Başûrê Sûdanê – dema damezirandina dewletekê hatiye

Sûdan
Translator

Piştî jimartina dengên referanduma 9ê çileya 2011ê ya di bin çavdêrîya Neteweyên Yekgirtî (NY) de pêk hat, dê Başûrê Sûdanê ku bi piranî xiristîyan e, fermî serbixwe be. Di rastîyê de ji derveyî daxwaza cudaxwaziyê ya Bakûrê Misilman hîç tiştekî din tune ku şekil dide dewleta dahatû ya ji 5 milyonan. Khartoum di encama referandûmê de herî kêm sedî 60 beşdarîya hilbijartinan û sedî 51 deng ji bo cudaxwaziyê daxwaz dike da ku Sûdana Başûr mîna dewleteke serbixwe nas bike û pê re li ser bikaranîna kanîyên xwe yên petrolê bazarê bike.

Li paytexta Sûdana Başûr Cûba piştî şer, qaîdeya aborî ya neqanûnî (qanûna rojavayê dirinde) hikumferma ye: Mîna heywanên hesinî piştî felaketa agirekî mezin ji her quncikê ve învestor û dewlemendên şer herikîn, hatin. Ew li pişt kepenkên giran rûdinên, pere diguherin, yan jî malên erzan ji Çînê tînin û difiroşin, di demeke nêzîk de dibin xwediyên daîreyên luks. Avakirina tiştekî civakî wan elaqedar nake. Bajarê ku li ser taxên hejar û avahîyên qilopilo par ve bûye li ser rêya transportê ji aliyê başûr, ji ser dewletên hawirdor Uganda, Kenya û Komara Demokratîk Kongo ve, tê xwedî kirin. Kamyon ji bo qezenca xwe bikin, rojane malên zarûrî tînin bajêr.

Gava mirov li ser vê rêyê ji bajarê Cûba derdikeve, welat rûyekî gelek cuda nîşan dide. Avakirina rêyan û guhertina pirên ku ji aliyê şer ve hatine xirab kirin, ji aliyê dezgehên alîkar yên DYA ve tên çêkirin, lê ev yek wiha ye, mîna ku heroroj ji nû ve ava bikin. Giyayên dirinde xwe berdidin heta ser rê, xweza bi xetên şewatê û birînên şer ve vegirtî ye; dîmen hîn demeke dirêj xwe ji birînê xilas nake. Makîneya mayinger dikeve nav kursê, li ser zeviyên ku bi saetan tên dorpêçkirin, mayinger dixebitin, jin û mêr bi çîzme, rûyên wan bi kumên qeynaxê veşartî, bi gavên gelek hêdî li ser zemînê dimeşin. Erdê santîm bi santîm dikolin û ji mayinên gilover û ji têlên hesin yên dipekin (Drahtmienen) ku li her derê belav bûne, mayinên pepûle yên ku gava zarok bi kêf wan kişf dikin, diteqin û wan difirînin hewayê. Karkerek di rojekê de dikare neh mêtrekare çêbike.

Eastern Equatoria (Ekvatora Rojhilat), yek ji neh herêman e û digihîje sînorê Ugandayê. Herêma Magwi Country li vê derê ye. Navenda wê taxa Magwi bi tirimbêlê çar saet ji Cûbayê dûr e. Hema bêje niştecîyên wê derê tu caran neçûne bajêr. Li dibistana navîn ya ku berî sê salan bi pereyên alîkarên biyanî ji nû ve hatiye ava kirin, ji pêncsedan zêdetir şagird hene. Şanzdeh mamoste di destên wan de şiv lêpirsîna dersan dikin. Ji rewşa şagirdên di nav heman unîformayên dibistanê yên kesk de ku ew tenê wek unîforma dixuyên, mirov ferq dike ku ew di bin zextê de ne. Keç li ser rê, li pêş tirimbêlên ku derbas dibin, radiwestin û mîna şagirdên wezîfedar ên dema berê, heta erdê xwe ditewînin. Xanîyên wan kulubeyên kerpîç yên gilover li çep û rastên rê ne, ew danê dereng yê rojê bi sivnikan dimalin û bi tenekeyên zer li ser serên xwe avê ji bîrê tînin. Li Magwîyê ne borîyên avê ne jî ceryan hene.

Di avahîyeke yekodeyî de zatê komîs(yon)er rûdinê ku ew li her herêma îdarî, ji aliyê polîtîk kesê herî girîng e. Kî bê vê derê divê li benda wî bimîne. Zatê alî bixwe bejindirêj e, unîformaya ûtîkirî lê ye û ev yek nîşaneya endametîya wî ye ku ew têkoşerê Artêşa Rizgarîya Gelê Sûdanê ye (Sudanese People’s Liberation Army-SPLA). Pêwîstîya wî di derenceya yekemîn de bi pereyan heye, ji ber vê yekê, ji şirketên peredar yên biyanî gelek hez dike ku hejmarek zêde ji wan li herêmê hene û sedema vê yekê hêsan tê fam kirin: Ew wan wek hedefa hêrîşê dibîne û hewl dide, bi çi taktîkan feyde ji wan werbigire. Buroya wî ya tarî bi maseyeke giran hema bêje tijî bûye. Li dawîyê podyûmeke, ew cîyê ku pal daye rûniştiye, yekmaseyî û kursiyeke xebatê heye. Plansazî ne karê wî ye, ji bo vê yekê bang li karmendê xwe yê birêveber dike. Ew tê û li tenişta wî di navbera kursiyan de cî digire – ne qiral, ne şirîk – û hewl dide ku pêşniyaza komîs(yon)er li gundekî li ser çîyayên berz fînansekirina cîyê firoşgeh yan jî dibistanekê ku destûra komîs(yon)er gerek e, bi awayê dîplomatîk bi sînor bike. Hewldaneke wêrek, ji ber ku derûnîya komîs(yon)er guhêrbar e, dikare ji burokratekî henûn, xwe gelek zû vebiguherîne ser şervanîya xwe.

Karmendê ku endezyarekî bi dîploma ye, gava li ber derî be, ramana xwe serbest dibêje. Pirs ew e ku mirov bigihîje xelkê, bigihîje her kesekî/ê; divê mirov dijminan li hev bîne, ferasetê peyda bike, welew ku avasazîyên dewletê hîn ne di wê rewşê de bin jî. Li ser hezkirina mirovan dipeyive ku ev ji bo her modela dewletê bingeheke misoger e. Ew xiristîyan e û gava bi kesekî/ê re tenê dipeyive, îma dike ku ew ê zêde li ser karmendîya xwe ya li gund nemîne. Pêwîstî bi wî ji bo qedemeyên bilindtir heye, ji ber ku ji bo dewleta dahatû kêm kesên perwerdebûyî hene.

Aktorên wek wî divê berîya referandûmê fikir bidin niştecîyan ka dengên wan ji bo serxwebûnê çiqas girîng e. Tevlihevîya komên gel yên li navçeya Magwi ku ji eşîrên Acholi û Madi pêk tên, bi ser de hindikahîyên Lulobo, Latuka û Bor-Dinka, rewşê zor dike. Bi ser de jî penaberên bi paş ve vedigerin, dibînin ku parçeyekî zeviyê wan ê hebû jî, ji aliyê kesên din ve hatiye dagîr kirin, ev yek narehetîyê peyda dike. Çi van mirovan hemûyan bi hev re girê bide, pêwîstî bi ronîkirina wan li ser wate û armanca dewletê heye. Lavakirinên hestiyar yên serokê Sûdana Başûr Salva Kiir wek vîzyonên diwarojê kêm alîkar in: "Şehîdên me bê sebeb neketine. Temamkirina afirendêrîya wan a mezin li ser me ye! Hinek behsa cudabûnê dikin, hinekên din dibêjin veqetîn. Ji bo min şansek e ku mirov bi dengê xwe dawî li kolonîzasyonê bîne!" Gava li bazara Magwi xelk di radyoyê de guh dide vê peyamê, hinek şaşmayî dixuye.

Daxwaza serxwebûna polîtîk xurt e, lê nedîtbar e; gava mirov tên ba hev, ev yek ji bo wan gelek zelal dibe, – bi alîkariya Xwedê û hejmareke şirketên peredar – pirs ewlekarîya xurek û kêmtirîn mûçe ye. Li vê derê, di nav rêncberên piçûk de pirsgirêka tayînker ev e: Ji bo ez jiyana xwe bidomînim, çi yê min heye? Li vir û li wîr rêzexebat û semîner li ser pêşveçûna werze (zîreat), tenduristî, komelgehî tên çêkirin. Pêşveçûn gotinek e ku hêvîyê dide, lê piştî salan ku alîkarîya xurekê bê pere hatibû belavkirin, êdî plankirin pêwîst e.

Belkî ev yek bi zîhniyeta standinê ve girêdayî, bûye bingeh ku bi temamî bê vîzyonên îdolojîk derbas dibin. Tiştê polîtîk bi yê îdolojîk re bi temamî helîyaye, her yek ji bo mafê xwe yê şexsî têdikoşe. Mîna ku şerê navxweyî yê bêdawî modela dewletê vemirandîye, parametroya "pêşveçûn" bi yên dinyaya global hema wek hev in: tunebûna şer û mezinbûna aborî, qewîkirina komelgehî wek bingeha civakê girîng nayê dîtin. Ew ji ber şer bû, dibêjin Xebatkarên Pêşvebirina Civakê (Community Development Workers) yên ku bi salan e di xebata alîkarîya acîl de cî digirin: Evê yekê herkes fêr kir ku karibe bi tena serê xwe bijî. Civaka berê ku di nav têkilîyên eşîretî de girtî mabû, êdî nameşe. Berê xebatên bi hev re ku ji alîyê serek ve organîze dibûn, karê çandinî yan çareserîya ji holêrakirina zirarên xwezayê, êdî tenê bi pereyan çêdibin. Kî îroj serek be, ev tenê rutbeyekî şeklî ye, nîşana pîrbûnê ye. Ew êdî nikare ji mêrên ciwan yên wek şervan derketine pêş, yan ji sirgunê bi paş ve vegerîyane, tiştekî bibêje. Zêdetir du ji sêyan niştecî di bin 25 salî de ne. Mirov nizane, di sîstema desthilatdar de jihevketin û hevalbendîyên nû xetere ye yan bi awayekî tên maneya paqijî û îstîqrarê.

Ji bo civîna agahdarîya li ser kredîyên piçûk ya li herêma ser sînorê Nimule, çar serek jî hatibûn. Bedenên wan ên ji tesîra birçîtî û alkolê qelsketî eşkere dibû; gava radibûn piya, tenê di xwerastkirina herî dawî de parîkek helwêsta mezinahîya wan dixuya. Tenê yek ji wan karibû binivîsîne, lewra bi vê armancê her car berçavka xwe ya çarçovezêr dida ber çavên xwe. Zû diwestiyan û nikaribûn bala xwe bidana civînê. Gava ji wan tiştek dihat pirsîn, bê hemdê xwe hildipekiyan û gava yekî nêrîna xwe rast dikir, nêrîna wî li cîyekî aliqî nedima; ne li ser civînê, ne li ser panoya nivîsê. Gelo ew di buroya gund de ji bo mohrkirina belgenameyan pere bigirin welew ku divê bê pere be jî? Belê, ma divê niha çi bibêjin? Kûr û dûr fikirîna wan dibe sedema pîqepîqên bê rûmet. Wiha rûniştine, mîna zarokên berê, ji demeke kevnare derbasbûyî – ma ew ne çavê wan e, ew nêrîna bê can ku mirov naxwaze pê re rûbirû bimîne. Bê îrade pirsa, ew di dema şer de (li alîyê) kê bûne, xwe derdixe pêş. Çi kirine, çi jiyane ku nêrîneke bi vî awayî li paş dihêlin? Ev derûnîya nexuya ye ku piştî xirabîyên xofane, kuştî û kujer par ve dikin.
Ji peymana aştîyê bi şûn ve pênc sal kurtedemek e ku di vê demê de careke din mirov biceribîne di jiyanekê de cî bigire ku ev beramberî 22 salên jiyaneke bê zemînê mirovahîyê ye. Şansê dahatûyê ev e: Jibîrkirina şer. Li gor pêşniyazên navnetewî ji bo çareserîya pirsgirêkê û ewlekarîya aştîyê helwêsta mirovan êdî teqez e: li ser tiştên derbasbûyî fikirîn bes e, berepêşnêrîn û avakirin gerek in. Berî hertiştî li cem kesên ji 40 salî mezintir ji çavan nareve ku tiştê hişk niqutiye nav serpêhatîyên derûnî û bedenî. Bi tenê ji bo ciwanan pergela dîrokê ber bi alîyê din ve vegeriyaye. Lê ew jî li hember pirsên bingehîn in: Berê me bi kuderê ve ye? Çiqas dem ji me re pêwîst e ji bo vê yekê? Em ê çawa karibin bizanin ku em li ser rêya rast in?

Şofêrê ciwan yê pîkapa me di zaroktiya xwe de ji baregeha leşkerî ya Artêşa Berxwedanê ya Lordan (Lord´s Resistance Army-LRA) ya ku li ser sînorê Ugandayê operasyon kiriye, revîyaye û piştî du mehan gihîştiye kampa penaberan. Ew serborên xwe yên xirab bi peyvên hêrs vedişêre."Hunê bibînin", dibêje û giş giranîya bedenê xwe dide ser vê mizgînîyê "piştî referandûmê dê hemû bên û alîkarîyê bikin." Tiştên pêwendîya wan bi elaqedarîya polîtîk û aborî ya navnetewî hene, bi beşa peyva xwe ya yekem heqê wî heye. Ji bo beşa duyem pêşbînî tuneye.

Çavkanî

Anne-Felicitas Görtz:
Rojnamevan û nivîskar

Teksta arşîvê ji 14.01.2011, Le Monde diplomatique (almanî)

Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal