Bêîstîqrarkirina dewletan û jihevveqetandina gelan li cem bîrên petrolê

Hezîran 1979
Translator

Li Îranê, desthilata îslamî li hemberî meylên xweserîyê

Weke li Afxanîstan û Pakîstanê, meylên xweserîyê li Îranê jî xurt in. Lê belê, ew di dîrokê re li dijî îradeya navendîbûnê ya desthilata împaratorî bi bin ketin. Komara îslamî ya îmamê Xomeynî li hemberî daxwazên nijadên ne faris xwedana boçûneke bi heman rengî ye. Jixwe, pirsa pêşî ev e ka, ji bo têkbirina hêzên santrîfuj yên ku bi hin kesan, dij-şoreşî ne û wan piştgirên biyan jî hene, serokê şoreşa îslamî wê mecbûr bibe ji makîneya leşkerî alîkarîyê bixwaze an na.

Arşîva bîra Kurdan

Du nivîsên hêja: yek ji alîyê Xanima Ana-Helena Krulich-Ghassemlou ku xanima Birêz Evdilrehman Qasimloyê nemir, Serokê PDK-Îranê ye, hatiye nivîsandin. Nivîsa din jî ji aliyê Ahmad Faroughy ku nivîskarekî Îranî ye hatiye nivîsandin.
Nivîsa Krulich-Ghassemlou li ser têkoşîna kurdên Îranê ye: Partiya Demokrata Kurdistan-Îran hewl dide ku pirsa kurd di çarçoveya sîstemeke federal ya demokrtîk de bê çareser kirin. Îran li dijî federalîzmê ye û peyva "demokratîk" li gor Îranê rast nabîne, daxwazên aliyê kurd red, hêzên kurd jî bi cudaxwaziyê tewanbar dike, welew ku PDK daxwaza cudaxwaziyê nake û dixwaze artêş jî bi hikumeta navendî re girêdayî bimîne. Îran ne tenê guh nade daxwaza kurdan herweha tirkên şîî jî li dijî têkoşîna wan bi kar tîne, bi vê yekê ve gelek komkujî pêk tên.
Piştî têkçûna Şah jî hewldana PDK ew bû ku yekîtiya hêzên demokratîk pêk bîne lê ji ber nebûna hêz û tecrubeyên demokratîk li Îranê ev yek pêk nehat, kurd dîsa jî ketin ber şer û qirkirineke dûredirêj ku di encamê de zêde komkujî çêbûn. Xomeynî xwe mîna dîndar ne siyasetmedar diyar dikir lê dîsa jî li hember etnîsîteyên li Îranê, bi taybetî li dijî hêzên kurd û gelê kurd siyaseteke kujeriyê dimeşand û siyaseteke tundrevî bi kar dianî.

Nivîsa Ahmad Faroughy li ser pirsgirêkên etnîkî yên Îranê ye. Faroughy, meseleyê ji destpêka sedsala 21ê ve digire dest û li ser hin beşên bingehîn kûr dibe: Her etnîsîte li Îranê xwediyê çand, zarav û ziman e, lê ev yek ji aliyê siyaseta dewletê ve tu caran bi awayekî bingehîn nehatiye pejirandin. Herçend hejmara Farisan ji yên din ne zêdetir be jî, hikumdarî hertim di destê wan de bûye û hewl dane pirsgirêkên gelên din bi darê zorê çareser bikin.
Ji destpêka hatina Şah Riza Pehlewî a ser hikum û vir ve bersiva têkoşîn û daxwazên etnîsîteyên din hertim perçiqandin û tunekirin bûye. Şahê Îranê bi dek û dolaban gelên li Îranê berdide ser hev û nîfaq ji nav kurd, azerî, belûc, faris kêm nake daku ew xurt û bi hev re nebin. Bi ser de jî siyaseta cîhanê tiliya xwe ji nav Îranê kêm nekiriye û carna alîkarî daye hin hêzan li dijî yên din, lê di dawî de weke li Mehabad û Tebrîzê alîkariyên xwe qut kirine û bûne sedema rûxandina Komara Mehabad ya Kurdistan û Komara Demokratîk ya Azarbaycanê. Hêzên Yekîtiya Sovyet dibin sedema têkçûna van her du komaran.
Faroughy, dûredirêj vê rewşa lîstîkane û bêbextane ya siyaseta Îranê bi çavkaniyan radixîne ber çavan.

Îran ji etnîsîteyên cur bi cur pêk tê. Li rojava pênc mîlyon kurd hene; li bakurê-rojava, li bakurê-rojhilat û li başûrê-rojava çardeh mîlyon tirk; li rojhilat û başûrê-rohilat mîlyonek belûc; li başûrê-rojava bêhtir ji mîlyonekê ereb û li nav welêt jî, nêzî panzdeh mîlyonan faris bi cih dibin. Ji ber vê yekê, komên ku xwedêgiravî "mînorîte" ne, bi rastî piranîya nifûsa îranî pêk tînin: li hemberî panzdeh mîlyon faris bîst û yek mîlyon nefaris hene (1).

Her etnîsîteyek bi zimanekî -an zaravayekî- xweser jî diaxive. Soranî û kurmancî li cem kurdan; oxuzî, qaşgarî li ba tirkan; vandîdatî û peştû li nik belûcan; erebî li rex ereban; farsî li cem bextiyarîyan, loran, hwd. (2)

Ji bilî zimanên wan, ev etnîsîte jî xwedanên çandên taybet in, ku li gor birêxistina siyasî û civakî ya komên -an jî komikên- ku heyîna wan pêk tînin, diguherin. Li cem kurdan, tirkan, belûcan, ereban û farisan jî, eşîretên koçer, şênîyên xwecihî û malbatên ticarî û bajarî yên kevin jî hene.

Wekî din, ev etnîsîte misilman in, lê belê hemû ne şîî ne. Piranîya kurdên Îranê û tevahîya tirkmen, belûc û ereban sunî ne.

Encama vê rewşê jî ev e ku desthilata siyasî ya îranî, daîmî bi têkilîyên navbera van etnîsîteyên cihê ve girêdayî bû. Çawanîya van têkilîyan bixwe, tevna dewleta îranî saz dike; yekîtîya federal an jî desthilata navendî? Di vî warî de -weke di gelek warên din de jî- tevna Komara Xomeynî ji ya împaratorîya Pehlewîyan pir ne cuda ye.

Di 1925ê de dema ku, bi hevkarîya brîtanîyan, Reza Pehlewî binemala xwe ava dike, ew jî wî teşwîq dikin ku hemû îqtîdara xwe di makîneyeke dewletê ya xwedan hemû quwetan de kom bike, ku ew ê jixwe di bin fermandarîya bilind a hêzên çekdar de be (3). Makîneya hikûmeta împaratorîya pehlewî ji wê demê ve bûye weke beşeke îdarî ya artêşa împaratorî, zêdeyîyeke sîvîl a desthilata leşkerî.

Encama leşkerkirina dewletê ya Reza Pehlewî, navendîbûneke siyasî ya zalimane bû. Etnîsîteyên cihê yên deverên gundî û eşîretî jî, ku heta tacîdarkirina Pehlewîyê yekem xwedan piçek xweserîyeke ji textê desthilatdarîyê bûn, di warê leşkerî, îdarî û çandî de hatin perçiqandin.
...

Leşkerparêzî û zalimî

Sala 1925ê, piştî perçiqandina serîhildana kurdên Tirkîyeyê, bi dehan hezar kurd tên li Îranê pênaber dibin. Lê belê, kurdên Tirkîyeyê li herêma çiyayê Agirîyê -ku cîrana Ermenîstana Sovyet û Îranê ye- ji nû ve serî hildidin. Bi hincêta "lawazkirina Tirkîyeya kemalîst", Reza Pehlewî alikarîyê dide serîhildêran, lê ev bi rastî rê dide wî ku têkeve nava wan û serîhildana kurdan a li Îranê, di bin serokatîya Îsmaîl Axa de - ku bi navê Simko navdar e- pûç bike.

Lê belê, li bihara 1930ê, piştî ku serîhildana kurdan li Îranê jî ji hev belav bû, Reza Pehlewî alîkarîya xwe ji ser kurdên Tirkîyeyê qut dike û destûra têketina erdê îranî dide hêzên Mistefa Kemal, da ku ew dorê li serhildêran bigrin (4). Li destpêka havînê, Simko di dema muzakereyên digel leşkerên îranî de bi awayekî bêbextane tê kuştin û payîzê jî, serîhildana kurd li her du alîyên sînorî tê perçiqandin. Ji bilî rabûneke kurt a li 1931ê, Kurdistana Îranê heta ketina Reza Pehlewî, di bin nîrê desthilata navendî de ma.

Li vê zalimîya leşkerî, zordarîyeke îdarî û çandî jî zêde dibe, ku encamên wê heta roja îro jî pir giran in.

...

Du komarên zû hilweşiyayî

Li îlona 1941ê, hêzên îngilîzî û sovyetî Îran dagîr kir da ku dawîyê li zêdebûna elmanparêzîya Reza Pehlewî bînin, ew daxistin û li ser pêşniyaza Brîtanya Mezin, kurê wî Mihemed Reza li ser textê desthilatê rûnişt.Tevî lawazîya leşkerî ya desthilata navendî, artêşên hevkar li hember meylên xweseriyê radiwestin û yekîtiya erdî diparêzin.

Lê belê, piştî dawîya şerî, YKSS peymanên Yaltayê bin pê dike û devera ku leşkerên wê dagîr dikin -Kurdistan û Azerbaycan jî di nav de- ji bloka rojavayî qut dike. Ji bo vê yekê, Moskova bi dizî dikeve nav tevgerên xweserîparêz ên van herêman da ku ji meylên wan ên xweserîyê sûdê wergire.

...

Di tebaxa 1945ê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê damezrandin û Komala, partîya netewparêz a kurd, ku du salan beriya wê ava bûbû. Qazî Mihemed -qazîyê Mehabadê- serokê PDKê ye û Moskova jî piştgirîyeke bê şert û merc didiyê.

Di nav heşt noqteyên programa PDKê de, daxwazên weke xweserîya ji bo gelê kurd li nav sînorên Îranê, naskirina zimanê kurdî weke zimanê fermî yê vî erdî û hilbijartina desteyên qezayan ji bo birêvebirina kar û barên civakî û îdarî yên Kurdistanê, hene.
Di îlona 1945ê de, li Azerbaycana tirk, Partîya Demokrat a Azerbaycanê (PDA) jî ava dibe û li vê eyaletê cihê partîya Tûdeh (komunîst û pro-sovyetî) digire. Cafar Pîşevarî, yek ji damezirênerên partîya komunîst a îranî, sala 1919ê, dibe serokê PDAyê. Programa wî bi heman rengê programa PDKê ye. Ew di çarçoveya Îranê de xweserîya azerbaycanîyan, fermîkirina zimanê tirkî li Azerbaycanê û birêvebirina kar û barên civakî û îdarî ji hêla gelê herêmê ve dixwaze.

Di îlona 1945ê de, di bin parastina hêzên sovyetî de, Kurdistan û Azerbaycan xwe weke komarên demokratîk û serbixwe îlan dikin, ku paytextên wan Mehabad û Tebrîz in û serokkomarên wan jî Qazî Mihemed û Cafar Pîşevarî ne. Lê belê, bi pey muzakereyên dûr û dirêj digel hikûmeta Tehranê- bi piştgirîya xurt a Waşîngton û Londonê jî-, Artêşa Sor, gulana 1946ê ji bakurê-rojavayê Îranê vedikişe û kurd û azerbaycanîyan bi tenê dihêle. Di kanûna heman salê de, artêşa şahî bêyî şerê mezin dikeve Mehabad û Tabrîzê. Qazî Mihemed û wekîlên wî tên bi dar de kirin û Cafar Pîşevarî digel alîgirên xwe direve YKSSê. Her du komar jî, tam salekê li ser piyan man.

Weha xuya dibe ku sedemên bingehîn ên hilweşîna wan, tunebûna piştgirîyeke rasteqîn a Yekîtîya Sovyetan bû, ku damezrandina van komaran teşwîq kir, ew bi kar anîn û paşê dev ji wan berda; her weke neyekbûna kurdan jî -ew ji hikûmetê bêhtir sondxwarên serokeşîr û serokên dînî bûn- û nerazîbûna gelê ticarên bazarê û xwedanên erdî ya li hemberî Pîşevarî (5).

Ji dema dîsa bidestxistina herêmên cudaxwaz ve, desthilata navendî zordarîyeke leşkerî, îdarî û çandî ya nedîtî li wan kir, ku vê yekê heta hilweşîna xanedanîya pehlewîyan dewam kir.

Piranîya çalakvanên PDKê tên kuştin an girtin. Kurdistan bi ser çar eyaletan dabeş dibe: herêma bakurê-rojhilat bi Azerbaycana rojavayî ve tê girêdan, ya başûr bi eyaletên Kirmanşan û Îlamê ve û bi tenê herêma naverast a Senendecê (Sine) bi navê resmî yê Kurdistanê tê nasîn. Wekî din, li tevahîya herêmê hêzên artêşa împaratorî zêde dibin û çûn û hatinên gelî jî di bin çavdêrîya rayedarên leşkerî de ne. Careke din, farisî weke zimanê fermî yê tenê li ser gelê herêmê tê ferz kirin. Heman siyaset li Azerbaycanê tê meşandin: herêm li çar eyaletan dabeş dibe: rojava û rojhilat, beşeke herêmê jî bi eyaleta Zanjanê û yeke din bi ya Gîlanê ve tên girêdan. Liv û tevgerên xelkî tenê bi destûra hêzên ewlekariyê çêdibin û zimanê tirkî tê qedexe kirin.

Wekî din, polîsê siyasî û hêzên polîs, her weke beşeke mezin a îdareya Azerbeycana rojavayî, ji kurdan re tê veqetandin û ya Kurdistanê ji tirkan re. Bi vî awayî, desthilat dixwaze miletan parçe bike û pevçûnên etnîk gur bike. Ev siyaset jixwe li tevahîya welêt tê bi cih kirin, ku li bîst û sê eyalet, sed û şêst û yek qeza û çar sed û şest û pênc komunan jî bi leva bû; her yek ji wan di bin çavdêrîya leşkeran û zordarîya desthilata navendî ya împaratoriya pehlewî de. Ev dabeşbûna îdarî ya Îranê îro hîn didome.

Xirecira etnîsîteyên ne faris

...

Di adara 1979ê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê ji sî û sê salên çalakîyên îllegal, di bin serokatîya Ebdurehman Qasimlo de -zanistekî ku di dema sirgûnê de, li zanîngeha Pragê mamoste bû- derdikeve. Programa PDKê her ya damezirandinê ya 1945ê ye. Daxwazên wê ji hikûmeta îmamî bi vî rengî ne: dîsa yekkirina gelê kurd ê Îranê -bi wateya dawîlêanîna parçebûna Kurdistanê li ser çar eyaletan-, xweserîya îdarî û civakî li nav sînorên Îranê û naskirina zimanê kurdî weke zimanê fermî. Rêxistinên çepa tundrew ên kurd jî, nemaze Komala (maoîst) û gerîlayên Fedayîyên Xelk (marksîst-lenînîst) û di bin serokatîya Şêx Ezedîn Huseynî de serokê dînî û sunî yên herî bi bandor li Kurdistana Iranê, piştgirîyê didin van daxwazan.

Herçî li Azerbaycanê, hevsengîya hêzên siyasî ku piştî hilweşîna şahî li 1979ê di nava muxalefetê de heyî, ne heman hevsengîyê ye ku di dema teslîmbûna artêşa împaratorî ya li hemberî hêzên hevkar ya 1941ê de hebû. Wê demê, tevgera dijberîya azerbaycanî li hember dîktatorîya Pehlewî pir çepgir bû; lê niha, tevgerên îslamî û liberal, di bin serokatîya ayetullah Şerîat Madarî de -serokê dînî yê Tirkên şîî- piranî ne.

...

Di heman demê de erebên sunî yên Xuzistanê (eyaleta petrolî ya başûrê-rojava) bi dengê berdevkê xwe, Şêx Xaganî, daxwazên xwe ji îqtîdara îslamî ya Tehranê re pêşkêş dikin. Ev erebên ku bi piranî ne xwenda ne, xebatkarên ne bispor ên pîşesazîya nefta Îranê ne. Tevî ku karkerên faris xwedanên meaş û feydeyên civakî yên pir mezin in, xebatkarên ereb bi tenê ji bo îşên sivik tên xebitandin. Ew ji hikûmeta navendî dawîlêanîna cihêkarîya li ser bazara xebatê, feydeyiya mafên siyasî bi qasî yên farisan, mafê hilbijartina walîyên wan û fermîkirina zimanê erebî dixwazin. Bi gotineke din, rêxistinên siyasî yên li dor Şêx Xaganî kombûyî ji îmam dixwazin ku ew statuyeke xweserîyê bide Xuzistanê, ku % 60ê nifûsa wê ereb e.

Alîkarîya artêşê yan yekîtîyeke federal?

Îmam jî van meylên xweserîyê yên li çar hêlên Îranê red dike. Ev ji ber îdeolojîya wî ya siyasî ye, ku têgiha neteweyê înkar dike û têgiha ummayê (civata bawermendan) ya bê sînor li şûna wê datîne. Bi tenê "gelê misilman", blokeke yekreng a di bin qanûnên îslamê de, tê hesibandin. Lewre jî, armanca îmam ev e ku bigihîje "yekîtiya welatê îslamî ku emperyalîzm û suîkastên hikumdar û siyasetmedarên desthilatxwaz ew şikand û li ser neteweyên cuda dabeş kir". (6) Ji ber ku ew di vê civatê de hebûna neteweyan red dike, îmam nikare xweserîya siyasî, daxwaza etnîsîteyên ne faris, qebûl bike. Xwestekên wan weke "dij-îslamî" û parçeyek ji "sûîkasta emperyalist a ji bo dabeşkirina civata bawermendan" tên dîtin.

Ji ber vê yekê, îmam ji daxwazên xweserîyê ditirse: ma gelo komarên kurd û azerbaycanî yên 1946ê ne karê Sovyetan bû? Di nav xwe de jî alîgirên îmam hin hêzên biyanî ên bi elemanên "dij-şoreşê" ve girêdayî bi daxwazên lawazkirina Komara Îslamî û "balkanîzekirina" Îranê gunehbar dikin. Şikê jê dikin ku Iraq pere û çekan dide xweserîparêzên ereb, YKSS jî li Kurdistan û Belûcistanê û DYA li Azerbaycanê karên ne diyar dikin.

Wekî din, felsefeya siyasî ya îmam jî ev e ku divê hikûmeta civata îslamî pir navendî be û îqtîdara bicihanînê li navendeke tenê ya biryardayînê bê bi cih kirin. (7) Ji bo îmam, wezîfeya hikûmetê "pêkanîna fermanên Xwedê, yên ku divê li ser hemûyan û li ser dewleta îslamî jî ferz bibin" e. Di warê siyasî de, ev tê wateya dewleteke navendger û "dijmina hemû dabeşbûnan".

Îmam bi tenê dibêje ku ew ê, ji bo herêmên kenarên Îranê, hin gavên "xwebirêvebirina" îdarî biavêje li ser tiştên weke hilbijartinên muxtarî û kantonî ji bo destnîşankirina desteyên herêmî yên berpirsên plankirinê û aborîya gundî, birêvebirina budceyê, tenduristîyê û çêkirina riyan. Hemû tiştên din -bacên dîrek û îndîrek, fînans, siyaseta derve, bazirganîya derve, parastina neteweyî, radyo-televîzyon, ragihandin, transport, plankirina endustrîyel û polîsê herêmî- dikeve ser milê hikûmeta navendî. Destûr ji bo fêrkirina zimanên herêmî hat dayîn, lê divê ders bi zimanê farisî, zimanê fermî yê tenê li Komarê, bên dayîn.

Li dijî xweserîparêzên ku xwestekên îqtîdara nû red dikin, îmam Xumeynî weke şahên pehlewî tev digere, ku wî bixwe bê navber kiryarên wan ên zalimane rexne kirin: ew leşkeran dişîne da ku pişta serîhildêran bişkînin. Lê belê, vê carê artêş tuneye û ew xwe dispêre pasdaran, yanî mîlîsên xumeynîparêz, da ku cihê hikumdarîya desthilata navendî ji nû ve xweş bikin.

Şerekî îlannekirî, digel seferên leşkerî, serîhildan û grevan, herêmên kenarên Îranê dihejîne, mîlîs û xweserîparêzên kurd, tirk, tirkmen, belûc û ereb jî di pevçûnên aloz de şerê hev dikin.

Encama vî şerî hê jî diyar nîne, lê em dikarin nîşan bidin ku, li vê sedsalê, meylên xweserîyê yên etnîsîteyên îranî bi tenê di dema lawazbûna makîneya leşkerî ya hikûmeta navendî de bûn rastî: di bin keyatîya Qacarê dawî de, piştî têkçûna artêşa împaratorîyê di 1941ê de û di hilweşîna wê ya 1979ê de. Berevajî wê, artêşa îranî her demî bi seferên li dijî hêzên hundir xurt bû û wê hikumdarîya Tehranê li ser wan ferz dikir. Em weha dibînin ku li Îranê, xweserîya herêmî û bêleşkerkirina îqtîdara navendî bi hev re tên; Hêza mutleq a îqtîdarê encama wê ye ku siyaseta hikûmetê serdestiya eskerîyê/makîneya leşkerî qebûl dike.
Wisa jî, tevna împaratorîya pehlewîyan ji ber navendîbûneke zêde -encama mîlîtarîzekirina dewletê- taybet bû; îro jî, dibe ku welat bi diyardeyeke berevajî bigihîje heman encamê. Lewre ku ji bo ferzkirina têgiha xwe ya dewleteke navendîparêz, îmam mecbûr e ku hêzê bi kar bîne û rola makîneya leşkerî di nav desthilatê de zêde bike. Eger Komara Îslamî daxwazên xweserîparêzan red dike û naxwaze di şerî de têk biçe jî, ew hewceyî artêşa xwe ye, ya ku ji bo bicihkirina hikumdarîya wê ya li ser tevahîya neteweyê, îmkana dawî ye.

Yekîtîya federal, yan jî bi leşkeran re parvekirina desthilatê?

Çavkanî

  1. Ji bilî etnîsîteyên misilman, divê hebûna du sed hezar ermenî û heştê hezar cihû jî bê diyar kirin, lê ew ne xwedî erdeke xwecihî ne û piranîya wan li paytêxt dijîn
  2. Têbinîya wergêr: Bextiyarî jixwe beşeke Loran in. Berevajî gotina nivîskarê gotarê, Lor bi farisî naaxivin lê zimanekî wan heye, ku navê wî jî lorî ye. Ev ziman di malbata zimanên îranî yên bakur-rojavayî de (wek kurdî, belûcî, hwd.) cih digire
  3. Divê bê bi bîr xistin ku jixwe, Reza Pehlewî efserê pîşeyî bû û ew berî ku li ser textê desthilatê rûne, makîneya leşkerî xist bin destê xwe; ew li pey hev bûbû fermandarê lîwaya kazakên faris û wezîrê şerî yê Siltanê Ahmed Şah, şahê dawî yê binemala Qacaran
  4. Ev rewş dê pişt re bi qanûnê jî bê peyitan- din; sala 1932yê, Tehran û Enqere peyma- neke sînorî îmze dikin; Îran parçeyekî ji erdê Îranê ya li dora çiyayê Agirîyê ji Tirkiyeyê re dihêle û deverên din ên herê- ma Wanê jî jê distîne. Mebesta tikû tenê ya vê peymanê ew e ku kontrola leşkerî ya tirkî-îranî li ser Kurdistanê bi pêş keve
  5. Li ser Komara Mehabadê, berhemek bi tenê weşîya: Eagleton, Jr. William, The Kurdish Republic of 1946 [Komara Kurd a 1946ê], Oxford University Press, 1963. Bi qasî ku em dizanin, tu berhem li ser Komara Demokratîk a Azerbaycanê çap nebûne
  6. Binihêrin: Hukumatê-Eslamî [Hikûmeta îslamî], r. 41. Ev berhem bi farisî ye û transkrîpsiyona dersên ÎmamXomeynî yên dema nefîya wî ya li Iraqê ye. Ew li Necefa Iraqê, di sala 1971ê de weşiya
  7. Ayetullahê Şerîat Madarî, li ser têketina dîrekt a îslamê bo nav siyasetê û têwerdana makîneya dînî di birêvebirina kar û barên dewletê de jî, li hemberî îmam derdikeve. Nakokîyên dema niha li ser vê esasê jî peyda dibin

Wergera ji fransî: Simko Destan