Berbejnên Pîrikan

Di navbera xewn û xewnereşkê de dinyayeka ku sînorên wê nedîyar heye. Dinyayeka ku li wir bayê felekê berbayê tiştekî nakeve û tenê bi ya dilê xwe dike. Li pey xewnekê, derîyê xewnereşkê çima vedibe û di nava kefa destê xwe de dilê meriv çawa diguvêşe nayê zanîn. Ew dinyaya ku di navbera xewn û xewnereşkê de ye, gelek caran ji rastîya tund sûdê werdigire û li ser serê me benikê xwe girê dide. Şîyarîya ji xewnereşkê bi gupegupa sîngê deng vedide û ev gupegup hêdî hêdî xwe vediguhêze henaseya jîyanê.

Kitêba Fatma Savci ya bi navê ‘Ristika Morîkan’ ku sala çûyî ji nav Weşanên Avestayê giha destê xwendevanan, me xwendevanan jî bi niviskara kitêbê re ji xewnan derbasî xewnereşkan dike. Divê di serî de bibêjim, ev kitêba ku ji 89 rûpelan ava bûye xwendevanên xwe nexapîne. Tenik xuya dike lê naveroka kitêbê dilop bi dilop  xwe berdide nava dilê meriv. Naveroka kitêbê û çîroka rastîn ya jîyana F. Savci li kêleka hev dimeşin. Serîrakirina li hember zilimdarîyê û mehkûmîya wê ya bi qasî 10 salan helbet wê bi awayekî xwe lê bipêça. Hinek kes ne di hizra vê pêçanê de ne mixabin, hinek kes di nava vê pêçana şidîyayî de dixeniqin, hin kes jî bi awayekî vê pêçana şidîyayî didirînin. Fatma Savci berîya kitêba xwe ya ‘Ristika Morîkan’ peyv bi peyv, rêz bi rêz bi helbestan ev yek kir. Lê xuyaye ji bo girêka di hundirê wê de helbestvanî têr nekirîye û vî barî xwe di kirasê xewnereşkan de jî rêsaye. Ji xwe nivîskara me hîn di destpêka kitêbê de me bi vê yekê dide nasîn. Kitêbê, ‘Ji bo xwedîyên xewna azadîyê û barhilgirên şerma bindestîyê….’ dîyarî dike.

Ev her 11 morîkên ristikê destpêkê wekî xewnên xweş rêz dibin. Teswîrên Fatmayê li pêş çavên me wekî rojeka ji biharê vedibin. Pirî caran li ber derîyekî ye, derîyekî ji zarokatîyê. Lê ev qet ne ecêb e. Ji ber ku yên hepsî, yên li rêyên dûr, yên sirgûn her tim li ber derîyekî sekinîne. Em jî pê re kêfxweş dibin, zarokatîya me jî tê bîra me. Mînak, ev gotinên hanê hesreta dilê me jî tîne zimên; ‘Hemî meyizandinên pîra min bi kulîlkên dilovanîyê xemilandî ne. Hemî nêrînên pîrika min  bi evînê meyandî ne. Ez niha dibêjim xwezî aso ji awirên pîrika min pêk bihatana û ez di nav wê bihuştê de bijîyama’ Lê….Lê di derekê de tiştek diqewime û em bi hev re di nava alozîyeka dijwar de, di nava dengên bi xof de dimînin. Em ji xewnekê derbasî nava xewnereşkekê dibin. Çi bû, çawa bû nayê zanîn. Dilê me bi hev re di nava kefa destê pîrebok û dêwên bi çek de diguvişe. Nivîskara kitêbê di nava xewnereşkên xwe de ye lê em li derva bi dilekî xof hem li wê û hem jî li xewnereşka wê temaşe dikin. Di çîroka ‘Dîlan û Kevî’yê de gotinekê dibêje; ‘Kêfa min li min dişikê’ Ya rast di her çîrokekê de kêfa me jî li me dişikê, lê rastîya tehl dev ji me bernade. Di xewnnivîskê de –ku divê bê gotin, kurdî bê rojnivîsk e- Fatma Savci, me ji rastîya tehl dibe ber bi xeyalan ve û ji wir jî careka din tîne ber bi rastîyê ve.

Di her 11 morîkan de hin dirêsin û hin jî çîrokan dibêjin. Bi berhevkirin û gotina çîrokan, esas parastina kurdî tê xwestin. Bi rêsandinê jî, dîrok, çand û hêvî tê lihevanîn; ‘Çîrokan dirêsim, keçikan, lawikan, berxik û dêlîyên mêwan jî. Ez êgir, ez birînê, ez girî jî dirêsim.’ Divê tiştek neyê jibîrkirin da ku xeleka dîrokê neşikê. Heke carekê bişikê wê hertişt wekî hin pîrên di morîkan de li azîyê bimînin.

Bi nêrîna min her tiştên li vê dinyayê axirî li hember nivîskaran têkçûyî ye. Nivîskar bêbextîyê, êşê, evînê, kêfxweşîyê, zilm û zordarîyê, dîroka bindest û ya serdestîyê bi nivîsê dixe bin hikmê xwe. Êdî li gorî nivîskar bêhnê dide û distîne hemû bûyer pêk tên. Tiştê ku hîn nehatîye nivîsandin ji rastîya xwe bi şik e. Wekî Fatmaya hêja ku di kêlîya herî xirab de, di kêlîya herî dijwar de ji hebûna xwe şikan dike. Ji ber ku di wan kêlîyan de dilê tu kesî li ber wan karesatan ranedigirt. Tenê dilê kesên ku xwe li çîyayan girtine û her tim li kevîyên kendalan sekinîne dikarin li hemberî wan kêlîyên dijwar û bi xof li ser lingan bisekinîyana.

Gotina dawî; Fatma mehkûmîya dewletê qedand û bi helbestan  ew mehkûmî herikand. Lê xuya ye ew mehkûma barê xwe yê giran e. Û hêvî dikim bi vê kitêbê xewnereşkên xwe aşt kiribe.

Ristika Morîkan/ Fatma Savcı

Weşanxaneya Avestayê

Çapa Yekem 2012