Bibinketina şerekî ji bo petrolê

Translator

Demeka dirêj, berpirsîyarên amerîkî ev îdîa kirin: armanca dagirkirina Iraqê bidestxistina petrolê nebû. Lê belê belgeyên nû behsa serpêhatîyeka din dikin.

Li gorî gelê iraqî tu guman di vê mijarê de tune ye. Li gorî "bazên" Pentagonê, berevajîya vê ye. Gelo şerê Iraqê, yê ji adara 2003yan ve herî kêm bû sedema mirina şeş sed û pêncî hezar kesî, yê ku mîlyonek û heşt sed hezar kes kirin penaber yan jî ji cih û warên wan kirin, şerekî ji  bo bidestxistina petrolê bû? Tevî ku George W. Bush, alîkarê wî Richard ("Dick") Cheney,  wezîrê wî yê parastinê Donald Rumsfeld û hevkarê wan ê dilsoz Anthony Blairê di dema destwerdanê de serokwezîrê Brîtanyayê bû, vê yekê red dike jî, bi saya rêzeka belgeyên nû kifşkirî (1) dîroknas êdî dikarin bersiva erê bidin vê pirsê.

 

Di kanûna paşîna 2001ê de, di wê demê de ku Bush hat Qesra Spî, ew rû bi rû dimîne bi pirsgirêkeka kevn re: nêbûna tewazûnê di navbera daxwazeka her diçe mezintir dibe ya li petrolê û mîqdara petrola heyî ya ku têra daxwazê nake de. Lewre mezinbûna hêza welatên mezin dibin yên wekî Çînê yan jî Hindistanê daxwaza li petrolê zêde dike. Yekane çareserîya pirsgirêkê li Kendavê ye, ku % 60ê rezervên cîhanî yên petrolê dihewîne, bi sê dêwên petrolê Erebîstana Siûdî, Îran û Iraq û du welatên din yên hilberînêrên petrolê ne, ango Kuweyt û Mîrîtîyên Yekbûyî yên Ereb.

Tu mûçegirê Exxonê ne

amade ye "xwe ji bo bîreka petrolê bide kuştin "

 

Ji  ber sedemên aborî, yan jî sîyasî hilberîna petrol zehmet e. Li nîvgirava ereb, hersê malbatên pir dewlemend yên desthilatdar, bi hejmara hatinîyên welêt yên ku bi rehetî têra wan dikin razî ne (lewre hejmara welatîyan pir kêm e) û tercîh dikin petrola xav ya mayî di bin erdê de bimîne. Îran û Iraq, ku bi hev re xwedîyê nêzîkî yek ji çar parên rezervên petrola cîhanê ne, dikarin vê kêmbûna petrolê li gorî daxwazê telafî bikin, lê belê ew tên cezakirin – Tehran bi tenê ji alîyê Amerîkayê ve û Bexdad ji alîyê gelek welatan ve – ev jî destûrê nade ku herdu welat bibin xwedîyê ekîpman û xizmetên petrolî yên pêwîst. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê van welatan wekî "dewletên serserî" dibîne, red dike dawîyê li vê rewşê bîne. Eger rewş wisa be, gelo meriv çawa dikare zêdetir petrolê bi dest bixe bêyî  ku serdestîya Amerîkayê li herêmê bixe tehlûkeyê? Neo-mihafezekaran – di destpêkê de entelektuelên demokrat bûn, piştî jihevdeketina Yekîtîya Sovyetê tevlî emperyalîzmeka ji tevlîhevîyê şûştî bûn – bawer dikir ku çareserî dîtine. Di dema Şerê Kendavê yê Yekem de, wan tucarî biryara George Bushê bav ya hilneweşandina rejîma Sedam Huseyn di 1991ê de qebûl nekir, di peyameka vekirî de ya ji serok William Clinton re, ku bi îlhama "Projeya wan ji  bo Sedsaleka Amerîkî ya Nû" (PSAN) hatibû nivîsîn, ew ji 1998an ve guhertina rejîma Iraqê pêşdibînin. Armanca wan hêsan e: divê Huseyn bi darê zorê ji Iraqê were derxistin û divê generalên amerîkî li Iraqê werin bicîhkirin. Gelek kesên ku mohra xwe danîbûn bin vê projeyê piştî 2001ê di nava ekîbên birêveberîya nû ya hikûmeta komarparêz de hatin cem hev. Piştî bi salekê, yek ji wan, hiqûqnas û alîkarê Rumsfeld di wezareta parastinê de ango Douglas Feith karê pisporên mijara siberoja pîşesazîya petrolî ya iraqî bi rê ve dibe.  Li gorî biryara wî ya pêşî, divîyabû piştî serketinê ev wezîfeya kontrolkirina vê pîşesazîyê ji Kellog Brown & Root (KBR), fîrmayeka ser bi şîrketa amerîkî ya petrolî Halliburton e ku Cheney ew demeka dirêj bi rê ve biribû. Nexşerêya wî ew e ku asta hilberînê ya petrola Iraqê ya sala 2003yan (rojê 2.84 mîlyon barîl) biparêze da ku rê li ber felaketekê veneke ya ku mimkin e zirarê li bazara cîhanê bike. Mijara din ku pispor li ser wê li hev nakin, ya arizîkirina petrola Iraqê ye. Ji 1972yan ve, şîrketên bîyanî li derveyî sektorekê man ku iraqî wê baş bi rê ve dibin. Piştî meşandina du şeran – li dijî Îranê (1980-1988) û li derdora Kuweytê (1990- 1991) - û  zêdetirî panzdeh salan cezakirinê, wan di destpêka 2003yan asteka hilberînê ya ku bi qasî ya salên 1979-1980yî bû bi dest xist, hingê di çarçoveyeka normal û di demeka aştîyê de ev rekora hilberîna petrolê pêk hatibû.

 

Ji wan kesan re ku li Washington û li Londonê biryarê didin  du alternatîf tên pêşnîyazkirin: vegera li rejîma îmtîyazan ya ku berîya dewletîkirina petrolê ya sala 1972yan di merîyetê de bû, yan jî firotina hîseyên Iraqi National Oil Company (INOC) li gorî modela rûsan, yanî bi rêya belavkirina senedên (vouchers) dikarin werin firotin. Li Rûsyayê, vê sîstemê bi lez rê li ber firotina bi erzanî ya hîdrokarburên Federasyonê vekir, ev yek jî bi kêrî hindikayîyeka desthilatdar hat yên ku bi yek carê gelekî dewlemend bûn. Kanûna paşîna 2003yan serokê DYAyê Bush plana ji alîyê Pentagon û Fermandarîya Giştî ve hatî amadekirin, qebûl kir. Generalekî kal yê bi madalyayan xemilandî …, Jay Garner dibe serokê birêveberîya leşkerî (Buroya ji bo ji nû ve avakirinê û ji  bo alîkarîya merivî) ya ku bi birêvebirina Iraqê piştî Sedam Huseyn hat wezîfedarkirin. Ew bi tenê tedbîrên demkin digire, bêyî ku yekê ji alternatîfên teknîsîyenan pêşnîyazkirî bibijêre. Di dema van amadekarîyan de, şîrketên mezin yên navneteweyî jî çalak in.

 

Patronê mezintirîn şîrketa petrolî ya amerîkî ExxonMobilê Lee Raymond hevalekî kevn yê Cheney ye. Lê li hemberî wêrekîya sîyasetvanan ew bi tedbîrbûna endamên pîşesazîyê nîşan dide. Belê proje cazib e û wê derfetê bide Exxonê da ku rezervên xwe yên petrolê tijî bike, ku ji gelek salan û vir ve zêde nabin. Lê belê gumanek ji vê projeyê tê kirin: gelo ji serok Bush tê ku şert û mercên ewle yên bicîhbûna Exxonê li Iraqê biafirîne? Tu xebatkarê şîrketê ne amade ye "jîyana xwe ji dest bide ji bo bîreka petrolê". Muhendîsên Exxonê meaşên pir bilind distînin û xeyala teqawîtbûneka luks di germahîya Florîdayê de yan jî li Californiyayê dikin, ew xeyala teqawîtbûneka li Iraqê di şikeftekê de derbaskirî nakin. Divê ewlekarîya wan hiqûqî jî be: dema meriv bi mîlyaran dolarên ku gelek salên piştre kar tînin, li petrolê radizînin, çi qîmeta lihevkirineka ji alîyê rayedarên demî ve hatî mohrkirin, heye? Ango Exxon bi tedbîr hinekî xwe dûr digire.

 

Li Londonê, BP (kevne-British Petroleum) gumanan dike ji para jêre mayî.  Li gorî BPyê, Qesra Spî zêde avantajan dide şîrketên fransî, rûs û çînî yên petrolê û di berdêla vê yekê de ji hikûmetên wan dixwaze ku ji bikaranîna mafê xwe yê vetoyê li Konseya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî bigerin. Ji çirîya paşîna 2002yê ve, nûnerên şîrketê bi wezareta bazirganîyê tirsa xwe ya li hemberî vê rewşê didin zanîn. Nûnerê BPyê wekî ku bifetise wisa dibêje "Total wê li pêşîya me be!" (2). Di kanûna paşîna 2003yan de, êdî ne lazim e ev guman werin kirin: Jacques Chirac biryara bikaranîna mafê xwe yê vetoyê dide zanîn li dijî pêşnîyaza çareserkirina îdareya amerîkî û  bi vî rengî Şerê Kendavê yê Sêyem bêyî ku Neteweyên Yekbûyî wê bi rê ve bibe, tê pêkanîn. Rêzgirtina ji lihevkirinên di navbera  Sedam Huseyn, Total û şîrketên din de hatî mohrkirin êdî ne mimkin e. Jixwe, ji ber cezakirinên welêt, ev lihevkirin di pratîkê de tucarî nehatin bicîhanîn, lê planên wê amade ne. Da ku dilê şîrketên anglo-sakson aş bike, du rojan berîya destwerdanê, hikûmeta amerîkî du endamên wan  bi çavdêrîkirina dosyayê wezîfedar dike: Gary Vogler (ExxonMobil) û Philip J. Carrol (Shell). Di çirîya pêşîna 2003yan de du pisporên din li şûna wan tên bicîhkirin: Robert McKee (ConocoPhilips) û Terry Adams (BP). Sedema vê guhertinê daxwaza kêmkirina serdestîya Pentagonê bû û bi vî rengî ya neo-mihafezekaran ku merivên xwe hema bibêje di tevahîya wezîfeyan de bicîh kirin. Ew di nava birêveberîyê bi xwe de jî tên protestokirin. Ev yek ji bo zelalkirina armancên amerîkî, ku timî li gorî desthilatdarîya herdu hêzan diguherin alîkarîya me nake. Li alîyekî îdeolog gelek fikrên ecêb derdixin holê: ew dixwazin lûleyekê ava bikin ji  bo herikîna petrola xav ya Iraqê  ber bi Îsraîlê ve, ji  bo tunekirina Rêxistina Welatên Îxrackerên Petrolê (OPEC), yan jî ji bo ku Iraqa "azadkirî" veguherînin qada ceribandinê ya modeleka nû ya sîstema petrolî ku paşê dikare li tevahîya Rojhilatê Nêzîk were ferzkirin. Li alîyê din jî muhendis û karmendên li pey kar û bidestxistina encaman digerin, xwedî fikreka zêdetir realîst in. Destwerdanê derbeka pir hişk li pîşesazîya petrolî xist. Ji barandina bombe û fuzeyên hêzên balafirî yên amerîkî zêdetir, talankirina giştî ya tevahîya sazîyên dewletê xirabker bû: birêveberî, dibistan, zanîngeh, arşîv, pirtûkxane, banke, nexweşxane, muze bi awayekî sîstematîk hatin talankirin, valakirin, yan jî wêrankirin. Makîneyên derxistina petrolê ji erdê hatin parçekirin, ji  bo îhtîmala bidestxistina hinek sifra dibe ku di wan de hebe, skeletên bêkêr li dûv xwe hiştin.  Talankirin ji 20ê adarê heta dawîya gulana 2003yan  şeş hefteyan didome. Ji sisîyan pareka zirarên li pîşesazîya petrolî hatî kirin di şer de hatin kirin, ji sisîyan du par jî piştre hatin kirin.

"Talankirin giştî bû,

materyal hat dizîn, avahî

hatin şewitandin"

 

Her tişt li ber çavên Task Force RIO (Restore Iraq Oil) qewimî, ew ji alîyê USArmy Corps of Engineers (koma muhendisên Arteşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û pênc sed şîrketên taşeron ve tên birêvebirin. Ew kes bi taybetî hatin perwerdekirin ji bo ku makîneyên petrolê biparêzin. Ya ku rê girt li ber teqandina bîrên petrolê ji alîyê dilsozên Sedam Huseyn ve bilezbûna operasyonên leşkerî ye; lê belê ji destpêka hezîrana 2003yan ve, sabotajan dest pê kir.

 

Yekane avahîya tê parastin ew avahî ye ku wezareta dêw ya petrolê dihewîne, panzdeh hezar karmend lê dişixulin û bîst û du şaxan kontrol dike. Gelo çima bîrên petrolê û wezaret tên parastin û ne State Oil Marketing Organization (SOMO) ku petrola xav ya îxrackirî difroşe, yan jî çima ekîpman nehatin parastin?  Personel û ekîpman ne xema wan in. Wezaret jî di kêlîya dawî de ji xemsarîya wan filitî, ji ber ku li wir agahîyên jeolojîk û sîsmîk yên heştê bîrên petrolê yên dîyarkirî ku sed û panzdeh mîlyar barîl petrola xav pêktînin hene. Her tiştê din ji nû ve dikare were avakirin bi ekîpmanên baştir yên made in USA (li DYE çêkirî) ku bi tecrûbeya şîrketên navneteweyî, ku piştî talankirineka bi vî rengî hîn zêdetir pêwîst in. Thamir Abbas Ghadban, birêveberê giştî yê herî ciwan yê wezaretê, sê rojan piştî bûyerê tê ber derîyê avahîya valakirî û – ji ber ku wezîrê petrolê yê wezîfedarkirî nîne, lewre hîkûmeteka Iraqê nîne – dibe merivê duyem yê sazîya di bin bi rêveberîya ecemî ya Michael Mobbs de. Mobbs neo-mihafezekarek e ku Pentagone bawerîya xwe pê tîne. Tevahîya erkan didin Paul Bremer, birêveberekî qure ku ji destpêkên sektora petrolî ya heftê salî berîya niha ve di serdema herî xirab de dibe serokê sazîyê. Kêmbûna rojê yek mîlyon barîl petrola hilberandî, ango yek ji sê parên asta hilberîna serdema berîya şerî, kêmbûneka bi 13 mîlyar dolaran pêk tîne ku divê were telafîkirin. Kêmtir ji sê hezar notirvanên bê erk ên timî dibin mexdûrê sabotajan, nobetê li Ekîpman digirin (di navbera gulana 2003yan û îlona 2004an de sed û çar sabotaj pêk hatin). Wisa tê texmînkirin ku zirara van sabotajan kirî bi qasî 7 mîlyar dolaran e. Ghadban wisa lê mikur tê  "talankirin giştî bû, materyal hat dizîn û avahî hatin şewitandin". Ji ber zirarên li hezaran kîlometreyên xetên lûleyan kirî yên ku di seranserê welêt re derbas dibin, rafînerîya Daurayê êdî bi tenê carinan li kar bû, "bi tenê tiştek ji destê merivî dihat: li benda qedandina şewitandina her lîtreyeka petrola xav ya di beşa sabotekirî ya lûleyê de bimîne û paşê wê tamîr bike…" Dîsa jî Daura hîn karê xwe didomîne. Ev mucîzeyek e, lewre personel êdî meaş nastîne. Derba herî giran li koma birêveberên pîşesazîya petrolî hat xistin. Heta 1952yan, hema bibêje tevahîya kadroyên Iraq Petroleum Company (IPC) kesên bîyanî bûn. "Apertheid"eka di pratîkê de dihat pêkanîn, vîla û baxçeyên bêqusûr yên derdora wan dîwarkirî yên compounds (komên xanîyan) ku baş dihatin parastin ji kadroyên şîrketê re hatibûn veqetandin. Li alîyê din jî, li ber derîyê wan karkarên iraqî di xanîyên hesînî yên pir xirab de diman. Sala 1952yan, alozîyên bi welatê cîran Îrana Mohammad Mossadegh [Mihemed Mûsadiq] re kirin ku IPC têkîlîyên xwe bi Bexdadê re ji nû ve binirxîne. Yek ji birîyarên peymana nû, elaqedarê perwerdekirina kadroyên iraqî bû. Bîst salan paşê, çar paran sisîyên bi hezaran karên kalîfîye di destê kesên herêmî de ne. Ev yek tê maneya ku netewekirina şîrketê biserketinek bû: di 1972yan de, şîrketa neteweyî, Iraqî National Oil Company (INOC) dibe xwedîya tevahîya bîrên petrolê yên welêt. Wê demê hilberîn digihîje astên di serdema IPCyê de nedîtî.

Parlamento ku raya giştî pişta wê digire seferber dibe û li hemberî arizîkirina sektora petrolî li ber xwe dide

 

Washington ya ku serdema ji nazîyan şûştina Almanyaya sala 1945an di şer de têkçûyî ji bîr nake, ji Baasê şûştina Iraqê ferz dike ku hişktir e ji cezayên li birêveberên nazî hatî birîn. Bi tenê endambûna partîya yekane Baasê, ku ji 1968 heta 2003yan desthilatdar bû, têrê dike ku meriv ji kar were derxistin yan teqawid bibe yan jî tiştekî xirabtir lê were ferzkirin. Ji bîst û çar birêveberên giştî yên şîrketa neteweyî ya petrolê hevdeh û bi sedan mihendîsên ku ji bîst û pênc salan ve di şertên pir zehmet de hilberîna petrolê misoger dikirin, ji kar hatin derxistin. Komîsyona ji Baasê şûştina Iraqê ya ku mişextbûyîyên berê wê bi rê ve dibin, koma afirînerên INOCê tune kirin. Serokwezîrê niha wezîfedar Nûrî el-Malikî yê ku bîst û çar salên temenê xwe li derveyî welêt derbas kirin, merivên xwe yên partîzan û nejêhatî li şûna wan bi cih dike. Payîza 2003yan dema McKee şûna Carrol digire û wezîfeya kilîd ya şewirmendîya petrolî ya prokonsolosê amerîkî digire ser milê xwe, ew hingê dibîne ku "Kesên li wir dişixulin bêkêr in û ji alîyê wezaretê ji ber sedemên dînî, sîyasî yan jî xizmîtîyê hatine bicihkirin. Yên ku di serdema Sedam Huseyn de pîşesazîya petrolî xebitandin û yên piştî azadbûna welêt ji nû  ve ruh pê anîn, bi awayekî sîstematîk ji kar hatin derxistin" . (3) Meriv matmayî namîne dema paqîjkirineka bi vî rengî rê li ber hatina li desthilatdarîyê ya şewirmendên endamên etnîsîteyên cihê vedike, piranîya wan ji Atlantîkê û wê de tên. Ew buroyên rêveberîyên wezareta petrolê dagir dikin û gelek not, sîrkûler û raporan bi şêwazê yên pîşesazîya petrolî ya navneteweyî dinivîsin û serê xwe naêşînîn bi mimkinbûna pêkanîna wan li herêmê…Nivîsandina du deqên bingehîn, Destûra Bingehîn ya nû û qanûna petrolî, derfeteka nedîtî dide wan da ku qanûnên heyî biguherin.

 

Wisa xuya ye ku avakirina dewleteka navendî ne mimkin e: Washington li ser navê têkoşîna li dijî totalîtarîzm û komkujîyên di serdema Sedam Huseyn de li dijî kurdan hatî pêkanîn, vê tiştê naxwaze. Lewre wê rejîma nû yan federal yan jî konfederal be û ne navendî be, heta wê astê ku tevlihev be jî. Bes e ku didu ji sê parên dengan werin bi destxistin li yekê ji sê herêman de, da ku biryarên Hikûmeta Navendî werin vetokirin.  Lê bi tenê Kurdistan xwedî daxwaz û hêza bikaranîna mafê vetoyê ye. Di mijara petrolê de desthilatdarî di navbera Bexdad û Hewlêrê de tê parvekirin. Hewlêr paytexta Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ye (Kurdistan Regional Government, KRG), di vê mijarê de ew têgihiştina "xwe" ya Destûra Bingehîn ferz dike: wê bîrên petrolê yên tên şixulandin di destê Hikûmeta Federal de bimînin, lê belê erka derxistina destûrên nû yên şixulandina bîrên petrolê di destê rayedarên herêmê de ne. Şîkayeka (pevçûneka) har di navbera herdu paytextan de diqewime, lewre Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê li gorî Bexdadê îmtîyazên gelekî mezintir dide şîrketên bîyanî: wê şîrketên mezin yên pereyan li Kurdistanê radizênin xwedî mafê sûdwergirtina ji beşeka vê hilberînê bin, dibe ku di destpêka şixulandina bîrên petrolê de ev beşa hilberînê pir mezin be. Ev e formula ji dema hatina wan ya li herêmê sîyatmedar û petrolmendên amerîkî dixwestin ferz bikin. Lê di vê mijarê de Amerîka bi bin ket. Raya giştî  bûyerên hatî serê Iraqi Petrol Company ji bîr nake û pişta Parlamentoya ku li derveyî welêt ewqasî tê rexnekirin, digire. Parlamento li hemberî vê daxwaza amerîkî radibe. Tariq Şefîq, bavê şîrketa Iraqi National Oil Companyê sedemên teknîkî yên vê redkirina Parlamentoyê rave kirin li peşîya Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. (4) Bîrên petrolê yên dîyarkirî û sînordarkirî ne; lewre tu tehlûke tune ye ji bo şîrketên bîyanî: jixwe mesrêfên lêgerîna çavkanîyên xwezayî nînin û şixulandina bîreka petrolê ya bi vî rengî ya herî erzan ya cîhanê ye. Ji 2008an ve, Bexdad lihevkirinên gelekî kêmtir balkêş pêşnîyaz dike: fîyeta barîlekê 2 dolar e ji bo bîrên mezin yên petrolê û tu mafê wan li ser bîrên petrolê bi xwe tune ye. Dîsa jî Exxon Mobil, BP, Shell, Total û şîrketên rûs, çînî, angolî, pakistanî yan jî tirk bazdidin û vê peşnîyarê qebûl dikin. Ew xwedîyê wê hêvîyê ne ku wê her tişt li gorî berjewendîyên wan biguhere. 24ê gulana 2010an kovara Newsweekê di gotara bi sernavê "mucîzeya iraqî" de wisa dinivîse: "Ev welat xwedîyê wê kapasîteyê ye ku veguhere Erebîstaneka Siûdî", du salan piştre, tevî ku hilberîn zêde dibe (di 2012an de rojê zêdetirî sê milyon barîlî), şîrketên petrolê gilîyê şertên li wan tên ferzkirin dikin: pererazandin giran in, hindik kar tînin û qadên petrolê nakevin nava rezervên wan yên şexsî, ev jî dibe sedema kêmbûna hîseyên wan yên li Borsayê.

Şîrketên bîyanî û hikûmeta

tirk hewl didin karta Kurdistanê bi kar bînin

 

Tevî fermana gefxwar ya hikûmeta federal ya ku gefê, li şîrketên meyldarê mohrkirina peymanên pir balkêş yên bi Kurdistanê re ne, dixwe bi betalkirina mafên şixulandina bîrên petrolê jî, ExxonMobil û Total guhên xwe lê ker dikin. Ya ji vê jî xirabtir, şîrketa amerîkî bersiva vê gefxwarinê dide bi provokasyoneka din: bi firotina peymana wê ya şixulandina bîrên petrolê li West Qurnayê gefan dixwe, ew bîrên petrolê yên herî mezin yên welêt in, ku wê pererazandineka 50 mîlyar ewro û duqatkirina hilberîna welatî misoger bikira.  Bexdad di bin zextê de ye: eger ew di ferzkirina şertên hişk de bi israr be, Kurdistan wê were tercîhkirin, herçend hejmara bîrên petrolê sê caran kêmtir bin ji yên başûrê welêt jî…

 

Tirkîye ku tu tiştî nake ji bo aşkirina van alozîyan, soza avakirina lûleyeka rasterast di navbera Kurdistan û Deryaya Spî de dide. Gelo ev şantajek e? Li alîyekî belê, bê guman şantajek e. Lê bêyî şerê qewimî, gelo şîrketên amerîkî wê karîbana rikberîyê bixin nava iraqîyan? Çi dibe bila bibe, di encamê de, amerîka dûrî wan armancan e ku li ber xwe danîbû. Di mijara petrolê de jî, şer ji bo Amerîkayê bibinketineka mezin bû.

 

Alan Greenspan

, ku rezerva federal bi rê ve biribû, ji 1987an heta 2006an bankaya Navendî ya Amerîkî jî bi rê ve bir, lewrre ew bi girîngîya petrolê di aborîya navneteweyî de baş dizane. Gotinên wî li ser vê pirsgirêka xwînrij ya şerê Iraqê belkî yên rastîyê herî baş terîf dikin in: "ez nirxandina dibêje, qebûlkirina tiştê ku herkesî pê dizanî şaşîyeka sîyasî ye, şermezar dikim:  yek ji armancên herî mezin ên şerê Iraqê bidestxistina petrola herêmê bû". (5)

* Rojnamevan

(1) Belge (pirtûk, rapor, hwd.) yên ku me bi kar anîn li ser malpera înternetê li navnîşana li jêr amade ne: www.monde-diplomatique.fr/48797

 

(2) Greg Muttitt, Fuel on the Fire. Oil and Politics in Occupied Iraq / Petrol diavêjin ser êgir. Petrol û sîyaset li Iraqa dagirkirî), Vintage Books, London, 2011.

 

(3) Heman çavkanîya li jor navbirî.

 

(4) "Reconstruction in Iraq’s oil sector : Running on empty? / Ji nû ve avakirina sektora petrolê ya iraqî: şixulandina pûç [a bîrên petrolê]?", axaftinaTariq Şefîq li pêşberî Komîsîyona Nûneran ya Amerîkî ya Wezareta Karên Derve li ser Rojhilatê-Nêzîk û Asyaya Başûr. Washington, DC, 18ê hezîrana 2007an.

 

(5) Alan Greenspan, Le Temps des turbulences / Serdema alozîyan, J.-C. Lattès, Parîs, 2007.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya