Bandora şer û şîddetê li ser civaka kurd

Translator

Dema di pirsgirêkên şîddetê de, weke şêweyê herî dijwar jî di şer de, mirov werin kuştin yan birîndar bibin (wateya vê jî ew e ku hin mirov hin mirovên din dikujin yan jî birîndar dikin), hingî ev rewş bi serê xwe xisleta civakekê yan jî civatekê gelekî diguhere. Ew xislet û karakterên civakan heta bi ferdan bi xwe diguhere, lewra wateyeke taybet a jidestdana jiyana mirovan û pêkanîna şîddetê, ji bo endamên civakan heye. Di encama şerekî bi vî rengî de mirina mêr, jin û zarokan ji bo tevahiya civakê serboriyeke gelekî girîng û bitesîr e. Ev serborî hevîrê jiyana wan disitire. Li ser mijara, ka civak wê çawa pêşkeve û bi pirsgirêkên xwe re bike der, bandoreke mayînde li civakê dike.

Dema şîddeta fizîkî demdirêj be, hingî bandoreke wê ya ewqasî bi tesîr li ser civakê çêdibe, ku ‘çandeke şîddetê’(Bar-Tal, 2000) pêk tîne. Ev tecrûbe û serboriya demdirêj a bi şîddetê re ya ku gelek nifşan digire nav xwe, di warê hisî de jî digihêje endamên civakê, wan dikşîne nava ya diqewime û dikeve nav hilberandina civakî ango sazî û tevnên agahdarkirinê yên civakê. Bi demê re mînakeke çandî pêk tê. Di nava vê mînaka çandî de baweriya sereke ya civakî, ji bo bîranîna hevwelatiyên jiyana xwe ji dest dayî pêkanîna rîtuel û merasîman û ji bo rûmet û bîranîna kesên hatin kuştin avakirina abîdeyan, hene. Bi guherandina bîrûbaweriyê û pêre jî rabûnûrûniştina endamên civakê, ev yek şopan li pey xwe dihêle. Bi daxwaza xwe ya ewlekarî û parastîbûyînê, yên bi taybetî dibin mexdûr zarok in. Baweriya bi dinyaya mezinan di demên şer de dibe ku nemîne. Ev yek jî dikare bandoreke zêde li pêşketin û mezinbûna zarok a paşê bike.

Şîddet û xizanî
Gelek lêdkolîn ji Lubnan, Îsraîl, Bakurê Îrlanda’yê, Kamboçya’yê û Başûrê Afrîka’yê nîşan didin ku şîddeta yekser bêhtir tê serê malbatên xizan û tesîra neerênî ya ku şîddet li jiyana wan dike jî bêhtir e (Bryce & Walker, 1989). Bi taybetî zarok ji ber şîddet û xizaniyê zêdetir êş û kulên psîkolojîk dikşînin (Armenian,1989). Yan malbatên xizan jixwe li ser sînor in û şer bi dafekê wan ji sînor dibihurîn e, yan jî malbatên halê wan xweş derfetên wan bêhtir in da ku xwe ji tesîrên wêranker ên şîddeta siyasî xilas bikin.
Ji ber têkiliya di navbera malbata jê nayê xwe li ser xwe bigire û bêkêr, û statuya jêr a civakî-aborî de, ku mirov dikare di civaka kurd de jî çavdêriya wê bike, zarokên kurd ên ji beşên xizan ên civakê jî li hemberî bandora şer, tehlûke û şîddetê nazik û hesastir in. Lêkolînên cihê ji welatên cihê yên weke Filîpînan (Protacio-Marcellino, 1989), Afrîka Başûr (Liddell, et al., 1993) û Bakurê Îrlanda’yê (McWhirter et al., 1983) nîşan didin ku tiştên “besîttir” yên weke înflasyon û xizaniya giştî para bêhtir, zêdetir bandorê li zarokan û bi vê ve girêdayî jî li malbatan dikin.

Şerê leşkerî yê Tirkiye’yê li dijî kurdan, xirakirina gundan û şîddeta siyasî ya her çû tûj û dijwar bû heta dawiya salên 90’î binesaziya herêmên kurdan hema hema bi tevahî tine kir. Di serdema Saddam de rewşeke bi heman rengî li Başûrê Kurdistan’ê hebû. Ev yek hem di warê derûnî hem jî di warê fizîkî de li malbatan dibe bar, zorê li wan dike. Weke mînak xirakirina avahiyên wek nexweşxane û dibistanan tenduristiya zarokan a fizîkî dixiste tehlûkeyeke zêdetir. Li hin herêmên Kurdistan’ê serê bijîşkekî 10 hezar mirov dikevin. Di rewşeke bi vî rengî de doktor nikare bi tenduristiya hemûyan re eleqedar bibe. Di rewşên herî xirab de dibe ku jiyana zarokan weke mînak ji ber neparastîbûyîn, lawaziya ji ber têrnexwarinê û kêmasiya xizmeta tenduristiyê bikeve tehlûkeyê. Ev jî ji aliyê xwe ve dikin ku zarok li hemberî nexweşiyên besît yên wek zikçûyîn, nexweşiyên bêhndanûstendinê û yên zarokan qelstir bin. Ev her wiha dibe sedem ku rêjeya mirina zarokan jî zêde bibe (Armenian, 1989).

Jiyana malbatê û şer
Dema mirov di şert û mercên normal de girîngiya malbatê ji bo mezinbûn û gihiştina zarokan li ber çavan bigire, hingî bandora şîddetê li malbatê di beridîna zarokatiyê de hêwatekî gelekî girîng e. Li cihê ku şîddet ji radeyeke diyar bihurî, li wir dibe ku jiyana malbatê were ber jihevdeketinê, hilweşînê. Weke mînak îşaret hene ku nîşan didin rejîma Pol-Pot’ê bi zanîn û bi qest hewl daye malbatan ji hev de bixe (Ressler, et al., 1988). Di civaka kurd de her rejîma kurd li ser erdên wê dimînin, yekser bi riya eskeriyê û neyekser bi girtin û/yan jî kuştina dêûbavan yan jî bi jicihûwarkirinê gihişte heman armancê. Mirov bi tenê nayên kuştin, bi xirakirina gundan û bi darê zorê jicihûwarkirinê çanda civakê ya hevpar a sedsalan jî tê tinekirin. Ji bo pêkanîna kontrola tevahî, perwerde û çand bi şîddetê yan tên guherandin yan jî wêrankirin.

Hewldana fêrbûna wê
Di rewşen din de, nexasim dema zext û zor kronîk be û ne aktuel û demî be, jiyana bi şîddet û tehlûke dibe ku girêdan û têkiliyên malbatî xurttir û zexmtir bike. Dema endamên malbatê tevlî nav refên gerîla bibin, werin girtin yan jî kuştin, hingî girêdana bi hevdu re û pişgiriya malbatî bihêztir dibe. Raporên ji civakên cihê yên wek Filistîn, Kamboçya û Kurdistan’ê destnîşan kirin ku rola li gorî rêûresmê ya malbatê tevî rewşa aborî ya nebaş û şertên jiyanê yên nebaş, dibe ku bê parastin (Kızılhan, 2004). Di nava van şertan de malbat dîsa jî hewl didin derdora ji bo gihiştin û mezinbûna normal a zarok pêdivî pê heye, biafirînin û pêşkêşî zarokan bikin.

Civaka bê dêûbav
Dema şîddeta siyasî dibe sedem ku bav yan jî wê ji zarokan qut bibe, ev yek dikare bibe sedema zirarên mezin ên li tevahiya mabatê dibin û her wiha mumkin e bibe sedema barkirin û/yan jî revê. Rewşên eleqedarî şiddeta siyasî her wiha gelek caran dibin sedem ku para bêhtir mêr, endamên malbatê ji ber sedemên cihê di şerê siyasî yê demdirêj de li aliyê muxalefetê, yan jî di warê leşkerî di nava refên gerîla de cih bigirin. Di rewşeke bi vî rengî de tesîreke gelekî bihêz û xeternak dikare li malbatê bibe. Ev yek her wiha bandorê li rola malbatê ya destekkirina endamên xwe yên ciwan jî dike. Ji ber van sedeman di civakan de ku şer dikin yan jî di rewşeke wek şer de ne, malbat bêhtir ji aliyê jinê ve tê rêvebirin û dayik bi serê xwe divê xwe bide ber barê berpirsiyariya ji bo malbatê. Di van rewşan de dibe ku dayik hem bibe ‘ya ku têr dike’û hem jî ‘kebaniya malê’, bi ser de jî ew di vê demê de hewldide di navbera zarokên xwe û tesîrên dinya derve de weke hêmana tewazûnê bi bandor be. Carinan jî ne ji wê û ne jî ji bav tê ku bi vî rolî rabin, ji ber vê jî zarokên temen mezin berpirsiyariya ji bo xwîşk û birayên xwe yên temen piçûk digirin ser xwe.

Xelekên herî lawaz ên civakekê ango jin û zarok, herî zêde dibin mexdûr. Lewra em dibînin û çavdêriya wê dikin ku ji 10 salan û virve li herêmên kurdan hewldanên xwe kuştinê û întîharên pêkhatî ji tevahiya pîvanên rêjeya xwekuştinê yên navneteweyî bihurtiye. Sedema vê çiqasî pirsgirêkên ferdî bin, ewqasî jî û heta beriya her tiştî guhertinên aborî, civakî û çandî ne, yên ku şer bûye sedema wan. Li Başûrê Kurdistan’ê ya darî çav ew e ku “ketineke ber bi jor ve” heye. Pêşketina bi lez a aborî, tevî halxweşiyeke diyar a heta radeyekê dema bi daxwaz û pêdiviya gel a dehsalan a ji bo azadî û dewlemendiyê re dibe yek, rê li ber guhertineke civakî ya erka xwe nikare bi cih bîne û gelekî dramatîk vedike.

Şîddet weke rêbaza perwerdeya zarokan
Li gelek dewletên otorîter yan jî dîktator bikaranîna şîddetê hê di dibistana destpêkê de parçeyek ji sîstema perwerdeya dibistanan e. Mamoste li zarokan dixin û wan dax didin. Piraniya dêûbavan newêrin xwe biparêzin yan jî van pêkanînên şîddetê ji bo ku zarok fêrî dîsîplînê bibe weke pêwîst dibînin. Dê û bavên van zarokan jî xwediyê heman tecrûbe û serboriyan in û lewra jî ti nakokî li ber çavên wan nakeve. Bi ser de jî herî dereng ferdên mêr paşê di dema eskeriyê de lêdanê dixwin û muameleya xirab bi wan re tê kirin. Bi vî awayî ev bikaranîna şîddetê di tevahiya civakê de dibe xwedî cihekî qehîm (Kızılhan, 1995). Di rewşên şer de şêwêyên şîddetê zêde bi tehlûke ne û bi vî awayî bandorê li tevahiya civakê dikin. Dîsa jî ji Lubnan û Bakurê Îrlanda’yê hin rapor hene (Bryce et al., 1986) ku dibêjin, şîddeta siyasî dibe sedem ku dêûbav awayê otorîter ê mezinkirina zarokan bibijêrin; li gorî van raporan dayikên ji ber şer depresîf bêhtir li zarokên xwe dixin.

Bandora şer li ser nifşên paşê tên
Nexasim jî lêkolînên li ser qirkirina cihûyan dikarîbûn bi awayekî zelal nîşan bidin, ka çawa heta bi sê nifşan, hem zarokên gunehkaran hem jî yên mexdûran misêwa bi rabihuriya pêşiyên xwe re mijûl û eleqedar dibin. Lêkolînên din li ser çanda kollektîf (Assman, 1989), dîroka devkî (Kızılhan, 2008) û bîra otobiyografîk (Strube, 1992) nîşan didin ku nifşên paşê tên bi zanîn ya jî ne bi zanîn bi serborî û tecrûbeyên xwe yan jî nifşên beriya xwe re mijûl û eleqedar dibe. Soloman (1993) bi lêkolîneke demdirêj a ezmûnî (longitudinal study ) ya bi 44 kesan re nîşan da ku zarokên herî kêm aliyekî dêûbavê wan yê ji felaketê xilasbûyî, PTSD’yek (Xirabûna stresê ya piştî trawmayê) bi wan re çêdibe û nîşanên wê jî demeke dirêj dewam dikin. Gelek pirsgirêkên civakî yên mirovên ji qirkirinê xilasbûyî hem reaksiyonek e ku didin şoka ji civakeke watedar qutbûnê û hem jî serencama felaketê bixwe ye.

Endamên rêxistinên çepgir li Hindistan û Pakîstan’ê sala 1996’an ji min re gotin, gelek zarokên wan paşê gihiştine rêxistinên dewletê da ku şerên wan bikin. Ev zarok ji aliyê dêûbavan ve nehatine mezinkirin, li cem malbatên li nêz hatine bicihkirin. Ya ku dihat şîrovekirin ev bû ku zarok li dijî xemsariya dêûbavan û lidervehiştineke bar û bandoreke hestan a giran şer dikir.

Civakîbûna di nava civakê û malbatê de dikare bi riyeke gelekî aqilane û narîntir jî pêk were. Ewqasî narîn ku gelek caran zehmet e heta ne mumkin e ku mirov nikare wê bişopîne. Weke mînak li Afrîka Başûr u li Kurdistan’ê navê rêberên siyasî li zarokan tê kirin (Dawes, 1990, Kızılhan 2004). Ev awayê navlêkirinê ji bo zarokan kirineke siyasî-sembolîk e û mumkin e ji jidayikbûnê û pêde bandoreke mezin li nêrînên zarokan ên siyasî bike. Eger yê navê wê/wî bi zarokekê/î hatî hildan yeke/î gihiştî û rêzdar be ku niha yan jî ji mêjve di rêxistineke çekdar de çalak e yan jî di têkoşîna azadiyê de xwedî erk e, hingî dibe ku ew ji bo zarok bibe şêwe-rolekî xurt. Ji ber ku navlêkirina zarokan mînakeke ji bo şeweyê aqilane û narîntir ê civakîbûnê ye ku mirov bi rastî jî dikare çavdêriya wê bike, pêdivî bi lêkolînên din heye. Hemin ne rast e mirov yeqîn bike malbat yekane kirdeyên çalak ên civakîkirinê ne di nava civakê de, ku têde zarok dikevin nav şîddeta siyasî.

Kurd ev bi sedsalan yan jî dehsalan e ku bi awayekî mayînde û misêwa bi xetera şîddet û êrîşan re rûbirû ne. Weke mînak heta niha ezmûna wan çênebûye ku li cihekî gelek nifş di nava ewlekariyê de bijîn yan jî ewlekariyekê ji bo xwe û malbatê hîs bikin. Mirov yekser an jî neyekser di nava şerekî de ne ku her roj xizm û nasên wan tên kuştin, girtin yan jî neçar in cihûwarên xwe biterikînin. Bûyerên xedar û hovane yên wek qirkirina kurdan di demên bihurî de birînên kûr ên trawmatîk li dûv xwe hiştin. Bi vî awayî bi tenê di qirkirina Enfalê de sala 1988’an li Başûrê Kurdistan’ê bêhtirî 186 hezar kurdî bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîma İraq’ê ve hatin qetilkirin, heman rejîmê bi awayekî sîstematîk 4.000 gund jî valakirin. Li gorî daneyên rêxistina mafê mirovan Middle East Watch’ê ji Sibata 1988’an heta Îlonê herî kêm 50 hezar mirov û bi îhtîmaleke mezin jî 100 hezar mirov hatine qetilkirin. Ev bûyer di bîra kollektîf a civakê de cihê xwe digirin û bi awayên cihê yên weke serhatî, tabû, merasîm, rêûresm û nirx û pîvanên nû ji nifşekî derbasî nifşê din dibin. Ev bûyer di heman demê de bandoreke mezin li biryar û helwestên siyasî yên rêberên kurd dikin.

Encam
Teza sereke ya vê gotarê ev e, dema şerek diqewime (çi demdirêj çi demkurt) ev dibe hêwatekî diyarker ê civakê û strûktûrên civakîbûnê jî xwe diguherin. Lêkolînên klînîk nîşan dan ku derdoreke ewle, têra xwe zad û qût û guhdariya tibî ya têrker çiqasî girîng be jî, dem bi serê xwe “birînên ruh (derûnî)” yên ferdan û civakê nakewîne û derman nake.
Di babeta civaka kurd de ya em pêre mijûl ew e ku ji bêhtirî sedsalî û virve dema aştiyê ya temenê nifşekî ajotî, çênebûye. Sedsala bihurî ji bo kurdan misêwa bi şer û şîddetê ve girêdayî bû. Lewra civaka kurd bi pirsgirêkeke ku heta niha qet nehatibû pêşiyê re rûbirû ye; di navbera daxwaza parastina nirx û pîvanên dîrokî û xwe li dinya global ya her diçe piçûk dibe vekirinê de maye. Wisa xuya dike ku girîng e li welatên lê ne ji bo berjewendiyên tevahiya Rojhilata Navîn kurd bi aliyên pirsgirêkê re ji bo çareseriyên siyasî hewl bidin, dawiyê li bikaranîna şîddetê bînin. Ev bang ne bi tenê li aliyên pirsgirêkan e, tevî derfetên wê li civaka navneteweyî ye jî.

Çavkanî

*Prof. Dr. Ilhan Kızılhan, Instîtuya Lêkolînên li ser aştiyê – Rojhilata Navîn, Cooperative State University BW, Universität Freiburg, xebatkarê koma projeya Pirsgirêkan û aştiyê li zanîngeha Konstanzê, nivîskarê gelek lêkolînên li ser hindikahiyên etnîk li Rojhilata Navîn û li ser posttrawmatalojiyê, şêwirmendê zanistî ji bo gelek kanalên televizyon û radyoyê, ji bo dadgeh û saziyên din ên dewletê zilamê pispor, psîkolog, doktorê civakê, psîkoterapîst.

  • Armenian, H. K. (1989) Perceptions from epidemiological research in an endemic war. Social Science and Medicine (bi awirê lêkolîneke epîdemiyolojîk şerekî herêmî. Zanista Civakî û Tib), 1989, 7, 643-7.
  • Bar-Tal, D. (2000). Die Kultur der Gewalt (Çanda şîddetê). In ÖSFK (Edîtor), Konflikt und Gewalt. Ursachen- Entwicklungstendenzen-Pespektiven (Pirgirêk û şîddet. Sedem-Meylên pêşketinê-perspektîf), rûpel. 66-81. Münster: Agenda.
  • Bryce, D. & Walker, N. (1986). Family functioning and child health: A study of families in West Beirut. Final Report (Kêrhatî karkirina malbatê û tenduristiya zarok: Lêkolîneke li ser zarokên li Fojavayê Beyrûd’ê. Rapora dawiyê), Kanûn 31, UNICEF.
  • Dawes, a. and Donald, D. (1994) Understanding the psychological consequences of adversity (Fêmkirina encamên psîkolojîk ên zorî û bextreşiyê). In: A. Dawes and D. Donald (Edîtor), Childhood and Adversity: Psychological Perspectives from South African Research (Zaroktî û bextreşî: perspektîfên ji lêkolîna Afrîka Başûr). Cape Town: David Philip.
  • Kızılhan, I. (1995). Der Sturz nach oben. Eine psychologische Studie über Kurden (Ketina ber bi jor ve. Lêkolîneke psîkolojîk li ser Kurdan). medico international Frankfurt.
  • Kızılhan, I. (2004). Sozialisation im Krieg (Civakîbûn û şer). In Sommer und Fuchs (edîtor). Handbuch der Kriegs- und Friedenspsychologie (Pirtûka dest a psîkolojiya şer û aştiyê). Weinheim: Weşanên Beltz (rûpel 357-368).
  • Kızılhan (2008). Handling of traumatic events with soldiers with war-experiences (Jiheqî bûyerên trawmatîk yên bi eskerên şer dîtî re derketin). Journal of Psychosomatic (Îran) 2008/2,20-32.
  • Liddell, C., Kemp, J. and Moema, M. (1993) the young lions – South African Children and youth in political struggle (Şêrên ciwan – di têkoşîna siyasî de zarok û ciwanên Afrîka Başûr). In: L. Leavitt and N. Fox (Edîtor), The Psychological Effect of War and Violence on Children (Bandora psîkolojîk a şer û şîddet li zarokan dike). Hillsdale, N. J.: Lawrence Erlbaum.
  • McWhirter, L; Young, V. & Murray J. (1983): Belfast children's awareness of violent death (hayjêhebûna zarokên Belfastê ji mirina bi şîddetê). British Journal of Social Psychology, 22.
  • Protacio-Marcelino, E. (1989) Children of political detainees in the Philippine: sources of stress and coping patterns (zarokên girtiyên siyasî li Filîpînan: çavkaniyên stresê û hêmanên jiheqîderketinê). International Journal of Mental Health, 18, 1, 71-86.
  • Ressler, E. M., Boothby, N. and Steinbock, D. J. (1988) Unaccompanied Children: Care and Protection in Wars, Natural Disasters, and Refugee Movements (Zarokên bêrefaqet: guhdan û parastin di şer, felaketên xezayî û tevgerên penaberiyê de). New York: Oxford University Press.
  • Solomon S.D., Bravo M., Rubio-Stipec M., Canino G. (1993). Effect of Family Role on Response to Disaster Journal of traumatic Stress (Bandora rola malbatê weke bersîva ji govara Disaster Journal of traumatic Stress re), 1993, berg 6, n° 2, 255-269.