Bîranîna geş li Cezayirê

Nivîsa nûçegihanê taybet
Translator

Li Cezayirê, li navenda bajarê Cezayirê, Kolana Victor Hugo navê xwe ji serdema kolonyal ve parastîye. Lê jêrtira Kolana Didouche Mourad (berê navê wê Michelet bû) girêdaneka fereh a bi palmîyeyan xemilandî, di nava wê de cihekî herî rehet û xweş ê çandî yê paytextê heye: Pirtûkxaneya (

Pirtûkfiroş) Kelîmat (bi erebî pirhejmara "kelîme"yê). Jin û mêrek ku temenê wan li derdora şêst salî xuya dike, dikevin hundir, Amel wan bi bişirîneka ji dil pêşwazî dike.

 

- Vê hefteyê çî yê nû heye li cem we?

 

- Bîranînên serpelekî wîlayeta 1ê [Les Aurès], pirtûkeka li ser Abane Ramdane û şahidîya kevne-efserekî rêxistina îstîxbaratê ALNyê [Artêşa Rizgarîya Neteweyî] di dema şerî de.

 

- Baş e, em radihêjin hemûyan!

Firoşvana ciwan dipirse: "Gelo we pirtûka Pierre û Claudine Chaulet xwendîye, jin û mêrê ji fransîyên li Cezayirê yên ku piştî serxwebûnê jî li Cezayirê man?"

 

- Nexêr, ji xwe, cara din li cem we nemabûn. Heke niha li cem we hebin, ew dê pir baş be!

 

Birêvebera Kelîmatê, Fatiha Soal weha şirove dike: "Mişterîyên wekî van, rojê bi dehan ji wan tên cem me. Ew dixwazin her tiştê li ser dîroka Cezayirê ya dema şerî lê belê ya dema hema piştî şerî ya serdema [Ahmed] Ben Bella û [Houari] Boumediene tê nivîsîn, bixwînin. Û ji ber ku her hefte li ser vê mijarê pirtûkên nû tên weşandin dawî li vê nayê!"

 

Ji çend salan û vir ve fenomeneka ku tesîrê li merivan dike xwe li Cezayirê da der: Weşandina bîranînên bi sedan kevne gerîlayan. Dîrokzan Mohammed Harbi yê ku bi xwe jî kevne endamê Bereya Rizgarîya Neteweyî(FLN) ya Fransayê bû xwe amade dike berga duyem a dîroka jîyana xwe û kirinên xwe biweşîne, ta bi derzîyê ve dike "Kesayetên mezin ên tevgera rizgarîyê para bêhtir jixwe bîranînên xwe weşandine. (1) Lê belê ya ku nû ye û xwerû fenomenal e, weşandina behsên kadroyên navînî heta yê besît ango cûnûdan [şervan] e."

 

Ev pirtûk behsa çi dikin? Para bêhtir behsa bûyerên şerî, bi hezaran mîkro-bûyerên wî yên ku jîyana rojane ya gerîlayên cezayirî di nava wan heft sal û nîvên şerê ji bo rizgarîya welatê wan de (1954-1962) pêk tînin. Di zik hev de ev behsên bêparman, kemîn, girtin, êşkenceyê puzeleka mezin pêk tînin ku tevî parçeyên xwe yên kêm yan jî xirabûyî awirekî pir zindî yê şerî ji alîyê cezayirîyan ve pêşkêş dike. Dîrokzan Daho Djerbal ê ku ji sih salan û vir ve karekî bi rêk û pêk yê komkirina bîranînên kevne-cûnûdan dike, weha dihizire: "Li dibistanên dîrokê yên roja me ya îro em nirxekî zêdeyî hedê xwe didin çavkanîyên nivîskî. (2) Meriv xwe lê datînin ku behsa bûyerên objektîf dikin bi rêya belgeyeka meriv dikare lêvegere, hatî tesnîfkirin û di arşîvan de hatî bicihkirin. Ez bi vî mentiqî nafikirim, loma bi awayekî giştî piranîya van çavkanîyên nivîskî yên wan kesan in ku Cezayir dagîr kiribûn: birêveber yan jî efserên artêşa kolonyal." Sedema girîngîya van bîranînan jî armanca sererastkirina bêtewazûnîya ji destpêkê ve heyî ye. (3)

Sedemeka din a girîngîya van nivîsên cûnûdên Cebelê: sala 1962yan yên ku bûn desthilatdar xwedîyê kêm tecrûbeya gerîlatîyê bûn. Wan şer yan di nava artêşa ser sînoran a cezayirî ya li Misirê yan jî Tûnisê – wekî Boumediene – yan jî li girtîgehên fransî – wekî Ben Bella – di ser xwe re bihurand. Nîqaşa cezayirî ya li ser şerî ya ku çil salan ji alîyê van zilaman ve kontrolkirî, pir kêm cih dida gotinên eskerên li hundirê welêt.

 

Gelo dîrokzan wê karibin bigihêjin zelakirinên bi rastî bi rêya van berheman? Yek ji pisporên nifşê nû yê herî zêde xwe dayî qebûlkirin Raphaëlle Branche weha bersiva vê pirsê dide: "Carinan diqewime û ez hinan ji wan bi kar tînim. Lê belê timî bi hişyarîyeka zêde vê dikim û bi awayekî sîstematîk wan bi çavkanîyên din re li ber hev digirim."Wekî mînak li ser şerê birakujîyê – yê ku demeka dirêj wekî sirekê ma – yê di navbera FLN û messalistên [alîgirên sîyasetvanê serxwebûnxwaz ê cezayirî Messali Hadj; têbînîya wergêr] Tevgera Neteweyî ya Cezaîrî (MNA) de kevne-sekreterê qehremanê Aurès mîralay Amirouche Aït Hamouda di bîranînên xwe de dinivîse "wekî ku herkes pê dizane, bi komkujîya Beni Ilmane [Mélouza] ya nêzî M’Sila ya têde bêhtirî sê sed gundî, jin, mêr û zarok hatin kuştin, ev şer gihişte asta xwe ya herî nexweş û xwînrêj" . (5) Gelo ev tiştekî nû ye ku meriv vedibîne? Helbet na: bêhtir ev yek piştrastkirina tiştê ku dîrokzanan jixwe pê dizanî ye.

 

Mînakeka din: tevî hejmareka mezin a pirtûkên li ser mijarê hatî weşandin, dîsa jî şert û mercên bi tevahî esseh ên kuştina Abane Ramdane hîna jî divê werin rohnîkirin. (6) Şefê sîyasî yê FLNyê yê bi eslê xwe kabîlî (berberî),  organîzatorê Kongreya Tebaxa 1956an li Soummanê, Ramdane sala 1957an li Fasê di encama reşkujîyekê de hat kuştin. Tevî ku ew çil salan wekî şehîdekî ku "bi guleyên fransîyan hatî kuştin" hat nîşandan jî, êdî hat qebûlkirin ku hevalên wî ew kuştine. Di çapa dawî ya "Abane Ramdane, finalement le père de l’indépendance / Abane Ramdane, di dawîyê de bavê serxwebûnê" (Thala éditions, 2009) de kevne endamê FLNyê Khalfa Mameri wê gumanê piştrast dike a ku li gorî wê yên ev guneh dan kirin li gorî "texmîneka xurt û heta delîleka ne mimkin e were înkarkirin" sê hevrêyên meqtûl bi xwe ne: Krim Belkacem, Abdelhafid Boussouf û Lakhdar Ben Tobbal. Lê belê ew tu hêmanên din li vê zêde nake.

 

Tiştê nû ew e ku êdî li Cezayirê meriv dikare behsa wan mijaran bike ku berê tabû bûn. Bi serûbinbûneka harîqûlade, mijarên berê herî nazik dibin mijarên herî zêde kar tînin: Patronê Pirtûkxaneya (Pirtûkfiroş) Ahouidh (bi zimanê berberî "baxçeyê şitilan") li Tizi Ouzouyê, Tahar Dahmar pêş dibîne ku "her sal pirtûkeka nû li ser Abane tê weşandin. Hûn dikarin piştrast bin ku ew pirtûk wê serketî be". (7) Ev aşûta weşanan hêdî hêdî piranîya tabûyên mezin ên dîroka fermî ya Cezayirê dişkîne, yan jî qet nebe tûjbûna wan ko dike. Bavê neteweperestîya cezayirî Messali Hadj ê ku demeka dirêj di pirtûkên dersê yê dibistanan de wekî dijberê têkoşîna çekdarî hat nîşandan, niha mijara gelek weşanan e. (8) Gelek caran behsa bleuite ("paqijîya şîn") [operasyona  tesfîyekirina gelek şervanên ALNyê bi îdîaya xîyanetê; têbînîya wergêr] tê kirin, ya wê operasyona ji jehra rêxistina îstîxbaratê ya fransî paqijkirina ALNyê ya ku rê vekir li ber kuştina bi sedan gerîlayên ku bi neheqî bi xîyanetê dihatin gunehbarkirin. (9) Heman tişt ji bo bûyeraSi Salah - ev navê kevne-fermandarê wîlayeta 4an (Algérois) e – yê ku hezîrana 1960î hewl da hevdîtineka paralel bi General de Gaulle re bi rê ve bibe jî wisa ye. FLNyê û hevalên wî yên têkçûyî "yê xayîn" girtin. (10) Divê meriv bûyer û şerên ku havîna 1962yan ji bo desthilatdarîyê di navbera birêveberên FLNyê de derketibû jî ji bîr neke.

 

Bi van nivîsan xaleka din a hevpar xwe dide der: "Gelek ji wan li dora parastina filan yan jî bêvan kesî yan jî dewra qaşo girîngtir a filan wîlayetê ji ya din, digerin, ev jî dikare rê veke li ber polemîkên bêber û heta di warê etnîkî de cihêker", ev tesbîta dîrokzan Gilles Manceron e. Wekî mînak li Welatê Kabîlan (Welatê Berberîyan, bi zimanê xwe dibêjin Amazigh: emazêx -nota redaksîyonê) heyranîyeka bi rastî heye ji bo kesayeta Ramdane. Şefê wîlayeta sêyê (Welatê Kabîlan) Mîralay Amirouche yê ku adara 1959an di şer de mir jî yek ji wan kesan e ku pir populer in; xwedîyê yek ji pirtûkxaneyên herî kevin ên li Tizi Ouzouyê Omar Cheikh weha piştrast dike vê yekê: "Tevî ku di bleuiteê de qismek berpirsîyarîya wî jî heye, li Welatê Kabîlan ew her fîgurekî gelekî pozîtîf e". Pirtûka Saïd Saadi ya bi navê "Amirouche, une vie, deux morts, un testament /Amirouche, jîyanek, du mirin, wesîyetek" ya ku tezeka komploya artêşa sînoran a cezayirî derdixe pêş, ku hingê Boussouf û Boumediene ew bi rê ve dibirin, dema hat weşandin adara 2010an bû sedema tofaneka bi rastî ya medyatîk.

 

Di heman demê de nivîskar hin sînoran derbas nakin. Mustafa Madi yê sosyolog û birêveber li cem weşanên Casbah, li xwe mikur tê weha dipeyive: "Ez, îro jî ne ewqasî wêrek im ku berhemeka bi rastî jî temam li ser bleuiteê biweşînim. Sala 2005an kesek hat min bibîne; min destnivîsa wî red kir, lewre destnivîs bi serî ve tijî nav bûn: ‘X êşkence li Y kir’ û hwd. Bifikirin zarokên şehîdekî yê ku bawer dikin bavê wan bi guleyên fransîyan hat kuştin pê bihesin ku ew bi êşkenceya cezayirîyan hatîye kuştin! Ali Kafi (11) bi xwe jî navan nade."

 

Meriv behsa mijareka tabû bike tiştek e û meriv wê bike mijara lêkolînê tiştekî din e. Tevî ku nivîs û behsên bîranînan didin der, ya em dibînin bi tenê bêdengî yan jî qet nebe şermokîya gelekî zêde ya dîrokzanên cezayirî ye. Li zanîngehan tu xwendekar newêre vê mijara hanê hilbijêre. Û ji bo ku xebateka pêşî ya zanistî li ser şerên xwînrêj ên piştî serxwebûnê bihata kirin divîya bû xwendekarekî cezayirî yê li Zanîngeha Paris VIIê qeydkirî teza xwe binivîse. (7)

 

Li Zanîngeha Cezayirê xwendekarek tezekê li ser mijareka "aram" amade dike, dengê xwe kêm dike û piştî ku piştrast dibe ku tu hevkarê wî lê nahesîne dibêje: "Ez dê ji we re bibêjim: ev mijar li zanîngehê qedexe dimînin. Wekî mînak, hebûna mucahidînên ku tevahîya şênîyên gundan qetil kirin, ji ber ku guman ji wan dibirin ku ew agahîyan didin fransîyan. Ha wilo, ne lêpirsîneka edlî, ne jî dadgehkirinek pêk hat. Heke ez behsa vê bikim, di cih de wê miameleya xayînekî bi min re were kirin!"

 

Tevî azadîyeka gelekî mezin a nivîsên bîranînan, herî kêm sê mijar hene ku hîna jî kes nikare xwe nêzî wan bike. Pêşî hejmara kuştîyên cezayirî ye ku bi awayekî fermî ji 1962yan ve wekî 1.5 milyon hatîye dîyarkirin, tevî ku texmîna civaka zanistî ya fransî çar sed hezar – hejmareka ku bi awayekî ne fermî û bi şertê anonîm bimînin gelek dîrokzanên cezayirî jî piştrast dikin – e.

 

Piştre jî rêjeya beşdarîya xelkê Cezayirê li şerî: ji pêncî salan ve dîroka fermî wê fikrê ferz dike û dibêje ji bilî çend xayînên ku navê harkis li wan tê kirin, tevahîya milet li dijî zordarên fransî serî hildaye. Li gorî dîrokzanê fransî François-Xavier Hautreux hejmara wan di navbera 200-400 hezarî de ye, ev hejmar ji ya ku lê mukir hatine, zêdetir e. Herî dawî jî beşdarîya bi rastî ya serokkomar Abdelaziz Bouteflika li şerê rizgarîyê, ne ji wan mijaran e ku meriv bi dilê xwe li wan bikole.

 

Bi xêra van hemû şahidîyan gelo di dawîyê de cezayirî wê karibin bikin ku daxwaza wan a rastîyê zora rabihurîya wan bibe? Ev yek ne misoger e, nexasim jî ji ber ku li pey hev rêzbûna van bîranînên hin caran nakokane bi sergêjî û mêjîlihevketineka mezin bi encam dibe. Ev yek darî çav e bi xwendina bîstek rojnameyên welêt ên bi fransî û bi erebî. Ev loda nivîs û behsên bîranînan ya rastî bi fenomeneka duyem re xwe didin der ku ew jî bi serê xwe tesîrê li merivan dike. Çapemenî hema hema her roj nivîsên dirêj ên li ser filan yan jî bêvan xala dîrokê diweşîne, metnên nû yên ku yên berê bi tehrîfkirina rastîyê gunehbar dikin. Lê belê yek ji van nivîskaran jî bi muşkulpesendîya dîrokzanekî (jibergirtin, pirkirin û liberhevgirtina jêder û çavkanîyan) ranabe û ev metn para bêhtir têkelhevîyeka bûyerên bi rastî yên di nav kelevajîbûna şaşî û şirovekirinên subjektîf de xerq bûyî pêk tînin. Dîrokzanên bi rastî yên cezayirî yên ku ji ber vê aşûtê direvin zehmetîyê dikişînin ku dengê xwe bidin bihîstin.

 

* Rojnamevan.

(1) Ji bilî malmezin Lakhdar Ben Tobbal, kevne birêveberê wîlayeta 2yan (Nord-Constantinois), yên ku bîranînên wî hatine nivîsandin, lê belê hîna jî nehatine weşandin.

 

(2) Berhema dawî ya hatî weşandin: Daho Djerbal, L’Organisation spéciale de la Fédération de France du FLN / Rêxistina Taybet a Federasyona Fransayê ya FLNyê, Chihab, Cezaîr, 2012.

 

(3) Beşek ji arşîvên cezayirî, nexasim ewên ku di destê Wezareta Karê Hundir de ne, hîna jî li lêkolîneran û raya giştî girtî ne, dîsa jî ew li ber arşîvên fransî pir kêm in, ên ku beşek îro jî ji lêkolînan û xelkê re nehatine vekirin.

 

(4) Gotara li jêr bixwîne: Alain Ruscio, "Messali Hadj, Bavê Jibîrbûyî yê Neteweperestîya Cezayirî", Le Monde diplomatique, hezîrana 2012an.

 

(5) Hamou Amirouche, Akfadou. Un an avec le colonel Amirouche / Akfadou. Salek bi Mîralay Amirouche re, Weşanên Casbah, Cezayir, 2009, 173 rûpel.

 

(6) Gotara li jêr bixwîne: Ali Chibani, "Le  ‘crime inavoué’ de l’histoire de l’indépendance algérienne / ‘Gunehê Lê Mikur Nehatî’ yê Dîroka Serxwebûna Cezayirî", La valise diplomatique, 16ê hezîrana 2010an, www.monde-diplomatique.fr

 

(7) Birazîyê wî Belaïd Abane hîna nû ev pirtûk weşand Ben Bella – Kafi – Bennabi contre Abane: les raisons occultes de la haine / Ben Bella – Kafi – Bennabi li Dijî Abane: Sedemên Nihênî yên Kîndarîyê, Kourou, Cezaîr, 2012.

 

(8) Pirtûka yekem a girîng a ku Cezayirîyekî nivîsî  ya Ammar Nedjar bû, Messali Hadj, le Zaïm calomnié / Messali Hadj, Zaîmê Bêbextî Xistin Stûyê Wî, El Hikma, Cezaîr, 2003. Bîblîyografîya Benjamin Stora a ku li Fransayê sala 1982yan ji alîyê Le Sycomore ve hat çapkirin, sala 1991ê li Cezayirê ji alîyê Rahma ve hat weşandin. Wergereka bi erebî piştre sala 1998an ji alîyê Casbahê ve hat weşandin.

 

(9) Wekî mînak bide ber Salah Mekacher, Au PC de la wilaya 3 de 1957 à 1962 / Li Biryargeha Wîlayeta 3yan ji 1957an Heta bi 1962yan (weşana nivîskar bi xwe), Cezayir, 2006.

 

(10) Ew bi xwe jî sala 1961ê di encama bombebarandina artêşa fransî de hat kuştin. Bide ber bibîranînên Lakhdar Bouregaa : şahidê kujerê şorişê (bi erebî), Dar al Hikma, Cezayir, 2010.

 

(11) Kevne fermandarê wîlayeta 2yan, nivîskarê "Du militant politique au dirigeant militaire. Mémoires (1946-1962) / Ji Milîtanê Sîyasî Heta bi Birêveberê Eskerî," bîranîn (1946-1962), Casbah, Cezayir, 2002.

 

(12) Omar Mohand Amer, "La crise du FLN de l’été 1962 / Krîza FLNyê ya Havîna 1962yan", teza doktorayê ya sala 2010an parastî. Ji bo karekî li ser mijara jîyana birêveberên messalîst ponijî em li benda teza dewam dike ya Nedjib Sidi Moussa ya li Zanîngeha Parîs Iê ne. Fenomeneka nû: Zanîngehên Anglo-sakson her diçe bêhtir xebatên li ser Cezayira kolonyal ên kalîteya pir baş dihewînin.

 

(13) François-Xavier Hautreux, La Guerre d’Algérie Des Harkis. 1954-1962 / Şerê Cezaîrê yê Harkîsan, Perrin, Parîs, 2013.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê