Bi rastî jî Komara Demokratîk ya Almanya hebû?

Meha gulanê, pêşbazîyeke netewî ku ji aliyê Parlamentoya Almanya hatibû sazkirin bi dawî bû û ev pêşbazî ji hemû hunermend û mîmaran re vekirî bû. Mijara vê pêşbazîyê ew bû ku berhemeke netewî bihataya pêkanîn ku bibûya sembola”yekîtî û azadîyê.” Rewşeke karesat bû, lewre pêncsed pêşniyar hatin kirin, lê belê yekê ji wan jî mirov qane nedikir. Enzo Traverso’yê ku me li Berlînê dît û li wira, somestreke perwerdehîyê li Zanîngeha Azad pêk dianî, destnîşan dike ku ”dijwarîya peydakirina semboleke yekîtîyê, pirsgirêka Almanyayê ya dîrokî ye.” Ev dîroknas gava ku behsa Almanyayê dike, dibêje ”welatekî mezin, bi çandeke mezin, welatekî ku di dîrokê de roleke mezin lîstiye, lê belê ne xwedan mîtên erênî ye û tim bêgav maye ku xwe bi awayekî neyinî bide naskirin. Gava ku Almanyayê xwe bi erênî da naskirin, wê ev yek di warê dernetewîbûnê de pêk anî. Ev jî dibe lêgerrîna helwêsteke nasnameyî ku ne etno-kulturel be û di nava welatparêzîyeke destûrî de be.”

Trasso dibêje ku ew lê ecêb dimîne, ji ber ”navkokîya eşkere ku li Berlînê diyar dibe û di nava du rêyan de maye: înada vejîna pêşeroja Almanyayê ya cihû û, di ber re, daxwaza ecêb ya jêbirina paşeroja Almanyaya Rojhilat, ya Komara Demokratîk ya Almanya.” Ev dubendîya di bîra almanî ya civakî de ye, herweha di nava van herdu waran de, li Berlînê jî diyar dibe: li alîyekî bîranîna Holokostê, ya mezin û ecêb, ku nîşan dide ku Almanya naxwaze wê qirkirinê ji bîr bike; û li alîyê din jî, cihê mezin û vala ku Qesra Komarê ya KDA [Komara Demokratîk ya Alman] maye.” Ji hêlekê ve, hewil didin ku qulleke bîrê –redkirina Holokostê- dagirin; ji hêla din jî qulleke din di wê bîrê de çêdikin, yan bi rêya rakirin û xerabkirina ji binî ve, yan jî, weke ku Régine Robin dibêje, bi ”muzekirinê” ve.

Bi rastî jî Komara Demokratîk ya Almanya hebû-2Gelo di van bîst salên dawîn de bi awayekî ‘‘şerrekî bîrê yê sar” hate lidarxistin. Yan jî, gelo ev ji tevgereke mezintir nayê, ji adeteke gellekî kevin ya Almanyayê ya paqijkirina demên bihurî? Li gora Rubin, rast e ku li vî welatî adeteke ”damnatio memoriae” heye. Lê belê bandora wê li gora waran diguhere. ”Dema ku Almanya dixwaze qesra komarê xerab bike, ji hêla din ve jî ji bo kûpaya cîhanê ya futbolê, stada nazîyan ya lîstikên olîmpîyadan restore dike.” Lê, nivîskara Kebekî (Quebec) destnîşan dike ku “ev ne xem e. Ew bi vî awayî lembederên Albert Speer –mîmarê Adolf Hitler- li bajêr diparêze, weke ku di rewşa pirranîya avahîyên nazîyan yên ku neketine ber bombeyan de dike, lê belê bi awayekî sîstematîk ew, li ser Alexanderplatz’ê bin jî, avahîyên ku di dema KDA’yê de hatine avakirin dide xerabkirin. Bi vî awayî KDA ji binî ve tê redkirin. Tê xwastin ku ew bibe parantêzek di dîroka Almanyayê de, şermeke weke ya Reich’a Sêyem. Tiştek divê jê nemîne: sirûd, ala, amblem, leheng, navên kolanan, avahî, pirtûkên dibistanan, kursîyên zanîngehan, hemû divê ji holê bên rakirin.”

Zehmet e. Heger xeta ku ji dîwar maye ji bo bîranîna ketina wî hatiye diyarkirin, çawa mirov dikare ji bîr bike bê çi li paş wî bû? Ew ê rojekê xelk ji xwe bipirsin ka bê çima dîwar hatibû avakirin. Û ew ê bi bîra xwe bînin ku xelkê ku serî hilda dabû dû xewneke din, ne xewna Coca-Cola û supermarketan.

Li paş wî dîwarî… Ji bo hivdeh milyon niştecîhan, jiyanek li wira hebû. Ev yek bi carekê ve nayê jêbirin, û tew gava ku ew bibînin ku alternatîfa ku li wan hat pêşnîyarkirin li ber çavên wan têk diçe. Kesek vegera KDA’yê hêvî nake; lê, weke ku anketeke li ser hebûna ”Ostalgie’’ yê (Ostaljî tê xwendin) nîşan dide, pirranîya wan, bîst sal bi şûn ve jî, bi awayekî erênî wê bi bîr tînin. Ji bilî vê, % 63’ê almanên Rojhilatî di wê bawerîyê de ne ku cudahîyên di navbera Rojhilat û Rojavayê de ji wekhevîyên wan xurttir in.

Di nava mîmaran de jî li ser wendabûna alavên berbiçav yên Komara Demokratîk helwêsteke protestoyê dest pê kiriye. Weke kesên mîna Philipp Oswald’ê birêvebirê Fondation Bauhaus’a Dessau’yê ku li dij derket ku navenda Berlinê, di navbera Spree û Alexanderplatz’ê de, bi projeyekê –li gora awayê qirna navîn- ji nû ve bê sazkirin. Pêwîst e ku mirov bibêje ku li wê deverê hê jî peykerê Karl Marx yê navdar û yê Friedrich Engels heye ku hin hişmendîyên kevnar nikarin debarî van bermayîyan bikin.

Bi munasebeta salvegera pejirandina Destûra Almanyaya Federal ya 1949’an, li Martin Gropius Bau’ya muzeya kevn ya hunerên dekoratif, meha gulan û hezîranê, pêşengehek bi navê”60 sal – 60 berhem” hate lidarxistin ku ev pêşengeh ji aliyê beşekî çapemenîyê ve weke ”hunera biserketîyan” hate binavkirin: Hemû berhemên wêneyî û peykerî ku ji dema KDA’yê dihatin ji binî ve ji nav derxistibûn. Revîzyon bi hilbijartina berhemên wênesaz Wolfgang Mattheuer ve gihişt asta xwe ya herî bilind: bi tenê berhemên wî yên piştî 1989’an hilbijartibûn û bi vî awayî berpirsên pêşengehê dixwast nîşan bidin ku ew heta piştî ketina dîwar jî nebûbû hunermendekî ”rasteqîn”, digel ku ew gellekî berî wê jî bûbû. 60 berhem bi armanca nîşandayina xala destûrê ya 5.3 ku digot”huner azad e” hatibûn pêşkêşkirin. Dersa exlaqê ku dihat dayin eşkere bû: di bin dîktatorîyan de afirandinên hunerî nikarin pêk bên.

Ji bo nivîskar Christophe Hein’ê ku bi awayekî eşkere vexwendnameya pêşengehê red kiriye, ev pêşengeh sembola rewşa îroyîn ya ”yekkirina navalman ya xwedêgiravî” bû. Li ser pirsa yekkirinê, ew dibêje: ”Şaşîyek tê de heye. Bi tenê xelkê Rojhilatê ev dixwast. Ji bo yên Rojavayê, sînorê Almanyayê heta çemê Elbe’ê bû ku li cem wan ew ne sînorê beşekî Almanyayê yê din bû, lê belê sînorê Rûsyayê bû. Almanên Rojavayê wê ji yekîtîya bi KDA’ya ku di derheqê wê de bi tiştekî nizanin bêtir, yekîtîyeke bi Toscane’ê an jî Giravên Baléares’ê re bixwastaya.” Li ser pirseke di derheqê zehmetîya ku Alman ji bo peydakirina semboleke yekîtiyê didin xwe, Christphe Hein hêrs dibe: ”Herçî semboline yekîtîyê ne, ji wan zêdetir tişt tuneye. Ev pêşengeh jî yek ji wan e. Rapora li ser xizanîya Almanyayê yeka din e, bê hempa ye! Cudahîya di navbera meaş û kar û teqawîtîyê de, ev hemû sembolên xurt in!”

Mirov dikare bi hêsanî vê lîsteyê dirêjtir bike û bi awayekî eşkere nimûneyên wê bidin – beyî ku bê jibîrkirin ku mafyayê bi şaxê Calabreyê ve bandora xwe heta bi Erfurt, Leipzig û Eisenach’ê jî anîye .

Fîlmê Thomas Heise yê nû, Material (alav), dîmenên ku ji dawîya salên 1980’î li KDA’yê û heta orta 2008’an li Almanyayê hatine girtin dide ser hev. Navê wî herweha karîbû bibûya ‘Yê ji ber maye:’ ‘’Bermayî tim di bala min de ne. Ev dîmen bê rawestan dikevin nava peywendîyên nû. Ew tim di nava tevgerê de ne. Alav bi dawî nebûye. Ew ji yên ku min parastiye hatiye avakirin. Dîmena min.” Ev herweha hewleke derxistina raporeke bîst salên dawîn e.

Di nava karê xwe de, Heise ev hevok nivîsandiye: ”Mirov dikare dîrokê weke rêyeke zirav û dirêj bihesibîne. Lê belê, ew dibe bênderek.” Ev jî awayeke ku mirov bibêje ku dîrok ne bi tenê berêyek û piştêyek e, lê herweha pêşîyek û paşîyek e jî, jor û jêr in jî, yê berbiçav û yê veşarî ye jî. Ev dokumentera ku bi belgeyên orjînal ve hatiye dewlemendkirin, weke dokumentereke bi şiroveyeke vegotinî nehatiye avakirin. Derhênêr hiştiye ku dîmenên beş bi beş bikevin nava hevdu û li bin guhê hev bikevin. Xwendina nava rêzîkan ji temaşevanan re hatiye hiştin. Hemû civatê çawa xwe fêrî vê kiribe, ew jî weha. Hema hema di hemû fragmanan de axaftin ji xwe heye. Weke mînak, axaftinên di navbera mahkûm û gardîyanan de li ser efûyeke giştî, an jî di navbera milîtanên Partîya Komûnîst ya Almanya Rojhilat û birêvebirên wê de.

Heise dixwaze li dijî”heçî tiştên pûç yên vegotina” bûyeran derkeve. Ew, weke mînak, bi bîr dixe ku gava ku xwepêşandêrên ku siya Tian’anmenê li ser wan bû diqêrîya û digot, ”em milletek in” ne weke ku bi dû re hinan hewl da ku îspat bikiraya wan berê xwe dabû Almanya Rojava, lê belê, wan berê xwe dabû polîsên ku dora wan girtibû. ”Ya ku dixwazin bidin jibîrkirin, ev rastî bi xwe ye, wê dema ku xelk rabûbû ser lingan ku behsa xwe bike. Kes wê bîranînê naxwaze. Em ketina dîwar pîroz dikin, lê em guh nadinê ku milletekî li hember desthilatdarîyeke westîyayî serî hilda û bi dest xist, û em bi bîr naynin ku piştî wê jî, yekkirin pêk nehat, lê pêvekirin pêk hat, bi şikandina xeyalan ve ji nû ve disîplînek hat bicihkirin. Komara Federal nikarîbû qebûl bikiraya ku li beşekî Almanyayê milletek desthilatdar e; wê ê nikarîbûya xwe li ser lingan bigirtaya. dîwar hate vekirin, da ku rê li ber şoreşê were girtin.”

Lê belê, jêbirin ne bi tenê ji bo siyasetê, çandê û sembolan e: Hemû dezgeh û avahîyên endustrîyel, teknîkî û zanistî yên wî beşê Almanyayê hatin hilweşandin. Aborîzan Edgar Most hê jî bi hers e û hê jî dixe stûyê Helmut Kohl û dibêje ku wî bi zanebûnî ji bo hesabê hilbijartinan biryareke weha daye : ”Biryar hat dayin ku di ser 4000 markan re, markekî rojavayî bike du markên Rojhilat. Ev, ji aliyê aborîyê ve biryareke beradayî bû û bû sedema ku bingehên aborîya li vî beşê Almanyayê ji binî ve têk biçin. Gava ku min ev yek bihîst, min got qey ez li mala Günter Mittag im .” Eynî weke ku Mitta kiribû – lê belê êdî dereng bû- Kohl jî xwast ku Most ji holê bihataya rakirin, lê belê bi ser neket.

Birêz Most bi serbilindî li eslê xwe bi xwedî derdikeve û aksana xwe ya eşkere ya Thuringê diparêze. Rastgobûna wî ji zû ve ye naskirî ye. Li gora wî, û li gora hin kesên din jî, çer ku xelk fêr bû ku bi lîmîtan bilîze, KDA bû cîhê tevgerên deradetî. Otobîyografîya wî ya bi navê ‘’Pêncî sal di xizmeta kapîtalê de’’ nû hat çapkirin. Lê ew balê dikişîne ser û dibêje ”lê li du dinyayên cuda.” Birêz Most bûbû Cigirê Serokê Banqeya Dewletê ya KDA’yê berî ku yekem banqeya taybetî ya Almanyaya Rojhilat ava bikiraya û heta bi qatên Deutsche Bank’a Berlinê yên herî bilind jî bihataya: ”Di dema banqeya dewletê de, min bi pereyên dewletê siyaseteke pereyî û ya kredîyan bi rê ve bir. Di navenda biryarên ku min digirtin de, dor bi dor, ev pirs hebûn: Biryar wê bi kêrî çi bên? Dewlet û civat? Gelo bi kêrî şîrketan û karan tên? û herî dawîn jî, bi çi awayî bi kêrî banqeyê tên? Bi kapîtala taybetî, nirx ji binî ve diguherin: pirsa bingehîn ew e ka gelo banqe bi kêrî çi tê?”

Sala 1990’ê, wî dixwast ku zû bi zû biryar nehatana dayin: ”Hemû tiştên ku di dema KDA’yê de hatin avakirin danîn hêlekê. Birêvebirî ket destê Rojavayê. Karmendên ku şandin jî bêkêr bûn. Li zanîngehan, mamosteyên rojavayî ketin hemû kadroyan , Akademîya Zanînan hate girtin. Hemû hêza zanistî ya KDA’ya berê ku karîbû bi hêsanî bibûya raqîba zanistîya Rojavayê ji holê hat rakirin. Kesekî tu carî hewl neda ku van bûyeran binirxîne û raporekê di derheqê wan de derxe.” Yên Rojavayê her der bi dest xistin. Mirov bi hêsanî fahm dike bê çima xelkê vira weha hîs kir ku reftara xelkê sinifa duyem li wan hate kirin.

Digel ku ew di wê bawerîyê de ye ku KDA êdî di ser derfetên xwe re xerc dikir jî, banqevanê me li dij derdikeve ku mirov bibêje ku KDA’yê di dawîya salên 1980’i de nikarîbû meaş bidana. Ew dibêje ku Fransa amade bû ku kredî bidaya wê. Most ji binî ve bêrîya dema berê nake, lê belê, weke gellek kesên ku di warê aborîyê de dixebitin, ew jî di wê bawerîyê de ye ku rastîya nuha berê jî pêk hatibû. Herkes dibêje ku dawîya KDA’yê di sala 1972’an de bi desthilatdarîya Erich Honecker ve dest pê kiriye. Honecker hemû şîrketên piçûk û mezin û bazarên piçûk jî di nav de bi dewletê ve girê dan û hewl da ku”yekîtîya polîtîkaya aborî û civakî” xurt bike ku ev yekîtî ne li gora rastîyê bû. Berpirsê ku wî danîbû ser vî karî, Günter Mittag, li ser navê Partîyê tev digerrîya û bi awayekî bêberpirsiyarî, weke ku razînêrên kapîtalîst dikin, bi heman zextan mudaxaleyî şîrketan dikir.

Bi rastî jî Komara Demokratîk ya Almanya hebû-3Birêz Christian Wegerdt tu otobiyografî nenivîsandine; lê, gava ku mirov lê guhdarî dike, mirov dibêje ku gerek ew jî bicerribîne. Ew muhendîsekî pisporê fîzîka alavan e û behs dike bê çawa ji birêvebirîya şîrketeke sosyalîst veguherîye û bûye razînêrekî kapîtalîst, ku ev war ji bo wî biyanî bû. Me ew li Dresdeyê, li navenda şîrketa wî ya analîza alavan, IMA Deresde, dît. Sed û şêst karkerên wî yên ku bi pirranî muhendîs in li ser karê alavên veguheztina hewayî (airbus) dixebitin, lê belê karên endustrîya otomobîlan, ya trênan, ya enerjîya bayî û ya dermanan jî dikin. Derdora Saxe’ê ya aborî ji bo karê wan ne ya herî baş e. Ev herêma ku yek ji mezintirîn herêma endustrîyel ya Almanayayê ye, herweha pir difiroşe derve jî, lê belê ji yên din bêtir derbên qeyrana aborî xwarine. Piştî perwerdehîya di warê metalurjîyê de, Wegerdt di şîrketeke dewletê ya mezin de ku bi wezareta aborîyê ve girêdayî ye û karê endustrîya kanê û ya siderurjîyê dikir, bûye birêvebirê zanistî û teknîkî û bi dû re jî bûye birêvebirê lêkolînan.

Li KDA’yê, heger pêwîst bûya, mirov karîbû carekê karê cîgirîya wezaretê red bikiraya, lê mirov nikarîbû du caran weha bikiraya. Hatiye serê wî û ew di nav de fêr bûye. Weke ku surgun bûbe, di dawîya salên 1980’î de tayina wî rabûye enstîtuyeke zanistî û teknîkî ku nehsed pisporên lêkolînerîya korozyonê tê de dixebitin û nuha berpirsê wê ye. Bi dû re dîwar hilweşîya. Gelo mirov çi bike? “Ez li seranserê Almanyayê gerrîyam, kesî guh nedida me. Di 1990-91’ê de, çarsed kes ji kar hatin derxistin. Treuhandê dest pê kiribû: yan wê şîrket bibûya taybetî, yan jî wê berî 1992’an bihataya girtin. Me çar hevalan pişta xwe da hev û me şîrket kirrî.” Weha bi ser ketiye.

Pozbilindîya Almanyaya Rojava “ya ku digot qey em ne bi hesaban dizanin û ne jî em dizanin bi kêr û çetelan xwarinê bixwin” bandor li wî kiriye. Li gora wî, wê dema kirt ya ku tê de nîqaşa li ser mafên civakî dihat kirin”bi biryarên ku ji derve dihatin reng werdigirt û ew biryar bi ideolojîya reqabetê, bi pêşbazîya bidestxistinê, carinan bi hişmendîya dagirkerîyê, carinan bi dilpakîyê, lê belê bi qurretîyek û bêvilbilindîyeke bêhiş dihat kirin.” Birevebirîya temamê aborîya Almanya Rojhilatê ya ji aliyê Treuhandê ”ji şiklekî din yê berdewamîya aborîya navendî pê ve ne tiştek bû.”

Di sala 2001’ê de, di konferanseke de ku wî axaftina xwe ya wira da me, vî birevebirê şîrketê digot: ”Neheqîyeke mezin e ku kara sermayeyê roj bi roj ji kara karkirinê zêdetir û giringtir bibe. (…) Gava ku sosyalîzm hê bi vê dinyayê re diket reqabetê, em jê ditirsîyan, û vê tirsê em radiwestandin. Nuha êdî ev tirs nemaye û tu tişt nikare me rawestîne.”

Bê guman, heçî kesên ku daye ser heman rêyê, serkevtinek bi dest nexistiye û têk çûne. Lê belê, niherîna wan kesên ku di vî warî de bi ser ketine wê gellekî balkêş be, lewre niherîna wan rengê têkçûyinê wernegirtiye.

Bi alîkarîya kurê xwe yê ku cigirîya wî dikir û bi dû re jî bû şaredarê bajêr, Birêz Elmar Faber li Leipzigê weşanxaneya Faber û Faber damezirandiye. Wî xwendina xwe di dewreke gellekî baş de kiriye ku kesayetîyên mîna Ernst Bloch û Hans Mayer, ev bi tenê yên herî navdar in, li Zanîngeha Leipzigê ders didan, û ji ber wê, ew naxwaze dev ji vê mîrasa xwe berde. Berê, Birêz Faber li Weşanxeya Aufbau Verlagê edîtor bû û ev navdartirîn weşanxaneya KDA’yê herweha weşanxaneya Berthold Brecht û Thomas Mann jî bû. Wî bi xwe pêvajoya taybetîkirina wê bi rê ve biriye.

Taybetîkirin an jî girtin, ev bû alternatîva ku yekîtîyê datanî ber şîrketên dewletê û jê pê ve çare tunebû. Pêvajoya wê jî ji aliyê Treuhandê ve dihat kontrolkirin û divîya piştî veguheztinê jî şîrketan nîşanî wê bidaya ku dîroka wan li gora qanûnan paqij e. Serê Birêz Faber ji ber wê ketiye belayê : ”Gazî min kirin Treuhandê. Di dosyeya min de kaxezek kêm bûye. Li birêvebirîya karmendan, belgeyek bi navê ‘daxuyanî’ nîşanî min dan. Divîya min ev tekst îmze bikiraya: ‘Ez didim zanîn ku ez tu carî ji bo Stasîyê nexebitîme.’ Min got ku ez ê îmze nekim, lê belê ez dikarim daxuyanîyekê bidim. Min ev tekst îmze kir: ‘Ez didim zanîn ku min tu carî ji bo ku ez li ser karê xwe bimînim tu tişt îmze nekirine, ne di sîstema kevn de û ne jî di sîstema nû de.’ Ev bûyer saet di 10:30’an de pêk hat. Saet di 13:30’an de ez ji kar hatim bidûrxistin.”

Birêz Faber di wê pêvajoya bi lez û bez ya piştî ketina dîwar de gellek serêşî dîtine: ”Ew ne dewreke poetîk bû. Pirtûkên baştirîn nivîskarên KDA’yê, herweha weşanên Heinrich Mann, yên Leon Feuchtwanger, yên Arnold Zweig, yên Anna Seghers, bi tonan pirtûk, avêtin çopan û rakirin. Ji bo pirtûkên li ser çêkirina xwarinan, pirtûkên şîretên pirhêl û ji bo rêberên tûrîstîk cih di refikan de ji wan re lazim bû.” Kuştina birevebirê Treuhand Anstaltê ya sala 1991’ê rewş bi temamî guhert. Detlev Rohweedder di wê bawerîyê de bû ku mirov karîbû beşekî potansîyela KDA’yê ya endustrîyel biparastaya, bi taybetî jî Weşanxaneya Aufbau Verlagê. Ev weşanxane di serî de ji aliyê bazirganekî emlaqan hat kirrîn, bi dû re jî, piştî topavêtina wê, ji aliyê karsazekî berlînî, Matthias Koch, hate kirrîn. ”Piştî mirina Detlev Rohwedder ya trajîk, bêhişîya sîstemê gihişt asta bilind. Weke mînak, rojekê şefê karmendên Treuhandê piştî ku bi awayekî xurt li ser fikirîye û avêtiye aqilan, gihiştiye wê bawerîyê ku weşanxaneya me di eslê xwe de ji Marks û Engels pê ve tiştekî din çap nekiriye .”

Li gora edîtorê Leipzigê, pêvajoyeke ”a-dîrokîkirinê” dest pê kiribû: ”Xwastin ji bîr bikin bê me çima Almanyayeke din dixwast.” Li gora wî, ev jî baş eşkere dike bê çima nîqaşên dema me guh nadinê û hewl didin ku dîrokê ji dawîyê bidin destpêkirin û nivîsandin. Pişta xwe dispêre Gramsci û dibêje: “Heger birêvebir ji xelkê ku bi rê ve dibe bêhiştir be, dawîya wê felaket e. Li KDA’yê jî weha bû. Îroj jî heman rewş heye, lê bi tenê cudahîyek di nava wan de heye. Vê carê bêhişîya xelkê jî tev li ya çîna polîtîk bûye.”

Diyar e ku Deutsches Hygiene Museum’a Dresdeyê ne cihekî weha ye ku mirov bikare pêşengeheke li ser xebatê lê bibîne, digel ku navê wê Muzeya Mirovahîyê ye. Têhega ”xebatê” ne têgeheke hêsan e, bi taybetî jî heger em qebûl bikin ku wateya karî jî tê de heye, lê belê bi temamî nabe kar. Pêşengeha ku xebatê bi hîpoteza ku ew veguherîneke cîhanê ya bi hewla mirovahî be şirove dike, fikrine nû jî dide mirov. Ew herweha azadîyeke bêhempa dide mêvanan ku bikarin pêşniyarên pêşengehê rexne jî bikin. Pêşengeha ku navê wê ”Arbeit Sinn und Sorge” e, xebatê bi têgehên têgihiştin (sinn) û xemê (sorge) re girê dide. Sorge herweha bi wateya ku Bernard Stiegler di kataloga pêşengehê de bi kar tîne dibe haydarî jî.

Di sorge’a almanî de, wateya xem, tirs û taswasê (‘‘ez ji bo dikevim taswasê”) bêtir rengekî neyînî dide vê peyvê. Lê belê, wateyeke din ya haydarîyê jî heye ku bi fikra li xwe û li yên din miqatebûnê (‘‘li xwe miqate be”) tê bikaranîn. Daniel Tyeadellisê fîlozof et berpirsê pêşengehê dibêje: ”Li gora me, giring e ku me di navê pêşengehê de rengekî erênî jî bidaya. Pirs li ser wê ye bê mirov li çi miqate ye. Qiymetê tiştê ku em lê miqate ne çi ye? Gelo ew tişt şexsî ye an em dikarin jê biwêdetir jî bifikirin? Bi çi awayî mirov dikare bibe xwedî hîssekê li hember tiştekî ku ji şexsîbûnê derketiye?”

Piştî ketina dîwar, di warê xebatê de gelo çi pêk hat? Bi awayekî îstatîstîk, rajeya bêkarîyê bilind bûye, lê belê awayê karên demkî di ber re zêdetir bûne û belav bûne. Di nav hev de du fikrên cuda pêk hatin. Li aliyê Rojhilat, hîssa têrbûna li hember xebatê xurt dibû, lê belê di ber re, bi awayekî dijber, xemên pisîşîk jî girantir dibûn . Li gora Sosyolog Wolfgang Engler, rektorê Dibistana Bilind ya Şanoyê ya Ernst Busch ya Berlinê , ”ew ê nakokîyeke xapînok be ku mirov bikeve bawerîya ku li Rojavayê xebat berî meaşî dihat û digel ku li Rojhilatê meaş berî xebatê dihat.” Ew di wê bawerîyê de ye ku xelkê ”KDA red kir, lewre li gora wan, digel ku navê wê kar û xebat bû jî, sîstemê zêde qiymet nedida daxwaza wan ya pêkanîna tiştekî.”

Çend sed metreyan ji muzeyê bi wê de, di avahîyeke nuh û ji camê de, navê wê yê ”febrîqeya caman” jî jê hatiye, hawara şîrketa Volkswagenê ya dawîn heye. Katedraleke ji bo serfirazîya Xwedaya otomobîlê. Heçî kesê ku Phaeton’ekê bikirre, dikare bi zindî pevxistin û pakkirina erebeya xwe bi çavên xwe bibîne. Di reklama danasînê de, Volkswagen nîşan dide ku ew dixwaze weke avahîyên Dresdeyê bike û erebeyê weke berhemeke Richard Wagner nîşan dide! Cihê wê rengê navendeke çandî, ya pêşengehên tabloyan û ya defîleyên modayê dide, opera jî lê çêdibin. Lê, dîsa jî, karker karê xwe dikin. Digel ku mirov dibîne ku karker li derdora mekîneyên pevxistinê yên otomatîk, weke ku ji xwe re temaşe bikin diçin û tên jî, peyva ”febrîqe” mubalexe ye.

Volkswagena ku Mîrekîya Qatarê % 17’ê wê nuh kirrîye jî eynî weke Porsche, Opel û Mercedesê beşekî wê ”utopyaya” Rojavayî ye ku ji binî ve alman e û têk diçe. Engler dibêje ku ”Almanyaya Federal ya kevn tim demokrasî û pêşketina aborî bi şîrketên mezin ve girê dida. Digotin qey heta dawîyê jî ev herdu wê bi hev re bin. Lê belê, ezmûna aborî ya ku derketiye pêşîya me û herweha wendabûyina çend kelehên bîra me ya hevpar yên dawîn îroj demokrasîya me jî dicerribîne.”

Gelo ew ê karibe ji vê ceribandinê bi saxî derkeve? Ev xema li ser paşeroja demokrasîyê li cem hemû mêvanên vê nivîsê hebû. Li ser pirsa ka gelo gava ku ew li KDA’yê difikire ew herî zêde bêrîya çi dike, nivîskarê Dresdeyê Ingo Schulze, weha bersivê dide: ”Ya ku ez bêrîya wê dikim ew e ku me statuko bi awayekî aşkere rexne dikir. Bi pirsa li ser têgihiştina xwe ya paşerojê, di eslê xwe de me xwe û têgihiştina xwe eşkere dikir. […] Îroj, gava ku mirov behsa paşerojê dike, mirov dikeve tirsa xerabbûyina rewşa me ya nuha. Divê em ji nû ve fêr bibin ku em dikarin tiştan biguherînin.”

Çavkanî
  1. Têgeha Jürgen Habermas e. Heger dijberê wê nehatibe gotin, bersivên nivîskar ji hevpeyvîna wî hatine wergirtin.
  2. Nivîskara Berlin Chantier (Stock, Paris), Régine Robin herweha hevkomsêra pêşengeha “Berlîn. Wendabûna şopan ” e ku wê ji 21’ê çiriya pêşîn heta 31’ê Çileya Pêşîn li Muzeya Dîroka Hemdem ya Hotel des Ivalides’a Parîsê (Fransa) li dar dikeve.
  3. Damnatio memoriae : biryara piştî mirinê ku li Senatoya romayî dihat dayin, da ku hemi şopên civakî yên siyasetmedarekî ji holê bên rakirin.
  4. Ji alîyê Dadgeha Nurembergê ve bi bîst salên zindanê ve hate cezakirin.
  5. Li gora Renate Köcher, Birêvebira Institut Allensbach. Deutsche Presse-Agentur, 28 Îlon 2009.
  6. Weke mînak, heftenameya Die Zeit’ê (Hambourg) ya 30’ê nîsana 2009’an weha maşet avêtibû: “Yên ku bi ser ketine dişibin vê.”
  7. Die Zeit, “Mafia li vir e”, 13 tebax 2009.
  8. Vî fîlmê ku xelata mezin ya Pêşbirka navnetewî li Festîvala navnetewî ya dokumenteran a Marsîlyayê wergirtiye, wê di çarçoweya Berlin, Berlin(s) de were nîşandayin. Mois du film documentaire 2009, 26 çiriya paşîn 2009, saet di 18’an de, li Pirtûkxaneya Netewî ya Fransayê (petit auditorium), 11 quai François Mauriac, 75013 Paris.
  9. Berpirsê aborîya polîtburoya Partîya Komunîst ya Almanya Rojhilat.
  10. Christophe Hein dibêje que li hin enstîtuyan ji bilî xizmetkaran ji KDA’ya kevn tiştek jî nemaye.
  11. Treuhand Anstald dezgeha bazirganîyê ya fermî bû ku di dema hilweşîna KDA’yê de karê wê birêvebirina firotina şîrketan bû.
  12. Polîsê siyasî yê KDA’yê
  13. Di eslê xwe de, ev ji binî ve çewt bû. Weşandina berhemên Marks û Engels ji aliyê weşanxaneya Partîya komunîst ya alman-rojhilat, Dietz Verlagê ve dihat kirin.
  14. Heyecana Almanên Rojihilat dîsa jî hêdî hêdî sivik dibe.