Bankayeke ne wekî yên din

AFRÎKA
Translator

Di 2005’an de, wezîrê berê yê aboriyê yê Ruwanda’yê Donald Kaberuka ku bi dilsoziya xwe ya ji bo pêşxistina aboriya parzemîna Afrikayê dihê nasîn, bi alikariya piraniya Hîssedaran (ji % 78,82 yê hemû Hîssedaran) wekî serokê Bankaya Pêşxistinê ya Afrîka’yê (BAD) hat peywirdarkirin. Wî di sala 1994’an de, piştî komkujiya li Ruwanda’yê, di pêşxistin û nûjenkirina aboriya vî welatî de roleke girîng lîstibû. Piştî vê peywira nû wî ji xwe re kiriye armanc ku “Bankaya Pêşxisitnê ya Afrîka’yê BAD ji her alî ve bigihîne asta bankayên din ên cihanê, wekî Bankaya Pêşxistinê ya Asya’yê û Bankaya Navneteweyî ya Pêşxistinê. ”
Ji wê demê ve, ev sazî pirsgirêkên herî li pêş ên neteweyî û herêmî yên hemû welatên endam dide berçav û hewlê dide ku vê parzemînê bixe bazara cihanê, rêjeya xizaniyê daxe astke maqûl, entegrasyon û reqabeta Afrîka’yê ya di piyasa cihanê de bilind bike. Di vê rê de gav jî hatin avêtin : Di saziyê de, sîstema navendî hat kêmkirin, li herêman nivîsgeh û nûnerî hatin vekirin, burokrasiya hişk hat kêmkirin, kapasîteya xebat û analîzên aborî hatin bilindkirin. Ev guherîn nîşan didin ku ev banka wê bibe navendeke girîng a zanyariya aboriyê.
Bankaya Pêşxistinê ya Afrîka’yê BAD di 1964’an de hat avakirin, di 1967’an de li Abidjan (Beravên d’Ivoire) bi cih bû, lê tenê bi endametiya welatên Afrîka’yê. – di 1982’an de welatên derveyî Afrîka’yê jî bûn endam- di destpêkê de armanc ew bû ku “li welatên endam, piştgirî bidin pêşxistina aborî û rewşa civakî bigihînin aramiyeke domdar ”. Di nava hedefên BAD’ê de têkoşîna li dij xizaniyê jî hat bicihkirin. Lewra Neteweyên Yekgirtî jî di nava hedefên xwe yên Milenyûmê (hezarsal) de ji xwe re kiriye armanc ku ewê heta 2015’an rêjeya xizanî û belengaziyê daxin nîvî. Wekî çalakiyên herî li pêş ew girîngî didin projeyên entegrasyon û hevgirtina aborî ya herêman. BAD bi armanca teşwîqkirina perexistinên aborî, çavkaniyên xwe bi taybetî jî bi rêya kredî û deyndayînê, dixe xizmeta welatên hewcedar. Ne tenê kredî, ew her weha di barê politikayên aborî de ku divê werin meşandin, hem teknîkî û hem jî, ji hêla şêwirmendiyê ve diçe hawara van welatan. Bi vê armancê 1491 xebatkarên bankayê – ji wan 217 kes di sala 2008’an de dest bi kar kirine,- hewlê didin da ku BAD bigihîje armancên xwe. Ji 2003’an û vir ve navenda demî ya bankayê li Tunus’ê ye.
Di sala 1972’an de, banka xwe guherand û navê xwe kir gruba bankayên ji bo pêşxistina Afrîka’yê (GBAD). Di vê çarçovê de Fona Pêşxistina Afrîka’yê FAD jî ava bû û di 1976’an de, Fona Taybetî ya Nijerya (FSN) jî tev li vê fonê bû. Di çarçoveya têkoşîna li hember xizaniyê de, FAD bi ya rewşa welatan, carnan krediyên bi şert û merc , carnan krediyên bêfaîz, carnan jî tenê alîkarî dida welatên xizan ên afrîkî ku pêdiviya wan bi alikariyê hebû. Çavkaniyên fonê bi taybetî ji welatên endam ên derveyî Afrîka’yê dihên, ew welat bi giranî endamên Rêxistina Navneteweyî ya Hevkarî û Pêşxistina Aborî (OCDE) ne. (Ji bilî Afrîka’ya Başûr).
Her sê salan carekê FAD bêgav xwe nû bike. Ev cara donzdan e ku ew xwe di ber çavan re derbas dike. Di serdema yanzdan a FAD’ê de, bi qasî 6,53 mîlyar Euroyên wan hebû ku aîdî çil welatan bû . Di navbera 2004 û 2008’an de, fona wan ji ber perexistinên bêplan û bêpêşdîtin ew qas daket ku nîvê hebûna xwe wenda kir.
Fona Taybetî ya Nîjerya’yê (FSN) ji aliyê xwe ve ji xwe re kiriye hedef ku “alîkarî bide welatên herêmê yên endam (PMR) ku ji ber aboriya wan a qels, pêdiviya wan bi pêşketineke aborî û civakî heye.” Ev hewldana rêveberi a Nîjerya’yê wekî alikariyeke dilnizm dihê qebûlkirin. Ji ber ku di 31’ê Kanûna 2008’an de, kapasîteya wan a deyndayînê 266,51 mîlyon Euro bû. Ew jî krediyeke bi şert û merc a ji bo zêdeyî bîst salan e ku rêjeya faîza wê di navbera ji %2 û ji % 4’an de diguhere.
Ji ber xebatên cuda û beşên cihêreng, burokrasiya bankayê carnan pir dereng dimeşe. Pêdivî heye ku rêveberiya BAD’ê û ya FAD’ê, Fona Taybetî ya Nîjerya’yê (FSN) jî bigirin nava xwe û bi hev re xwe entegreyî sîstema nû bikin. Gruba BAD’ê ku xizmeta xwe tenê ji welatên Afrîka’yê re dike, hewceyî hêz û hevkariyeke aboriyê ye.

Panzdeh welatên afrîkî yên xwedî rîzîkoyeke kêm ku dikarin deynê xwe bidin, bi navekî din ji wan re dibêjin “deshilatdar” (li Afrika’yê bi tevahî pencî û sê dewlet hene) û hin sektorên taybet dikarin bi rêjeyeke normal a nêzî şertên bazara cihanê, ji BADê kredî bi dest bixin. Çavkaniya van krediyan ji fona deynan û ji welatên endam dihê. Şert û mercên kredîdayînê bi giştî ji aliyê rêveberiya bankayê ve dihê diyarkirin. Di sala 1982 de, welatên derveyî parzemîna Afrîka’yê jî karibûn bibin endam û tev li sermayeya bankayê bibin. Lê di rêveberiyê de mafê wan ê dengdanê tenê ji % 33 bû, ev rêje îro derketiye ji % 40.
Di 2008’an de, BAD xwediyê sermiyaneke 2 mîlyar Euroyî bû. Wekî tedbîr, tevlêbûna nava sermayeya bankayê, bi kontrol dihê kirin. Tenê rêveberiya bankayê biryar dide ka kîjan welat kengê û çi qas dikare pereyê xwe bixe ser sermayeya bankayê. Ger ji nişkan ve pêwîst were dîtin û alîkariyeke lezgîn hewce be, wê demê bang li welatên endam dihê kirin ku sermayeya bankayê bilind bikin. Ger hemû welatên endam, bi ya ku hatiye diyarkirin, pereyê xwe tev li sermayeya bankayê bikin, ji % 60’ê sermayê ji welatên afrîkî dihê, tenê ji % 40’ê sermayê, ji welatên endam ên derveyî parzemînê dihê. Di rastiyê de, rêjeya sermayeya ku îro jê re destûr dihê dayîn di bankayê de kom bibe, tenê ji % 10,81 ê Hîsseyan e. Yên din ji % 89,19 Hîsseyan di rezervê de ye. Heta niha (bi giranî) pêdiviya BAD’ê pê çênebûye ku bang li welatên endam bike da ku rezervê serbest berdin.
Di konseya rêveber a bankayê de ji her welatek nûnerek cih digire û biryara herî bilind a gruba BAD’ê ji aliyê wan ve dihê girtin. Ji wan nûnerên endam, konseyeke din a bilind (a ji hijdeh kesî) dihê hilbijartin ku ew berpirsiyariya karûbarên rêveberiiya bankayê di nava xwe de li hev par ve dikin. Ji endaman, 5 welat bi ya rêjeya sermayeya xwe xwedî mafekî berfireh ê dengdanê ne: Japonya (ji % 6,26 ), Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê (ji % 5,87), Fransa (ji % 5,04 ), Almanya (ji % 5 ), Kanada (ji % 3,85 ). Bandora Çîn’ê gelek kêm e, ji ber ku tevlêbûna wê tenê ji sedî 0,92 ye .
Hîsse û çalakiyên bankaya BAD’ê cihêreng in, wekî mînak: fînansmana ocaxên madena tinan li Kenya’yê, hilberîna paxir li Zambia’yê, hilberîna madena nîkel li Madagascar ; alikariya aborî ji bo şîrketên piçûk û mezin ên Misir’ê; ji bo kêmkirina rêjeya xizaniyê alikariya hukûmeta Mozambik’ê; fînansmana çêkirina rêya di navbera Guine û Senegal’ê de, avakirina bendava hîdroelektrîkê li Uganda’yê; amadekirina projeya avakirina balafirgeha Addis-Abeba li Etîopya’yê ; alîkariya aborî ji bo welatên xizan ên di bin deynên giran de; pêşxistina aborî û kapasîteya hilberînê ya welatên herêmê yên endamên fona bankayê; fînansmana krîz û rewşên awarte.
Di navbera salên 1967 û 2008’an de, du navgînên sereke yên budçeya bankayê hebûn ; yek krediya ji bo proje û reforman a din jî alikariya ku ji dilsozan dihat. Bankayê bi giranî piştgirî dida sektora transportê, kiştûkal, pêşxistina gundan û herêmên derveyî bajaran, sektorên cuda yên komunîkasyon û danûstendinê. Di 2008’an de, alikariya ji bo binesaziyê, ji % 23’ê budçeya giştî bû . Armanc pêşxistina parzemîna Afrîka’yê ye. Marja budçeya vê parzemînê ya hilberîna navxweyî, di sala 2000’î de ji rêjeya ji sedî -0,1 % derket ji sedî 2,8’an . Krîza aborî ya sala 2008’an, mezinbûna aboriya herêmê ku ji sala 2003’an û vir ve dihat piştgirîkirin, da sekinandin, (bi qasî ji % 5,9). Rêjeya mezinbûnê di 2009’an de, daket heta ji % 1,9, lê belê li parzemîna Afrîka’yê resesyon an ku rawestana aborî bi giştî pêk nehat .
Bankaya Pêşxistinê ya Afrîka’yê (BAD) di rewşeke weha nazik de, di gel cudahiya mezin a di navbera herêm û welatan de, dîsa jî roleke girîng lîst. Di sala 2009’an de, deyn kirin û alikariya ji bo bankayê du qat zêde bû. (beriya krîzê 4 mîlyar Euro bû, di dawiya 2009’an de, bû 8 mîlyar ). BAD bû wekî pompeya yekem a aboriyê ku bersiveke ciddî dida welatên ku hewcedariya wan bi alikariyê heye. Di vê krîzê de ji ber pir sedemên cihêreng gelek welatên parzemînê karibûn serûbin bibûna lê BAD li hember buhrana aborî ya 2008’an, ji van welatan re bû wekî sitûn û stargeh.
Di çarçoveya plana xwe ya stratejîk a ji bo serdema navbera 2008-2012’an, banka li hember krîzên navxweyî û derve ku dikarin derkevin holê, bi ya gumanên pisporan, tedbîrên girîng girtine . Grub xwe weha amade kiribû ku bi îhtîmala ku daxwazeke mezin a alikariyê were kirin, dikaribû ji du milan ve bigihîje hawara welatên hewcedar. Hem bi rêya BAD’ê hem bi ya FAD’ê. Di encama krîza aborî de bazara krediyê ew qas ket tengasiyê ku heger ev amadekariyên bankayê nebûna, hin welat karibûn ber bi topavêtinê ve biçûna. Heta Botswana digel rewşa xwe ya baş, xwe nêzîkî BAD’ê kir da ku di rewşeke kirîtîk de bikaribe xwe bigihîne bazara krediya Navneteweyî .
Bi ya hesabên dawî yên di 31ê Kanûn’a 2008’an, BAD jêhatineke 337,18 mîlyon bi dest dixe, lê di dawiya 2007’an de ev hêjmar 358,21 mîlyon bû. Banka kara ku bi dest dixe li hîssedaran belav nake, lê di rezervê de dihêle da ku dema ku hewce be bixe xizmeta însiyatifên taybet. Di hesab de ev yek her çend wekî lêçûn were nîşan dan jî di rastiyê de wekî alîkarî digihîje hin projeyan. Di vê krîza dawî de piştî daxwazên mezin ên welatên herêmê, konseya rêveberiya BAD’ê biryar girt ku di 2008’an de, kara xwe bixe xizmeta çalakiyên FAD’ê : ew jî alîkarî dide welatên xizan ên xwediyê deynên giran (PPTE) .

Ev hêza BAD’ê bi giştî girêdayî çavkaniya dewlemendî, binesaziya aborî û kaliteya rêveberiya aborî ya welatan e. Dema ku welatên endam di aboriyê de perexistinên xerab bikin, di projeyên stratejîk de gavên çewt bavêjin û yan jî zerar bikin, helbet Gruba BAD wê nikaribe bigihîje hedefên xwe. Ev grub her weha xwedî peywireke weha ye ku divê dayîna deynan bixe bin garantiyê û destûr nede ku hukûmetek deynê xwe bi tevlihevî ji hukûmetên nû re bihêle. .
Piştî hesabên jêhatina giştî, derket holê ku di sala 2008’an de BAD’ê 62,33 mîlyon Euro wenda kirine, lê belê di sala 2007’an de kara wê 250,46 mîlyon Euro bû . Divê neyê jibîrkirin ku peywira sereke ya bankayê ew e ku di şert û mercên zehmet de, ji warê aborî de xwe bigihîne hewara welatên endam. Ew her çend di xizmeta welatan de be, alikariya xwe ya ji bo sektora taybet jî, şûn ve nade. Li ser hemû projeyan ku jê re dihên şandin hûr dibe, wan bi hasasiyet di ber çavan re derbas dike. Krediya ku ji bo sektora taybet hatiye terxankirin vê gavê tenê ji % 20,7 alikariya giştî ye. ( dike 808,81 mîlyon Euro)

Bi xêra gruba BAD’ê parzemîna Afrîka’yê roj bi roj pêş dikeve. Rastiyek jî heye ku Afrîka hîna jî nebûye xwediyê navgîn û alavên xwe yên aborî ku bikaribe bi wan, kapasîteya xwe ya hilberinê bilind bike û dewlemendiyên xwe yên sererdê û binerdê bixe xizmeta gelê herêmê. Pirsa sereke ew e ku ji bilî alikariya navneteweyî ku bi rêya gruba BADê dihê kirin, gelo parzemîna Afrikayê wê kengê ji xwe re, di nava xwe de, navgîn û çavkaniyeke aborî biafirîne ku bi wê rêyê bikaribe bibe aktorê sereke yê çarenûsa xwe ?

Wergera ji fransi :
Bedran DERE

Çavkanî

Dr. Yves Ekoué Amaïzo: Aborîzan, şêwirmendê navneteweyî yê aboriyê, dîrektorê saziya Afrika-nasiyê (Afrolojî), nivîskarê pirtûka “Crise financière mondiale : des réponses alternatives de l’Afrique,” (krîza aborî ya cihanê û tedbîrên alternatîf ên Afrîka’yê) weşanên Menaibuc, coll. « Interdépendance africaine », Paris, 2010 (di tebax’ê de derdikeve)

01. (Afrîkaya ciwan ) Jeune Afrique, Paris, 15 adar 2005.
02. « Comprendre la Banque Africaine de Développement : Guide d'introduction pour les ONG », BAD, Tunis, mai 2007, p. 1.
03. Fonên din ên taybet: fona petrolê ya ereb, fona taybet a ji bo hişkbûna xwezayê û birçîbûna li Afrîka’yê , Fona Taybet a Hawarê.
04. Deyndayîneke bi şert wekî avakirina devereke ji bo xiymeta gel.
05. Sî û heşt welat : Angola, Bénin, Burkina Faso, Burundi, Kamerun, Cap-Vert, Komores, Kongo, Côte d'Ivoire, Djibouti, Erythre, Ethîopî, Gambie, Ghana, Guine, Guine-Bissau, Kenya, Lesotho, Libéria, Madagascar, Malawi, Mali, Mauritanie, Mozambîk, Nijer, Uganda, Komara demokratî ya Kongo, Komara Afrîka Navîn, Ruwanda, Sao Tomé-et-Principe, Senegal, Sierra Leone, Somali, Sudan, Tanzanie, Çad, Togo, Zambi.
06. Hesabên di naveroka nivîsê de tev ji nû ve wekî Euro hatine hesabkirin, ji bo hêsankirina xwendinê.
07. Afrîka başûr , Algérie, Botswana, Misir, Gabon, Guineya Ekvator, Libya, Maroc, Maurice, Namibie, Nigeria, Namibie, Seychelles, Swaziland ût Tunus.
08. « Rapora salane ya 2008 », BAD-FAD, Dakar, Sénégal, 12-14 gulan 2009, pp. 179 et 180.
09. « Rapora salane 2008 », op. cit., pp. 263.
10. « Rapora salane 2008 », op. cit., pp. 286, 48 et 49.
11. Îstatîstkên ji bo Afrika’yê 2009, BAD, Tunis, 2009, p. 53.
12. « Regional Economic Outlook : Sub-Saharan Africa. Weathering the Storm », Fona pere ya navnetewî Washington D. C., 2009.
13. Donald Kaberuka, « From the Digital Divide to the silent Digital Revolution, Statement at the Assembly of the African Union », BAD, 14mîn civîna asayî, 31 janvier 2010, Addis Abeba, Ethiopie, p. 3.
14. Not û puan ji aliyê ajansên pispor ve tên dayîn (Standard & Poor's, Moody's, Fitch Ratings, et Japan Credit Rating, etc.).
15. Botswana weke model tê girtin, «rêvebiriyeke serkeftî » li Afrika’yê hesabek « şefaf », çavkaniyeke « serbixwe ».
16. Moody's Global Sovereign, « African development bank. Credit Analysis », Londres, îlon 2009.
17. Lire Anne-Cécile Robert, « ji Conakry heta Nairobi, gelê afrîkî dengê xwe didin, lê belê biryar nadin, », Le Monde diplomatique, sibat 2010.
18. « Rapora salane 2008 », op. cit. pp. 24, 34, 35.