Berdewamîya enîyê li Rûsyayê

Nerazîbûneke bêhempa
Translator

Tevî ku roja 4ê adara bihurî, Vladimir Putîn li gel % 63.6 dengan dîsa wek serokkomarê Rûsyayê hatibe hilbijartin jî, rewşa siyasî ji hêvîyên wî yên di dema xuyakirina namzedîya ya îlona 2011ê de pir cuda ye. Meşruiyeta wî lawaz bû û, heta di alîyê wî de jî, pir kes ne bawer in ku ew ê bikaribe ji pirsgirêkên welêt re çareyan bibîne.

Şoreşeke rengîn (1) bi awayê rûsî wê pêk neyê. Seferberîyên 5 û 10ê adarê, ku li ser bangewazîya grupên îtîrazker ên encama hilbijartina serokkomarî li dar keftin, girseyên hesibandî bi xwe ve nekişandin û organîzator bi xwe lê mikûr hatin ku divê awayê derbirîna nerazîbûna wan bê guherîn. Li gel vê yekê jî, desthilat nikare weha bihesibîne ku her tişt temam e. Li dawîya qonaxeke çalakbarîya nedîtî ya ku li kanûna bihurî, bi dû hilbijartinên meclisî, hatibû dest pê kirin, civaka rûsî ji her demî bêhtir dabeşkirî xuya dike.

Ji sextekarîyê bêhtir (2), ji nû ve hilbijartina Putin ne surprîz e. Di serî de ji ber ku beşeke mezin a dengdaran, piştî trawmaya krîzên siyasî û aborî yên ji 1991ê ve li pey hev hatî, wî wek parêzvanê tenê yê istiqrara welêt dibînin. Di xwepêşandanên mezin ên bi dû hilbijartinên cihê nerazîbûnê yên Dûmayê de jî, piranîya kesan qutbûneke siyasî ya tevayî nedixwest. Partîya li ser kar, feyde ji vê hişmendîyê wergirt û soza dewambûnê da. Wekî din, zagonên hilbijartinê yên ji 2000ê ve ketibûn dewrê rê neda muxalefetê ku namzedên pêbawer derxîne pêş.

Ev heman manîpulasyon bixwe ne ku bûn dîkikkêşa tevgereke muxalefetê ya berfireh. Beşa raya giştî ya herî zêde bi nirxên demokratîk ve girêdayî –nirxên ku hemû rayedarên ji Boris Yeltsin ve bi ser xwe girtibûn– xwe li ber sînîzma xuyakirina pevguhastina rolên dueta li ser kar ranegirt, dema ku serokkomarê niha Dmîtrî Medvedev roja 24ê îlona 2011ê namzedîya kevneserokkomar û serokwezîrê niha Vladimir Putin pêşkêş kir û Putin bi xwe yekser lê vegerand û soz daye ku ew ê cihê serokê hikûmetê jî ji Medvedev re veqetîne.

Li pey kampanyayeke hilbijartinê ya ku, nemaze li Moskvayê û bajarên din ên welêt, xwepêşandanên berfireh û her ku diçe, li dij namzedê fermî tûndtir û dijwartir, mohra xwe lê xist, bergeha siyasî ya rûsî û jê bêhtir, rewşa raya giştî, bi kûrahî serûbin bûne. Tevî serkeftineke qebûlnekirî di hilbijartinên parlemanî de jî, partîya li ser kar, Rûsyaya Yekgirtî, nikare xwe ji leqeba xwe ya li Înternetê navdayî, "Partîya çete û dizan", xilas bike. Partîya Komûnîst jî, ya ku di rêza duyem a hilbijartina serokkomarî de bi cih bû, li gel namzedê xwe Guennadî Ziûganov lawaz bû, her weke Vladimir Jirinovski yê namzedê Partîya Lîberal û Demokratîk a Rûsyayê (LDPR), partîya netewperest a kevneşopî li rêza çarem daket. Bi siyaseteke civakî ya çalak (rakirina pansîyon û pareyê teqawidbûnê, rakirina meaşên hin kategorîyan weke mamoste û personelên tenduristîyê), bi fînansekirina pîşesazîyên kevneşopî, Putin bandora PKê a di kelehên xwe yên kevnare de kêm kir, tevî nûbûneke retorîka welatparêz a ku Jirinovski jî xist tengasîyê. Herçi Iabloko, partîya Grîgorî Îavlînskî ya ku demekê wek partîyeke sosyal-demokrat a rûsî hatibû nîşan dan, karên nelirê ew ji Dûmayê qewirand û riya hilbijartina serokkomarî jî li pêş namzedê wê girtiye; ew hîn bêhtir marjînalîzekirî derket.

"Yekemîn duçerxa du rûniştek"

Mîtîngên mezin ên muxalefetê rola tevgerên derparlemanî bi pêş de xist û serokkomar Medvedev bi hin temsîlkarên wan re li destpêka adarê jî hevdîtin pêk anî. Wan baweşînkeke nedîtî ya meylên dijber, lê di redkirina kiryarên desthilata heyî de yekbûyî, anî cem hev. Li gel çepeke hûrhûrkirî, du meylên din tê de cih digrin, meyleke rastgir û lîberal jî di nav de. Ev meyla lîberal hîn lawaz e, lê demokratîkbûneke tund weke şerteke bivê nevê ya têxistina rê ya rabûna rûsî îlan dike. Li cem pêşengên adetî, wek kevneşampîyonê kişikê Gary Kasparov an kevneserokwezîr Mikhaîl Kassianov û Boris Nemtsov, surprîz ji hêla Mikhail Prokhorov hatiye, yê ku di rêza sêyem a hilbijartinê de cih girt. Evê mîlyardar û olîgark, kampanyayeke çalak a li dij karên nelirê meşandin û daxwaza tevindana vê qûtba lîberal bi îlana damezrandina partiyeke nû piştrast kir. Lê belê, ji kêmbûna tecrubeya siyasî bêhtir, dewlemendîya wî ya di welatekî hîn dijberê olîgarkan de, her weke daxuyanîyên wî yên li ser pêwîstîya reformeke qanûna kar, jê re dibin asteng.

Meyla duyem jî aîdê tevgera netewperest e, ku tevî nûdestpêkirina gotinên welatparêz a Putin, ku negirêdayîyê tu partiyê ye û bi kampanyayên nijadparest yên di pey hev de pêk anîn û bi bikaranîna şidetê li dijî koçberan – bûyerên ku ji seferberiya polêsan bêhtir rê li ber xwepêşandanên demokratan vekir– bi berfirehî pêş de ket. Li gel pêleke dirûşmên demagojîk ên têkildarên sloganên hevfikirên wê yên ewropî, vê meylê ji nezelalîya pozîsyonên Alexis Navalny ê navdarê Înterneta rûsî û qehremanê şerê li dij giregirên bertîlxwursûd wergirt.

Li hember nerazîbûneke weha berfireh, desthilatê li gel aletên îdarî yên bi heybet, çalakkirina parêzvanên xwe li dar xist. Wê dijûnên rabihorîyê dîsa derxistin holê, weke "dijminên Rusyayê" yan jî "xayînên welêt". Bi pey re, weha xuya bû ku wî dixwest bersiva hin xwestekan bide. Berê hilbijartinên 4ê adara 2012ê, Medvedev weha nîqaşên li ser çend pêşnîyarên zagonê yên ji bo reformkirina hin alîyên pergala heyî (vegera hilbijartina walîyan, qeydkirina hêsantir a partîyan) li Dûmayê dan dest pê kirin. Lê belê, Putin jî behsa çend astengan kiriye ku wê berfirehîya van reforman sînordar bikin...

Sernavê ku heftaneya rûsî The New Times, roja 5ê adarê, ji bo hevpeyvîna li gel Igor Iurgensê berpirsê fikirdankeke nêzîkî Medvedev hilbijart, têra xwe ravekar e: "Em şkestin". Li gel analîza şerên bandordarîyê yên di çembera nêz a "dueta pêşî" de (Medvedevê serokkomar, Putinê serokwezîr), ew têkoşîna du hêzên nehevseng dişayêsîne. Hêza pêşî, ya ku ew tê de cih digre, dişibe kategorîya civakî ya xwepêşandêrên kanûn û çile yên kolanên Moskvayê: Entelîjentsîyaya lîberal, mamoste, xwendekar, lêkolîner û sinifa navîn a di rabûnê de; hemû parêzvanên vekirina welêt û kûrbûneke bi lez a demokrasîyê.

Li dijî wê, lobîyeke muhafezekar heye, "yekîtîyeke bihêz" û di hemû mekanîzmayên desthilatê de birêxistî, ku xwe dispêre koeke sektorên ji rêûresmê: "kompleksa leşkerî-pîşesazî, hîdrokarbûr, agrobusiness û artêş". Ew tirsa wan a guherîn û êrişên derve binxêz dike. Navên hatî ser zimên di tabloyeke matmayîker a ji hêla heman heftaneyê ve weşandî (3) de cih digirin, ya ku têkilîyên şexsî û resmî yên Putin û komeke rayedarên siyasî û karmendên van derdoran –li gel binesazîyên mezin ên neqliyatê û du elemanên kilît ên mekanîzmayê, banka û medyayên sereke –bi hûrgilî nîşan dide.

Ev şebeke ji nîvê hatina hindûrîn a brûtê (HHB) bêhtir û zêdetirî sê çarêkên îmkanên ixracatê yên rûsî jî di xwe de vedihewîne. Desteserîya dewletê li ser van salên dawîn hê jî xurttir bû. Çapemenî bê navber kirinên van şirketan mehkûm dike, ku çalakîyên wan bi siparîşên hikûmetê ve bi giranî girêdayî ne: Nirxandina zêde ya bihayan a sîstematîk, bi xêra rewşên monopolê, reva qezencan ber bi meydanên offshore û nezelalîya ku bertilxurîyê hêsan dike.

Ji protestokirina hilbijartinan bêhtir, çalakbarîya xelkê bi taybetî li dor daxwazên zelalbûn, edalet, çavdêrîya gel li ser biryaran digere û li dij imtiyazên biheybet ên nomenklatûraya nû ya ji bîst salên tunebûna cudakirina desthilatan derketî, radiweste. Ne tesaduf e ku xwepêşandêran rengê spî ji xwe re hilbijartin û şerît, rozet û top jî jê dan çêkirin. Bertîlgirî, karên nelirê û desthilatdarîya rayedaran di her sewiyeyekê de cihê nerazîbûnê ye. Lewre ku tevî sozên dubare yên dueta Medvedev-Putin, pêşketin di vî warî de hema bêje tunene. Sedemên resmî yên jikaravêtina giregirên dewletê yên di qonaxa bihurî de tu caran wek bertîlxurî yan karên nelirê nehatin nîşan dan.

Tirsa vedoreke nû ya pevçûnan

Du lêkolînerên amerîkî yên ku karîyer û kiryarên Putin analîz kirine, portreya merivekî heyranê dîrokê diresimînin, yê ku dixwaze bibe wek Petr Stolypinekî sedsala 21ê (4) û berî her tiştî hêz û dînamîzma berê li welatê xwe vegerîne. Li gor wan, serokkomarê nû ev wezîrê Nikolas II wek mînak ji xwe re bijart, yê ku ji ber tepisandina tevgera şoreşgerî ya 1905ê her weke sazkerê reformên girîng û nîvcomayî navdar e. Wî weha bersiva Stolypin li hemberî Dûmayê di 1907ê de kir mala xwe: "Birêzino, ne guherînên mezin, Rusyayeke mezin ji me re pêwîst e". Herdu lêkolîner jî çend epîsodên siyasî yên biryardêr ên karîyera siyasî ya Putin bi bîr dixin, pêşî li dewsa cîgirê şaredarê reformker ê yekem ê Petersburgê, Anatoli Sobtchak, paşê wek warisê hilbijartî yê Boris Yeltsin; ew li ser nakokîya xuyanî ya wî disekinin, nakokîya navbera terciha wî ya dubarekirî ya parastina mantiqê bazareke vekirî û demokrasîyeke di înşabûnê de, û niyeta wî ya sert a parastina dewleteke navendî ya hercihî.

Ji dema ku, welatê wî bi tevlihevîyan re rûbirû bû, wî wek istîxbaratkerê KGBê û xebatkarê şaredarîya Petersburgê kar kir, Putin pênebawerîyeke kûr wergirt û di serî de "şoreşên rengîn", pişt re jî "bihara erebî", ev pênebawerî dîsa çalak kir. Ew ji hatina serdemeke nû ya nerihatîyan ditirse. Wekî din, fikira wî jî ev e ku xwepêşandanên mehên bihurî di binî de ji hêla rêxistinên bîyanî ve hatin manîpule kirin. Di zincîreke nivîsarên dûv û dirêj de, namzedê Putin fikira nûkirina Rûsyayê di hemû zemînan de dubare kir, li gel parastina wê ji zextên derveyî yên dixwazin wê lawaz bikin.

Ev pênebawerîya dualî, navxweyî û derveyî, helwêsteke nakokbar bi xwe re tîne. Ji ber ku ew li pêşketina demokrasîyê bi tenê ji alîyê desteserîyeke tevayî dinêre, prensîpa demokrasîyê bi xwe tê bin pê kirin. Li gel ku Medvedev, hîn serokkomar e, zagoneke dijbertîlgirîyê ya nû pêş dibîne (5) û serokê nû yê Dûmayê Sergey Narychkin zêdebûneke berfireh a rola parlemanê pêşniyar dike (6), Putin radyoya Dengvedana Moskvayê û kanala televîzyonê ya ferdî Dojd (Baran) yên ji ber azadîya wan a îfadeyê navdar tehdîd dike, û rayedarî zext li Aleksandr Lebedevê fînanskerê rojnameya muxalîf Novaïa Gazeta dike...

Putin wê bi pey dewsgirtina xwe ya resmî, roja 7ê gulana 2012ê, çi bike? Li gor siyasetnasê alman Aleksandr Rahr, ev wekaleta nû dê çerxeke reformker bi xwe re bîne. Lê belê, ji bo gelek kesan, Putin bi tenê îfade û guherînên berbiçav pêşkêş dike, ne wek Stolypin lê wek wezîrekî din, Grigori Potemkin, ku serkeftinên xwe yên sexte li Katrin II pêşkêş kiribûn. Gelo muxalefeta îro neewle, wê bikaribe xwe bi awayekî siyasî bi rê xe, da ku biryarên wî bide guherandin?

Çavkanî

Jean Radvanyi:
Birêveberê Navenda Lêkolînên Fransî-Rûsî yên Moskovayê.

  1. "Şoreşên rengîn" –ya "gulan" a 2002ê li Gurcistanê; "şoreşa porteqalî" a 2004ê li Ukraynyayê– hewldanên jitextxistina desthilatên heyî bi çalakîyên gel in
  2. Bnr. rapora pêşî ya Rêxistina ji bo Ewlehî û Hevkarîyê li Ewropayê (REHE) li ser malpera wê Golos, rêxistina ne hikûmetî ya bispora van çavdêrîyan, hûrgilîya karên nelirê dide lê weha texmîn dike ku Putin wê bê van karên nelirê jî di dora yekem de bihata hilbijartin
  3. The New Times, Moskva, 31 cotmeh 2011
  4. Fiona Hill û Clifford G. Gaddy, "Putin and the Uses of History", The National Interest, Waşîngton, 4 çile 2012
  5. Nezavisimaïa Gazeta, Moskva, 14 adar 2012
  6. Nezavisimaïa Gazeta, 15 adar 2012

Wergera ji fransî: Simko Destant