Bihara nazik a kurdan li Iraqê

Vejîna gelekî

Ji ber nebûna peymaneke bi navê "ambargoya biaqil" li ser Iraqê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî dema peymana ”petrol berdêla xwarinê”. ku herêma kurdan a Iraqê ya di parastina hêzên leşkerî yên navnetewî de jî sûdê jê werdigire, ji destpêka meha tîrmehê vir de heta pênc mehan dirêj kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi guhartinan hewl da ku bersiva van rexneyan bide, yên dibêjin ku ew ji rejîma Iraqê bêhtir ziyanê digihîne gelê Iraqê. Lê gelo tevî raya giştî ya ereban ku ji ber dagîrkirina Filistînê ji alîyê Îsraîlê ve kezebreş bûye, ew ê welatên hevsînorên Iraqê çawa li dijî serokê Iraqê Sedam Huseyîn tev bigerin?


ewletên hêzdar ên rojavayî berî deh salan bi mebesta maytêkirina (mudaxeleya) ji bo xatirê merivayîyê, bi pêşnîyaza Fransayê, bi biryarnameya hejmar 688 a Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî a nîsana 1999ê biryar da ku « herêmeke parastinê » bidamezrîne ji bo ku nêzîkî du mîlyon kurdên ku ji êrîşeke mezin a leşkerê Iraqê revîbûne Îran û Tirkîyeyê karibin vegerin ser cîh û warê xwe. Ew devera bi berfirehîya nêzîkî 40.000 km2 û bi nifûsa 3,5 mîlyon kurdan ji alîyê hêza hewayî ya pirneteweyî ya bingehê wê li Tirkîyeyê ve tê parastin ku Fransa jî, bi yekîneyeke xwe ya hêzên hewayî, heta meha kanûna pêşîn a sala 1995ê tê de beşdar dibû.

Armanca pêşîn a rojavayîyan, sivikkirina barê hevpeymanên wan ên tirk bû ku rûbirûyî nearamîya ji ber pêleke bi sedhezaran penaberên kurd ên iraqî ber bi wîlayetên ji xwe bi têra xwe xwedî kêşe û alozî yên Kurdistana Tirkîyeyê ve hatibûn.

Ew bizav sê mehan piştî dawîya Şerê Kendavê hat kirin û Bexdayê li hember wê bi tu awayan li ber xwe neda. Hikûmeta Iraqê di meha çirîya pêşîn a sala 1991ê de karmend û birêveberên xwe yên karûbarê sîvîl ji sê wîlayetên (Duhok, Hewlêr û Silêmanî) li herêma di bin parastinê de vekişandin û mehane û mesrefên karmendên dewletê yên biryar da ku li wê derê bimînin birîn. Lê belê li bin zexta hikûmeta Enqereyê ku ji afirandina dewleteke xweser (otonom) a kurdî ditirsîya, rojavayîyan ne bi xwe ji wî gelî re birêveberîyeke taybetî an mandayeke (herêmeke parastî ya jêrdestê Neteweyên Yekbûyî) wekî ya ku wan di sala 1999ê de bi rêya Neteweyên Yekbûyî li Kosovoyê pêk anîbûn dixwest, ne jî ew alîgirên damezrandina hikûmeta kurdî ya herêmî bûn. Peyama wan zelal bû: Kurd dê ji êrişên leşkerê Iraqê werin parastin ji bo ku karibin vegerin malên xwe, lê divê welatê xwe yê wêrankirî ew bi xwe ava bikin û karûbarê welatê xwe ew bi xwe bi rê ve bibin. Îcar, piştî şerê bi kul û kovan ê sîh salan, zehmetîyeke bêhed dijwar li pêşîya kurdan bû: Birêvebirina welatekî bi qasê Swîsreyê, yê ku % 90 ji 5000 gundên wî û bi qasê 20 bajarên wî hatibûn xirabkirin, bingehê (jêrxanî) aborîya wî hatibû jinavbirin, zevîyên wî yên çandinê hatibûn mayîn û lixûmkirin û xwedîkirina pezî û cotkarî lê nemabû. Radeya bêkarîyê digihişt % 80 ji kesên ku dikaribûn bixebitin. Û bi ser de jî, Bexdayê devera kurdan ji tora elektrîkê ya niştimanî veqetandibû û ambargoya gaz û petrolê danîbû ser wê.

Lihevhatina "Birayên neyar"

Di nav wê rewşa wisa tevlihev de, divîya ku kurd bi ya ku di destê wan de bû îdare bikirana, bi xeyal û serhişkîyê bixebitîyana. Di destpêkê de Cepheya Yekgirtî ya Kurdistanî ku ji heşt partîyên sîyasî yên herêmê pêk dihat, desthilata herêmê wergirt û ji bo damezrandina Parlamentoya Kurdistanê dest bi amadekarîyên hilbijartinan kir. Ew dengdayîn di 18yê meha gulana 1992yê de hat kirin. Ji du pêkhatên sereke, Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Mesûd Barzanî 51 û Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ya Celal Talabanî jî 49 kursîyên parlamentoyê wergirtin. Suryanî û kildanîyên (mesîhî) bi nifûsa xwe ya bi qasê 30.000 kesan, 5 kursî bi dest xistin. Ji alîyên din ên ku negihiştin benda ji % 5ê ji dengên ku di hilbijartinê de hatibûn dayîn (partîyên komunîst, sosyalîst, îslamî û yên din) tu parlamenter nehatin hilbijartin, lê ew alî dîsa jî tev li hikûmeta yekîtîya niştimanî bûn ku di meha tîrmeha 1992yê de hate damezrandin.

Rêberên hikûmeta kurdî hêvîdar bûn ku ew dezgehên demokratîk dê bi lez ji alîyê hêzên rojavayî ve bihatana naskirin û bigihiştana piştevanîya wan a diravî. Lê pûte bi hikûmeta herêmî ya kurdî nehat kirin. Enqere, Şam û Tehran ji ihtîmala damezrandina dewleteke kurdî aloz bûn û wan jimareke pirsgirêkên di navbera xwe de da alîyekî û wezîrên wan ên karûbarê derve her sê mehan carekê civîyan ku «li rewşa li bakurê Iraqê mêze bikin.» Dewletên Yekbûyî yên Amerîkî û bi dû re welatên ewrûpî ji ber endîşeya ku hevpeymanên xwe yên tirk aciz nekin, xwe ji piştevanîya wê ceribandina demokratîk a nû ya kurdan da paş. Ew ceribandina yekem a di bin ambargoya du alî ya hikûmeta Iraqê û ya navneteweyî de fetisandî û ji derfetên herî kêm ên jiyanê bêpar, bi awayekî bi kul û kovanan têk çû. (1) Nakokîyeke li ser parvekirina hatinîyên kêm ên gumrikê di meha gulana 1994ê de di navbera PDK û YNKê de şerekî çekdar derxist. Welatên cîran benzîn pê de kir û ew agir hê jî gurtir kir. Ew şer heta sala 1997ê dewam kir. Nêzîkî 3 hezar meriv tê de hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî naçar bûn ku ji cîh û warên xwe rabin û koç bikin. Li dawîyê, her du alîyên şerî tê gihiştin ku ew ê nikaribin alîyê din bi rêya leşkerî ji holê rakin û ku yek ji wan di warê leşkerî de bi ser keve jî, hevsengîya di navbera hêzên herêmî (Îran, Tirkîye û Iraq) de dê rê nede ku hêzeke sîyasî bi tena serê xwe bibe serdest. Şer di meha çirîya paşîn a sala 1997ê de hat rawestandin. Du serokên kurd, Mesûd Barzanî û Celal Talabanî, di meha îlona 1998ê de, bi navberîya Wezîra Derve ya Amerîkayê Madeleine Albrightê li Washingtonê peymanek mor kir û ew şer bi fermî bi dawî anî û bingehê dan û standinên aştîyê danî.

Bi wê peymanê, pênasîn bi serkeftina Barzanî ya di hilbijartinên parlamentoyê yên gulana 1992yê de hat kirin û her wisa encamên wê ku hikûmeteke berwext ya berpirsîyara rêkûpêkkirina hilbijartinên nû were damezrandin. Talabanî jî, ji alîyê xwe ve, soz wergirt ku hinek hatinîyên gumrikê bidin rêxistina wî. Ji hingê ve nêzîkî şêst civînên di navbera her du alîyan de bi kêrî çareserkirina pirsgirêkan û nêzîkîhevkirin û lihevanîna têbînîyên cuda yên PDK û YNKyê hatine.

Tevî zehmetîyê û tevî xwe bi xwe, kurdên Iraqê dest bi ceribandineke nû ya pêkanîna birêveberîyeke nemerkezî kir. Devera di bin parastina hêzên rojavayî de, hat dubeşkirin, bakur û başûr û karûbarên wan ji alîyê du birêveberîyên ku di nav xwe de naçarî reqabet û pêşbirkeyê bûne ve tên meşandin. Û li bakur, ku dewlemendtir e û çêtir tê birêvebirin û ku hikûmeta wê ya hevalbend a li Hewlêrê bi rêberîya PDKê lê sêyeka wê ji endamên kêmanîyan (êzidî, asûrî û kildanî) û endamên serbixwe pêk tê, nêzîkî % 70 gund û bajarên xirabkirî hatine avakirin, rê û bingeh hatine çêkirin û telefon hatine çêkirin. Ji bo xizmetên teknîkî (tenduristî, perwerde, veguhastin û hêz û têhn, elektrîkê) birêveberîyên bakur û başûr hevkarîyê dikin.

Hema bibêje hemû zarokên li alîyê

bakur li 1950 dibistanan diçin xwendinê û hinek lîse û xwendegehên bilind jî li wî alîyî hene û her wisa du zanîngeh (Duhok û Hewlêr) ku 12 500 xwendekar li beşên weke wêje (edebîyat), zanyarî, tib û qanûnê yên wan zanîngehan dixwînin. Perwerdeya xwendegehên pêşîn û navîn bi kurdî ye, li zanîngehan li gor babetan, ders bi kurdî, erebî û ingilîzî tên dayîn. Xwendekar li xanîyên baş ên zanîngehê tên hewandin, mehaneya mamosteyên zanîngehan 140 dolar in  (ku heft caran ji mehaneyên hevkarên wan ên iraqî zêdetir e) û hikûmet xanîyan jî dide wan mamosteyan.

Li alîyê

başûr, hikûmeta bi rêberîya YNKyê endamên «serbixwe» û nûnerên partîyên biçûk jî vedigire. Li zanîngeha Silêmanîyê 3500 xwendekar hene û 367 755 xwendekarên din jî li 1677 xwendegeh û lîseyan dixwînin. Berevajî bakur, dibistana pêşîn li başûr ji bo kur û keç hemû zarokan hêj ne mecbûrî ye.

Tendirustî xebateke din a sereke ya desthilatdarên herêmî ye ku xizmetên gelêrî belaş (bêpere) dikin. Wan nexweşxane çêkirine, navendên nû yên bi amûrên nûdem ava

kirine, ku gelek ji wan amûran ji ber ambargoyê ji bazara reş hatine peydakirin. Desthilatdarên herêmî ne berpirsîyarên nebûna dermanan in, lê  dermanên bêwec bi rêya Iraq û Tirkîyeyê digihijin Kurdistanê. Ewlekarîya bajaran di destê polîsan de ye ku di du akademîyên polîsan de tên perwerdekirin. Du navendên din jî hene û li wir ji efser tên perwerdekirin ji bo serdarîya hêzên leşkerî yên ku ji pêşmergeyan pêk tên. Avahîya Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê ye û Dadgeha Bilind a Pêdeçûyînê jî tê de ye.

Ev vejîna kurdî di warê çandî de hê bêhtir xuya ye. Gelê kurd ku ji mêj ve ye bêpar maye, bi heyecan lê digere û dixebite da ku wê dema ku wî ji dest daye telafî bike. Sê rojnameyên rojane û bêhtir ji 130an kovarên hefteyî hewil didin ku têhna welatîyan ji bo agahî û zanînan bi

kşînin. Ew weşan, ji edebîyatê bigire heta sînemayê, ji dîrokê bigire heta zanyarîyên komputerê, li ser hemû mijaran dinivîsin. Ji 10an zêdetir kanalên televîzyonê, bernameyên bi her celebî pêşkêşî temaşevanên ji hemû temenan dikin, du ji wan televîzyonan bi rêya satelîtê weşanê dikin û li nav hemû civakên kurdan li Rojhilatê Navîn û Ewropayê li wan tê temaşekirin. Sêlên antenên satelîtê yên ji bo temaşekirina kanalên newneteweyî pêwîst, li Iraq û Îranê qedexekirî ne, lê li Kurdistanê serbest in û kafeyên înternetê jî li wir roj bi roj zêdetir dibin. Rojnameyên li ser hemû bîr û bawerîyan, yên rejima Bexdayê jî tê de, bi azadî tên firotin. Kêmanîyên biçûk asûrî-keldanî xwedîyên 14, Tirkmen jî xwedîyên 9 dibistanên bi zimanê xwe ne, her wisa weşan û radyo û televîzyonên bi zimanê wan hene. Û kurdên êzidî ku bi demeke dûr û dirêj ji alîyê cîranên xwe yên misilman ve hatine herişandin û bi çewtî wek «bawermendên şeytanî » hatine hesibandin, ayîn û rê û resmên xwe yên dînî bi serbestî dikin û cîhên wan ên îbadetê di bin parastinê de ne.

Pêkanîna civakeke medenî ya ku tê de jin xwedîyên rolên sereke ne û ku bi taybetî zêdegavîyên ji alîyê komelên îslamî yên bi piştevanîya Îranê ve û edet û kevneşopên kevnar (wek kuştina jinan ji ber zinayê bi navê «namûsê») tên mehkûmkirin, azadîyan hêdî hêdî berfirehtir dike. Sîstema sîyasî ya kurdî di destpêkê de çav dabû dewletên bi yek partî yên ku li herêmê belav in, lê ew di bin zexta navxweyî û ji derve de û ji bo ku dilê raya giştî ya rojavayê li xwe germ bike, ber bi demokrasîya bi beşdarîya pir partîyan ve diçe, tevî wê yekê ku hê dûr e ku rêberên berê yên berxwedana çekdar bibin welatîyên ji rêzê û karbidestên hilbijartî hêza xwe bi tenê ji erka xwe werbigirin.

Rê, xwendegeh û xanî…

Li herêma xweser a Kurdistanê jiyan heta dereceyekê rehet

e. Ew para bêhtir bi xêra hatiniyên ji bernameya bi navê «Petrol berdêla xwarinê» ya di bin biryarnameya hejmar 986 a Neteweyên Yekbûyî de ye. (2) % 13 ji pereyên wê bernameyê li ber sê wîlayetên herêma kurdan a di bin parastina navneteweyî de dikevin. Ew bername ji alîyê neh navendên şareza yên Neteweyên Yekbûyî ve tê birêvebirin. Ew navend, projeyên di warên perwerde, tendirustî, avakirin, çêkirina jêrxanî, anîna avê ji bo kesên bêcîhûwarkirî de hildibijêrin û pereyan ji wan re destnîşan dikin. Ji bernameya xwarinê, wek alîyên din yên Iraqê heman ratib (par) digihije şênîyên wê herêmê jî. Birêveberîya kurdan alîkarîya bicîhanîna wan projeyan dike, karmend û ofîsên navendên Neteweyên Yekbûyî diparêze û bi comerdî enbar û dezgehên teknîkî dide wan. Navendên Neteweyên Yekgirtî li ser navê hikûmeta Iraqê ya ku li herêmê ne amade ye pereyan didin projeyên ku ji alîyê Bexdayê ve hatine pejirandin û wan bi rê ve dibin. Lê ew pêvajoyeke dûr û dirêj û aloz û tevlihev e. Wergirtina diravê ji projeyekê re pêwîst, gelek caran bi demeke ji salekê dirêjtir dajo û projeyên din jî hema yekcar tên redkirin.

Ji sala 1997ê heta niha 4,9 mîlyar dolar ji bo herêma xweser a kurdan hatine destnîşankirin, ji wan pereyan dibe ku 3 mîlyar dolar hatibine xerckirin, yên mayîn jî dê bi tenê bi pejirandina projeyên pêşnîyarkirî werin dayîn. Wan pereyan, bi karzanî û jîrîya kurdan û bi birêveberîyeke tekûz û rêkûpêk, dest pê kiriye ku berheman bidin. Ew welat bi vekirina rêyan, avakirina xwendegeh, pirtûkxane, xanî û lojmanan, vekirina meydanên werzişê, park, kargeh û cîhên din, dibe şantîyeyeke mezin. Şert û mercên jiyanê yên xelkê herêmê bi awayekî pir ber bi çav baştir bûne.

Para bêhtir a diravê birêveberîya kurdî ji gûmrikê ye, ji kamyonan e ku ji Tirkîye û Îranê her mal û tiştî dibin Iraqê. Parastina xeta lûleyên petrolê ya di navbera Kerkûk û Yûmûrtalikê de, bazirganîya li ser sînoran, bi taybetî ya petrolê jî jê re pereyan tîne. Ji bo xurtkirina aborîyê, rayedaran devera xwe kiriye herêmeke serbest ku ji hemû celeban mal û berhem, wek cixareyan, jê diçin bazarên Îran û Iraqê. Bi wan çavkanîyên pereyan birêveberî bi diravnameyeke salane ya li dorê 230 mîlyon dolaran karê xwe dike ku hemû bi hev re ji 250 000an bêhtir karmendên sîvîl û 30 000 kesên berpirsîyarên parastinê jê re dixebitin. Banqeya Navendî ya Kurdistanê buhayê dînarê kurdî diparêze ku rewşa wî li hember dolarê amerîkî aram e (1 dolar = 18 dînarên kurdî) û buhayê wî vê gavê 100 caran ji dînarê Iraqê zêdetir e.

Bêhtir ji sed salan e ku kurd yekem car bi demeke wiha dirêj karûbarê perçeyeke warê xwe yê dîrokî bi rê ve dibin. Û ew karekî baş dikin. Ev yek gelek hêvîyê dide 25-30 mîlyon kurdên ku li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê belav in. Lê paşeroj xul û şolî ye. Navçeyên xwedî petrol yên Kerkûk, Sincar, Xaneqînê, yên bi nifûsa nêzîkî 2 mîlyon kurdan, hê di bin desthilata rejima Îraqê de ne. Rejîm, rêbaza erebkirina wan cîhan bi awayekî bêrawestîyan dimeşîne, ew cîh di rewşeke şerpeze de ne û sedemeke koçberîya boş a kurdan bo Ewropayê, ev yek e.

Lihevhatina her du partîyên sereke yên kurdan hê temam nebûye. Hê jî ne piştrast e ku hevkarîya wan ê bi dawî neyê û ew ê venegerin ser wê dema berê ya xirab. Bi ser de jî, hikûmetên welatên hevsînor ku gelek kurd li wan welatan dijîn, tevî soz û peymanên xwe yên ji bo cîranîyeke baş û hevkarîya aborîyê, xebata xwe ji bo tevlihevkirina Kurdistana xweser didomînin. Ew herêm nikare bêyî parastina hewayî ya Ingilîz û Amerîkîyan û bêyî hatinîya bi pileya % 13 ji bernameya jêr biryarnameya hejmar 986 ya Neteweyên Yekbûyî bijî. Her awayê lênihêrtin, pêdaçûyîn û guhartina ambargoya li ser Iraqê divê bendên parastina kurdan û dayîna diravê pêwîst ji herêma wan re vebigire, an na ew ê rê bide malwêranîyeke din a merivayîyê. Û ew ê berî wext, dawîyê li vê bihara geş a kurdan bîne.

(1) Nivîsara Kendal Nezan, « L'injustice faite aux Kurdes », di Le Monde diplomatique a adar a sala 1999ê de bixwîne (Heman nivîsar di Le Monde Dîplomatique a kurdî de « Bêdadîya li hember Kurdan » 2012.

(2) Nivîsara Alan Gresh, « L'Irak paiera ! », di Le Monde diplomatique a çirîya pêşîyê a sala 2000ê de bixwîne.

Wergera ji fransî: Bêrîvan Kilic Tugan