Baregehên amerîkî yên bê sînor

Leşkerparêzî li dijî destûra bingehîn
Translator

Li 6ê çîleya dawî, Robert Gates wezîrê amerîkî yê parastinê da zanîn ku dê bandora rewşa fînansî ya xedar a neteweyê li ser ref û teçhîzatên artêşê jî çêbibe. Dîsa jî, digel 553 mîlyar dolarên ji bo 2012ê, pêşbîn, budceya leşkerî wê hîn zêde bibe -tevî rîskeke rabûna tansîyonan.

Serhildanên li Rojhilata Navîn, ku di meha 10an de li Tûnisê dest pê kiribûn, nîşan da ku stratejiya amerîkî ne di cih de bû. Pergala baregehan, di çarçoveya siyasetekê de hatibû avakirin, ku bi tenê ji ber gefên li dij ewlekarîya amerîkî fikaran dike û mebesta wê pergaleke navneteweyî ya li jêr serokatîyeke amerîkî ye. Di dema niha de gef wekî "dewleta eşqîya" (Îran), Çîn yan jî Rûsya ye, ku wekî ku "ji nû ve vedije" tê bi nav kirin. Ev gef li Rojhilata Navîn wekî rêxistinên tundrew ên îslamî (yên wek El Qaîde yan jî ya ku li dû wê tê), rûxandin û piştgirî dayîna serhildanên li dij hikûmetên hevgirên Amerîkayê yan jî rasterast êrişbirina bi ser Amerîka yan jî Îsraîlê de ye. Piranîya van hevgirên Amerîkayê desthilatdarîyên otorîter bûn, lê belê li Washingtonê her kes difikirî ku ev pergala xwezayî ya cîhana erebî ye û heta ku Dewletên Yekgirtî, wekî ku niha li Iraq û Afganistanê hewlê dide ku bike, lê belê ne serkevtî ye, bi xwe demokrasiyê nebe wan deran ev yek nayê guhertin.

Tevgerên gelî yên ereb ên demokrasîperwer û ne olî, ku oldar û radîkalên îslamî hema hema qet tê de beşdar nebûn, wekî surprîz derketin holê. Dewletên Yekgirtî bi leşkerên xwe mudaxeleyî karên navxweyî yên van welatan bikiriya, ên wekî Misir û Tûnis û heta Bahreyn jî, ku bingeheke hêzên deryayî ya amerîkî lê ye, da ku berevanîya rejîmên hevgirên xwe yên berê bike, ku ev rejîm ji aliyê Washingtonê ve ciddî nedihatin dîtin û van rejîman ji alîyê gelê amerîkî ve yan piştgirîyekê pir kêm didît yan jî tu piştgirî nedidît.

Ji balyozan bibandortir in

Dema wê hatîye ku pirseke bingehîn were kirin. Gelo ji bo Dewletên Yekgirtî xetayeke kambax bû ku wê ji zêdeyî bi hezaran baregeh û binkeyên leşkerî û qereqolan, pergaleke cîhanî ava kir ku seranser e û jê veger tuneye? Ev pergal ji bo bihêzxistina ewlekarîya neteweyî ya amerîkî hatibû afirandin, lê belê heger vê pergalê bi tahrîkkirina şer û pevçûnan û bi avakirina neewlekarîyeke gelek mezin a neteweyî, ya ku mebesta wê pêşîlêgirtina wê bû, dijberî vê yekê kiribe?

Argumanên herî bibandor ên dijberî pergala bingehên gerdûnî, siyasî û ’amelî ne. Baregehên leşkerî yên DY bûn sedema peydabûna fikar, neyartî û sawa ji ber Dewletên Yekgirtî û wê pergalê li Afxanistan û Iraqê rê li şerên bêwate, nehewce, nekêrhatî û xwetêkbir vekir û niha weha xuya dike ku mudaxeleyên berfireh ên amerîkî vedixwînin Pakistan, Yemen û Qiloça Afrîkayê (2). Êrişên 9/11ê, li gor Osama bin Laden, ji alîyê "kufurbûna" bingehên leşkerî yên DY yên li ser xakên pîroz ên Erebistana Suûdî ve hatibûn pîj kirin. Pergala bingehên gerdûnî, weha xuya ye, ku ber bi afirandin û kûrtirkirina neewlekarîya mezin diçe û da ku xwe biheq derxe, hertim davêje wan.

Leşkerkêşîya gerdûnî ya heyî ya Dewletên Yekgirtî weha dixuye ku ne berhema planeke hişmendî ye, ne jî bi nezanî hatîye çêkirin. Ev leşkerkêşî bi qismî encama xwezayî ya burokrasîya bêkontrolmayî ye. Di dawîya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de raya giştî daxwaz kir ku leşkerkêşîya dema şer a Amerîkayê bi lezgînî were ji hev xistin ku çavdêrîya wê encax piştî rûdana Şerê Sar hatibû kirin. Mudaxaleya Dewletên Yekgirtî ya bi ser Vîetnamê li Asyaya Başûrê Rojhilat hin berfirehtirbûnên bingehîn anîn, lê belê piştî têkçûna wê ya li Vîetnamê artêşa amerîkî lê hay bû ku li dij berxwedanê êdî tiştekî din dikare were kirin û zûka berê xwe da dîsa-rêkxistin û bernameyeke perwerdehîyê ji bo wê yekê ku hîna jî wekî mîsyona xwe ya sereke didît: seferberîya li Ewropayê li dij dagirkerîyeke pêkan a Sovyetan. Ev yek talîyê di Yekemîn Şerê Kendavê de rê li Blitzkrieg (3) a li dij Iraqê vekir û Amerîkayê li jêr Doktrîna Powell şer kir ku ev doktrîn xwedî piştgirîyeke berfireh û hêzeke qewî bû û li ser armanca xwe nîskokhatî bû û bi vekişîneke ji nişka ve bi dawî hat.

Leşkerkêşîya gerdûnî û biheqderxistina wê ya fikrî ji bo bi-xwe-ewlebûna artêşê fenomen in, ku careke din hatin bi dest xistin. Di dumahîya salên Clinton de heta şerê li Yugoslavyaya berê, Dewletên Yekgirtî xwe ji mudaxeleyên leşkerî yên derveyî welêt bi dûr xist. Pentagonê ji derfeta berfirehtirkirina rola xwe û dagîrkirina qada burokratîk û herweha ji dagîrkirina baregeha sereke ya li Balkanan, li Kosovayê sûd wergirt.

Wekî ku Dana Priest di pirtûka xwe ya bi navê The Mission (4) de dinivîse, berfirehtirkirina baregehên gerdûnî bêyî ku bi gelemperî bala çapemenî û raya giştî were kişandin pêk hat. Dema ku dezgehên dîplomatîk û CIA [Dezgeha Navendî ya Îstîxbaratê], ku ji wan re hindik pere dihat terxan kirin, di wan rewşên navneteweyî de, wekî neasayî dixuyan, bersivên neafirinêr û nemunasîb didan, artêşa ku bi domdarî baş dihat fînanse kirin, hertim li ber destê serok bûn. Çareserîyên leşkerî yên pêşnîyarkirî erênî, bilez û yekalî bûn û hêzên çekdar amade bûn ku fermanan bêyî ku nîqaş bikin bi cih bînin. Bi vî awayî wan xeyala hêza amerîkî û serokatîya cîhanê him ji raya netewî û him ji ya navneteweyî re ragihand.

Vê yekê, bi awayekî mantiqî, rista artêşê di siyaseta derve ya DY de bihêztir kir. Bi Serfermandarîya Navendî ya li Tampa, Florîdayê ji bo belayên li Rojhilata Navîn berpirsîyarîya leşkerî hatibû dayîn, ku wê demê ji alîyê General Anthony Zinni yê azwer û xwedîyê hêza îqnakirinê, dihat bi rê ve birin. Ev bû destpêk ku ji bo deverên din ên cîhanê pergala fermandarîyên herêmî were ava kirin, ku xwedî fermandarên ferekesî, personelên plankirinê û qabilîyeta hareketê bûn. Bi vî awayî walîyên leşkerî yên DY peyda bûn, wekî Serfermanderên ("CinCs") herêmî yên baş finansekirî û serbixwe hêzdar, ku li herêmên destûrmendîya xwe de rasterast bi karbidestên siyasî û herweha bi yên leşkerî têkildar dibûn. Ev kes paşê di demeke kurt de ji balyozên DY zêdetir bûn xwedî bandor.

Bi hatina birêveberîya George W. Bush re, Donald Rumsfeld li hember çanda leşkerî ya DY rawestîya; biryardar bû ku "kontrola sivîl a li ser artêşê" ji burokrasîya Pentagonê rizgar bike, ku wî ev burokrasî wekî firehbûneke nepixî û bêbandorîyeke qirase didît. Wî herweha neyarên din ên navxweyî yên li dij pergala xwe ya nû jî dîtin: çavdêrîya kongresê û dadgehê ya li ser hêza birêveber [hikûmetê].

Ji alîyê DY ve sala 2001ê bi yekîneyên operasyonên taybet û hêzên asmanî yên di warê teknolojîyê de pêşketî û bi piştgirîya Hevgirtina Bakûrî, ku tajîk tê de dîyarker bûn, dagîrkirina Afxanistanê, pêşkeşkirina wî tiştî bû ku Rumsfeld wekî dahatûya seferberîyê tesewir dikir. Rumsfeld ew wêneya navdar hertim li nivîsgeha xwe hişt, ku tê de efserekî Hêzên Taybet ên DY bi bayê brûskê hespê xwe dibezîne û mumkin e ku ji bo serkeftineke li hember Talîban rê nîşan dida êrişên asmanî yên B-52 û hevkarên xwe yên herêmî. Alozîya piştî dagîrkirina Iraqê, ku li dû "şok û sawa" serkeftî ya bi destxistina Bexdayê rû da, welat û ji nû ve avakirina welêt bi giştî di destên Wezareta Berevanîyê de hat hiştin. Dawîya dawî, versîyona klasîk a çalakîyên dij-berxwedanê yên General David Petraeus, digel alîkarîya darayî ji bo eşîran da ku li dij berxwedanê şer bikin û "herikandina" yekîneyan a sala 2007ê, şert û merc hatin amadekirin ku di adara 2010ê de hilbijartinên neteweyî pêk werin. Hikûmeteke seqemgîr hîna jî nehatiye ava kirin. Bernameya Petraeus a dij-berxwedanê niha, bêyî ku serkeftineke wê ya berbiçav hebe, li Afxanistanê tê sepandin.

Pergala baregehên gerdûnî ji bo parastina berjewendîyên serwextî yên derveyî welêt ên DY û ji bo pêkanîna mudaxeleyên gerdûnî (yan jî ya rast heger were xwestin şerekî cîhanî bide dest pê kirin) hatibû damezirandin. Bi vê pergalê re armanc pêşîlêgirtina şer e, lê belê pergalê, ji destpêkê ve, rêbaz, derfet û cesaret da mudaxaleyên leşkerî yên DY yên li welatên bîyanî.

Di dawîya sala 1993ê de Samuel Huntington di kovara Foreign Affairs de nivîsî ku "şerê cîhanî yê ku di dorê de ye" dê nebe pevçûna dewletan lê belê ya şaristanîyan û bala raya giştî ya navneteweyî kişand.(5) Mînaka ku wî bi awayekî spekulatîf dida, ji bo desthilatdarîya gerdûnî şerek di navbera Rojava û şaristanîyên îslamî de bû. Wî herweha digot ku çînî (Şaristanîya Konfuçyûsî) dê bibin alîgir û hevgirên ereban.

Gumana wî hat peyîtandin ku xelet e –her wekî argumena wekî ya wî ya 2001ê ya Serok George W. Bush ku digot nefreta li dij azadîyên rojavayî bûye egera tundrewên (ekstremîstên) îslamî. Di rastîyê de, berzbûna tundrewî û piştgirîya zêde ji bo paşdeanîna Şerî´etê, bi şiroveya wê ya hişk a doktrînên Qur’anê, berhema krîzeke xeternak a nav Îslamê bi xwe ye. Mebestên tevgera îslamî pakkirina çalakîyên muslimanan û nehiştina bandora rojavayî ye– ne dagirkirina Rojavayê ye.

El Qaîde berhema komeke faktoran e: vejîna ramana tundrew a îslamî di sedsala 20ê de, di hewldanên avakirina "Neteweyeke Yekgirtî ya Ereb" a serkeftî de biserneketina dewletên ereban û wekî encama wê parvekirina emperyalîst a rojhilata Deryaya Spî ya di navbera Împaratorîya Brîtanya û Fransayê de û herweha parçebûna Filîstînê û avabûna Îsraîlê. Siyaseta DY ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, Erebistana Suûdî û Îran kirin mişterîyên DY û hêsan didît ku Îslam şêwazeke paşdemayî [mîada xwe tije kirî] ya jîyanê ye û qedera wê ye ku versîyoneke nûjenîyê, ku niha li Rojavayê heye, şûna wê bigire. Ev yek xwe li ser wê ferzkirina tewş dispêre ya ku dibêje hemû şaristanî ber bi soxîneke hevpar ve diçin û Dewletên Yekgirtî û hevgirên wê di vê pêvajoyê de ên herî pêşketî ne.

Weha tê ferz kirin; ji ber ku zanist û teknolojî weha pêş ve diçin, çand û pergalên polîtik jî weha dikin. Lê belê Romaya xav bi buhaya şaristanîya berz a yûnanî bilind bû û çandên Misir, Mezopotamya û Persî berî yên wan her duyan dihatin. Încîl bû ku têgiha dîrokê wekî pêvajoya pêşveçûnê bi nav dikir, ku ber bi encamên rizgarker ve diçe û her tiştê ku berî wê hatîye watedar dike.

Vê yekê bingeha mîllenaryanîzma (6) sekuler avêt, ku di dumahî û piştî Serdema Ronakîyê de pêş de çû. Talîyê tevgerên totalîter ên mîllenaryanên nûjen ên wekî Marksîzm-Lenînîzm û Sosyalîzma Neteweyî jî lê zêde bûn. Utopîzmayeke siyasî, ku ji kokeke wekî wê dihat, li siyaseta derve ya DY hukim kir, nemaze ji dema Woodrow Wilson û pê ve, lê belê ev yek dawîya dawî ji muhafazakarîya kalvînîst peyda dibe, ku ew jî ya Hecîyên amerîkî ye. – nihêrîna ku dibêje Komeleya Rizgarkirî ya Xwedê li ser dunyayê ava dibe û ev têgihek e ku îro li cem hin alîyên siyasî yên amerîkî û oldarên protestan hebûna xwe berdewam dike.

Bawerîya ku dibêje qedera Amerîkayê ye ku demokrasîyê bîne dunyayê û ew yek "karê Amerîkayê ye ku dunyayê biguherîne û herweha xeyala wê ye jî" (Wekî ku Condoleezza Rice du salan berê di Foreign Affairs de nivîsîbû) bi awayekî qismî ji zêdebûna neasayî ya bandora leşkerî ya li ser hikûmeta DY û ji çanda polîtîk a welêt berpirsîyar e.

Dîrokzan Andrew Bacevich niqaş dike ku qurretî (serbilindîya zêde) digel pêşketina mîlîtarîzmeke nû ya amerîkî hatiye. Di dema Şerê Sar de bîrdozîya siyasî ya amerîkî bû hestîyar û teqlîdeke basît a şêwaza Lênînîst a Marksîzmê, ku wê demê Dewletên Yekgirtî li dijî wê şer dikir. Vê bîrdozîyê weha ferz dikir ku nîyetên baş û îdealên demokratîk ên Washingtonê bi giştî bûn, lê li derveyî bloka komunîst bi awayekî gerdûnî dihatin pejirandin.

Bacevich dinivîse ku di destpêka Şerê Vîetnamê de, "Amerîkî pê îqna bûbûn ku nêzîkbûna herî baş a ewlekarî û rizgarîyê bi şûr [mumkin bû]". Ew herweha dibêje ku amerîkîyan weha bawer dikir ku "Dinyaya ku ew tê de dijîn îro ji her demê bêhtir xeternak e û divê ew hewldanên wan werin xurttir kirin" û wan ev yek "wekî peywirekê qebûl kir."(7) Wekî encama vê yekê, fikira belavkirina hêzan bi awayekî gerdûnî veguherî "çalakîyeke asayî, merceke normal, ku alternatîfên din ên maqûl jê re tunebûn." Dewletên Yekgirtî îro taybetmendîyên dewleteke klasîk a mîlitarîst, nîşan dide; xwedî civakek e, ku tê de daxwazên leşkerî û ewlekarîya navxweyî esasî ne û nihêrîna wê ya siyasî bi wan gefên mezin obsesîv e, ku hîna pêk nehatine.

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê her ku diçe vediguhere serokekî bi niyeta baş ku aktorên bîyanî yên siyasî hêzdartir dike ku der û dora wan pir caran îspat dibin ku ne durustin û -bi qewla alîkarê berê yê serok Dick Cheney- ji xwe re "pêştirîyên din" peyda dikin. Bi xweşbînîyeke bêesil û bi awayekî misoger hat ragihandin ku Iraq demokrasîyek e, ku wê DY di sala 2011ê de hemû yekîneyên xwe yên bi unîforma jê vekişîne. Her ku pê diçe, di meseleya Afxanistanê de jî weha xuya dike ku vekişîn hişê rêveberîya Obama meşxul dike, lê belê di heman demê de Pentagon li Afxanistanê baregeheke "mayînde" ava dike da ku wekî navendeke amerîkî ji bo hêza stratejîk a li herêmê xizmetê bike. Lê belê Talîbanê dîyar kir ku vekişîneke bi giştî ya hêzên amerîkî û NATOyê, şertê bingehîn ê hemû lihevhatinên aştîyê ye. Ev yek aşkere ye ku wê di warê biryarên dahatû yên siyasetê birêveberîya Obama de mijareke navendî be. Guman e ku ne tenê Pentagon dê li dij vekişînê derkeve (ji ber ku nîşaneya têkçûnê ye) lê her weha muxalefeta komarperwer û populîstên nav welêt ên li dij Serok Barack Obama jî. Pergala heyî ya baregehên gerdûnî aşkere ye ku li hember hemû lihevhatinên li herêmê astenga bingehîn e.

Dewletên Yekgirtî ku niha xwedî hêzên leşkerî yên ji hemû raqîb û hevgirên xwe mezintir e, veguherîbû neteweyeke weha, ku dilê wê ji artêşên mayînde dixelîya. Danezana Mafên Mirovan a DY, ku li ser destûra sala 1787ê hatibû zêde kirin, digot "Her çend hêzên çekdar ên başbirêvebirî ji bo ewlekarîya dewleteke serbixwe hewce ne jî mafên kesan ji bo hilgirtin û bi xwe re gerandina çekan nabe ku were bin pê kirin." Lê belê heta Xala I a Beşa 8emîn a Destûrê qala artêşeke federal nehatiye kirin. Paragrafeke têkildar, bi awayekî giştî, dibêje ku Kongres xwedîya wê destûrmendîyê ye ku "artêşan mezintir bike û piştgirîyê bide wan, lê belê tu terxankirina pere ji bo wê bikaranînê nabe ku ji bo maweyeke zêdeyî du salan be." Paragrafeke din ku di heman beşê de ye ji bo mobîlîzekirina hêzên çekdar ên dewletê da ku "Qanûnên Yekîtîyê bisepîne, serhildanan bitepisîne û dagîrkerîyê biqewirîne" guncan dike, lê belê destûra leşkerdayînê ji dewletên [yekîtîyê] re hatiye hiştin û divê leşker ji alîyê dewletan ve "li gorî dîsîplîna ku ji alîyê Kongresê ve hatîye danîn" werin perwerde kirin. Beşa II a Destûrê, ku sebaret bi hêza birêveber e [hikûmet], dibêje divê bi tenê Serok "bibe Serfermandarê Artêş û Sîtol [hêzên deryayî] û hêzên çekdar ên dewletan, heger ku ji bo xizmeta fi’îlî ya Dewletên Yekgirtî bang li wan hatibe kirin."

Raya giştî ya amerîkî heta naverasta sedsala bîstemîn dijberî artêşên mayînde bû. Di rûdana Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, artêşa DY ji 175 000 neferên profesyonel pêk dihat. Terhîskirina lezgîn a piştî şer ji ber rûdana Şerê Sar hat giran kirin û piştî wê jî artêşa DY heta piştî Şerê Vîetnamê wekî xizmeta mecbûrî ma. (ku li Amerîkayê di dema aştîyê de mînakeke weha tunebû) Ji ber vê yekê xizmetên artêşa DY wekî artêşa hevwelatîyan ma, heyeta efseran him ji hêmanên xwedî bandor û hejmareke zêde ya efserên yêdek ên mobîlîze û him jî ji efserên nûhatî yên artêşa xizmeta mecbûrî pêk dihat.

Vê artêşê neteweyek Ji xwe re qezenc kir

Encama herî girîng a pêkanîna artêşeke profesyonel, ji dêlva artêşa hevwelatîyan, ew e ku navgîneke hêza neteweyî hat afirandin, ku êdî rasterast li hember gel berpirsîyar nîne [hesab nade gel]. Ji ber vê yekê artêşeke profesyonel heye –ku bi qasî hejmara leşkeran sivîlên bi pere lê hatine zêde kirin– ku rasterast li hember Pentagonê berpirsîyar e û xizmeta "tesîsên sanayîya leşkerî" dikin ya ku Dwight Eisenhower (8) bi dehan sal berî niha li dij bandora wan hişyarî dabû. Sanayîyên Berevanî û Ewlekarîyê îro hêmanên herî girîng ên aborîya hilberîner a DY ne û berjewendîyên wan ên hevbeş niha di wê rewşê de ye ku bandorê li Kongresê û herweha li birêveberîyên bêtecrube dikin. Bêyî ku mubalexeyeke serreçûyî hebe, mirov dikare bibêje ku Dewletên Yekgirtî îro, wekî ku berê ji bo Prûsyayê dihat gotin, dewletek e ku xwedîya wê artêşa wê bi xwe ye.

Di navbera destpêka Şerê Sar a li Ewropayê û şerê niha yê li Afxanistanê de serdemek derbas bû ku tê de Şerê Koreyê, Şerê Vîetnamê û dagirkirina Kamboçyayê; mudaxeleyên DY yên li Lubnan, Grenada, Panama, Komara Domînîk, El Salvador (nerasterast), Somalî (bi hevkarîya UN ku piştî wê sponsorîya dagîrkirina Somalî ya ji alîyê Etîopyayê kir) û du caran dagirkirina Iraqê û carekê jî dagirkirina Afxanistanê hebûn, ku ji bilî Şerê Kendavê yek jî heq nake ku wekî serkeftinekê were bi nav kirin.

Di nav sînorên xwe de Dewletên Yekgirtî li hember têkçûneke kelepûrî zexm e, dikare bidebire; lê belê heger leşkerên wê bo cihekî din hatibin şandin, ev yek nikare were gotin. Pêkan nîne ku ewlekarîya DY di siyaseta derve ya nemudaxalekar de were dîtin; hatiye dîyar kirin da ku bêyî ku baregehên leşkerî li pey xwe bihêle, vekişîneke lihevkirî ya ji Afxanistan û Iraqê pêk bîne, û di meseleyên xelkên din de dev ji siyaseta mudaxaleya leşkerî berde û bihêle ku ew çareyên pirsgirêkên xwe bi xwe peyda bikin. Guherîneke weha tûj a siyaseta îro û a nêzîk a DY, him li welêt him jî li derveyî welêt, bêyî berdelên giran ên polîtîk, ne guncan e. Dîsa jî ji bo çîna siyasetmedar û serokatîya Dewletên Yekgirtî dem hatiye ku berê neteweya xwe biguherînin.

Çavkanî

© Mafçap 2010 a William Pfaff.
Hemû maf parastî ne. Ev gotar versîyona hinek guhertî û rojanekirî ya gotara bi navê "Manufacturing Insecurity, How Militarism Endangers America,"[Hilberîna Neewlekarîyê, Mîlîtarîzm Amerîkayê Çawa Dixe bin Xeteran] e ku cara pêşîn di kovara Foreign Affairs de hatiye weşandin. (New York, çirîya pêşîn/paşîn 2010)

William Pfaff:
Nivîskarê pirtûka bi navê The Irony of Manifest Destiny, The Tragedy of America’s Foreign Policy (Îronîya Çarenûsa Aşkere (•), Trajedîya Siyaseta Derve ya Amerîkî) ku di sala 2010ê de ji alîyê Walker Books ve li New Yorkê hatîye weşandin. Birêz Pfaff wekî din gotarnivîsê taybet ê rojnameya The International Herald Tribune û tevkarê The New York Review of Books (Rexnegirê Pirtûkan a New Yorkê) û her weha yê weşanên amerîkî û ewropî ye.

• Andrew J. Bacevich, The New American Militarism: How Americans Are Seduced by War, Oxford University Press, NewYork, 2005

  1. Jêrenota Wergêr: Têgiha "Çarenûsa Aşkere" an ku Manifest Destiny bawerîya sedsala 19emîn e ya ku digot çarenûsa Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê ye ku li seranserî parzemîna Amerîkaya Bakûr (Ji Atlantîkê heta Pasîfîkê) belav bibe. Ev têgih cara pêşîn di tîrmeha 1845ê de ji alîyê John L. O'Sullivan ve di kovara United States Magazine and Democratic Review de hatiye bi kar anîn. Her weha di salên 1840ê de ji alîyê demokratan ve ji bo biheq nîşandana şerê li dijî Meksîkayê jî hatiye bi kar anîn
  2. Jêrenota Wergêr: Qiloça Afrîkayê herêmek e li bakûrê rojhilat a Afrîkayê û ji van welatan pêk tê: Erîtrea, Cîbûtî, Etîopya û Somalî
  3. Jêrenota Wergêr: Blitzkrieg: Têgiheke almanî ye ku tê wateya Şerê Birûskî anku êrişa ji nişka ve
  4. The Mission (Mîsyon, Peywir) Norton, New York, 2004. The Mission.Waging War and Keeping Peace with America’s Military
  5. "The Clash of Civilizations?", ForeignAffairs, Tampa, été 1993
  6. Jêrenota Wergêr: Millenarianism (Hezarsalgerî) Bawerîya kom an jî tevgereke olî, civakî yan siyasî ye ku dibêje di demeke nêzîk de civak dê bi awayekî berbiçav were guhertin ku paşê tu tişt dê wekî xwe nemîne û wê serdemeke nû dest pê bike. Bingeha vê bawerîyê digihîje Eskatalogyaya Mesîhîyan (zanîna li ser roja qîyametê) ya ku li benda vegera Îsa Mesîh e da ku Qralîyeta Xwedê ava bike. Li gor vê bawerîyê ev deshilatdarî dê hezar salan dom bike. Lewma navê hezarsal (mîllenyûm) lê tê kirin
  7. Andrew J. Bacevich, The New American Militarism: How Americans Are Seduced by War, Oxford University Press, NewYork, 2005
  8. Jêrenota Wergêr: Dwight Eisenhower, generalekî 5-stêrkî bû û paşê ji komarxwazan wekî 34emîn Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê hat hilbijartin. Di navbera salên 1953-1961ê de ji bo du serdeman serokatî kiriye

Wergera ji îngilîzî: Celîl Kaya