Berfirehkirina qada regresyonê

Peymana ji bo euroyê, bandora li ser mûçeyan
Translator

Di erefa civîneke Konseya Ewropayê de ya li ser krîza deynan, 23ê adarê, parlemana Portekîzê planeke armanca wê bi qutkirina mesrefên civakî, kêmkirina lihevderneketina budceyê bû, red kir. Hukûmetên qada euroyê ji ya xwe nayên xwarê û weke derman heba ta‘l hişkbûnê didin.

Weke di xewnekê Naomi Klein de a ku wê şaşiyên teza xwe ya destpêkê telafî bike, neolîberalîzma ewropî îhtîmameke taybet pê dide ku xwe li "stratejiya şokê" bîne – lê belê şokeke ku ew bi xwe di çêkirina wê de bi rolekî mezin rabû.

Me bawer dikir, me li gel "bersiva" krîza (malî ya taybet) bi rengê planên kemberşidandinê (yên dewletê) yên nedîtî, êdî her tişt dîtiye. Lê belê dirêjkirina "peymana hevrikîbûnê" berê me da rêwîtîyeke din ku em êdî dawîya wê jî nabînin. Ka heta bi ku şaxberdanajêr a nûlîberal wê weke bersiva krîza nûlîberal biçe, ev pirsek e ku kurahîya wê êdî hew dikare were pîvan.

Di vê lipeyhevhatina ecêb de ku şokeke duyem nabe sedema tu sererastkirinên doktrînî, lê belê dibe sedema ji nû ve piştrastkirina berfireh a wî tiştê ku bi tevahî bi bin ketî, beşa "kêmkirina lihevderneketinên budceyan" bi awayekî mentiqî bû sedema yek ji "encamên" ecêb û sosret ku ji binketina dikare bê pêşdîtin a siyasetên kemberşidandinê ber bi pêdivîya bivênevê ve ya di destûra bingehîn de bicihkirina van siyasetan ve diajo. Tevî qamçîkirina ku heta mirov bêje bes tê dubare kirin ya dibêje hişkbûn stratejîyeke vegera mezinbûna aborî ye û her çend wê çend dewrên xweş weke "rilance" (1) a Christine Lagarde jî dan me, em baş nabînin ka siyasetên aborî yên ewropî –ku ev cara pêşî ye koordînekirî ne! Lê belê heyf û mixabin rewşa wê xirabtir bû –wê çawa karibin tam berevajîya wî tiştî neafirînin, ê ku ew weke ku lê digerin, xwe nîşan didin.

Lewma, heke dewrên sererastkirina budceyan berê karîbû hinekî bi ser kevin, ev girêdayî wî şertê zarûrî bû ku bi van tedbîran re kêmkirina rêjeya faîzê, dêvaluasyonekê yan jî jîngeheke tê de aborî mezin dibe jî pêwîst e, ango her tiştê ku em ji niha ve baş pê dizanin ku wê nebe. Ya dimîne, sînerjîya neyênî ya neçê ye ku hewldanên sînordarkirina budceyê ya di vê astê de û di vê firehîyê de (tevahîya Ewropayê) berê nedîtî, bi hev ve girêdide û xuya ye ku bêhtir wê bi "richute" [henekê xwe bi peyva "rilance" dike û peyva fransî "chute" ango ketinê weke peyva çêkirî "rilance" dinivîse] bi encam bibe. Di rewşa herî baş de kêmkirina lihevderneketina budceyê wê pêk bê, lê belê ew qasî hêdî ku leza zêdebûna deynî wê gelekî hindikî biguhere, bi wî awayê ku bi mezinbûneke şikestî, nisbeta deyn/Hilberîna Hundir a Nesade (HHN) – armanca dawî ya tevahîya van manovrayan û herweha pîvana ku ew li gor tê nirxandin –wê her xirabtir bibe.

Mekanîzmaya Îstiqrara Ewropî

Birêvebirên herêma euroyê di stratejîya xwe bixwe de ew qasî bi xwe bawer in ku wan bi rastî bawer kir Fona Ewropî ya Îstiqrara Malî (European Financial Stability Facility, EFSF) bi ser ve temam bikin. Armanca EFSFyê birêvebirina dewreke krîtîk (Yewnanîstan, Îralanda ...) e heta sala 2013ê, bi riya sazîyekê ku ew bixwe dewamîya wê ye, ango; Mekanîzmaya Îstiqrara Ewropî (European Stability Mechanism). Armanca vê mekanîzmayê ew e ku bi awayekî kolektîf derkeve pêşberî pirsgirêkên "muhtemel" ên siberojê yên deynên bi kefîl [kefîlên wan dewlet yan jî bankeyên navbendî]. Di vî karî de, pirsgirêka siyasî hemû razîkirina Almanyayê ye da ku bikeve nav mekanîzmayeke piştgirîya malî. Wê ev yek timî li ser navê sedemeke "rîska exlaqî" red kir: Dema ku zanibin "kefîlên wan hene" hin dewlet wê di mijara disîplîna budceyê de hê hindiktir xwe biêşînin... Çawa ku diviyabû, Fransa xwedîyê wê "fikra baş" bû, ev fikra baş berdêlek bû ku Almanya dikare qebûl bike û pê sazîyeke piştgirîya malî li şûna mekanîzmayeke disîplînê dihat danîn. Vê mekanîzmayê hêvî dida mirov ku wê tu carî lazim nebe mirov wê bi kar bîne !: Di destûra bingehîn de bicihkirina tewazûna maliyeyên dewletan.

Ev jirêderketina mezin tavilê bû mijara van şanoyên bêdeng ên bisporîya baş çêkirî da ku pîrozîya zanistê (yan jî ya zanetîyê) bide fikrên herî xirab, û Michel Camdessus timî hazir e da ku alîkarîyê bide, wî rapora ku mirov jê li bendê bû, bi awayekî bê kêmasî nivîsî. Qet nebe piştî bêhnvedaneke dirêj ya li pey veqetîna wî ji Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), ew bi tevahî li ser xwe, li me vegeriya! Sedem û argumanên ku dilşahîya bisporekî mentiqî ne, pê re hene. "Heke [lihevderneketina budceyê û deyn] bi awayekî bi şidet pêrgî hev nebûyana, vê yekê wê îmkanên me bixistana tehlûkeyê, îmkanên parastina rejîmeke ewlekarîya civakî pir disitirînin û azadîya hilbijartîyên me ya diyarkirina siyaseta netewe. Siyaseta netewe ji alîyê hilbijartîyan ve tê diyar kirin û ne di bin zexta bazaran de... " (2) Bi awayekî ecêb, ew ji nav pêşaneyên xwe yên xurt mekîneyekê derdixe, mekîneyeke bi kêr tê ku bi awayekî metodîk, bi hûrhûrkirina xwedkar, ewlekarîya civakî ji hev bê xistin. Ew herweha bi kêrî tunekirina tevahîya rastîya sererastkirina qanûnên malî tê, lewra plana wan wê bi awayekî bê kêmasî û hişk ji alîyê qanûneke organîk ve hatibe diyar kirin (3) û hemû neçar in li gor wê tev bigerin...

"Bawerîdan"di dawîyê de ji bilî "bidestxistina qebûla muteşebisan" pê ve tiştekî din nîne

Bê guman, rapor baş li îmaja jirêderketina giştîkirî ya peyva siyasî tê ku bi desthilatdarîya Sarkozy hat çespandin. Rapora ku dengê efendîyê xwe ye, heweseke têra xwe fahş nîşan dide ji bo ku nirxê herî bilind bide zanîn, nirxê ku ev pêşniyaz hemû paşê bi awayekî metodîk xiyanetê pê re dikin. Di nav mentiqekî "jihevxistina bi riya çeteyê" ku ji êrişeke ji bereyeke hember bêhtir bi kêr tê, nûlîberalîzmê fêm kir ku xasûktir û aqilanetir e ku dewleta civakî her bêhtir xizan bike, da bike ku çareyên beşa taybet hêsanîtir "xwe ferz bikin". Misoger e ku sererastkirinên mecbûrî yên mesrefên civakî, tevî qutkirinên budceyê yên korane hemûyan yên ku wê bi xwe re bîne jî, çawa ku ji niha ve tê serê AP-HP (Alîkarîya Xelkê –Nexweşxaneyên Parîsê), bi tenê yek bandora wan wê hebe: Çêkirina daxwaza xizmetên beşa taybet ku wê di demeke kurt de bi erzeke bi heman rengî bê razî kirin û ku her kes wê kêfxweş be û qebûl bike ku ew karê xwe ji perîşanîya dewletê bi "gelekî çêtir" dike. Bi her halî tiştek misoger e: Qanûnên fînansên civakî di bin otorîteya çarçove-qanûna nû "Sécu"yê de bi awayekî zelal û "li gor qanûnê" dikevin bin banê jihevdexistina eyarkirî –hin kes jê re dibêjin "rizgarkirina modela me ya civakî"...

Lê belê îronîya devqîç a raporê, heke mirov ne ehmeq be, bê guman di asta xwe ya herî bilind de ye bi daxwaza îdîa dike wê êdî girêdayî siyaseta budceyên bazarên malî nebe, heke ji bilî qebûlkirina her tiştê wan, tu armanceke din a mekanîzmaya destûrîkirinê nebe. Lewma destnedana li gor destûra bingehîn a tewazûna budceyê weke şêwaza havyara muteşebisan e: Êdî wê ji tu dudilîya parlemanî netirsin, êdî li ser derfeta muhtemel a seferberkirina budceyan ji bo xwegirtina li ber krîzan tu pirs wê nebe, kêrên hûrkirinê yên otomatîk wê xweber bixebitin. Mirov carinan ji xwe dipirse ka wê qanûneke organîk a tewazûna budceyî ya ku destpêka sala 2007ê ji bo 2012ê hat qebûl kirin, bibe çi ... ji bilî tercîha di navbera ne li gor destûra bingehîn bûn û ketina nav Depresyoneke Mezin a mîna salên 1929 - 1933ê. Lê belê rapor diviyabû mecbûrî "bawerîyê bide" ango qebûl dike bi tevahî serî bitewîne lewra "bawerîdan" di dawîyê de ji bilî ... "bidestxistina qebûla muteşebisan" pê ve tiştekî din nîne –ji bo azadbûnekê, em dikarin li hev bikin ku hesab bi tevahî hev nagre...

Lê belê Camdessus niha bi rehetî fêr bûye ku şaşîyeke dîrokî li pey şaşîyeke dîrokî bike –lê belê ji ber ku ew xirîstîyan e, paşê lêborînê dixwaze. Wî berê lêborîna xwe xwestibû ji ber ku bi lîberalkirina bi zorê û xirakirina her şêwazê dezgehên ku ji lîberalbûnê nerazî bûn, wî aborîya rûs bi tevahî rûxandibû. Em ji niha ve pêş dibînin ku ji niha heta çend salan wê ceza vegerin, dema ku tesîrên mirovan matmayî bihêlin ên kirasê dînan ê teng ê budceyî bên piştrast kirin. Her çend ew îdîa dike –ketina raporê ya mirovî heyranî xwe dike – ku tewazûna fînansên dewletan "kilîta mezinbûneke aborî ya misêwa ye di nav edalet û serxwebûnê de"– amîn. Sê salan piştî destpêka krîza bi tevahî encama lîberalkirina giştî ye, em li vê retorîka serhişkîyê ya ne asayî, matmayî dimînin.

Bêyî siyaseteke zindîkirina aborîyê, peydakirina navgînên mezinbûna aborîyê ne mumkin e

Heke em naxwazin ku "tiştên paşê bên" bêhnê li me biçikînin, divê em wê li dûv xwe bihêlin. Lewra di "kîsê berdêlan" de herweha "peymana heza hevrikîyê" (5) ku ji kemberşidandina budceyî û wê de tevahîya wate û delalîya "stratejîya şokê" didiyê. Weke bernameyên hişk ku êdî bi destûra bingehîn tên kontrol kirin, bes nebin, bi înîsîyatîva Merkel û Sarkozy, Yekîtîya Ewropayê hizirî ku derfeta "pêşketineke bi rastî" hebû û wê şaş bûya heke heta dawîyê ji vê sûd nehata wergirtin. Yekîtîya Ewropayê bixwe jî bi awayekî ne yekser li binketina muhtemel a bernameyên kemberşidandinê yên koordînekirî mikur tê. Li alîyê din stratejîya ewropî weke pêştedbîra cihguhastineke nû pêk tîne. Du avantajên vê cihguhastinê hene, ya pêşî ew e ku hinekî zêdetir bûyera destpêker –krîza malî ya taybet– bide ji bîr kirin û ya din jî heta ku mumkin e qada pêşketina mezin a lîberal mezin bikin. Lewma vê carê wê her tişt di ber destê wê re derbas bibe!

Weha xuya dike ku hikûmet xwe li ser bandorên fahş ên hişkbûnê agahdar dike, ew hişkbûna ku bixwe şertên xwe yên bikêrhatîbûnê xira dike, lewra ew ji kêmkirina mesrefan zûtir dahatên ji bacê qut dike. Ma mirov ji ku navgînên mezinkirina aborîyê peyda bike, bêyî ku siyaseteke zindîkirina aborîyê bi hewarê ve were? Tam jî di vî wextî de dezenflasyoneke jê tê hevrikîyê bike, vedigere. Hê di salên 1980 û 1990ê de wê xwe weke çareserîya xeyalî ferz kiribû. Ya ku vê çareserîya xeyalî disêwirand, yan bêyî mezinbûna aborîyê be jî vegera tewazûna bazara kar bû, yan jî pêkhatina vê tewazûnê bi tenê bi riya îxracatê û heta ya rastî kombînezona herduyan bû. Dibe ku em di vê gihiştibin: Di vî karî de guhêrbara stratejîk buhayê kar e. Ji ber vê yekê jêgerîna ji îndekskirina mûçeyan li gor buhayan (6) û ahengdarkirina ber bi jor ve (ango ber bi jêr ve...) ya temenê teqawîtbûnê heta 67 salan (ji bo kêmkirina beşa mûçe ya "prîmên civakî" di buhayê mûçeyî yê giştî de) tên plan kirin –û di vê navberê de em ê bibînin çawa dema Ewropa di "koordînasyonê" yan jî di "ahengdarkirinê" de bi ser dikeve, rewş her car xirabtir dibe...

Lê êdî du dehsalên dezenflasyonên rakabetker ên neteweyî têra xwe bêmentiqîya bê kêmasî nîşan da. Serê pêşî, lewma ji nû ve sazkirina tewazûna bazara kar bi tenê bi riya ku "buhayê" xwe –ango mûçe– kêm bike kelevajîyek e ku îdîa dike, der barê daxwazê de tu pirsgirêk wê çênebin – ya rastî tevî % 77ê rêjeya bikaranîna kapasîteyên hilberînê (7) jî ya ku em dikarin bibêjin ew e ku ev îdîa ne rast e... Bi ser de jî, ji ber ku di tercîhên xwe yên ecêb de bi israr e, Ewropa difikire ku me rizgar dike dema ku ew me hemûyan vediguherîne Almanîyên ji wan tê reqabetê bikin. Lê belê, xuya ye nabîne ku stratejîyên rekabetkerî-buha ne kooperatîv in û bi tenê heke yekalî bin kar tînin û herweha nabîne ku giştîkirina van stratejîyan betalkirina bandora wan a li ser herkesî ye.

Lê ev hemû zêde girîng nînin: Ya herî girîng ew e mirov bibêje "hêza reqabetê". Ev jî destûrê dide ku mirov hem êrişê bibe ser mûçeyan û hem jî berdarîyê, ango bi awayekî potansîyel tevahîya şertên –darayî, huqûqî, peymanî, hevrikî û maddî yên– karî. Vê hemûyî êdî di hewayekî misêwa ya kontrola piralî (8) de bi bahaneya "hevkarîyê" dikin. Bi zimanê daxuyanîyên ewropî yê nû çi qasî hatibe bê alî kirin jî, êdî jê nayê ku niyeta xwe ya bi rastî zêde veşêre. Şirove zelûl in ji bo fêmkirina hevokên weha: "Buhayê karkerekî wê bibe mijara kontrolekê"; "ji nû ve di ber çavan re derbaskirina mekanîzmayên diyarkirina mûçe û heke hewce bike ji nû ve di ber çavan re derbaskirina asta navendîkirina pêvajoya hevdîtinan û herweha mekanîzmayên îndekskirinê"; "çavdêrîya tiştê ku peymanên diyakirina mûçe di beşa dewletê de destekê didin hewldanên rekabetkerîyê yên di beşa taybet de"; "lihevkirina li ser hewldanên taybet ên ji bo başkirina pergala perwerdeyê"; "Qabiliyeta pêkhatinê ya teqawîtbûnê, guhdana tenduristîyê û xizmetên civakî". Di bin niyeta wan a têra xwe qelp re ev hunerên bi peyvan veşartina rastîyê jî nikare asteng bike ku dinyayeke bi tevahî zelal li ber çavên me be.

Fînansên dewletê û hêza rekabetê: Fikrên sabit yên paşveçûna aborîyê

"Fînansên dewletê" –yên ku destûrê didin dewleta civakî pêk were– û "hêza rekabetê" –ya ku bandorê li qadên jîyana mûçegirîyê tevan dik –, timî du girrên (fikrên sabit ên) paşveçûna aborî ne. Di vê raporê de danezana Eurogroupeyê ya 11ê adarê dibe ku nivîsa herî êrişkar be ya ku me ji mêj ve nedîtibû. Ka em bi dorê behsa pirsgirêkan bikin. Girêhişka "ji nû ve danîna tewazûnê bi riya hişkbûnê" bixwe li ser mirovî ferz dike ku li çareyên din bigere. Di dema kurt de, pêşî bi îpoteza nehiştina deynî heye ku divê bê guman di nav alternatîvên mirov dikare pêş bibîne de cih bigre. Tehlûkeya teqîna beşa bankeyan a ku wê piştî kêmasîyekê yan jî gelek kêmasîyên girîng ên bi hev re bide der, bi awayekî misoger rast e. Hemin, vê carê, piştî ku beşa bankeyan ket, dibe ku mirov derfeta desteserkirina bi riya dewletîkirinê bibîne (9). Ev operasyon wê hîç zirarê li fînansên dewletê neke (Camdessus wê jê razî be) û ya rastî bi tenê ew dikare pêvajoyeke nûkirina bi tevahî ya tevnên bankeyan-fînansê bide dest pê kirin, ya ku êdî xuya ye ne xema tu kesî ye. Lê belê krîza ewropî ya deynên bi kefîl [dewlet yan jî bankeyên navendî kefîl in], bi taybetî vê pirsa dema navîn derdixe pêş: Veguherîneke kûr ya navgînên fînanskirina lihevderneketinên budceya dewletê, weke ku statuya bi rastî ya "pirsgirêka" ajansên notdayînê bi bîr dixe.

Tevahîya hestên skandalan ku ew bi awayekî rewa dikin ku derkevin holê, ev dîsa jî pirsgirêkeke bi awayekî mutleq talî ye. Em pê dizanin ka biryarên ajansan ên kêmkirina notan çiqasî destekê didin bêserûberbûnên bi tehlûke yên bazarê, ku muheqeq di pey re bernameyên kemberşidandina aborî bêhtir tên şidandin. Lewra nîqaşa li ser ajansan hê nîqaşa di çarçoveya mentiqê bazaran û fînanskirina bi riya bazaran de ye. Heke bazar bi bawerî û fikra mirovan dixebite, ajansên notdayînê wê timî mexlûqên pêwîst bin –yanî: Yên ku bivênevê wê derkevin holê. Lewma ev mentiqê dabeşkirina karê finansorîyê bixwe ye ku dike aktorên di hilberîna hukman de bispor derkevin holê ji bo civakeke ku bi van hukman (yên li ser nirxê hisseyan ê siberojê) dijî. Heke em biryarê bidin sê "mezinan" (10) bigrin, berîya şeş meh di ser re derbas bibûna wê hin ajansên din şûna wan bigirtana. Lê belê biryarên ajansan (bê guman) tesîrên xirab dikin bi tenê ji ber ku ew tavilê vediguherin tevgerên bi destê operatorên bazaran piralîbûyî.

Ango pirsa ajansan hema hema bi qasî ya pîvanên hesabdaran talî ye. Her du jî bi tenê di nav mentiqê bazarê de xwedî wate ne, tevî ku ev mentiq bixwe ye yê ku divê mirov lê dudil bibe û bixe ber jêpirsînê. Çawa ku em li awayên din yên fînanskirina dewletê bifikirin, pê re ev pirsgirêkên qelp ji holê radibin. Ya ku em behsa wê dikin tam jî babeta bi rastî ya rewşa heyî ye. Vê jî diviyabû têra xwe sergêjîyên tirsnak ên fînanskirina lihevderneketinên budceyî -ev fînanskirin ji alîyê bazaran ve tê misogerkirin û kontrolkirin- piştrast bikira da ku em karibin li çareyeke din bifikirin –weke mînak çalakkirina fînanskirina darayî (ji alîyê bankeya navendî ve) û/yan jî seferberkirina danehevên xaneyan, lê belê bi riya tevnên dezgehî yên derveyî bazarê. (11)

Almanya ji ber ku aborîya wê mezin nabe, mesrefa deflasyona mûçeyî bi hevalên xwe yên ewropî dide dayîn

Em vegerin ser babeta hêza reqabetê, bi rastî jî divê mirov xwedî mentiqekî berteng be da ku hêza reqabetê bi tenê ji alîyê buhayê mûçeyî ve bibîne û tu caran ji alîyê kura dovîzan ve nebîne. Dîsa jî divê alman xwedîyên fikrekê bin, lewra ew baş pê dizanin ku derketina ji herêma euroyê ya muhtemel wê bike ku nirxê markê wan ê nû pir biguhere... û avantaja reqabetkerîya dehsala wan a xweş a deflasyona mûçeyî jî wê bi carekê ji holê rabe. Li alîyê din, John Maynard Keynes bi projeya xwe ya "Yekîtîya tezmînê ya navneteweyî" (International Clearing Union, ICU) şemayeke bi mentiq a birêvebirina dahat û lêçûnên bazirganîyê û kurên dovîzan ji zû ve pêşkêş kiribû. Şertê bingehîn ê vê şemayê ew e ku bazarên malî bixwe ji wan nayê ku sererastkirinên bi rêk û pêk bikin –heyf û mixabina serdemekê ku tercîh kir her tiştî bispêre wan. Lewma divê li şûna bêserûberîyên ku bi awayekî pergalî bazaran bê îstîqrar dikin, mirov pêvajoyên sazûmanî û siyasî yên rastkirina newekhevîyan tercîh bike.

ICUya keynesî awayekî fînanskirina dahat û lêçûnên lihevderneketî yên balansên peredanê pêşniyaz dikir. Lê belê, wê herweha mekanîzmayên sazûmanî yên sererastkirinên kurên dovîzan jî pêşniyaz dikir. Kotayeke lihevderneketina budceyê yan jî mayeyê bazirganîyê didin her welatî. Heke çaryeka vê kotayê bê bihurandin, hingê welatekî budceya wî li hev derneketî, mafê wî hebû ku nirxê pereyê xwe % 5 û heta jê û wê de jî, kêm bike. Lê belê, nûbûna mezin a ICUyê ew bû ku bike welatên budceya wan li xwe zêde dike, destekeke yekser bidin. Qamçîkirina bi reqabetkerîyê ya tevlî bermahîyên merkantîlîst dikarîbû lixwezêdekirina bazirganîyê weke nirxekî guman jê neyê kirin, bide qebûl kirin. Lê ya rastî lixwezêdekirin para bêhtir encama stratejîyeke nekooperatîv, ya avantaja hevrikîya yekalî ye ku ji kîsê yên din tê bi rê ve birin –çawa ku Almanya ji ber ku aborîya wê mezin nabe, mesrefa deflasyona mûçeyî bi hevalên xwe yên ewropî dide dayîn. ICU li welatên budceya wan li xwe zêde dike pergaleke backirinê ya her diçe zêde dibe, tetbîq dike. Ev pergal li gor sînorê lixwezêdekirinan yê diyarkirî ye da ku stratejîya wan a yekalî paş ve biçe û wan ji bo zindîkirineke aborîyê teşwîq bike da ku dahat û lêçûnên wan ji nû ve ahengdar bike û di heman demê de rewşa lihevderneketinên budceyî (û mezinbûna aborî) ya hevalên wan baştir bike.

Em ê îtîraz bikin ku her projeya dêvaluasyonê muheqeq bi bahozeke darayî bi dawî tê

Em ê li ber rabin û bêjin, ne sererastkirinên bi armanc ên biryara wan li buroyên hikûmetan hatine dayîn, belê êdî bazar in ku kurên dovîzan diyar dikin. Em ê herweha îtîraz bikin ku her projeya dêvaluasyonê muheqeq bi bahozeke darayî bi dawî tê. Ji ber vê yekê divê sererastkirinên li bazaran bên kêm kirin! ICU qet nikaribe bikeve şûna bazara global a pêvguherînan jî ew dikare modela xwe pêşniyazî eurozonekê [herêmeke euroyê] bike ku wê li gor şemaya pereyekî hevpar ê du qonaxên wî hene, bixebitiya (12): Pereyê hevpar ji bo têkilîyên darayî yên bi derve re, lê belê wê li hundir destûrê bide binavkirinên pereyên neteweyî yên ku parîteya [nirxê li gor pereyê welatekî din] wan êdî ne mecbûr e sabit be, belê parîteya wan dikare li gor mekanîzmayên bi tevahî siyasî û sazûmanî yên weke ICUyê bê sererast kirin. Em bi awayekî aşkere bibêjin, pereyekî wisa yê hevpar bi tena serê xwe wê nikaribe mûcîzeyên mezinbûna aborî bi riya îxrackirinan çêke: Bi tenê 120 mîlyar dolarên ku budceya alman li xwe zêdekirî hene (13) yên ku dikarin li tevahîya herêma euroyê bên belav kirin... Lê belê qet nebe di vê pêvajoya em tê de, ev pereyê hevpar diviyabû hin qadên azadîyê yên xweş pêşniyaz bike, ango derfeta dêvaluasyonê û peydakirina alternatîvên mezinbûna aborî –yên ji wan tê ku bikin deynê dewletê bê hilgirtin (15) –bide welatên ku krîza ewropî li wan destpêkirî: Yewnanîstan, Portekîz û Îrlanda, bazirganîya her sêyan jî li hev dernakeve [kirîna wan ji firotina wan bêhtir e] (14). Xulasa, berîya her tiştî, wê dê destûr bidaya guhertinên bikok ên awayê fikr û birêkûpêkkirina hêzên reqabetker ên nisbî yên di nav Yekîtîyê de. Bi vî rengî, wê dê em bi rastî ji nexweşîya vegir a paşvebir a "peymanên ji bo euroyê" rizgar bikira.

Senaryoyeke parçebûna herêma euroyê weke di kanûna bihurî de mumkin e

Mirov wê bibêje qey ev pêşniyaz hemû di xewn û xeyalên li ser piyan de ne û di şertên îroj de tu şansê wan nîne ku pêk bên. Ev rast e jî! Lê belê dibe ku şert bixwe jî biguherin. Jê re dwanzdeh yan jî hijdeh meh divên ku ev kelevajîtîya Hişkbûna Giştî derkeve holê û ku hayê bazaran bi tevahî jê çêbe, lewra rêjeyên deynan/HHN (Hilberîna Hundir a Nesade) wê zêdebûna xwe ya kes nikare xwe li ber bigre, dewam bike. Hingê, EFSF wê bi derfetên pir jî nikaribe kêmasî û şaşîyên di heman demê de derdikevin holê, telafî bike. Ev kêmasî û şaşî encamên rêjeyên faîzê yên bê serûber in. Ji bo bloka (herêma euroyê) ku wê ji girrên (fikrên sabit ên) alman rizgarbûyî be, rûpelê dîrokê ji nû ve wê nereşkirî be û derfeta wê çêbe ku bi awayekî din ji nû ve ava bike.

Çavkanî

Frédéric Lordon*: Aborînas. Nivîskarê hewldana bi navê D’un retournement l’autre (Ji berepaşbûneke din). Komediyeke/Şanoyeke ciddî li ser krîza malî, çar perde ne û bi wezna 12 kiteyî (alexandrin) hatiye nivîsîn, weşanên Seuil, Parîs, wê 5ê gulana 2011ê çap bibe.

  1. Pevkelîna peyvên rigueur (hişkbûn) û relance (ji nû ve zindîbûn)
  2. "Réaliser l’objectif constitutionnel d’équilibre des finances publiques " [" Pêkanîna armanca destûrî ya tewazûna fînansên dewletê"], rapora Koma Xebatê ya ku Michel Camdessus ew bi rê ve dibir, 21ê hezîrana 2010ê, rûpel 4
  3. Di pêşniyaza Camdessus de, li gor Destûra Bingehîn a ku di statuya qanûna organîk de ye, Qanûna çarçoveya prog- ramasyona fînansên dewletê (LCPFP) di ser qanûnên fînansê yên besît re ye, dikare armanca wan a zarûrî ya tewazûnê ji bo demekê diyar bike
  4. Heman çavkanî,rûpel 36
  5. Guhertoyeke hindikî nermkirî ya vê peymanê di civîna bilind a Eurogroupeyê ya 11ê adarê de di bin navê "Peymana ji bo Euroyê" de hat pêşkêş kirin
  6. Li deverên ku hê lê heye: Li Portekîz, Belçîka û Luksembûrgê
  7. Dawîya 2010ê. Di 2007ê de % 85.4 bû (Daneyên Înstîtûya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî)
  8. "Çarçoveya nû ya kontrola makroekonomîk", danezana Eurogroupeyê, 11ê adara 2011ê
  9. Der barê vê fikra ku bi awayekî hişk li vir behsa wê hat kirin, ji bo agahîyên zêdetir li çavkanîya jêr binihêrin: "Sauver les banques: jusqu’à quand?" ["Bankeyan rizgar bikin: belê heta kengî?"], La pompe à phynance, http://blog. mondediplo.net
  10. Standard&Poor’s, Moody’s, Fitch
  11. Binihêre li "Commencer la démondialisation financière" ["Destpêkirina Jihevxistina Globalbûna Malî"], Le Monde Diplomatique, gulana 2010ê
  12. Li gor pêşniyazeke ku Aurélien Bernier jî kir, Désobéissons à l’Union européenne [Guhnedana Yekîtîya Ewropayê], Mille et une nuits, Parîs, 2011, û Jacques Sapir, La démondia- lisation [Jihevxistina Globalbûnê], Seuil, Parîs, 2011
  13. Daneyên Eurostat 2009
  14. Li gor hesabên carî yên sala 2009ê her yekî %11, %10.31  û %2,94ê HHNyê (Hilberîna Hundir a Nesade)
  15. Berevajî vê, weke ku bi sedema "mezinbûna nekafî" li pey hev kêmkirina nota portekîzî jî nîşan dide.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê