Bazirganîya belengazîyê, mîkrokredî

Translator

Bi dana wan a mîqdarekî hindik ji bo pê çalakîyeke ku karibe deyn pê danê, diviyabû mîkrokrediyan ên herî hejar bihêz bikirana. Lê li Hindistanê, mantiqê hîsedarîyê bi ser ket: Şirketên bi mîkrokrêdîyê avabûyî bi mêtina xwîna yên herî lawaz ji xwe re serwetan didin ser hev.

Laksmi û jina wî Rama yên ku ji bo 70 rûpîyan qezenc bikin (dike 1,10 euro) duwazde saetan dixebitîn, êdî nema sebra wan bi çêkirina bi qasî hezar beediesan (cixareyên bibêhn) dihat. Vê malbata bi du zarokan 5 000 rûpî (78 euro) ji sazîyeke ku mîkrokrêdîyan dide, deyn kiribûn, ku ji xwe re pê quleke dikana giwîzên palmîyeyê, li bajarokê Warangalê yê ser bi eyaleta Andhra Pradesh a ku li başûrê wêlatî dimîne, vekin. Bi vî awayî, wan dê heftê 130 rûpî deynê xwe bidana û belbî baştir debara xwe bikirana. Lê, Rama dibêje ku Laksmi nexweş ket: "Bi dirêjîya çar mehan, nema karibû bixebite". Teqsîdên me ketin ser hev û li gel wan jî selef zêde bû. Ji ber ku şirketên mîkrokrêdîyê sîstema berpirsiyarîya hevpar a şirîkan bi kar anîn, cîran bêtir bi hevdu ketin: Ji ber ku gava yekî deynê xwe nedaya, yê din diviya li şûna wî deynê wî bida. Cotê, ji canê xwe bêzar, qudûmşkestî ji bo deynê xwe yê pêşî bide careke din xwe dixe bin deynan û krêdîyê distîne. Paşê cara sisiyê krêdîyê distîne ku deynê duyê bide... Li ser hev pênc caran, krêdîyeke bi bihayê çi bigire 1000 euroyan digire.

Di encamê de bi temamî deyndar li ber derîyê koxa mala Laksmi û Rama konên xwe vedigirin. Paşê jî ew -bi awayekî qet neqanûnî- dest datînin ser dikana piçûk a gwîzan ku vekiribûn, ocaxa wan a gazê, xişrên wan ên zêrîn û her wiha jî mekîneya wan a dirûnê ku yek ji du keçên wan, Eegaya 20 salî, cilûbergan ji bo frotinê pê çêdike. Gava ku keçik ji deyndaran re dibêje em ê bi çi parîyekî nan bixwin, jê re dibêjin "Tu xweşik î: Laşê xwe bifiroşe!" Ji ber vê heqaretê, di 28ê îlona 2010ê de, keçik agir bera bedena xwe dide û xwe dişewitîne.

Wezîrê Karên Pêşxistina Gundan Reddy Subrahmanyam bi kurtî dibêje "Hejar dikarin bi hêsanî krêdîyê bistînin, lê bi çi bedelî! Tevli xercên zêde û hindik ma selef bigihîje ji %60ê". Li gor fikra Bangladais Muhammadê xwedîyê Xelata Nobelê ya Aştîyê, (1) yê ku ev sîstema mîkrokredîyê îcad kiriye, diviya mîkrokrêdîyê derfeta bidestxistina jêdereke nû ya hatinîyê bidana, ne ku roleke temamker bidîtana. Cihêtîyeke serekî ew e, ku mîkrokrêdîya hindî êdî weke kredîyeke ji bo xerckirinê xwiya dike: "Yên herî hejar vê krêdîyê dikşînîn ku heqê doktor û dermanên xwe, qelenekî, dawetekê, televizyonekê yan hecekê bidin, Subrahmanyam li pey hev rêz dike. Mikrokrêdîyê diviya mirovên herî mahrûm bi hêz bikira, rûmeta wan li wan vegeranda. Lê mixabin êdî, wan heta qirikê dixe nav sefaletê". Û li şûna ku piştgirîyê di navbera wan de ava bike, berpirsiyarîya hevpar a deynkirinê bi cîranan re civatên gundîyan ji hev dipeşkilîne.

Andhra Pradesh çaryekeke mîkro-krêdîyên taybetî yên welatî, ku dike 52 mîlyar rûpî (818 000 euro) û di 2010ê de li 6,25 mîlyon malbatan hatiye belav kirin, kom dike. (2) "Di salên 2000ê de, Abhay N., edîtorê rojnameya li ser Înternetê India Microfinance vedibêje, li herêmên çolter ên ku gerîla lê aktîf e, hikûmeta herêmî ji bo rê li ber bandora maoîstan bigire, dest bi gelek bernameyên civatî kiriye". Dewlet bankeyan teşwîq dike ku krêdîyê bidin gundîyên ku di komên alîkariya hev kirinê de cîh digirin (self-help groups, ou SHG) û ew bixwe jî beşeke selefê digire ser xwe.

Li gundê Dharmasagram ê bajarokê Warangalê, dayikeke xwedî zarok, Bhergya vedibêje ku wê çawa karibûye bi riya SHGyê, bi selefeke % 12 (ku ji % 9ê wê dewlet digire ser xwe) ji bankayê hinekî zêdeyî 1000 euroyan deyn bike û pê erebeyeke barkêşanê bistîne, paşê jî bi kirê bide birayê xwe, bi kêfxweşî dîyar dike: "Kiriya erebeyê ji min re mehê net 6 000 rûpîyan [94 euro] tîne û divê ez 2 700an heqê wê bidim".

Lê şirketên taybetî vê peywendîyê ji bo gundîyan bixapînin û krêdîya xerckirinê li ser modêla ewropî bifiroşin wan, bi kar tînin. Ev guherankarî bi pêşketina piranîya şêst û şeş sazîyên mîkrokrêdîyê yên hindî dikare bê rave kirin, ku êdî mentiqekî bi tenê rêberîya wan dike û ew jî yê berjewendîyê ye. Nimra yekê ya vê sektorê, SKS ye ku di 1998ê de ji alîyê Vikram Akula, yek ji xebatkarên civatî yê xwedî dîploma zanîngeha Şîkagoyê ve hatiye damezrandin. SKS di destpêkê de rêxistineke ku armanca wê ya kar nebû. "Vê statuya wê ya hiqûqî rê li ber digirt ku têra xwe deyn bide", yek ji berdevkên şirketê yê ji navenda wê ya li Heyderabadê vê yekê piştrast dike. Ji bo wê jî Akula, di 2005ê de, biryar dide ku wê bike şirketeke diravî ya nebankayî". Li gor hiqûqa hindî, şirketeke wiha dikare pere bi deyn bide, lê nikare pereyê kesên din li cem xwe bigre. Weke hemî patronên sazîyên mîkrokrêdîyê ku me têkilî bi wan re danîbû, ji bo me qebûl bike pir mijûl bû. Berdevkê wî li hemî berpirsiyarîya şirketa xwe ya di warê xwekujîyan de da mandelê (înkar kir).

Destûrnameyeke nû ya hikûmeta Andhra Pradesh (Partîya Kongreyê) li tahsîldaran çûna mala deyndaran qedexe dike û deyndaneke nû bi şertê destûrdana dewletê ve girêdide. Ji bo rikeberîyê van tedbîran têrê nedikir: Telugu Desam Party (TDP) ya di navbera salên 1999 û 2004ê de, li Andhra Pradeshê li ser hikum bû, îdia dike ku bi têsîra vê tedbîrê bi mîlyonan deyndar sor kirin ku êdî nema deynên xwe bidin.

Li bajarokekî Heyderabadê, em çûn mala xanima Kaushalya û cîranên wê. Vê dapîra liserxwe û jêhatî ji bo dermankirina mêrê xwe yê felcbûyî xwe xistibû bin deynan. Lê ji ber ku nikaribû deynê xwe bide û diviya deyndarên din ên taxê deynê wê bidin, ji alî wan ve hatibû tacîz kirin. Lê van xaniman biryara xwe dan ku bereyeke hevpar çêkin û careke din tu deynan nedin: "Ji çirîya paşîn a 2010ê bi vir de, me qet qiruşek jî neda, ew bi cilûbergên xwe yên herêmî, bi serbilindî û bi awayekî cidî dibêjin. Mirovên şirketa krêdîyê me tehdîd dikin, ji me re dibêjin ku em ê bikevin zindanê, lê tiştekî wiha nebû, êdî em qet gudarîya wan nakin û bala xwe jî nadin wan!" Mînakên wiha yên piştgirîyê di nav gundîyan de, li seranserê welêt qat bi qat zêde dibin. Û miqdarê deyndanê her ku diçe kêm dibe, % 97ê daketiye % 20, heta % 10ê... Di encamê de, "lêpirsînên di derbarê pêncî xwekujîyan de berdewam in. Berpirsên tacîzê divê îfadeya kiryarên xwe li hember dadgehê bidin", Subrahmanyam sozê dide.

Sîh û neh birêveberên SKSê ên ku têgihîştin ba li wan vegerîyaye, stokên senedên xwe yên hîseyan ji destpêka krîzê heta dawîya 2010ê tasfiye kirin. (3) Li gor agahdarîyên me, şirketên mîkrokrêdîyê êdî li gundên bişûndemayî yên xwecîh ên Advasisê: Yên îzole, belengaz, nexwendî, yên ku kêm dikarin ji wan bikevin şikê, dest bi kar kirine... Mîkrofînansa hindî dikare henekên Alphons Allais (1854-1905) ji xwe re bike mal: " pere li ku be divê mirov here wir: yanî here cem xizanan. Pereyê wan kêm e lê hejmara wan ewqasî zêde ye ku... ". (4)

Çavkanî

Cédric Gouverneur: Rojnamevan.

  1. M.Yunus, di 1976ê de Grameen Bank ava kir, di adara 2011ê de ji şirketê hat avêtin, bi ihtîmaleke mezin ji ber kîndarîya serokwezîrê zordar Şêx Hasîna
  2. Narasimhan Srinivasan, "Microfinance India: State of the sector report / Mîkrofînansa Hindistanê: Raporek li ser rewşa sektorê diravî", SAGE Publications India Pvt Ltd, New Delhi, 2010
  3. Express India, New Delhi, 11ê sibata 2011ê
  4. Bişirîn, Paris, 27 kanûn 1902

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr