîyarkirin bisekine. Gelek lêkolîn û anket (3) nîşan didin ku dayîna alîkarîya global ne bi tenê girêdayî pîvanên bi şewban re elaqedar yên hejmara welatîyan e, yan jî girêdayî giranîya nexweşîyan e. Ew nîşan didin ku dayîna alîkarîyê herweha girêdayî berjewendîyên bazirganîyê yên bi hêz bûn û hîna jî bi hêz in û girêdayî têkîlîyên dîrokî yên welatan û têkîlîyên wan yên jeopolîtîk e.

 

Dema meriv ji nû ve li dîroka tendirustîyê dinêre, dibîne ku di sedsala 19an de sedema pêkanîna yekem konferansên navneteweyî di biwara mijarê de ne daxwaza rawestandina belavbûna nexweşîyên weba, kolera, yan jî şewba zer bû. Lê belê sedema pêkanîna van konferansan heta mimkin bû kêmkirina tedbîrên îzolekirina nexweşên bi vîrûs bû, lewre ev tedbîr biha bûn ji bo bazîrganîyê… Ev alozîyên di navbera tibê, sektora tendirustîyê, berjewendîyên bazirganîyê û hêza sîyasî de hêmanên hesabekî nakokane pêk tînin ku bingeha pirsgirêka tendirustîya giştî ya global e.

 

Di çarçoveya "Lihevkirinên li ser şiklên cuda yên mafê xwedîtîya entelektuel ya hilberînên bazirganîyê" de, di mijara dayîna xizanan ya derfetan ji bo bidestxistina dermanan de gelek alozî hene ku li dinyaya modern dikarin bibin sedema rikberîyên hişk. Avaker û şirîkên Fonên Cîhanî ji bo Têkoşîna li dijî AIDS, werem  û tayê bawer dikin stratejîyên têkoşînê li dijî hersê nexweşîyan di tevahîya welatan de bikêrhatî ne û  bawer dikin "bi tenê pere kêm in". Ji bo fêmkirina vî mentiqê aborî yê armancên sektora tendirustîyê û ji bo fêmkirina sînorên bikêrhatîbûna wê, divê meriv li şertên avakirina Fonê Cîhanî binêre. Sala 1996an William [Bill] Clinton, ku wê demê serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû, fermanê dide sektora tendirustîyê da ku stratejîyeka zêdetir girîngîyê dide bi nexweşîyên ji ber vîrûsan bi pêş bixe. Sedema vê biryarê ji hesta hezkirin û parastina yên din, zêdetir gumanên serokdewlet ji bo ewlekarîya neteweyî ne. Belavbûna nexweşîyan, encamên aborî, derengmayîna di mijara pêşxistina molekulên nû de, bêkêrîya antîbîyotîkan li dijî vîrûsan, serbestîya çûnûhatina welatîyan, mezinbûna megapolan, lawazîya sîstemên tendirustîyê ya welatên xizan: ev mijar gelekî berîya bi êrîşên 11ê îlona 2000î dibin sedema gumanên birêveberîya amerîkî. Ji 1997an ve Enstîtuya Doktorîyê, ya ku zanista amerîkî xwe dispêrîyê, raporekê dinivîse ku tendirustîya global weha terîf dike: "Mijareka pir girîng e ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê". Cara yekem peyva "global health" tê bikaranîn û bi peyvên tendirustîya global tê wergerandin: "Ewqas tiştên hevpar yên welatên dinyayê hene ku meriv nikare pirsgirêka tendirustîyê bi tenê wekî pirsgirêkeka neteweyî bihesibîne. Konsepteka nû ya ‘Tendirustîya Global’ pêwîst e da ku meriv pirsgirêkên tendirustîyê yên ji sînorên welatan dibihurin çareser bike, pirsgirêkên  mimkin e bûyerên li welatên din qewîmî tesîr li ser wan bikin û bi rêya hevkarîyeka baştir dikarin werin çareserkirin. (4)"

Dema ku Aids li Afrîkaya Başûr bi awayekî nedîtî belav dibe, sala 1999an nivîseka li ser rêjeya bilind ya belavbûna Vîrûsa Sîstema Xweparastinê ya Merivî (VSXM) di nava arteşên gelek welatên afrîkî  de tê çapkirin û ev yek rayedaran ditirsîne. Wisa tê fikirîn ku di demeka kin de, wê kapasîteya misogerkirina ewlekarîya neteweyî têrî şerên navxweyî yan jî têrî şerên navneteweyî neke. Li gorî International Crisis Group (ICG)ê "di demeka kin de gelek welat wê nikaribin beşdarî operasyonên parastina aştîyê bibin". (5) Di navbera 1999-2008an de, Konseya Neteweyî ya Rêxistina Ȋstîxbaratê ya hikûmeta amerîkî bi navê National Intelligence Council (NIC), ku navendeka fikirîna stratejîk e, şeş raporan li ser tendirustîya cîhanî çap dike. Tiştekî nedîtî pêk tê, di van belgeyan de nexweşî wekî "hêmanên tehdîdker yên nexwezayî" ji bo ewlekarîyê Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê tên terîfkirin, ku xwedî baregehên eskerî yên li tevahîya dinyayê bicihkirî ye. Mijara vê "tehdîdê" heta bi guhên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî diçe. Di 10ê kanûna paşîna 2000î de li New Yorkê, cara yekem di dîroka rêxistinê de, Konseya Ewlekarîyê mijareka ne girêdayî îhtîmala yekser ya derketina şerekî ye dixe rojeva civîna xwe: "Rewşa li Afrîkayê: tesîra nexweşîya AIDSê li ser aştî û ewlekarîyê li Afrîkayê". Yên civînê bi rê ve dibin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne, sibê bi beşdarîya alîkarê serokdewlet Albert Gore û piştî nîvrojê jî bi beşdarîya sefîrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li RNYê Richard Holbrooke. Di encama civînê de gelek biryar tên dayîn. Beşa 90î ya Biryara Civîna Taybet ya Meclîsa Giştî ya Rêxisitina Neteweyên Yekbûyî ya di 27ê hezîrana 2001ê de pêk hatî banga damezrandina "Foneka Global ya Tendirustîyê û AIDSê dike da ku bersiveka lezgîn bidin vê nexweşîya vegir. Divê ev jî li gorî mentiqekî giştî yê tedbîrgirtin, yê fînansekirin, yê piştgirîyê û yê dermankirinê û ji bo piştgirîya xebata dewletan li dijî AIDSê pêk were, belê welatên nexweşî li wan zêdetir belav e, wê bibin yên herî li pêş, nexasim Afrîkaya jêr-sahrayî û Karayîb."

Parzemîna şewbên li tevahîya dinyayê belav dibin

 

 

Nexweşîyên bi rêya vîrûsekê tên belavkirin, nexweşîyên jinên ducanî û yên zarokên nû ji dayik bûyî, kêmbûna xwarinê li Afrîkayê: sedemên % 76ê mirinan pêk tînin.

 

• AIDS: % 70yê mirinên ji ber AIDSê yên li dinyayê; % 75ê nexweşîyên nû yên bi virûsê – piranîya wan ciwan, keç û jin in (% 60ê kesên nexweş ketî)

 

• % 75ê ciwanên di navbera 15 û 24 salî de ku vîrûsa HIVê ya AIDSê bi wan re heye  keç in. Nexweşîya AIDSê li bajaran zêdetir belav e, li wir nexweşîyên ji ber pir zêdebûna serjimarê (yên wekî weremê) bi mezinbûna bajaran re zêdetir belav dibin. Prezervatîf hîna bi tenê carinan tên bikaranîn (li welatên AIDS lê zêdetir belav e, kêmtir % 20ê welatîyan wê bikartînin).

 

• Li çar welatên ku AIDS li wan belav e, % 75ê zilamên vîrusa HIV bi wan re heye, didin zanîn ku berê hinditin ketine têkîlîyên cinsî.

 

• Li gorî lêkolîneka bi piştgirîya Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF) li Abicanê pêkanî, AIDS li bajaran zêdetir belav e, ango bi awayekî nakokane di nava ciwanên herî zêde xwedî agahdarî de, di nav yên herî xwende û dewlemend de. % 75ê kesên di navbera 15 û 44 salan de nizanin gelo vîrusa HIV bi wan re heye yan na. Kesên di navbera 14 û 24 salan de, bi tenê % 10ê kuran û % 15ê ji keçan testa vîrûsa HIV kirine.

 

• Li Afrîkaya Navîn û ya Rojava bi tenê çar nexweşan yek dikare dermanên antî-trevorîyal bidestbixin (%20ê jinên ducanî yên vîrûs bi wan re heye ev derman ji xwe bi dest dixin, û ji sisîyan yek ji wan dermanê ji bo zarokên xwe ji vîrûsê biparêzin bi kar tîne).

 

• Mirina jinên ducanî, yan jî mirina piştî kurtajê: %50ê tevahîya mirinên ji ber heman sedemê li dinyayê pêk tîne. Li wir rêjeya keçên di temenekî piçûk de ducanîbûyî ya herî bilind e, keçên kêmtir ji 15-18 salan. % 97ê kurtajan di şert û mercên xirab de tên pêkanîn yên dinyayê li vir pêk tên.

 

• Rêjeya mirina global ji ber nexweşîya tayê: li gorî Rêxistina Cihanî ya Tendirustîyê (RCT) %91ê van mirinan li Afrîkayê pêk tên, %87ê wan zarokên temenê wan di bin 5 salan de ne.

 

• Krîza personelê tendirustîyê: di qada global de, %25ê kêmbûna kesên derman dikin li Afrîkayê ye (mîlyonek karkerên tendirustîyê kêm in), Afrîka bi tenê % 3yê tevahîya personelê tendirustîyê yê dinyayê pêk tîne.

Hejmarên 2010an. Çavkanî: raporên AHP Afrîka û raporên AHPGlobal, Measure DHS, "Financing global health 2012: the end of the global age? / Fînansekirina tendirustîya global 2012an: gelo dawîya serdema global e?", IHME.

Li Afrîkaya Rojava wezîfe nehat qedandin

Paradîgmaya bipêşketinê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem wekî encama jê nayê bihurîn ya mezinbûna aborî derdikeve holê. Di salên 1980yî de, dema krîza aborî li Afrîkayê pêk tê û sazîyên navneteweyî qaşo înîsîyatîvên tedbîrgirtinê didin destpêkirin bi rêya stratejîyên ji  bo kêmkirina xizanîyê, ev paradîgmaya bipêşketinê êdî nabe xwedî îdîayên ewqasî mezin. Bankeya Dinyayê yekem rapora xwe ya salane li ser bipêşketina li dinyayê sala 1978ê weşand, mijar ev e: "Bi lez kirina mezinbûnê, kêmkirina xizanîyê". Di destpêkê de vê alîkarîya ji bo bipêşketinê hewl dida bersivê bide rewşa xirab ya tendirustîyê, lê dehsalên piştre şewazê wê guherî. Hêzên nû dest werdidin alîkarîyê û li aktorên klasîk yên alîkarîya dualî û li Rêxistinên Ne-hikûmetî ku karê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT) temam dikirin, zêde dibin. Bankeya Dinyayê bi awayekî hişk tê rexnekirin, lewre sîyasetên wê yên eyarkirina binesazîyê têsîrên xirab li ser civatê kirin. Ev yek dike ku Bankeya Dinyayê biryara  "pererazandinê di sektora tendirustîyê de" bide – ev sernavê rapora wê li ser rewşa bipêşketina li dinyayê ya sala 1993yan e. "Ji ber ku kesekî ku tendirustîya wî baş e, zêdetir bi kêr tê û di ware aborîyê de zêdetir hildiberîne û ji ber ku ev jî fêdeyê li rêjeya bipêşketina aborî ya welêt dike û herweha fêdeyê li tiştên din jî dike û destûrê didin ku bipêşketin bi lez bibe." Cara yekem Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê neçar dimîne vê fikrê erê bike.

 

Herçî Komîsîyona Ewropî ye, ew jî pereyan radizîne li mijara alîkarîya ji bo dewletên Afrîkayê, yên Karaîbê û yên Pasîfîkê. Ji 1950yî ve, Fransa bi roleka dîyarker radibe ya ku fêdeyê li avakirina Foneka Ewropî ya Bipêşketinê (FEP) dike: Robert Schuman wisa dinivîse  "Ewropa bi saya  îmkanên baştir wê karibe pêkanîna wezîfeyeka girîng bidomîne: ya bipêşxistina parzemîna afrîkî." (1) Welatên AIDS lê zêdetir belav e xwestin ku tendirustî bibe mijara sereke ya FEPê. Sala 1994an Konseya Ewropî yekem biryara xwe ji bo "hevkarîyeka bi wan welatan re ku bi pêş dikevin di mijara tendirustîyê de" dide, ev biryar wekî "hêmanê motor yê bipêşketinê" tê terîfkirin.

 

Sala 1990î li

Afrîkaya Başûr belavbûna nexweşîya AIDSê digihîje asta xwe ya herî bilind, wê demê "birêvebirina global" ya têkoşîna li dijî nexweşîyê di nava Rêxisitina Neteweyên Yekbûyî de (RNY) dihat bicihkirin. Birêvebirina global ya têkoşîna li dijî vê nexweşîyê ku di destê Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê de bû êdî dikeve destê UNAIDSê, ku bernameyeka hevpar ya di 1996an de hatî sazkirin e. Ew ji Bankeya Dinyayê û biqasî deh ajansên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pêk tê, Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê, Fona Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan (UNICEF) û ya ji bo Xelkê (UNFPA) di nav wan de ne.

Di çarçoveya heman mentiqî de hevkarîyên global ji bo têkoşîna li dijî tayê jî tên avakirin (Roll Back Malaria) û li dijî weremê jî (Stop TB Partnership).

Di dirêjîya dehsala 2000-2010an de, sazîyên sektora tendirustîyê misêwa diguherin, nexasim piştî amadekirina Armancên Hezarsale  yên ji bo Pêşketinê (AHP) (2).

Di heman demê de, înîsîyatîvên ku sektora şexsî ya pîşesazîyê û sektora bazirganîyê bi hev ve girêdidin derdikevin holê- hilberînerên derzî û dermanan jî di nav de: înîsîyatîvên herî mezin yên wekî Hevkarîya Global ji bo derzîkirin û xweparastina bedenê (GAVI, 2000) û Fona Global ya Têkoşîna li dijî AIDSê, li dijî tayê û weremê (2002) ne. Armanc komkirina pereyan e da ku wan bidin welatên neqandî û encamên bidestxistî bipîvin: "Raise it, spend it, prove it" prensîba Fona Global e. Ji 2006an ve sektora tendirustîyê dibe laboratuwara fînansmanên nûker" yên ji bo bipêşketinê: bi saya baceka ji firotina biletên balafirê hatî standin UNITAID kirîna dermanên li dijî AIDSê, tayê û li dijî weremê finanse dike. "Civata Navneteweyî" derzîyên xweparastina bedenê dikire. Sê civînên şêwirmendîyên sîyasî yên bilind pêk tên ji bo bipêşxistina bikêrhatîbûna alîkarîyê û nexasim ji bo balansa çerxên fînansekirinê yên welatên pereyan didin, di 2005ande li Parîsê, di 2008an de li Akkrayê (Ghana) û di 2011an de li Pusanê (Koreya Başûr).

Tevî van hewldanan jî li parzemîna reş encam ne wekhev in. Rewşa tendirustîyê li Afrîkaya Başûr û li rojhilatê parzemînê baştir bû, lê li Afrîkaya fransîaxêv ya Rojava û Afrîkaya Navîn xwedî encamên herî xirab e. Rapora hevpar ya UNAIDSê û ya Rêxistina Navneteweyî ya Fransîaxêvîyê (RNF) ku di çirîya pêşîn a 2012an li Kinshassayê hat pêşkêşkirin, nîşan dide ku % 36ê jinên ducanî yê bi vîrûsê HIVê ketî li herêma fransîaxêv dimînin dikarin dermanan bi dest bixin, li deverên din % 62yê wan dermanan bi dest dixin. Bi heman rengî li welatên fransîaxêv bi tenê % 43yê nexweşên AIDSê ku divê dermankirineka antî-retrovîral bistînin tên dermankirin, li welatên din ev rêje % 60 e. Li gorî rapora Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê li ser AIDSê li Afrîkayê sala 2011an li Afrîkaya Rojhilat û Navîn bi tenê ji çar nexweşên divê dermanên antî-retrovîral bistînin bi tenê yek bi rastî wan distîne. Hevdeh salan piştî Konferansa Vankuverê ku bikêrhatîbûna dermanbûnê îsbat dikir, rewş wisa ye.

Rapora li ser encamên Armancên Hezarsale yên ji bo Pêşketinê nîşan dide ku mirina bi weremê kêm dibe "ji xeynî li Afrîkaya Rojavayê" ku lê di navbera 2007û 2008an hejmara wan zêde bû. Herçî ta ye, rapor binxêz dike ku sala 2008an şazdeh welat xwedî rêjeyeka mirinê ya ji sed hezar welatîyan sedî ne, ango "hema hema hemû li Afrîkaya Rojava ne".

Di civîna bilind ya G8ê li Muskokayê sala 2010an sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon "stratejîyeka ji bo başkirina tendirustîya jin û zarokan" pêşkêş kiribû. Heta pêkanîna wê civînê, têra xwe girîngîya sîyasî û alîkarîya aborî nehatibûn dayîn ji bo pêkanîna armanca kêmkirina rêjeya mirina jinên ducanî û yên dizên (AHP 5). Komplîkasyonên girêdayîyê ducanîbûna jinên zêde ciwan, sedemên dereng mayîna pêkanîna Armancên Hezarsale yên ji bo Pêşketinê (AHP) hinekî didin fêmkirin. Di vê mijarê de dema mirin pêk tê, du can ji dest tên dayîn: dayik û pitika wê.  Jixwe ev yekem sedema mirina keçên ciwan e. Li gorî lêkolîneka ji alîyê Overseas Development Institute ya Londonê pêk hatî anîn, ducanîbûnên bêwext salê tê serê hijdeh mîlyon keçên temenê wan bin 20 salan de û salê du mîlyon keçên temenê wan di bin 15 salan de. Li gorî rapora 2012an li ser pêkanîna AHPyan "di dirêjîya bîst salên bihurî de (1990-2010) tu bipêşketin di vê mijarê de pêk nehat". %90ê ji ducanîbûnên bê wext tê serê keçên ciwan yên zewicî; lewre xizmetên di vê mijarê de pêk tên, kêm tesîrê li vê bûyerê dikin. Lê belê dirêjkirina serdema xwendina keçan temenê zewacê mezin dike: dema xwendinê 10 sal e, ev jî temenê zewacê şeş salan dirêjtir dike.

D. K.

(1) "Une Europe pour la paix / Ewropayeka ji  bo Aştîyê", Danezana  Robert Schuman, 9ê gulana 1950yî, Points, Parîs, 2011.

2) Herweha gotara li jêr jî bixwîne: Philippe Rekacewicz, "Défis du Millénaire en matière de santé / Ȋdîayên Hezarsalê di mijara tendirustîyê de", Le Monde diplomatique, hezîrana 2013an

Armancên Hezarsale yên ji bo Pêşketinê (AHP) yên girêdayî tendirustîyê

Di navbera 1990 û 2015an de, di dirêjîya biqasî nifşekî de:

 

AHP 4: kêmkirina heta bi ji sê parên diduyê hejmara mirinên zarokên temenê wan di bin 5 salan de (ji serê 1000î  171ê daxistina serê 1000î 58an)

 

AHP 5: başkirina tendirustîya jinên ducanî û kêmkirina hejmara mirinên dayikên ducanî heta ji çar paran sisîyan.

 

AHP 6: Têkoşîna li dijî AIDSê, tayê, weremê û nexweşîyên din.

 

AHP 8, nîşana E: bi hevkarîya pîşesazîya dermançêker re, bikin ku kesên nexweş li welatên bi pêş dikevin karibin dermanên herî girîng bi dest bixin.

 

Fona Global ya Tendirustîyê bi saya xebata Kofi Annan ku endamên G8ê seferber kiribûn, hat damezrandin. Berevajîyê "Fona ji bo Tendirustî û AIDSê" ya ku li gorî wê dihat peşnîyarkirin, hevkarî di navbera sektora dewletê û sektora şexsî (HGS) ya global de pêk hatî, bi tenê eleqadarê AIDS, werem û tayê ye. Sîyaseta ewlekarîyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwe dispêre tirsên hinekî rast û hinekî xeyalî, yên divê welat li dijî wan têbikoşe: komunîzm, terorîzm, nexweşî, ev in "trawmayên" bûn sedema sîyasetên parastinê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bê dudilî wekî rêbaz bi kar tîne ji bo armancên xwe yên girêdayî tendirustîya global.

Piştî dehsalên di bin têsîra şerê li Efxanistan û li Iraqê, êdî stratejîya Barack Obama  birina welatê xwe li pey têkoşînên cuda ji yên "şerên derve" ye. Armanc "ji nû ve bi cih kirina  leadershipê amerîkî li welatên din" e,  îdîaya kontrolkirina şewban jî yek ji wan e. Di nava stratejîya ewlekarîya neteweyî ya sala 2010an de bi awayekî baş eşkere behsa vê mijarê tê kirin. Dema di tîrmeha 2012an de, hikûmet damezrandina Office of Global Health Diplomacy di nava beşa dewletê de dide zanîn –  ev sazî hindikî berîya çûyîna Hillary Clinton hatibû avakirin – ew îdîa dike ku dixwaze desthilatdarî û kontrolê bi dest bixe. Di danezanê de weha tê gotin "me pêşnîyar kir ku leadershipa navxweyî [ya di navbera ajansên neteweyî yên hevkarîyê di mijara tendirustîyê de] were guhertin û bibe leadershipeka global ya hikûmeta amerîkî wê bi rê ve dibe". Li gorî analîzadîrokzanê têkîlîyên navneteweyî Georges-Henri Soutou (6) "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê baş fêm kir ku îro hêza bi rastî di destê wî de ye ku herdu qadan kontrol dike, hem ya neteweyî û hem jî ya navneteweyî."

Biryarên fînansî yên

di bin tesîrê de

 

Dema meriv analîza faktorên sîyasetên tendirustîyê yên van dehsalên bihurî dîyarkirî dike, sê têgihiştinên cuda derdikevin holê: hesibandina tendirustîya global wekî pererazandineka aborî, wekî rêbazeka ji bo ewlekarîyê û wekî hêmaneka sîyaseta derve (em behsa hestên merivî yan jî behsa tendirustîya giştî nakin, li gorî David Stuckler û Martin McKee herdu ji wan mijaran in ku tabloya giştî temam dikin [7]). Li şûna ku di sîyasetê de meriv mentiqekî sîstemîk ê demdirêj ku kapasîteya sazîyên sîstema tendirustîyê xurt bike ferz bike, di sîyasetê de konsepta ewlekarîyê tê maneya lezgînbûnê, tê maneya tedbîrên demkurt û kontrola nexweşîyên vegir. Lewre dewamîya tedbîrên ku panzdeh salan hatibûn fînansekirin lawaz bûye. Ev tesbît sedemên sînordarbûna bikêrhatîbûna vê alîkarîya aborî didin fêmkirin: mîqdarên alîkarîyê ku Fona Global yan jî ku hikûmeta amerîkî bi rêya plana lezgîn ya têkoşîna li dijî AIDSê didin (Pepfar [8]) çi bibin bila bibin, di pratîkê de performansên van planan dibin sedema hêvînemanê. Mijarên gelekî girîng yên pir kêm tên hesibandin hene, wekî bikêrhatîbûna fînansmanan ji bo tedbîrên parastina ji nexweşîyê, wekî eyarkirina destwerdana li gorî dînamîkên demografîk, civatî, bajarî, aborî yan jî li gorî dînamîkên şerî, yan jî eyarkirina wan li gorî şertên taybet yên belavbûna nexweşîyê. Sih salan piştî destpêka belavbûna vîrûsa AIDSê li tevahîya dinyayê gelek kêm derfet tên afirandin ji bo pêkanîna lêkolînên herêmî, ji bo pêkanîna lêkolînan li ser şertên belavbûna nexweşîyê, ji bo pêkanîna lêkolînên antropolojîk û aborî ku di xizmeta biryara hatî dayîn de bin. Li hemberî du kesên nexweş yên tên dermankirin, pênc kes bi vîrûsê dikevin. Di parzemîneka lê şerên çekdarî car bi car zêde dibin, hîç nayê bîra merivî ku lêkolînekê li ser mijara tesîra şideta cinsî li ser zêdebûna hejmara jinên li Afrîkayê bi AIDSê ketî pêk bîne! Di qada navneteweyî de, dizîna çend mîlîyon dolaran ji Fona Global ya Tendirustîyê dibe sedema zêdetir nerazîbûnê, tu kes dengê xwe dernaxe ji ber tunebûna analîzên li welatan bi xwe hatî pêkanîn, yan jî ji ber tunebûna analîzên li ser bikêrhatîbûna stratejîyan.

 

Belê li şûna ku biryarên aborî yên di bin têsîra hinan de tên dayîn, elaqedarê tedbîrên divê meriv bigire bin da ku meriv bi vîrûsa AIDSê nexweş nekevin, ew zêdetir elaqedarê paradîgmaya dermankirinê ne û bi kêrî pîşesazîya dermançêkirinê tên. Ji zêdebûna aktorên alîkarîyê heta bi derketina nû ya pevçûnan li ser birêveberîyê di navbera "yên biryarê didin" û "hevkarên" pereyan didin de, sedema lawazbûna hesta berpirsîyarîyê di vê pirsê de ye: mijar çi bibe bila bibe, gelo divê kî hesêb bide li ser şêwazê bikaranîna fîanansmanên bi rêya hevkarîyên global yan jî bi rêya çerxên nûker hatî dayîn? Berpirsîyarîya meseleyên malî li ser milê konseya birêveberîyê ya Fona Global ji bo Tendirustîyê ye, ne bi tenê li ser milê sekretarîyaya xwedî erkên biryardanê ye. Herçî meseleyên teknîk û stratejîk in, qaşo ji alîyê welat û hevkarên wan (UNAIDS, Fonên  Neteweyên Yekbûyî ji bo Zarokan - Unicef – û OMS) tên çareserkirin. Rast e ku ajansên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî piştgirîyeka teknîk dan dewletan, lê gelo ji ekîbên wê hat ku bikin dewlet ber bi mentiqekî stratejîk yê ku taybetîya her welatekî bihesibîne bibe, da ku her sê nexweşîyên vegir yên belav dibin tune bikin? Eger bersiv na be, dem dema qebûlkirina vê yekê ye.

 

Di dehsalên li pêşîya me de Fransa, Afrîka û Ewropa wê bi îdîayên nedîtî re rû bi rû bimînin. Heta 2050î wê hejmara welatîyên parzemîna reş du caran li niha zêde bibe, ango wê % 20ê welatîyên dinyayê pêk bîne. Li gorî aborîzan François Bourguignon yê ku li Collège de France ji bo berhema xwe ya bi navê "mondialisation de l’inégalité" ("globalbûna newekhevîyê") bide nasîn vexwendî bû; "Heta 2040 yan jî 2050î xizanîya bi rastî wê bibe nexasim pirsgirêkeka afrîkî. (9) Li parzemîna ku lê bajar bi lez mezin dibin û nexweşîyên demdirêj yên hîn haya me ji xirabîya wan nîne lê her diçe zêdetir dibin, pêvajoyeka veguhertina rejîma demografîk û ya awayê belavbûna nexweşîyan pêk tê: kanser, nexweşîya şekir, nexweşîyên dil û rayên dilî, yên nefesê, nexweşîyên mejî, nexweşîyên girêdayî qirêjbûna hawîrdorê...ev nexweşîyên ku yan dereng yan jî hîç nayên tesbît kirin, wekî şewbên nû belav dibin. Ew li hejmara qezayên li ser rêyên giştî pêkhatî zêde dibin û barê personelê tendirustîyê yê gelekî kêm e, giran dikin. Newekhevîyên li qada mafên tendirustîyê girêdayî newekhevîyên aborî û civatî ne. Sîstemên sîgortaya tendirustîyê pir dereng û li gorî herêman bi awayekî pir newekhev dikevin dewrê. ‘Belaşbûna gerdûnî ya dermanbûnê’ wê bi kêrî kesên xizan bihata eger bûba rêbazeka di xizmeta sîyaseteka xwe dispêre çareserkirina mijarên herî li pêş di qada neteweyî de, bi taybetî wekî pirsgirêka bicihkirina tedbîrên ji bo nexweşneketina merivî. Ji ber têkîlîyên dîrokî, sîyasî, aborî û bazirganî yên ji sedsalan ve Fransa û Ewropa bi Afrîkaya jêr-sahrayî re dideynin, meriv hîn li benda alîkarîya wan ya sîyasî, ezmûnî û malî ye. Divê ev alîkarî li pişt berjewendîyên li pêş yên amerîkî nemînin û neyên jibîrkirin. Rewşa Afrîkaya fransîaxêv ya rojava û ya navîn destwerdanên mezin yên demdirêj pêwist dikin. Dema em armancên bipêşketinê yên dinyaya piştî 2015an wekî ku bişibin armancên ‘demdirêj’ yên aborî dihesibînin, em dikevin nava xefikekê û bi tenê bala xwe didin armancên global yên hevpar, bi vî rengî em dîsa dewletên lawaz û gelên herî hesas ji bîr dikin. Li gorî wan, pirsgirêkên divê berî her tiştî werin çareserkirin ev in: perwerdeya keçan (heta asta perwerdeya bilind), tendirustîya jinên ducanî, nexweşîyên tropîkal yên nayên naskirin û kapasîteya sazîyan ji bo amadekirin û pêkanîna sîyasetên komplex. Divê em demlidest doza tendirustîyê bikin: Amartya Sen binxêz dike ku"yên ji xwe dipirsin gelo tendirustîyeka baştir wê bibe rêbazeka bipêşketinê, alîyê herî girîng yê pirsgirêkê ji bîr dikin, ango ji bîr dikin ku tendirustî û bipêşketin girêdayî hev in û ji hev nayên qutkirin. Ji bo pîvana nirxa wê ne hewce ye meriv tendirustîyê bike rêbaz, ango ne hewce ye meriv hewl bide îsbat bike ku tendirustîyeka baş fêdeyê li mezinbûna aborîyê dike."

Divê berî her tiştî, ji bo her merivê cîhanê, fikra tendirustîyeka demdirêj were parastin, li şûna parastina bi  tenê ya mekanîzmaya fînansmanê ya ku belaşbûna gerdûnî ya dermanbûnê wê temsîl dike. Belaşbûna dermanbûnê êdî wekî armanca bipêşketina demdirêj tê terîfkirin.

*

Profesor li Collège de France, seroka kursîya "Savoirs contre pauvreté" (2012-2013). Nivîskara  Géopolitique de la santé mondiale / Jeopolîtîka tendirustîya global, Fayard, Parîs, 2013. Herweha birêvebera berhema bi navê Santé internationale. Les enjeux de santé au Sud / Tendirustîya navneteweyî. Kêşeyên tendirustîyê li Başûr, Presses de Sciences Po, Parîs, 2011.

(1) Gotara li jêr bixwîne: Philippe Rekacewicz, "Défis du Millénaire en matière de santé / Îdîayên Hezarsalê di mijara tendirustîyê de", Le Monde diplomatique, hezîrana 2013an.

 

(2) "Financing global health 2012: The end of the golden age? / Fînansekirina Tendirustîya Global 2012: dawîya serdema zêrîn e?", Institute for Health Metrics and Evaluation (IHME), Seattle, sibata 2013an.

 

(3) Lêkolînên pîvana rewşê yên 5 salan dewam dikin ên Fonên Global ên sala 2008ê dest pê kirin; rapora Dadgeha Ewropî ya Hesaban li ser piştgirîya Komîsyona Xizmetên Tendirustîyê li Afrîkaya jêr-sahrayî, 2009; lêkolîneka gelek salan dirêj kirî ya Institute for Health Metrics and Evaluation

 

(4) "America’s vital interest in global health: Protecting our people, enhancing our economy, and advancing our international interests / Berjewendîya heyatî ya Amerîkayê ji bo tendirustîya global: parastina miletê me, xurtkirina aborîya me û bipêşxistina berjewendîyên me yên navneteweyî", Institute of Medicine,Washington, DC, 1997.

 

(5) "HIV/AIDS as a security issue / AIDS wekî pirsgirêkeka ewlekarîyê", International Crisis Group, 19ê herzîrana  2001ê.

 

(6) Georges-Henri Soutou, "Le nouveau système international / Sîstema nû ya navneteweyî", Aquilon, hejmar 5, Parîs, tîrmeha 2011an.

 

(7) David Stuckler et Martin McKee, "Five metaphors about global-health policy / Pênc mecaz li ser sîyaseta tendirustîya global" , The Lancet, berg 372, hejmar 9633, London, tîrmeha 2008an.

 

(8) Plana Lezgîn ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo çaresekirina nexweşîya AIDSê, www.pepfar.gov

 

(9) François Bourguignon, La Mondialisation de l’inégalité / Globalbûna newekhevîyê", Seuil, koleksîyona "La république des idées / Komara fikran", Parîs, 2012. Herweha binêre "Towards the end of poverty / ber bi dawîya xizanîyê ve", The Economist, London, 1ê hezîrana 2013an.