Bajarvanî: şerrekî Cezayirê yê din

Cezayîr
Translator

Piştî seet 20‘an, bajarê Cezayirê dimire. Berkarên qehwexaneyan kursî û maseyan ji kepiran radihêjin; dukandar perdeyên dukanên xwe digirin. Di valahiya navenda bajêr de, bi tenê barajên polîsan hê jî dimînin, ew ajotvanan kontrol dikin. Terora salên reş, yên erebeyên bombebarkirî di kolanan de û teqînên li ber sînemayan, hê jî di hemû bîran de ye. (1) Bajar hîn di bin rewşa awarte de dijî û kombûn û li hev civîn qedexe ye. Heçî rawestandina îslamperestiyê, dewlet hin daxwaziyên wê pejirandin, daku wê bêhtir kontrol bike. Li Cezayirê, di navbera salên 2006 û 2008‘ê de, hezar û du sed dukanên alkolfiroş bi biryara îdarî hatin girtin. (2) Her ku diçe, şûn û warên giştî kêm dibin. Hêdî hêdî, qada kêf û xweşî ya tenê dibe hindûrê xaniyan. Li ser şaneşînan, antênên satelîtê xuya ne.

Helbet, aşxaneyên erzan hê jî mahalleyên navenda bajêr yên weke Bab El Oued an Belcourt‘ê geş dikin. Lê belê, bi hatina şevê re, bi tenê otelên mezin û qlûbên bijarte yên taxên dewlemend vekirî dimînin. Wî çaxî, bi tenê burjuwazî dikare kom bibe; wê bi xwe qadên xwe yên kêfê - û ferdî - îlan kirin. Li Sîdî Yahya‘yê, di binê taxa zengîn a Hydra‘yê de, dukanên navdar û eywanên qahwexaneyên şêwazdar li cem hev rêz dibin ku kurr û keç tê de dikarin hev û du bibînin - kepirên navenda bajêr û mahalleyên gelî, hema bêje, ji bo mêran veqetandî ne. Bi riya înîsyatîvên ferdî, ev cîhê çemê miçiqî ku beriya demeke kin, bi tenê çend xaniyan tê de hebûn, bi seranpê hatiye guhertin. Sîdî Yahya weha ji bo ciwanên zengîn ên Cezayirê bûye cîhekî hevdîtinê yê bijarte. Herçî taxên gelî, ew berdayî tên hiştin. Kasbah jî nîşan û pêşana vê bêhaliyê ye.

Navenda dîrokî ya bajarê Cezayirê ku di sala 1992‘ê de li mîrata dunyayî ya Unesco‘yê qeyd bû, anuha diherrife. Komên ber û keviran şûna avahiyan girt. Îskeleyên înşaatê, gelenderên maddenî, çarçoveyên ji darî çêkirî, piştevaniya dîwarên derizî dikin. Bînayên taxê weha çêbûbûn ku çavên xelk û cîranan nekeve ser kêliyên ferdî yên rojên digel malbatê derbasbûyî, bes nuha, zikê qulbûyî yê hin xaniyan weke kuneke bêedeb dixuye. Ferfûriyên şikestî, darê dîwaran ê çirandî: xirabûna hewşan firehiya bobelatê dide fêmkirin.

Tu kes di vê labîrenta pêpelok û kûçeyan de rêya xwe şaş nake. Ji gellek Cezayiriyan re, Kasbah mîna erdekî nedîtî ye. Bi pey serxwebûnê re (3), pirraniya malbatên niştecîh terka taxê kir û di lojmanên Ewropiyan ên hemdemtir û rihettir de bi cîh bûn. Kesên din Kasbah dagirt jî hebûn. Ew cotyarên koçber bûn, wan deriyên xaniyên valahiştî bi darê zorê şikandin daku di xaniyan de bimînin. Kasbah bûye weke navbereke di jiyanê de, û xelk lê rûdine beriya ku cîhekî çêtir ji xwe re bibîne.

Bi çûyîna malbatên kevn, dilê dîrokî yê paytextê rûxiya. Beşekî ji niştecîhên nû malên xwe kambax dikin, daku ji pêvajoyên îkametdayînê sûdê werbigrin. Lehiyên sexte awayê herî belav in. Li gorî Lahsen Beg, endamê Weqfa Kasbah’ê, komeleyeke ku ji bo tamîrkirina mîrata vê mahallayê di nav hewldanan de ye, dibe ku sê sed û pencî xanî bi vî rengî hatibin xirakirin. Li derveyî nûkirina hin avahiyên weke Qesra Mistefa Paşa (4), rayedarên cezayirî pê mijûl nabin jî.

Lê belê, ji bo niştecîhan û ji bo xelkê gerok jî, Cezayir li vir e, li meydana Şehîdan, di Kasbaha jêrîn de ye. Di vî bajarî de, yê ku ji hêla dagirker ve hat çêkirin, yê ku berê hatina şevê, kengî rengekî boz li pêşiya xaniyên wî yên spî dikeve, pirr mîna Parîsê dixuye jî, ev Kasbah, bermayiya tenê ya bajarê ereb û osmanî ye. Çawa dibe ku dewlet tu payeyê nadiyê?

Sedemeke vê yekê jî ev e ku Kasbah her demî weke şûn û warê kiryarên eyb û heram hat dîtin. Şûna kirrîn û firotina tiryakan, warê fihûşe, yê ku tu carî ji ya xwe daneket, tevî axaftinên exlaqdêr ên hukumet û îslamperestiyan ku her fersendeke pijandina reseniya xelkê cotyarî li hemberî sivikbûna exlaqê bajarî bi kar tînin. Lê belê, ne asayiya vê rewşê bêhtir bi têgihîştina ka çawa karbidestên Eniya Rizgariya Neteweyî (FLN) (5), ji dema şerrê Cezayirê ve, çarçoveya rewayiya xwe ya siyasî fikirîn û bi cîh kir.

Wan ev rewayî, bi rengekî demoqratîk û li ser esasa hilbijartinên pirralî çênekir. Ev rewayiyeke dîrokî ye û kokên wê di şerrê serxwebûnê de ne. Tevî ku berxwedêrên Kasbah’ê beşdarî vê kêliyê damezrîner bûbûn jî, di dema Şerrê Cezayirê yê 1957’ê de, paraşutvanên generalê Massu’yê berxwedana hindûrîn ji hev dirandibû û wê tenê bi pey du salên hewldanan re karîbû xwe ji nû ve rêxistin bike. Yanî Kasbah, şûna têkçûneke leşkerî ye.

Digel ku di warê siyasî de, Cezayiriyan şerrê Cezayirê qezenc kiribin jî, rewşa leşkerî bi rengekî din bû. Paşê darbeya albayê Houari Boumediene’yî ya 1965’ê, rayedarên leşkerî ev rastî ha nixumand. (6) Weke mînak, tê dîtin ku tu pîrozbahiyên ji bo vî cengî tune ne, lê xwepêşandanên Cezayirê yên berfanbara 1960’î tên bibîranîn. Di warê dîroka neteweyî de, Kasbah’ê hê jî şûna xwe nedît. Pêvajoyeke rewakirina siyasî ev paşdeavêtin, ev qeyba bîrê bi xwe re anîn.

"Qezenckirina bajarê Cezayirê, qezenckirina welatê Cezayirê bû. Hemû komên dijber ji bo kontrolkirina paytextî li dij hev şerr kirin", Benjamin Storayê dîroknas binxêz dike. Dema ku xelkê Cezayirê tanqên Boumediene’yê dîtin, pêşî bawer kirin ku weke herroj, Gillo Pontecorvo, derhênêrê La Bataille d’Alger ("Şerrê Cezayirê") (7), hatibû û fîlmê xwe dikişand. Wan weha got qey tanqên fransî biribûn cîhê kişandinê ji bo velîstinekê. Paşê ew têgihîştin ku ev tanq Cezayirî ne û leşkerên rasteqîn bi xwe re tînin. Cengekî dîtir weha li Cezayirê qewimî; ku kêmtir bi şîddet bû bes, ji bo pêşeroja welêt, bi qasî cengê bajarê Cezayirê yê pêşîn biryardêr bû. Di mehên paşê serxwebûnê de, yên derveyî, bi ser yên hindûrî de ketin. Siftê ew ji ser desthilatê derxistin, û bi dû re jî, ew ji kitêbên dîrokê xiş kirin.

"Çima dihêlin ku Kasbah xira bibe?", kevneberxwedêrekî ku naxwaze navê xwe diyar bike dipirse. "Ji serxwebûnê ve, pirraniya karbidestên desthilatê şoreşê nekir. Feydaya rêzgirtina, bi mînaka Kasbah’ê, ji kesên ku bi rastî tev li şoreşê bûn, ji wan re nayê !" Ev elîpsa coxrafyayî ya vegotineke dîrokî ye, û ew "nîşaneke rûreş e ku di ber re darbeya 1965’ê û kokên nerewa yên dewleta Cezayirî bi bîr tîne."

Rûxandî, heta kenarên bajêr û bîrê paşxistî, Kasbah pêşan e ji bo mesafeya navbera Cezayira salên 1950’î û 1960’î, ya ku ji bo gelên Dunyaya Sêyemîn qeleyeke rizgarkirinê bû, û Cezayira nuha, paytextê esîrê olîgarşiya serkaran.

Bergeh û dirûvên paytêxt, nîşanên şûnûwarî yên siyaseteke buroqratîk in. Bajar belav dibe. Li nava lojmanên qeraxa bajêr ku bi tenê bi kêrî nivînê tên, xaniyên nû erdên boş ên Mîtîca’yê îşgal dikin. Di bizaveke firehbûnê de, nifûsa navenda bajêr di dorbajaran de rijiyaye. Xelkê zengîn derûdorên Postaxaneya Mezin û kolana Dîdûş Mûrat (ku berê weke kolana Michelet’ê dihat nasîn) diterkînin û diçin li taxên dewlemend ên bilindahiya bajêr bi cîh dibin. Anuha, gelê şerpêze an di qûleyan de, an jî li taxên feqîr ên kenara bajêr dimînin.

Her weke ji bo hatinên neftê, paşê serxwebûnê dewletê yekser di vedabeşkirina hatinên bajarsaziyê de kaniyeke rewabûnê dît. Madanî Safar Zîtûn, civaknasê zanîngehê Alger’ê, weha bi bîr tîne ku di sala 1962’ê de, lojmanên ku ji hêla "pêyên reş" (8) ve vala hatibûn hiştin, mîna "xezîneyeke şerrê li dij dagirkeran" bûn, û desthilatê ev xezîne di nava gelî de parve kir. Ji vê parvekirinê, "peymaneke negotî" di navbera her du aliyan de derket.

"Digel ku em di dewleteke tundrew de ne jî, ew li gorî mînaka Tunus an Fasê naxebite. Li vir, muşterîperestî her tîşt e". Civaknas dewam dike: "Dewlet hin mal û mulkên xwe difiroşe digel pergalên alîkariyê yên ku heta % 50 buhaya apartmanekê digihîjîn, û bi vî rengî jî aştiya civakî distîne. Bi heman awayî, tevî ku % 70 kiradarên îkametên civakî pereyê kirayên xwe nedinê jî, dewlet vî pereyî ji wan naxwaze! Ev îdareya gelperest a lojmanan, diziya berdewamiya desthilatdariyê ye. Herkes jî pê razî ye."

Mihemedê 50 salî li ser sekûka apartmana xwe ya "digel du odeyan û mutfaqekê" pêşwazî me dike. Ew bi serbilindî vê çîrokê vedibêje ka wî çawa bi destên xwe ev xanî çêkir ku ew nuha bi jin û pênc zarokên xwe re tê de dijî. Erdê çîmentokirî, baniyên madenê, dîwarên acûran, ceyran û qlîma: "Her tişt hemdem e", ew binxêz dike. Di axaftina wî de nîşaneke nerazîbûnê tune, bes, li çarhêlên xaniyê wî, di labîrenteka kûçeyan de, taxeke pirr feqîr belav dibe.

Ev mahalleya neresmî, di salên 1990’î de, li navenda Bab Ezzouar’ê, dorbajareke rojhilatê Cezayirê, hat çêkirin; nuha sê sed û pêncî kes lê dimînin. Li cem rijandina coyeke avên pîs, sergoyek xuya dike. Li paşxanê, holikên lerizok, bi wextê re bûne bînayên qalind. Hin ji wan bi qasî du qat bilind in û mîna xaniyên piçûk in. Malbatên ku zarokên wan pirr in, di odeyên piçûk de li ser hev dimînin. Ew kevnecotyar in ku ji rebeniya çolistanan reviyan, lê ew jî endamên sinifa navîn a Cezayirî ne: dukandar, mamoste, an polîs, weke Mihemedî. Di van warên xizan ên ji bo memûran de, "ne ji ber xizaniyê meriv bi cîh dibe. Li otoparkê binihêrin, çiqas erebeyên xweş hene !".

Çend sal berê, Mihemed hê jî li cem dê û bavê xwe dima, lê digel heft bira û jin û zarokên wan, "nebû ku em hemî lê bimînin". Pirr kesên bê hal, nemase jin û mêr ku bes pereyê wan ji bo kirrîn an kirakirina apartmenekê tune ye (kiraya apartmeneke du odeyan a dorbajareke gelî bi qasî meaşa asgarî ye), mecbûr dimînin ku "riya bijarte" ya taxên xizanan hilbijêrin. Bi rastî jî, wexta naverast a bidestxistina lojmaneke civakî bîst salî ye, bes digel çalakiyên vebicîhkirinê, pênc sal ji niştecihên taxên qeçex re bes in. Li gorî hejmara îkametên bajêr, xaniyên neresmî firehiyeke pirr piçûk digrin. Lê belê ew ji ber vê dewra ku hemû Cezayirî pê dinasin, bêhtir belav bûn.
Cezayir qeyrana lojmanê ku mîrata dagirkeriyê bû, hel nekir. Beriya şerrê serxwebûnê, sed û bist û pênc hezar "fransiyên misilman" ji xwe di taxên xizanan de dijiyan. (9) Ji wê demê û vir de, rewş hîn girantir bû. Bajarvanî pê li bazara lojmanê kir, û di çil salî de, nifûsa bajarê Cezayirê sê qat bilindtir bû. Li sirgûna çolan û mezinbûna xwezayî, "koçberiya ewlehiyê" zêde bû. Deh salên şîddetê (1991-2001) hejmareke mezin a Cezayiriyan xiste stargeha paytêxt.

Salên reş - bajarsaziya şerrê hindûrîn - kiryara herêmî ya muşterîperestî belav kir. Eniya îslamperest a rizgariyê (FIS, Front Islamique du Salut) û FLN li dij hev şerrekî aloz kir ji bo berbendiya bajêr û niştecihên wê. Wan xwest ku ji zêdebûna yekserî ya îkametên pêwîst, sûdekî siyasî werbigrin.

Nûnêrên FIS’ê ku di hilbijartinên şaredariyan a xezîrana 1990’ê de, bi awayekî berfireh hatin bijartin, dihişt ku xaniyên xweçêkirî ji holê derkevin, bê tapû û destûra çêkirinê. Herçî yên Bab Ezzouar’ê, meriv dibêje qey ji fîlmeke kowboyan derketin: kûçeyên piçûk ên ku bablîsok di wan re tê. Tutişt, tukes tune ye. Bi tenê nanpêjxaneyek digel înşaata mizgeftekê heye, û çend avahiyên piçûk ên pişt-hemdem ku rengên Amerîka latînî û stûnên yewnanî tevlihev dikin.

Di sala 1992’ê de, paşê sekinandina pêvajoya hilbijartinî, cîgirên kiryardar ên bajaran, memûrên dewletê, heman pergal dubarekirin. Di vê heyama şîddetê de, wan dewam kir û erdên nû ji niştecihên muşterî re veqetandin, daku piştgiriya wan mîsoger bikin. Ev şerta saxbûna wan a siyasî bû; saxbûna wan a bedenî jî.

Ji dawiya şerrê hindûrîn ve, hatinên bajarvaniyê bi awayekî sereke ji gelî re nayên veqetandin. Rast e ku Abdelazîz Bouteflîka (serokkomarê Cezayirê), aynî strana hemû serokkomarên berê jî got. Wî sond xwar ku ew ê berî pênc salan, mîlyoneke lojmanan bide çêkirin, û wî, di sala 2009’ê de, "tunekirina îkametên xizan" weke noqteyeke girîng a berbijariya serokkomarî ya xwe îlan kir. (10) Taxê Bab Ezzouar weha di tîrmeha 2010’ê de hat xirakirin û niştecîhên wî, di lojmanên nû yên kenara bajêr de bi cîh bûn. Le belê, li rojavaya paytêxt, li ser bilindahiyên Bologhîne’yê, hê jî taxeke weha heye ku weke favelayên Brazîlyayê xuya dike û, li milê zinarekî, bi hezaran kes lê dijîn. Ji bo wan planek tune ye, û lehiya nûhatiyan napengîne.

Serhildan ku daîmî di taxên feqîr de derdikevin holê, pêşaneke xirabûna "peyama" neteweyî ne ku sinifa siyasî bi gelê Cezayirê ve girêda. Li gorî Nordine Grim, rojnamevanê El Watan’ê, ji nehevsengiya xwestin û dayînê bêhtir, qeyrana lojmanê ji bêmantiqiya desthilatdariyê tê. Ew fikira xwe weha rave dike: "Li Cezayirê 7.2 mîlyon lojman û 34 mîlyon niştecihan hene. Maleke naverast ji pênc kesan pêk tê, li gorî wê, pêkan e ku digel rêjeyeke baş a bicîhkirinê, xelkê Cezayirî hemû bê rûniştandin. Qeyrana lojmanê, ne tenê pirsgirêka peydayiya îkametan e. Di serî de, pirsgirêka dabeşkirinê ye. Li vir, mişqula rasteqîn muşterîperestî û karên nelirê ye."

Di nava birêvebiriyê de, şebekeyên bi desthilatdariyê ve girêdayî, ji bo bidestxistina hatinên bajarsaziyê li dij hev reqabetê dikin. Di vî warî de, Mohamed Larbî Merhoum xwediyê tecrubeyeke tahl e. Xelatê neteweyî yê mîmariyê, wî, di sala 2007’ê de, ji bo sazkirina qutbeyeke zanîngehî li bajarê Cezayirê projeyekê pêşkêş kiribû. Projeya wî di îmtîhana teknîkî de ketibû rêza yekem, bes di dewra duyemîn de, ya li ser şert û mercên fînansmanê, projeya wî hat redkirin. Lê belê, li vir hêjayî gotinê ye ku Merhoum ji projeya bijartî ya dezgeheke tunusî sê qat erzantir e.

"Ferqa navbera min û wan çi ye? Wan dixwest ku ew bi dovîzan re û li derveyî welêt heqê wan bê dayîn. Min dînar li Cezayirê dixwestin." Li derveyî welêt, çavdêriya tevgerên pereyê zehmettir e. Tê gotin ku beşeke ji pereyê dayî, ji bo bertîlan tê veqetandin û bi dirûva retro-komîsyonan vedigere Cezayirê. Merhoumê ku tunebûna destûra fermî ya dezgeha tunusî di welatê wê de îspat kir, karî serî li Komîsyona neteweyî ya bazaran bide. Reqabet dîsa vebû, lê ew di pratîkê de derveyî wê hat hiştin. Di sala 2009’ê de, dezgeheke lêkolînê ya başûr-koreyî ji bo projeyê hat bijartin. Daxwazên wê yên aboriyê, ji yên mîmarê Cezayirî du qat bilindtir in.

Çavên birçî hemû li hatinên bajarsaziyê ne. Jeopolîtîkeke hindûrîn li ser wê tê meşandin ku bi rehetî nayê famkirin, nemase ji ber diyarnekirina berpirsyariyên plansaziyê. Merhoum rewşê weha dinirxîne: "Di warê plansaziyê de, sê heb saziyên cuda xwedîparê berpirsyariyê ne, Wezareta Plansaziya Erdê, Wezareta Bajarsaziyê û Walîtî. Rêgehên wan, hedefên wan ên şexsî, şiyana wan a bangkirina şebekeyên wan, ev insûr hane, ji bo meşandina projeyên bajarê Cezayirê, pirr bi bandor in."

Ji bo bidestxistina vî erdê ku mîsogeriya desthilatdarî û qezencan e, dijberiya kiryarên cuda, sewiyeyên weha bilind digihîje ku hin înşaat nivcomayî tên hiştin. Herçî hilbijartiyên herêmî, "an derveyî tên hiştin, an jî tiliyên wan di kiryarên vêşartî de hene, lewre jî nikarin mîna dij-desthilatê bixebitin."

Di kolana Larbi Ben M’hidi’yê de (kevnekolana Isly), di navbera sînematek û şanoya neteweyî de, bînaya nîvcohiştî ya Muzeya Hûnera Hemdem a Cezayirê (MAMA, Musée d’art moderne d’Alger) pêşana vê yekê ye ka çawa sinifa desthilatdar, siyaseta bajarsaziyê ji bo menfeetên xwe yên ferdî bi kar tîne. Di destpêka sala 2006’ê de, hukumet biryar dide ku ew ê muzeyeke hûnera hemdem - ya pêşîn li Cezayirê, ya duyem li Afrîqayê - di kevnegaleriyên Fransayê de, avahiyeke nû-maurî ya ji destpêka sedsaliya 20emîn, veke.

Ji bo sazkirina wê, reqabeteke neteweyî tê lidarxistin. Halim Faidi, mîmarê bajarê Cezayirê û xelatgirê Akademiya fransî ya mîmariyê, di vê reqabetê de bi ser dikeve. Di sala 2007’ê de, Cezayir dibe paytextê çanda ereb û wezareta çandê ji Faidi’yî bînayeke nedaîmî dixwaze. Hukumet soz dide ku dê proje pişt re bê tevakirin. Faidiyê mîmar dest bi karê xwe dike û projeya ji bo tevahiya bînayê di dolabên wî de dimîne. Bes, bi pey îlankirinê re, înşaat dîsa dest pê nake. "Anuha di bînaya nîvcomayî de, heta dezgeheke ji bo serokê muzeyê û cîheke ji bo hiştina berheman tune ye. Rêbazên ewlehiyê nayên bicîhkirin ku şewat derkeve, dê çi tofan biqewime? Di bin van mercan de, em ê çawa koleksyonên ji muzeyên biyanî li vir pêşkêş bikin? Wezaret bi Cezayiriyan dide bawerkirin ku MAMA bi rastî muze ye, bes herî zêde galeriyek e ! Ev hemû xuyanî û xapandin e."

Cezayira spî bûye sahneya şanoyeke siyayan. Di pişt perdeya pak a Şoreşê de, olîgarşiya desthilatê tayên qûmasa bajêr yek bi yek kişandin, û di dawiyê de qumas dirrandine.

Çavkanî

Paul Vannier: Coxrafyanas

  1. Di roja 11’ê berfanbara 2007’ê de, du heb erebeyên bombebarkirî li navenda KBP’ê (Komîseriya Bilind a Pênaberan) û Dadgeha Bilind teqiyabûn û bûbûn sedema mirina bi dehan kesan li Ben Aknûn’ê, bajarokeke wîlayeta Cezayirê
  2. El Watan (rojnameyeke rojane ya cezayirî), 1’ê çileya paşîna 2008’ê
  3. Cezayir di sala 1962’ê de, piştî heşt salên şerrî yên bi Fransayê re, bû welatekî serbixwe. (Têbiniya wergêr)
  4. Ev qesr ji hêla Mistefa Paşayê waliyê Cezayirê, di sala 1787’ê de hat çêkirin. (Têbiniya wergêr)
  5. Eniya Rizgariya Neteweyî (bi fransî: Front de Libération Nationale, an jî FLN) di sala 1954’ê de hat damezrandin û di navbera salên 1954 û 1962’ê de, ji bo serxwebûna Cezayirê, li dijî artêşa fransî şerr kir. (Têbiniya wergêr)
  6. Benjamin Stora, La Gangrène et l’oubli ("Rareş û jibîrkirin"), Parîs, La Découverte, 1998, p. 228
  7. La Bataille d’Alger ("Şerrê Cezayirê") fîlmekî fransî ye ku ji hêla Gillo Pontecorvo ve, di sala 1965’ê de hat deranîn. (Têbiniya wergêr)
  8. Niştecihên fransî yên Cezayirê ku piştî serxwebûnê ji mecbûriyetê vegeriyane Fransayê, bi navê "pêyên reş" tên nasîn. (Têbiniya wergêr)
  9. Ev texmînên Jacques Chevalier’î ne, ku kevneşaredarê Cezayirê ye. Benjamin Stora, Le nationalisme algérien avant 1954 ("Netewparêziya Cezayirî ya berê 1954’ê"), CNRS Editions, Paris, 2010, r.192 10 www.mhu.gov.dz/pdf/pq.pdf

Wergera ji fransî: Simko Destan