Ber bi koka qeyrana taylandî ve

Translator

Xwepêşandanên protestoyên girseyî yên ku bi qasî 9 hefteyan Tayland da ber xwe, bûn sedema mirina 88 kesan û birîndarbûna 1185 kesan. Gelo ew jî yek ji wan pêlên şîddetê yên bêdawî bû ku ev welat bi awayekî bi rêk û pêk di wan re derbas dibe? Ji dawiya monarşiya mutleq ya di 1932’an de û vir ve ye ku li Taylandê yanzdeh darbeyên leşkerî bi ser ketine (tew em behsa yên ku bi ser neketine nakin), hijdeh destûrên bingehîn çêbûne û bîst û heft serokwezîr hatine ser hikum. Van dehsalên dawiyê weha xuya ye ku Taylandê daye ser rêya bihêzbûneke demokratîk, tevî ku sala 1973’an û sala 1992’an ji bo aramkirina atmosfera civakî ya ku ji ber sedema tûndrewiya artêşê êdî hatibû ber teqînê, navbênkariya melîk Bhumibol Adulyadej (Ramayê IX’an.) pêwîst bûbû jî.

Di vê navberê de, heger mirov bûyerên vê dawiyê weke şokeke bihurî ya di rabûna “pêncemîn pilingê asyayî ” a ku kes nikare rêyê li ber bigire şîrove bike, mirov dê bikeve nava xeletiyê. Berevajî yên beriya xwe, ev turbulans ji şerrên desthilatdariyê yên berê jî û herweha ji hatiniyên wê yên di nava elîta herêma Bangokê jî (ku % 50’ê dewlemendiya neteweyî lê kom bûye) bi dûrtir diçe. Ev bûyer bi awayekî nîşana wan dijberiyan e ku reh û rîşên wan kûr in û nerazîbûnên civakî yên ku ji gelek dehsalan û vir ve tên xwedîkirin aşkere dike. Vê carê gilî û gazinên xelkê xizan yê gundan û bajaran xwe bi carekê bi ser elîteke entegrekirî de ferz kir; ev elît “ji wekheviyê hez nake ” û desthilatdarî û çavkaniyên aborî yên neteweyî jî kirine bin destê xwe.

Ev aliyê çînî, aloziya niha ji yên dîroka modern ên Taylandê cihê dike. Ew erozyona sîstema meliktiyê zêdetir dike, lewra monarşiya li gorî destûra bingehîn êdî weke çareseriya nerazîbûnên civakî nayê dîtin, heta weke yek ji çavkaniyên wan tê dîtin. Ji “welatê girnijînê” re parfuma dawiya desthilatdariyê: Kî wê şûna melîkê niha bigire – niha temenê wî 82 ye û ji îlona 2009’an ve ye ku li nexweşxaneyê tê dermankirin –, ev mijar di nava gel de dibe sedema fikara herî mezin.

Di pêvajoya dirêj a derbasbûnê ya rejîma feodal de di nîvê sedsala 19’an de bi awayekî wêrek serdemeke nû dest pê kir. Hêzên neteweperwer peyxam ji şoreşa Meiji ya li Japonyayê girtin û di bin serokatiya melîk Mongkut (Ramayê IV’an, 1851-1868) û melîk Chulalongkorn (Ramayê V’an, 1868 – 1910) ji bo modernkirina destûra bingehîn û aboriyê, bûn yek. Dema ku ev kirin jî, ketina nava welêt a ji rojavayê sînordar kirin. Di destpêka sedsala 20’an de ev hewldan bi “şoreşa” 1932’an a li dijî rejîma berê ku dawî li monarşiya mutleq anî, bi dawî bûn. Şoreşê soza rakirina çînên civakî û bidawîkirina civaka nîzama hiyerarşîk û di eslê xwe de arîstokrat dabû, lê belê ev soza xwe bi cîh neanî. Ji hingê ve welat di navbera rejîmên leşkerî û sivîl de diçe û tê.
Li gorî tişta darî çav, têkoşîna siyasî ya heyî, “kirassoran” (alîgirên serokwezîrê berê Thaksin Shinawatra ku darbeyeke leşkerî îlona 2006’an di dema erka wî ya duyemîn de dawî li wezîfeya wî anî û ji hingê ve li derveyî welatê xwe dimîne) û “kiraszeran” (alîgirên hukûmeta nuha ya nehilbijartî ya Abhisit Vejjajiva ku rengên monarşiyê li xwe dike) tîne hemberî hev. Di civakeke weha de ku hê jî nirxên arîstokratîk bi awayekî xurt rengê xwe didiyê, yên kirassor para bêhtir ji herêmên gund ên bakur û bakurrojhilatê welêt tên, bi navlêkirina “ga” û gundiyên baş perwerdenekirî yên ku Thaksin û hevalbendên wî ew manîpule kirine, tên piçûkxistin. Ev şîrovekirineke seresere ya qeyranê ye.

Statuyeke deus ex machina (di dramaya kevin a yewnan de, dema ku xwedayek ji bo pirsgirêkê çareser bike bi rêya mekîneyekê dadiket ser dika tiyatroyê) didin serokwezîrê bi darbeya leşkerî hatiye xistin, him bi nepixandina girîngiya wî ya bi rastî û him jî piçûkdîtina girîngiya wî ya sembolîk. Herçend rast e ku wî tevger qismî fînanse kir jî, tevger xwe beriya hertiştî disipêre alîkarî û bêşa ji malbat û tevnên civakî yên ji bakur û herêmên karkeran ên ku li Bangokê komkirî ne. Bi ser de jî bi qasî ku tevger di dilê paytextê yê bazirganî de bi pêş ket, ewqasî jî hevgirtina li dora kesayetiya Thaksin jî li ber derketina daxwaza wekheviya civakî û beşdariya siyasî, kêm bû.

Giraniya sembolîk a serokwezîrê berê, li gorî lêkolîner Pasuk Phongpaichit xwe disipêre rastiya ku di bin birêveberiya wî ya hikumetê de ew “tevî ku ew bi xwe jî li ber asteng bû, veguherî lîderê tevgereke hêzdar a ku li ser kokên civakê peyde dibû” . Thaksin bi pirraniyeke mezin sala 2001’ê hat hilbijartin, wî ji nû ve lîderekî gel “vedît” ku li dijî elîteke kal a bi desthilatdarî û îmtiyazên xwe ve girêdayî, têdikoşe. Hikumeta wî bernameyên fînansekirina mîkro li gundan dan destpêkirin, alîkariyên ji bo pîşekarên piçûk ên herêmî û planeke sîgorteya tendirustiyê, da ku xizan jî ji xizmeta tendirustiyê sûdê wergirin, ji projeyên hikumeta wî bûn.
Ev cara pêşî bû, kesên mexdûr serokwezîrek dît ku ne bi tenê weke ku bi pirsgirêkên wan re eleqedar bibe xwe nîşan dide, lê herweha xwediyê navgînên dewamkirina guhertinê bû . Ev jî rave dike bê ka çima nav û dengê Thaksin ne bi gunehkariyên nepotîzm (aboriya girêdayî komekê yan jî malbatê) û bertîlxwariyê ku li dijî wî hatin kirin û ne jî bi pêkanînên xwe yên otorîter xêra nebû (3 hezar kuştinên bêpirs û îfade yên li dijî bazirganên narkotîkê yên muhtemel dixin stuyê wî û ew ji zordariyeke hişk a li Başûrê Welêt herêma misilman jî berpirsiyar e ku bi awayekî mafdar komeleyên mafê mirovan pêkanînên wî eşkere kirin).

Serokwezîrê berê hêrsa derdorên nêzî malbata melîkî rakir, lewra projeyên wî yên pêşxistina herêmên gundan, weke mînak ji bo îmtiyazên melîktiyê yên ku ev 50 sal in dewam dikin, xetere bûn. Ew bi zirardayîna melîkî (ev gunehbarî dikare bibe sedema vekirina dozên giran) hat sûcdarkirin û guman jê dihat kirin ku niyeteke wî ya komarxwaziyê ya veşartî heye – ev tawanbarî di dema bûyerên vê dawiyê de hatin dugêsinîkirin. Darbekarên ku sala 2006’an dawî li serokwezîrtiya wî anîn, îddîa kiribûn ku wan ji bo parastina monarşiyê darbeya leşkerî kiriye. General Prem Tinsulanond, serokwezîrê berê û serokê Konseya Saltenatê, bi awayekî çalak cesaret daye wan.
Di heman demê de tu armancên darbeya leşkerî yên girîng nebûn. Di sala 2007’an de hilbijartinên nû di bin navekî din de, partiya Thaksîn ji nû ve kir desthilatdar. Vê yekê kir ku li bakur, bakurrojhilat û li keviyên bajêr ên ji Bangokê hatî qutkirin gel dakeve qadan û kêfxweşiya xwe nîşan bide. Bi xêra manovrayên meclîsê yên di encama xwepêşandanên “kiraszeran” de, çiriya paşîna 2008’an Dadgeha Destûra Bingehîn hilbijartin betal kirin da ku Abhisit bibe desthilatdar. Koalîsyoneke di nava elîtan de ya ji monarşîparêz û endamên çîna navîn û jor yên Bangokê pêk dihat, destek dida Abhisit. “Kiraszeran” doza guhertinên destûra bingehîn dikir. Li gorî van guhertinan wê destûr bihata dayîn ku beşekî parlamentoyê yê girîng bi fermanê bihataya destnîşankirin û hikumeteke ji teknokratan pêk bihataya.

Ev şerê siyasî nîşan dide ku di nava civakeke bi awayekî hişk hiyerarşîk de, di navbera herêm û çînên civakî de qelşên kûr hene. Artêşa ku “kirassor” tepisandin, bi dilê xwe dengê xwe ji xwepêşandanên “kiraszeran” re dernexist. Xwepêşandanên “kiraszeran” welat gelek mehan tevizandibû. Qesra melîkî bi awayekî çalak cesaret da wan. Rastiya antagonîzma (dijberiya dubendî) çînên civakî di jiyana rojane ya Taylandê de xwe dida der.
Ew tu carî zêde bi dûr neketibûn. Weke piştrastkirina vê, em behsa tevgerên cotkarên bêerd ên salên 1970’î bikin, hingê ji bo belavkirina erdên cotkariyê û mafên xwe yên bingehîn, ev gundî têdikoşiyan. Lê belê ji hingê ve aşkere ne. Erê, veguherîna aborî ya 50 salên dawiyê ji bo herkesî yan jî hema hema herkesî bi xêr bû (rêjeya kesên ku rojê bi kêmtirê du dolaran debara xwe dikin, di wekheviya hêza kiryariyê de % 57’ên destpêka salên 1960’î daketiye % 11.5’ên îro), ew herweha bû sedema pêkhatina newekheviyeke mezin . Li gorî pîvana newekheviya belavkirina dewlemendiyê di nava civakê de ya Gini (Coefficient Gini) rêjeya Taylandê 42.5 e û bi vê rêjeyê Tayland yek ji welatên herî newekhev ê başûrê Asyayê ye, ji Çînê dibihure (41.5) û hema di bin Filîpînê re ye (44). Li gorî daneyên bankeya navendî ji sedî 20’ê Taylandiyan ên herî dewlemend xwediyê ji sedî 69’ê dewlemendiya welêt in, ji sedî 20’ê herî xizan jî bi tenê xwediyê ji sedî 1’ê dewlemendiya welêt in .

“Mûcîzeya” aborî ya Taylandê weke gelek welatên herêmê ku bi pêş dikevin, xwe disipêre du motoran. Pêşî hêzeke kar a seyar û erzan ji bo febrîqe û sektorên xizmetê yên bajêr e ku ji herêmên gund tê. Ya din jî serjimareke gundan ku zad û qûtê ji bo bajaran bi buhayê herî erzan hildiberîne. Gund di heman demê de bi rola toreke civakî jî rabûn; di demên depresyona aborî de bêkariya bajaran dihewînin. Weke mînak di dema krîza 1997-1998’an de vê mekanîzmayê teqîneke civakî ku herkes li bendê bû, asteng kir. Vê modela aborî newekheviya herêmî û parçebûna welêt a li gorî cih, derxist pêş. Bi vî rengî şêniyên Bangoka mezin kêfa dewlemendiyeke heşt caran li ya şêniyên bakur û pênc caran jî li ya şêniyên bakurrojhilat derdixin .

Li welatên din ên herêmê jî newekheviyên bi vî rengî hene, lê heta niha qet teqînên civakî yên bi vî rengî li wan pêk nehatine ku bêguman sedema wan ketina nav hev a pirsgirêka civakî û rewşa siyasî ya li Taylandê ye. Thaksin bû serokê komeke nû ya siyasî ku bingeha wê li derveyî Bangokê ye. Ew ji bo xizanan qehremanek e lewra wî dengek û hesta ku ew dikarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, da wan. Hilbijartina wî ya sala 2001’ê û çar salan pişt re ji nû ve hilbijartina wî, weke ku nîşan bide ku rêya pêşketina civakî dikare di hilbijartinan re derbas bibe. Yên bêpar hiştî destûr dan xwe ku hêvî bikin, ew ê rojekê karibin ji eşyayên li navendên kargehan tên nîşandan îstîfade bikin û ne ku rêyan paqij bikin, firaxên dewlemendan bişon yan jî ji bo ku xwe ji germa û hêwîbûnê biparêzin li taxên luks biçin û bên… Jixwe jesta xwepêşandêran ya dawîn, xirabkirina sembola berxwiriya Bangokê bû; Central World’a navenda kargehan a herî mezin a paytextê.

Bi awirekî sosyolojîk, şerrên 1973 û 1992’an ên ji bo demokratîkbûnê dijberiyên di nava elîtê de didan der. Çînên navîn ên pêş diketin doza roleke siyasî ya girîngtir dikir. Sîstemê ji bo ku wan jî bixe nav xwe, xwe sererast kir. Dema ev yek kir jî bi komên din ên civakî jî da bawerkirin ku daxwazên wan dikarin bi rêya demokratîk ve pêk werin yan jî qet nebe bi guhnedaneke sivîl a ne bi şîddet. Di vê navberê de berevajî demokrasiyên din ên asyayî yên ku beriya wê û, bi awayekî reh û rîş berdayî, modernîze bûne, mîna Japonya, Koreya Başûr yan jî Taywanê, sîstema Taylandê nekarî yan jî nexwast bersivê bide daxwazên çînên gel.

Ji 1992’an û vir ve, demokratîkbûn ji cewherî bêhtir fermî (formel) bû. Li pişta rûyê ber bi derve yê demokratîk, sê saziyên kilît welat bi rê ve dibir: burokrasiya sivîl û leşkerî, sangha (mezinên dînî yên bûdîst) û monarkekî bavkanî ku bi awayekî belloq xwe di ser vî lodî de bi cih dike . Monarşiya ku weke tevneke bandor û patrontiyê ya hêzdar tê zanîn avahiya cewherî ya sîstemê bû – û hê jî wisa ye. Lê êdî ji hev de dikeve.

Dema dirêj a desthilatdariya melîk Bhumibol digihêje dawiya xwe û guman hene derbarê yekîtiya xanedaniyê û dewama kapasîteya wê ku karibe di paşerojê de jî ne yekser jî be desthilatdariya xwe dewam bike. Di şanoya li ser rêyê ya xwînî de ku li Bangokê pêk hat, monarşî ji aliyê “kirassoran” ve weke hêzeke partîzan hat dîtin ku nîşan da ku jê nayê/yan jî meyla wê ya lihevanînê nîne. Di xwepêşandanan de posterên melîkî ji binî ve nebûn. Di çarçoveya herêmî de rewş hê xirabtir e. “Kirassoran” rol û siberoja monarşiyê kiriye mijara nîqaşan (red kiriye), lê herweha întellektuelên ku li çareseriyekê digerin jî ev kiriye. Artêş û polîs bi xwe di dema krîzê de bûne dubeş.
Aramî dîsa li Bangokê vegeriya. Birêvebirên xwepêşandêran yan xwe radest kir yan jî reviyan. Xwepêşandêrên herî dawiyê ku xwe sipartibûn perestgeheke bûdîst, hikumetê ew vegerandin gundên wan ên li bakur û mesrefa vê yekê jî girt ser xwe. Hikumeta Abhisit pêşniyara xwe ya hilbijartinên pêşwext bi şûn ve kişand, ev hemû jî bi şîretên lihevhatinê kirin. Ya xuya dike ew e ku hikumet û artêş bi alîkariya burokrasiyê ve desthilatdar in. Lê belê nerazîbûna civakî di bin re dewam dike û dikare ji nû ve xwe bide der. Vê carê, ew ê monarşiyê jî bide ber xwe bibe.

Di 74 salan de hijdeh darbeyên leşkerî
-1932. Darbeyeke leşkerî bêyî rijandina xwînê monarşiya destûra bingehîn damezirand.

-1939. Siamê navê Taylandê li xwe kir.

- 1941. Japonyayê Taylanda ku hevdîtin dikirin, dagir kir.

-1946. Melîkê niha Bhumibol Adulyadej ji mişextiyê vegeriya û bû welîahtê Melîktiya Taylandê.

-1947. Darbeyeke leşkerî dîktatoriyeke leşkerî ya 26 salan dewam bike anî holê.

-1950. Bhumibol Adulyadej taca melîktiyê da serê xwe.

-1954. Thayland endamê damezirîner yê Rêxistina Peymana Asyaya Başûrrojhilat (SEATO) e, peymaneke leşkerî ya alîgirê rojavayê ye.

-1965. Di dema şerê Vîetnamê de Thayland dibû baregeheke leşkerî ya amerîkî.

-1973. Damezirandina rejîmeke parlemanteriyê ku dê ji aliyê cuntaya leşkerî ya sala 1976’an ve ji holê bihataya rakirin. Generalan heta 1982’an welat bi rê ve bir.

-1992. Partiya Demokrat di hilbijartinên parlamentoyê de bi ser ket.

-2001. Di encama hilbijartinan de ku partiya wî bi ser ket, karsaz Thaksin Shinawatra bû serokwezîr.

-2006. Darbeyeke nû ya leşkerî. Piştî hilbijartinên 2007’an hikumeteke alîgirê Thaksin kete şûna wî.

-2008. “Kiraszerên” dijberî hikumeta nû, herdu balefirgehên navneteweyî yên Bangokê dagir kirin. Partiya desthilatdar hat qedexekirin. Abhisit Veijajiva bû serokwezîr.

-2010. Piştî gelek hefteyan dagirkirina beşekî paytextê, hêzên leşkerî û polîsên dewletê dor li “kirassoran” girt. 88 kes hatin kuştin.

Çavkanî

Philip Golub: Li Zanîngeha Sciences Po (CERI) lêkolîner e ; li Zanîngeha Paris 8, li American University of Paris û li Enstîtuya Lêkolînên Ewropî profesorê tekîliyên navneteweyî ye.

  • Robert Muscat, The Fifth Tiger: A Study of Thai Development Policy (Pilingê pêncemîn: Lêkolîneke li ser siyaseta pêşketinê ya taylandî), United Nations University Press, New York, 1994.
  • Hevpeyvîna Pasuk Phonpaichit, New Mandala (Mandelayê nû), 4’ê Îlona 2007’an, http://asiapacific.anu.edu.au/newmandala/2007/09/04/interview-with-professor-pasuk-phongpaichit/
  • Chris Baker û Pasuk Phongpaichit, A History of Thailand (dîrokeke Taylandê), çapa duyemîn, Cambridge, Cambridge University Press, 2009
  • Pasuk Phopaichit, New Mandala, li jor behsa vê hevpeyvînê hate kirin.
  • Pasuk Phongpaichit & Chris Baker, Thaksin, çapa duyemîn, Silkworm Books, Chiang Mai, 2009
  • Bixwîne; Xavier Montheard, Thaïlande, au coeur de la “revolution jaune” (Di dilê “ şoreşa zer ” de Tayland), Planète Asie, Le Monde diplomatique, 15’ê Îlona 2008’an.
  • Daneyên bankeya pêşketinê ya asyewî. Bixwîne; Zhuang Juzhong (dir), Poverty, Inequality and Inclusive Growth in Asia (xizanî, newekhevî û mezinbûna pêre li Asyayê), Anthem Press, London, 2010, rûpel 3.
  • Bangkok Post a 22’ê Adara 2010’an cih dabû van statîstîkan.
  • Heman çavkaniya di jêrenota beriya vê de.
  • Maurizio Peleggi , Thailand: The Worldly Kingdom (Tayland: Meliktiya dinyewî), Reaktion Books, London, 2007.