Bi awirê hevalbendên wê, dîplomasîya amerîkî

Jeopolitik
Translator

Wikileaks bi taybetî jî ji dawîya sala bihurî û vir ve neçar dike, dîplomasiya amerîkî li tevahîya cîhanê dibe mijara guftûgoyeke hûr û kûr. Lê belê ew pir bi serûber xuya nake. Berevajîyê Pentagon Papers [Belgeyên Pentagonê], ku ji alîyê New York Times û Washington Postê ve di destpêka salên 1970yê de weşandina wan a qismî bûbû wesîle ku bîrbirina kûr a desttêwerdana li Viyetnamê were ronî kirin, ev telegrafên vêşartî yên Wezareta Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî, ku ji alîyê çend rojnameyan ve hatin belav kirin, cih didin pir kêm hêmanên ku karibin ronahîyê bidin ser hin hêlên venedîtî an jî neravekirî yên siyasetên derve ya dîroka nêz a Dewletên Yekbûyî û hê kêmtir cih didin hêmanên ku karibin analîza giştî ya li ser mijarê biguherînin. Bispor bi van belgeyan wê ji tiştên ku jixwe ji mêj ve zanibûn, piştrast bibin; hin kesên din li gor rewşê, wê ji portreyên rêveberên ku bi giştî bi awayekî pir ne şîrîn ji aliyê dîplomatên amerîkî ve hatine ravekirin û danasîn, kêfxweş bibin an jî hêrs bibin. Bi tevahî, sentez li gel vê yekê jî ne dûrî elaqeyê ne, lewre ew hem karaktera cîhanî ya dîplomasîya Komara emperyal a amerîkî (1) hem jî vîzyona ku bingeha wê pêk tîne, binxêz dike.

American Negotiating Behavior [Liv û Tevgera Muzakereyên Amerîkî](2), berhema kolektîf a tê de dîplomatên biyanî, liv û tevgera muzakerevanên amerîkî analîz dikin, ji bo têgihîştina siyaseta Waşîngtonê ya li cîhanê, hêjayî xwendinê ye.

Di vê projeyê de, nêrîneke neguhêrbar berbelav dibe: herçendî, bi awirê giştî, hevalbendên amerîkî "profesyonelên pir baş" bin jî, ji qewlê Yurî Nazarkîn ê rûs, Dewletên Yekbûyî "heqîqeta makyavelî" û "erêkirina lîderîya [xwe] ya sincî" tev li hev dikin. Wekî din, helwesta wan a " xwelirasergir" û "serdestîhez" xwe dertîne pêş û di çavên hevalbendên wan ên nêz de jî wisa xuya dikin.

Bi vî awayî, li gor profesor Watanabe Koji, Japonya di tevahîya pêvajoya salên 1970 û 1980yê de ketiye bin zexta dayîna "rêzek tawîzan (bazirganî) ku çend heban jê tesîrên kambax û demdirêj li ser aborîya japonî kiriye". Herwiha gava ku di 1991ê de "bi carekê" jê hat xwestin ku ji bo operasyona Firtoneya Çolê (di 1991ê de li dijî Iraqê pêk dihat) ku Tokyoyê tê de cih jî negirtibû "9 milyar dolaran bi awayekî pêşîn" bide, bi "serpêhatîyên bi êş" re rû bi rû ma. Watanabe dibêje, bi giştî muzakereyên duber ên çend deh salên dawî bûne "ezmûnên tahl": "DYA qet paxafê bi pîvanên piralî nake, weke hêza super ya yekane pir bi quretî tevdigere". Di vê mijarê de çavdêrî û nirxandinên hevalbendên DYAyê yên weke Sîngapûr an jî Zelandaya Nû jî pir dişibin yên japonan.

Nebûna dengeya hêzan wê "cudahîyên silmeyî û bergehî" –ev vegotin ji alîyê dîplomatekî tirk ve hatibû bikaranîn– yên di navbera Dewletên Yekbûyî û dewletên din de rave bikirana. Ev hevnegirîya dengeya hêzan çendî mezin be, awayê liv û tevgera amerîkî jî ewçend dibe zextkar û ji rêbaza îknakirinê dûr dikeve. Veguherîna liv û tevgera Waşîngtonê li hemberî Hindistanê ji dema serxwebûna vî welatî û vir ve, tespîta li jor piştrast dike: Nefsbiçûkî û dûrnebînîya çandî û siyasî û heta carna dijminatîyê jî di dema şerê sar de, şûna xwe dane dîplomasîyeke ku xwe dispêre venasîna pozîsyona xuyayî ya Delhîya Nû, li cîhanê.

Li alîyekî ev lêkolîn bi kêrî têgihîştina meylên bingehîn were jî, America Since 1945 [Amerîka ji 1945ê ve] (3) berevajîya wê lêkolînê zêde alîgira nûbûnê xuya nake. Ev berhema ji alîyê du kesan ve nivîsandî, hewl dide dîroka çandî û siyasî di nav hev û din de pêşkêş bike, lê belê di beşa wê ya der barê têkilîyên navneteweyî de dadikeve asta pêşkêşîyeke bûyerî ya dûrî mijara bingehîn. Ezmûna serûbinbûnên civakî û çandî yên li Amerîkayê ji 1945ê ve û ya cihêrengîya pêlên ronakbîrî û hunerî pir balkêştir xuya dike. Lê belê bi gelemperî, ev berhem pir hindik ronahîyê dide ser enteraksîyona navbera dînamîkên civakî û çandî yên hundirîn û siyaseta derve, ku tevî vê yekê meseleyeke pir girîng û têra xwe venedîtî ye.

Çavkanî

  1. Cf Power, Profit and Prestige: A History of American Imperial Expansion, Pluto Press, London, 2010, 256 pages, 22,29 euros
  2. Richard A. Salomon & Nigel Quinney, American Negotiating Behavior United States Institute of Peace, Washington, 2010, 357 rûpel, 22,50 dollars
  3. Paul Levine & Harry Papasotiriou, America Since 1945 : The American Moment, Palgrave MacMillan, Basingstoke (Hampshire), çapa duyem 2011 (ya yekem 2005) 320 rûpel,18,99 lîra

Wergera ji fransî: Baran Nebar