Azadbûna xapînok ya bi destê teknolojîyê

Çapkera 3D, çareserîya dawî ya efsûnî
Translator

Ji demeka kurt û vir ve, mekîneyên elektronîk yên ku dikarin objeyan hilberînîn wekî çapkerên bi sê dîmenzîyonan dixebitin, ji bo herkesî vekirîne. Ew avangardeka ku bi havên tirşbûna şorişeka nû ya pîşesazîyê dibîne, heyranî xwe dike. Dîsa jî ev alavên teknolojîk kêm caran di çarçoveya wan ya tazî bi xwe de hatine nîşandan.

Yek ji gelek cazîbeyên New York Maker Faire / Fuara Maker ya New Yorkê [di çarçoveya vê gotarê de kesên ku bi teknolojîya çapkera 3Dyê bi xwe alavan hildiberînin; têbînîya wergêr] ya sala 2011an "Print-Village" bû. Wê bîst û çendek dezgeh anîn cem hev yên ku çapkera 3d ya Rep-rap û gelekên jê peydabûyî didan nasîn. Nêzî Print-Villageê pavyoneka pir mezintir hebû. Ji bilî du şirketên ku îkram û xizmeta pavyona bazara çapa 3Dyê dikirin, li pavyonê gelek pêşandanên makîneyên bipêşketî yên CNCyê hebûn.

 

Dîtina karkerên tiralî

 

Dezgehek ji yên din dûr disekinî. Li serê afîşeka mezin daleqandî bû û nivîsa wê sor, sipî û şîn bû; wê bang li kesên di ber re dibihurîn dikir: "Bikin ku hilberandina li Amerîkayê dewam bike". Ev dezgeh ji alîyê hevgirtina makerên amerîkî û sendîkaya karkerên metalê hatibû organîzekirin. Ji kesên tên serdana wan tê xwestin ku bi kirîna tiştên li amerîkayê hilberandî îstîxdamê li welêt biparêzin. Li dezgehê jinek hebû, wê jî bazbendên ku heman peyam li ser wan dinivîsîn belav dikirin. Min xwe bi pirsekê nêzî wê kir û xelata min jî bersiveka balkêş bû. Ew ji şerma hema hema sor bû û ji min re li xwe mikur hat: "Erê, ew difikire ku îronîk e, di nava hemû cihan de ew li vê pavyonê be". Makîneyên li dezgehên li kêleka wê tên danasîn paşîyên teknolojîyekê ne ku bêguman bi awayekî xurt para wê heye di tunekirina îstîxdama li fabrîkeyan de.

 

Birekên lazer, makîneyên çapê yên 3D, aşên CNCyê hemû li dora heman prensîpa teknîkî digerin: birêvebirina tevgerên alaveka makîneyî bi alîkarîya rêdanebera bernameyên kompûterê. Dîroka vê prensîpê ji alîyê David Noble ve di xebata wî ya mîna tovekê ya bi navê Forces of Production / Hêzên Hilberandinê de hatîye nivîsîn. Makîneyên kontrola bi hejmaran (numerical control ango N/C) wê paşê bibûna makîneyên kontrola bi hejmaran ya compûterê (computer numerical control ango CNC) di dema çarçoveya şerê sar û pevnekirinên pîşesazîyê de derketin holê. Qonaxa destpêkê ya bipêşxistinê ji alîyê peymanên bi wezareta parastinê ve hat fînansekirin. Ev teknolojî li derveyî welêt ji bo şerê li dijî komunîzmê wekî heyatî dihat dîtin, lê ji vê û wê de armanca wê bê çek û parastin hiştina dijminê navxweyî – sendîkayên milîtan – bû.

 

Hêza bazarkirinê ya sendîkayan bi awayekî berfireh xwe disipart yekdestdarîya zanîna karkeran li beşa hilberandinê. Berîya bi gelek salan Frederick Taylor pêdivîya bisîstemkirina vê zanînê bi wî rengî ku meriv karibe bixe kontrola birêveberan de îfade kiribû. Mekîneyên N/C hêvîya pêkanîna vê armancê zindî hiştin. Heke tevgerên alava makîneyî dikare bi kartên qulqulî were birêvebirin, hingê pêdivî wê bi bernameyên wê demê, ango zanîna bilêvnekirî ya operatorên makîneyan nemîne êdî. Ji ber vê yekê hêvî hebû ku rojekê karkerên pêdivîya wan bi kêm perwerdeyê heye yan jî hîç pêdivîya wan bi perwerdeyê nîne, ji heqê pêvajoya hilberandinê derkevin. Xewna herî dawî jî ew bû ku fabrîkeyeka bi tevahî otomatîk hebe ya ku qet karker jêre nepêwîst in. Ne hewce ye meriv bibêje ku ji bilî êrîşbirina ser sendîkayan gelek sedemên din ên mentiqî hene ji bo bipêşxistina makîneyên N/Cyê. Yek ji sedeman hilberandina bêhtir bû, yekê din jî pêkanîna xewnên tekno-utopîk bû.

Dîrokzanên teknolojîyê û sosyologên pîşesazîyê nîqaş kirin ka heta bi kîjan radeyê vîzyonên birêveberan û muhendîsan di encamê de pêk hatin. Lêkolînên empîrîk nîşan dan ku encama vê teknolojîyê girêdayî gelek faktorên mîna çandên sîyasî yên neteweyî, stratejîyên sendîkayan, bazarên kar û hwd. ne. Bi herhalî, nîyetên dijminane yên li paş bipêşxistina vê teknolojîyê baş hatine belgekirin û ev yek di nav dîrokzanan de ne cihê nîqaşê ye (Noble, 1986; Scranton, 2009).

 

Pêşnîyaza min li vir ew e ku ev parçeyê dîroka sendîkayê "bibîranîneka tepisandî" ye di nava "hilberîneran" (mebest karkerên beşa hilberînê yên fabrîkeyan in) de. Çawa ku meriv dikare bipê, ev bibîranîn bi xwe bi tenê bi şewazên çelexwarî, dernebirî û trawmatîzebûyî li xwe eşkere dike. Nîşaneka xapînok ya li ser vê mijarê veberhênana estetîk ya li erdên vala ên pîşesazîyê û erdên xurdevanîyê ye ku hema hema li ber in ku bibin fikreka sabît. Navenda tinekirina pîşesazîyê Detroit – cihekî ku di MAKE Magazineyê de bi awayekî dawî lê neyê tê nîşandan – e (Dawkins, 2011; Tocchetti, 2012). Ev nayê wê maneyê ku hilberîner mîrategirên tevgera karkeran in. Ew bêhtir wekî encama dîrokî ya nakirina vê tevgerê tên dîtin. Girêdan û têkilî têra xwe yekser e, nexasim dema meriv bibîne ku xwendekarên MIT [Massachusetts Institute of Technology; têbînîya wergêr] û mezûnên zanîngehê di nava hilberînerên astên jor de xwedî rêjeyeka zêde bilind in. MIT ji bo ku makîneyên N/Cyê bikevin ser rêya ku paşê wan dê bida ber xwe, tesîrker bû. Em bi awayekî adetî bipeyivin, girêdaneka nifşî ya yekser heye ya ku îşaret bi mihendisên kiras-sipî dike, yên ku di şer û nakokîyên pîşesazîyê yên wê heyamê de birêveberîyê alîkarî ji wan stendibû (Layton, 1986; Biggs, 1996). Li gorî texmînan hejmareka pir zêde ya hilberîneran meyildar in zanîngeh xwendibin û profesyonelên mûçeyên baş in – heman girêdana nifşî muhtemelen dikare di dîroka malbatî ya gelekan ji wan de jî were şopandin (Sivek, 2011).

 

Misoger e ku merivê bi rik xwe bisipêrin vê girêdana nifşî ya sazî û çandî lewra ew bi meyileka behsnekirina hin alîyên dîroka pîşesazîyê re tê. Ev yek di nava awayê nîşandana fab-laban [fab-lab atolyeyên piçûk in ku li wan hema hema hertişt dikare were hilberandin; têbînîya wergêr] çapkerên 3Dyan re jî xwe dide der. Îdîayeka timî tê dubarekirin ya alîgirên hilberîna ferdî ew e ku ev teknolojî dikare merivan ji bêkarîyê xelas bike. Tê îdîakirin ku karkerên ji kar hatî derxistin dikarin bibin makerên xwedîyê karê xwe (binêre li hevpeyvîna CNNê bi Makerbot’s Bre Pettis re, 14ê çileyê 2011ê). Ev yek wekî başkirineka îstîxdama di fabrîkeyan de ya ehmeqane ya berê tê dîtin. Hilberîna ferdî wekî manedar tê nîşandan ji bo jinûve afirandina hostetî û nûkerîyê di aborîya hilberandinê de.

 

Tiştê ku li vir hatî jibîrkirin ew e ku karên fabrîkeyan di destpêkê de ehmeqane nebûn. Şahidîyeka li vê yekê meriv dikare di lêkolîna klasîk ya David Montgomery li ser cihên kar yên sedsala nozdehan de bibîne. Gelek beşên pîşesazîyê di pratîkê de ji alîyê komên karkeran yên bi peymanê wezîfedarkirî dihatin birêvebirin. Herçiqasî bi awayekî fermî nehatibin perwerdekirin jî ew ji heqê bazirganîyên bi wî rengî derdiketin, yên ku ji bo wan bi salan şagirtî û pratîk lazim bû. Vê yekê asteka ‘xweserîyeka fonksîyonel’ dida karkeran li hemberî çavdêran û birêveberan. Erê, piranîya karkerên fabrîkeyan ne hoste bûn û heta ev kar jî dikarîn bi şewazên din merivan pir biwestînin, helak bikin – bi tehlûke, di warê fizîkî de pir giran û hwd. (Montgomery, 1989). Ya ez dixwazim bibêjim ew e ku hostetî di fabrîkeyan de têra xwe hebû û bi ser de jî hêdî hêdî ji holê rabûna wê jî ne tesaduf bû. Ew bi zanîn û qesd hat amadekirin. Xwedîyên fabrîkeyan bi awayekî rast dîtin ku hostetî çavkanîyeka xweserî û sernetewandina karkeran e. Ya rastî, nifşê pêşî yê fîlozofên birêveberîyê ev yek bi awayekî zelal û eşkere dîtin (ji van fîlozofan yê herî navdar Andrew Ure bû). Ji ber vê yekê jî meriv dikare bibêje ku musebibê zelûlîya girêdayî karên fabrîkeyan îro destpêka bikaranîna wê teknolojîyê ye ku niha ji me re dibêjin ew dê karên hostetîya hilberandinê di aborîyê de vejîne.

 

Bikêrhatîbûna vê ekskursîyona nav dîroka kar bi serhatîya elaqedar ya di biwara awayê pêkhatina milkê întellektuel yê hevpar de tê binxêzkirin. Catherina Fisk di pirtûka xwe ya nû de têkilîyê datîne di navbera desteserkirina zanîna karkeran û saxlemkirina milkîyeta întelektuel li DYAyê de. Wê dozên dadgehan yên ji destpêka sedsala nozdehan heta bi destpêka sedsala bîstan xwendin, di van dozan de mûçegir û karsaz ji ber mafê milkîyeta fikran pevdiçûn. Berepaşbûna di nivîsên qanûnan de têra xwe hêja ye meriv bala xwe bidîyê. Di destpêkê de dadgehê tiştê ku de facto dihat pêkanîn erê kir: fikr û nûkirinên ji pêvajoya kar peyda dibin yên karkeran in. Zanîna ku wan li cihekî kar bi dest xistî, ew dikarin bi kar bînin dema ku ew serî li karên li deverên din bidin. Pêşnîyaza karsazan ya milkîyeta derfetên aqlî bi awayekî serbest ji bo karkerên sipî yên xwedî qabîlîyet ji alîyê dadgehan ve hat redkirin, lewra ew pir dişibîya qanûneka din ya hingê hebû ango qanûna milkîyeta koleyan. Di nava sedsala nozdehan de dadgeh û qanûnçêkeran dest bi paqij û bêgunehkirina wê îdîayê kirin ku dibêje şirket xwedîyê fikrên mûçegiran in (Fisk, 2009).

 

Ev yek çarçoveya tam ya ku rejîma mulkîyeta întelektuel û ceribandinên bicihbûyî yên lîsansên alternatîf yên mulkîyeta întelektuel datîne. Yên ku pêşî perspektîva sendîkayê pêk anîn ne rexnegirên mulkîyeta întelektuel bûn, lê belê rexnegirên alternatîfan bûn. Bi Tiziana Terranova dest pê kir û gelek zanyaran hişyar kir ku belavbûna çavkanîyên hevpar û li xelkê vekirî wê rê veke li ber xwe bi xwe mêhtina karkeran veke. Erêkirina vê pêşdîtinê dikare bi hêsanî di modelên tîcaretê yên li girseyan vekirî de were dîtin (Terranova, 2000; Brabham, 2012). Lê belê kolektîfkirina mulkîyetê li ser fikran û nûkirinê bi rêya bikaranîna lîsansên serbest/li xelkê vekirî dikare lodên (hinan ji) mûçegiran zêde bike. Dibe ku rê li ber têkilîyên kar veke yên ku bêhtir dişibin yên ku berîya mulkîyeta qanûnî ya fikran dan destê şirketan. Nexasim ji bo wan karkerên taleb ji jêhatîbûnên wan re heye, di serî de ji bo muhendisan, ev yek dikare bike ku seyarîya wan zêde bibe û ew bêhtir "fonksîyonel xweser" bin. Bi vê jî ez dixwazim pêşnîyaz bikim ku meriv dikare qadên hevpar, karê serbest û lîsansên alternatîf ber bi herdu alîyan ve jî bavêje. Ya herî girîng ew e ku biryara dawî wê girêdayî wê yekê be ka em berê xwe didin kîjan beşa bazara kar. Encam çi dibe bila be, têkilîyên nû yên aborî û qanûnî di qada di navbera cihê kar (yê bi mûçe) û civakê (ya pîşeyê serbest yan jî bêpere) de tên avakirin. Ev karekî lezgîn e meriv lêbikole ka li ber rohnîya "şorişa" li ber dêrî ya hilberandina ferdî de ev dê çi encaman derxîne holê. Şêwazên ceribandinê yên ku bi wan meraqdarên teknolojîyê û jêreçandên muteşebîs li ser înternetê debara xwe dikin, dibe ku di demeka nêzîk de li beşeka pir firehtir ya muçegirên "li meat-space [qadên hevdîtina bi rastî û nexeyalî; têbînîya wergêr]" belav bibin.

 

Ber bi kêmbûneka mûçeyan ve?

 

Piranîya bûyerên niha belav dibin, bi projeya çapkera 3D ya Rep-rapê dest pê kir. Kesê projeya Repa-rapê dayî destpêkirin Adrian Bowyer e. Berîya bi sê salan min ew li Bathê dît û jê pirsî, gelo konsepta wî ya fabrîkeyeka bi xwe hildiberîne û gerdûnî ye ya ku meriv dikare li ser her maseya midbexê bi cih bike, wê zexteka mezin ya kêmkirinê li mûçeyên merivên karker neke. Wî got, belê, ew dê vê bike. Lê belê ev dê ne tiştekî ewqasî xirab be ji bo wan, lewra ew dê ne neçar bin ewqas gelek tiştan ji dikanan bikirin. Bersiva kurt û kurmancî ya Bowyer dayî pirsa min manedar e. Di van peyvan de şertên têkoşîna civakî ji bo jinûvedabeşkirina aborî di hilberandina li girseyan vekirî û dijîtal ya siberojê de dewisandî ne.

 

Di serdema zêrîn ya tevgera karkeran de, girseyan dikarî doza pareka dewlemendîya civakî bikin, ji bo vê jî wan gef dixwar li karsazan ku ew dê hêza xwe ya kar vekişînin. Çeka grevê daxwazên mûçeyên têr, ewlekarîya kar û reformên refahê dikirin xwedî arguman. Li hember vê gefxwarina qismî otomasyon derket pêş ku têde makîneyên N/C û CNCyê bi roleka kilîd rabûn. Hemin, ez pir hêsan dikim, lewra ev serhatî xwedîyê gelek alîyên din e: globalbûn, burokratîkbûna sendîkayan, têkçûnên di hilbijartinan de û hwd. Meriv dikare bibêje ku her yek ji van çawa ku em jî dizanin bû xwedî par di lawazbûna çîna karker de. Dezgehên li fûara makeran ku lê ji kesên di ber wan re dibihurîn tika dihat kirin ku malên li Amerîkayê hilberandî bikirin, xelateka qelp e ya ku sendîkayan derb xwarin heta ku wê qebûl bikin. Di encamê de derba merivê ji rêzê ji bo daxwaza jinûve li wî vegerandina pareka ji dewlemendîya civakî bi rêya tevlî(ne)bûna wî ya li pêvajoyên hilberandinê her lawaz dibe. Tiştê ku bersiva Adrian Boywer îşaret pê dike ew e ku rêyên nû yên jinûve dabeşkirina aborîyê vedibin, belê li alîyê berxwuran yê mêzînê. Heke ji bo karê em dikin em pereyan nastînin bi kîjan mafî kesek dikare ji me bixwaze ku em heqê berhemên ji vî karî peydabûyî bidin?

 

Hevrikîya li ser jinûve dabeşkirinê, bersivê nade gelek pirsên ku belavbûna hilberîna şexsî ya alavan derdixe holê, ji van yên sereke ev in: kîjan subjektîvîteyên sîyasî dikarin werin vedîtin piştî çîna karker ji bo xwe bi xwe? Tiştekî vebirî ye, ez pêşnîyaz nakim ku maker, hacker û korsan xwe bidin pêş ji bo ku şûna çîna karker bigirin. Îdîaya min sînordar e bi rika min ya li ser wê yekê ku di navbera herduyan de têkilîyek heye, ya ku min navê ‘bibîranîna tepisandî’ ya makeran lêkir. Derfeta jinûve avakirina vê bîrê potansîyela bi rastî ya di gava "ji parçe ber bi atoman ve" de ye. Çawa ku Adel Daoud û min bi xwe li deverên din bi dirêjahî parast, bi vê gavê rexneya li mulkîyeta întelektuel wisa dibe ku hema ji rexneya li mulkîyeta taybet nikaribe were cihêkirin (Söderberg & Daoud, 2012). Ji ber vê yekê karekî acil e ku meriv li qeydîyên dîrokî yên der barê dema herî dawî mulkîyeta li ser navgînên hilberandinê ketî ber lêpirsînê, binêre. Derseka ku meriv ji vê dîrokê fêr bibe û ya ku David Noble bi îcbarî diparêze, ew e ku tu tiştê nikaribe pêşî lê were girtin ya di biwara dîzayna makîneyên N/C û CNCyê de nîne. Hingê çareserîyên alternatîf yên teknolojîk hebûn, van alternatîfan wê karîbûya hilberînerîyê xurt bikin bêyî ku qabîlîyetên operatorên makîneyê bixin tehlûkeyê. Sedema tercîhnekirina rêyên din ceribandineka hêzdarîyê di navbera komên cihê yên di nava meseleyê de bû, ev kom sendîka, muteahîdên sektora parastinê, sîyasetvan, lêkolînerên MITê (Massachusetts Institute of Technology) û hwd. in. Ev yek ji bo dîzayna teknolojîya li malê çapkirina 3Dyê ya ku îro jî bi heman rengî rast e. Hobîvan, fîrmayên nû dest bi karê xwe dikin, kapîtalîstên wêrek û têra xwe zû qanûnçêker hewl didin vê teknolojîyê ber bi alîyên cihê ve daf bidin. Di destê me de ye ku em desteka xwe bidin wan kesên wê ber bi alîyê "rast" ve daf didin. Berîya niha vê teknolojîyê kar belaş kir, niha divê em misoger bikin ku ew atoman jî azad bike.

 

* Civaknas, li Unîversîteya Paris-Est.

 

Çavkanî:

Biggs, L. (1996). The rational factory. Architecture, technology, and work in America’s age of mass production / Fabrîkeya aqilane. Mîmarî, teknolojî û kar di serdema hilberîna girseyî ya Amerîkayê de . Johns Hopkins University Press.

Brabham, D. (2012). The myth of amateur crowds / Efsaneya girseyên amator. Information, Communication & Society, (15) 3: 394-410.

Dawkins, N. (2011) Do-It-Yourself: The Precarious Work and Postfeminist Politics of Handmaking (in) Detroit / Tu bi xwe wê çêke: Karê bêîstîqrar û sîyasetên piştî femînîzmê yên zeneetkarîyê (li) Detroitê. Utopian Studies (22) 2.

Fisk, C. (2009) Working knowledge: Employee innovation and the rise of corporate intellectual property, 1800-1930 / Zanîna karkirinê: nukerîya mûçegiran û peydabûna mulkîyeta întellektuel a şirketan, 1800-1930. University of North Carolina Press.

Layton, E. (1986). The revolt of the engineers: Social responsibility and the American engineering profession / Raperîna muhendisan: Berpirsyarîya civakî û pîşeyê muhendisîyê yê amerîkî. Johns Hopkins University Press.

Montgomery, D. (1989) The Fall of the House of Labor: The Workplace, the State, and American Labor Activism, 1865-1925 / Bûyera Xanîyê Kar: Cihê kar, dewlet û çalakgerîya karker ya amerîkî, 1865-1925. Cambridge University Press.

Noble, D. (1986). Forces of Production – A social history of industrial automation / Hêzên hilberandinê – Dîrokeka civakî ya otomasyona pîşesazîyê. Oxford University Press.

Scranton, P. (2009) The shows and the flows: materials, markets, and innovation in the US machine tool industry, 1945–1965 / Şow û herikîn: materyal, bazar û nûkerî di pîşesazîya alavên mekîneyan ya DYAyê de, 1945–1965, History and Technology 25 (3): 257–304.

Sivek, S. (2011) "We need a showing of all hands": Technological Utopianism in MAKE magazine / "Pêdivîya  me pê heye em hemû destan nîşan bidin": Utopyanîzma teknolojîk di kovara MAKE de.Journal of Communication Inquiry 35 (3): 187-209.

Söderberg, J. & Daoud, A. (2012) Atoms want to be free too! Expanding the critique of intellectual property to physical goods / Atom jî dixwazin azad bin! Berfirehkirina rexneya li mulkîyeta întelektuel li malên madî. TripleC 10 (1): 66-76. Meriv dikare  li ser vê malperê lê binêre: http://www.triple-c.at/index.php/tripleC/article/view/288

Tiziana Terranova (2000) Free Labor: Producing culture for the digital economy / Karê azad: Hilberandina çandê ji bo aborîya dîjîtalSocial Text 63 (2): 33-58.

Tocchetti, S. (2012) DIYbiologists as ‘makers’ of Personal Biologies: How MAKE Magazine and Maker Fairies Contribute in Constituting Biology as a Personal Technology / Bîyolojîstên DIYê wekî "makerên" Bîyolojîyên Şexsî: kovara MAKEyê û fuarên makeran çawa dibin xwedî par di çêkirina bîyolojîyê wekî teknolojîyeka şexsî de. Journal of Peer Production (1) 2. Dikarî li ser vê malperê lê binêrî : http://peerproduction.net/issues/issue-2/peer-reviewed-papers/diybiolog…

Wergera ji îngilizî:  Luqman Guldivê