Bi derbên neşterê jinûve çêkirina dinyayê

Translator

Laurie Essiga li Zankoya Middleburryê li Vermontê mamosteya sosyolojîyê, bihara 2007ê, li buroya xwe rûniştî, bi du bankevanan re bi xeta telefonê di hevpeyvînê de ye û ji wan re bi awayekî qet’î radigihîne ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ber krîzeke mezin e. Lê belê, şarezatîya wê ya di warê aborîyê de bes têra wê hindê dike ku bikare heqê qehweya xwe ya sibehê bide. Lê belê, qada wê ya lêkolînê di sosyolojîyê de, anku cerahîya estetîk, ew anîbû pêşîya dikê da ku berê xwe bide wê diyardeya ku ew jê re dibêje "krîza deynên-birîsk ên laşî)". (1)

Li Dewletên Yekgirtî, heqê qederê % 85ê mudaxeleyên estetîk (cerahî, herwiha lazer û derzî) bi pereyê deynkirî tê dan. Weku li hemû dewletên din ên dinyayê -ji bilî Meksîka û Awustralyayê- ne hewce ye daxwazkerê deynî tu hatinîyeke mînîmûm nîşan bide. Ev rewş vedigere ser du tedbîrên ku Ronald Reagen di sala 1981ê de, anku kêm wextek piştî ku bû serokdewlet girtin: Azadkirina reklamên dermanan li alîyekî û rakirina sazkarîya li ser kredîyan li alîyê din. Dezgehên taybet bi warê fînansekirina mesrefên tibbî, ku ji wan ya herî giring CareCredita endama General Electricê ye, kredîyê dide herkesî, hetta ewên herî feqîr û destteng jî. Rêjeya faîzê tê heya bigihe %28ê û tê heye du caran zêde bibe gava ku deyndar pişka mehekê nede (2). Cerahîya plastîk ku caran bes karê dewlemendan bû, bi vî rengî veguherî diyardeyeke berbelav a "standardkirina rû û bedenan". Pratîsyenek [bisporên estetîkê] dibêje ku "cerrahîya plastîk bi qasî ku jinên kûafor cezb dike, ewqas jî jinên pilebilind ên stafê Wal-Martê cezb dike"-muşterî %90 jin in û %80 spî ne. Ji sala 2000ê heta 2010ê, amerîkayîyan salane nêzîkî 12,5 milyar dolar bi cerahîya estetîk xerc kirin.

Mezinbûna sektorê –di nav deh salên dawîyê de %465– da pey firehbûna neqeba di navbera dewlemend û feqîran de. Maneya kiryara estetîk ev e: teşebusa çareserkirina nakokîya di navbera xewnên her bişatefattir ku bi berpêşkirina medyatîk a şêwejîyana çînên îmtiyazdar têne avdan û hatinîyên her kêmtir dibin.

Lê belê cerahîya estetîk herwiha beramberî wîzyona lîberal a tebayekî ebedîyen sertewandî ye, tebayekî ku tu biryardarîyek pê re nîne û hazir e daîmî bixebite ji bo mukemelîya xwe. Sektora navbihurî sûdê ji wê bawerîyê werdigire ku belê kêşe û çareserî, têkçûn û serkeftin, giş di cewher de vedigerine ser ferdan, anku meseleyên kolektîf nînin.

Rapêçayîbûna bi mentiqeke wiha jixwe zelal dike ka çima ev endûstrî neket ber tesîra krîzê. Laura Essig zû têgihişt ku hevwelatîyên wê ji her demê zêdetir hazir û bibiryar bûn ku xwe dirêj bikin bin çiraya emeliyatê, herçend ev yek bike îpotekeke diduyê jî bête ser xanîyê wan. Li ber çavê wan, laş sermîyanek e ku divê li bazarê –bazara evînê an jî bazara kar– qîmeta xwe peyda bike da ku şansê xwe yê gihiştina bi xewna xwe ya amerîkayî [xewna amerîkayî: Bawerîya ku herkes dikare bi saya hewl û cesareta xwe bigihe serkeftin û dewlemendîyê] zindî ragire. Lewma, destkarî û guhartina laşî da ku zerîftir be, veberhênana herî mentiqî ye. "Ez dibêjim heke ez evqas pîr û evqas westiyayî xuya nebûma, belkî min dê zêdetir muşterî hebûna" dibêje ji Essigê re hevaleke wê ku li ser hesabê xwe dixebite û tevî ku pir destteng e –bibûrin: ji ber ku pir destteng e–, hêj nû 800 dolar dan derzîyên tedawîya estetîk da ku kend û kûrên di navbera poz û qeraxên lêvên xwe de tijî û rast bike. Bi vî rengî, dide ser tenya riya ku ew dikare ji bo çareserkirina nehêminîyeke bingehî lê bifikire .

Li Fransayê jî, endustrîya estetîkê xwe ji îstifadekirina ji vê nehêminîyê nade alî, ku dosyeya "Dîsa ciwanbûn"ê ya kovara Elle rûyê fransî yê meseleyê radixe ber çavan. Nimûneya "Chloe, 36 salî" yek ji wan gelek nimûneyên din ên dosyeyê bû ku "hizra dermatolog" bêqeyd û şert qebûl kiribûn: "Dahatûyê, asîda hyaluronîk nîne tiştê lazim ji bo qermîçekan, lê toksîna botulîk e [made û dermanek e cerahîya estetîk e]. (3) Heçî şiklê rû yê oval e, her ji îro ve divê xema wê bixwî. Gava dibî 50 salî, heke bi rastî peytîya xwe ji dest dabe, hingê bi tenê lifting [operasyona vezelandin û vekişandina çermê rû yê çilmisî] dikare wê ‘sererast’ bike." (4)

Laura Essig bi bîr dixe ku îdeolojîya lîberal xwe dispêre bawerîya "azadîya hilbijartinê". Lê, tiştê ku mirov pê diheyire, bêçaretîya li axaftina beşdarên anketê veniştî ye: "Me bivê an me nevê, bes zahir giring e di civaka me de"; "Rastî ew e ku post hergav dikeve destê wî/wê yê ku ji hemîyan ciwantir xuya dike", hwd. Lifting an Botox li pêş çavên wan qedera wan e, mecbûr in pê rabin, "her wekî bacê an jî mirinê", dibêje Essig. Bi vî rengî, ew bixwe wê rastîyê diafirînin ku zahiren bes riayetê lê dikin, her weku tesîra giştî ya kiryarên wan, ji ber hatin-redkirinê, li dijî wan vedigere. Ji ber ku herkes dixwaze xwe ji cemaeta asayî û asayîbûnê cuda bike, bilindbûneke bême’ne ya standardan binecih dibe ku li gor wê divê enî hertim bêtir lûs bin, rû her bêtir peyt be, memik her girtir bin. Lehîya wêneyên laşên sûnî, lûs û şayîk, anku yên manken û navdaran, wê meraqê li wan çêdike û dibe sebeb ku beramber laşê rastî, di nav wan de nerihetî, nerazîbûn û nefretek geş bibe.

Îronîya herî mezin: Xewna behra pitir a pratîsyenan, destpêkê tiştekî din bû, bi taybetî cerahîya sererastkirin û çarekirina parçeyên kêm ên laşî bû; Lê belê, piştî ku ew bixwe jî bûne xwedîyên kredîyan ku mehane heqê wê vegerînin, bûne bisporên serûberkirina sîng û beran û lîposûksîyonê [rûn hildan, li deverên laşî hildana rûnê zêde]...

Hindek digihine wê qenaetê ku kar û çalakîya wan ya yeke femînîst e, lewre rê dide jinan ku "li ser xwe qedr û xwebînîyeke wan a çêtir hebe". Bi ya Laurie Essigê, ev boçûn kêşesaz e lewre ‘bawerîya bixwe hebûnê têkel dike digel wê rihetîya ku"îsbatkirina sedaqeta xwe bo nîzama serdest" dide mirovan û lêkolînera navbihurî vê tehlîla xwe dispêre sentezeke kêrhatî ya berhemên Michel Foucault ya li ser sepandin û bikaranîna modern a desthelatê bi dîsîplîna laşî. Dest nîşan dike ku her ji serî ve, projeya cerahîya estetîk projeya normalîzekirina cinsî û ewqasî jî nijadî bû: Armanc dikir wan hemû îşaretan jê bibe ku yek wek "ne-spî" tesnîf dikirin, laşê xwe yê "xerabûyî" jê rizgar bike, lê herwiha Cudatiya cinsan derxe pêş, ku ew bixwe jî wek nîşana raserîyeke nijadî dihate dîtin.

Pratîsyenên ewil dixwastin "pozê cihû an jî îrlandî" durist bikin; îro, cerahekî îranî diyar dike ku "Disneyê neheqîyeke mezin li pozê îranî kir". Heçî şewq û sergermîya jina spî ya bo neşterê ye, ku neşter ruwaleteke bêtir "jinane" lê dibexşîne, ew şewq û sergermî her ku çû zêdetir û xurttir lêhat.

"Bêtir jinanebûn", "bilindkirina bawe-rîya bi xwe": Li Fransayê, armancên wiha di navenda "Rojên Hewlên Relookingê" [relooking: Guhartina ruwalet û zahirê xwe] de ne ku Pôle Emploi (Merkeza Karpeydakirin û ya Bêkaran) ji bo bêkarên ji-mêj-ve bêkar, bi hevkarîya Fonds Ereelê bi rêk dixe. Di nav endamên rûmetê yên vê bizava xêrxwazîyê de du cîgirên şaredarê navçeya 16 ya Parîsê, şefê metbexên Hotel Matignonê, hetta feylesof Cynthia Fleury jî hene; "dapîra rûmetê" ya bizavê Penelope Fillon e. Ku rayedarên pilebilind û hevsera serokwezîrî, ya ku qanûna mertalê darayî [qanûna kêmkirina bacê ku ji karên mezin tê wergirtin û zêdetir bi kêrî dewlemendan tê] binecih kirî, hatin rojeke xwe dane axiftinên nazikane û dilrehetker, beşek ji mexdûrên wan ên rasterast ji şêl û elaqeya wan gelek muteessîr bûn. Weku rojnameya Le Canard Enchaîné bi xinizî diyar dike, "li ser devera ‘buroya îmajê’ ku derîyê rû-guhartina bêkaran vedike [ku berê jî li ser bernameya bi navê "ça se discute" ya France 2yê xuya bûbû], her çi kesê an kesa ku bi porekî girj tê, piştî çend saetekan xwe bi porekî lûs an jî lûle vedibîne ." (5)

Heynê destpêka medyatîk a çalakîyê, meha çileyê (6), aktrîs Marie-Anne Chazel ji bo nehêlana bêkarîya berbelav, bawerîya xwe ya bi "kar û kiryarên keçane" derbirî. Herçend zêde li pêş çavan nebe jî, hebûna xanim Fillonê li wê derê derfet da me ku em têbigihin ku bêtir hez ji cilûbergên reş û gewr dike; belkî divê ew jî rengên germtir û birqoktir tercîh bike û jinaneyîya xwe bêtir bide pêş çavan: Boyaxekê li porê xwe ke? Biwêre dekolte li xwe bike, mucewherek, soreke sivik, rûjek bi ser lêvên berçav? Parlamenter Bernard Debréyê serokê rûmetê yê Fonds Ereelê û mudawîmê stûnên hefteyî yên Valeurs Actuellesi’ê, ku li wê derê derbarê "paradoksa wekhevîparêzîyê" de diaxive (7), bi hêrs pê de diçe: "Meh bi meh carinan bo wextekî zêdetir, ji xwe re nekirine ‘edet ku bi duristî serê xwe bişon, serê xwe şe kin, makyajekê bidine ser rûyê xwe." Makyozê ji keçeke feqîr a bi navê Latifa re pêşniyaz û nesîhetên xwe rêz dikirin –navek ku belkî pêwîst be ew jî di seanseke relookingê re derbas bibe: "Jêra çavên xwe baş mist din da ku çermê we neqermiçe." Gelo dibe ku heta wextekî kurt, heqê liftingeke taybet bidine wan kesên ku alîkarîya dahatên herî kêm werdigirin?

Çavkanî

Mona Chollet: Rojnamevan û nivîskar

  1. Laurie Essig, American Plastic. Boob Jobs, Credit Cards, and Our Quest for Perfection (Cerahîya Plastik a Amerîkî. Karên Memikan, Kartên Kredîyê, û Daxwaza Me ya Bêqisûrbûnê) Beacon, Boston, 2010. Heke referanseke din nehatibe nivîsandin, ji bo jibergirtinên din jî heman çavkanî
  2. Tebaxa 2010ê, dozgerê giştî yê wîlayeta New Yorkê derbarê CareCredit û dezgehên din ên kredîya tibbî de dest avêt lêpirsînekê ku bi xapandina muşterîyên xwe dihatine tawanbar kirin
  3. Derzîyên toksîna botulîk qermîçekên li ser rû bi riya sabitkirina masûlkeyên rû ji bo demekê jê dibe
  4. "Spécial Rajeunir (Dosyaya Taybet a ji nû ve Ciwanbûnê )", Elle, 4 reşeme 2011
  5. "Penelope "soigne son look" à Pôle Emploi (Penelope "li look [peyva ingilîzî ji bo zahir]a xwe miqate ye" li Pôle Emploiyê) ", Le Canard Enchaîné, 26 çile 2011
  6. "Opération relooking pour des chômeuses (Ji bo Bêkaran Operasyona Relooking) ", www.nouvelobs.com, 11 çile 2011
  7. Valeurs actuelles, 16 kanûn 2010

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn