Bîranîneke ji agir

Translator

Psîkanalîzê xwe daye karû-barên ji bo azadkirina gîyanî ya mirov; lê belê vedîtina tirsan, dilbijînan, xweşxeyalan, li ser têgihîştina nirxên bi gelemperî pejirandî û rewatîya hîyerarşîyên serdest, ne bêtesîr e. Ew di heman demê de dibe alîkar ji bo xweragirtin û têkoşîna li himberî modelên siyasî yên weke yekane heqîqeta gengaz tên hesibandin.

Gelo şerê çînan xwedî naverokeke veşartî bû?

Henri Lefebvre, Danezana diferansîyalîst

Tengezarîya bazaran: Ev vegotina hêç û ecêb piştgirîyê dide veşartina rastîyê. Lê dîsa jî, wexta mirov cihê peyvan diguhere, ew derfetê dide peyva herî girîng xwe bide pêş: Tengezarî. Ne ya bazaran, ya kesan, ku gotara aborîzanên medyatîk a têkildarî "deyn" bêyî şerma wan sucdar dike: "We demeke zêde dirêj ji heddên xwe zêdetîr mesref kirin û jiyana xwe usa domand". Bi wî awayî tirs/şidet, a ku li himberî yê din, bîyanî tê hîs kirin, veguherî reaksîyonê. Ew e koka siyasetê. Ev koka girêdayî hestan ku tête înkar kirin, ("ne koka zanistî"...), ya ku zanîngehên îro behsa wê nakin. Ma jixwe her desthilatî di encamê de xwe naspêre ser kapasîteya tengezarkirinê, zarokhiştinê?

Pêwîst e mirov wê nas bike, da ku hewla jê xilasbûnê bide, ji vê tirsa girîng ku rûyê veşarî yê cure şidetê ye -tirsa ji yê din-, bê guman ya ku berî her tiştî pêwîst e, ew e, daku em karibin behsa guhertineke reel bikin, guhertineke ku di dawiyê de serkeftinek e.

Şidet, bi tenê tundrewîyeke xapînok, tundrewîyeke neçûye serî ye.

Awayê çûna ba yê din bêyî xwewin-dakirin, ev hunera di bingeha xwe de siyasî ye ku divê mirov wê hê ji zaroktîyê ve fêr bibe. Ji vê ramana, ji bo berbiçavkirina vê utopîya pedagojîk, fîksîyoneke ku bi awayekî balê dikşîne rasthatina Lacan (mirovê "vegera li Freud") li tekstên Sîgmûnd. Lihevrasthatina xeyalî ya her du kesayetîyên ku di tevahîya jîyana wan de hebû ku bikevin nav rîska hebûnî ya guhdarîkirina li yên din.

Ew niha bi temamî bêlivûtevger bû.

Ew li paşnavê wî, li paşnavê bavê xwe ku wê ti kesî ti caran navê wî nizanibûya, difikirî. Navê wî bi xwe -Jacques Marie- wê pê ve bima, qet nebe heta çend wextan, weke nîşaneke cihêreng ku divê wî karibûya pêvajoya bi salan pê xêz bike.

Ew demeke dirêj pir bi tenê mabû. Dûre, yên din hatibûn, şagird, bi hejmareke wisa mezin ku neçar mabû pir hişyar û baldar be ji bo ku ew, gotina wî li gor xwe neguherînin. Di dema semîneran de wî dinyayek şema, krokî, pêşnuma li ser text ji wan re xêz kiribûn û di nav vê lezûbezê de yek ji wan bi tenê jî ne ya herî baş bû. Diviyabû ku wî ya herî baş ji bo xwe bihişta, bêyî vîna xwe: Tiştek hebû ku ti caran bi awayê herî baş nehatibû xêz kirin. Wan dinyayek pirs jê kiribûn. Hemû ew pirs niha di pirtûkekê de kom dibûn: Pirseke yekane. Û Pontalîs, serhildêrê dilovan, yekane şagirdê ku dikaribû jê veqete bêyî ku wî bikuje -û bi rastî jî ew jê veqetiyabû- bû yê ku ew pirs jê kiribû. (1) Li pêşberî her kesî. Berî gelek salan, Pontalîs der barê reelê de jêpirsîna wî kiribû. Wî dixwest bi vê yekê çi bibêje? Wî bi rastî bersiv nedabûyê.

Reel, ne gengazî (mumkunî) ye. Ji ber ku ew ne tiştek e ku bikaribe were xeyal kirin.
Her tiştekî nû yê ku dibe mijara lêkolîn û analîzê bi serê xwe bûyerek e. Rûyê vî yê din, gotina wî dibin destpêka mutleq ku li hember wê, divê were pejirandin, teorîya herî biserûber û şemayên herî sofîstîk jî wê ji hev bikevin û hilweşin. Ev kêlîya pêşî, ev bîstika nebinavkirî, eger ew ti caran nehatibe teswîr kirin, ji ber ku ew mîna xewneke di pratîkê de her tim jibîrkirî ye. Wêneyên çirûskî ku carna, tenê rêbaza lihevkombûna azad -îcada şahane ya Freud- wan diqefêle.

Tevî westana xwe jî, bi awayekî ecêb, wêne, peyv weke her car bi awayên xwe diherikîn.
Reel ti caran nabêje ew çi ye, lê bênavber dibêje ew ne çi ye. Dema ku ew xwe hêdî hêdî dide der, bîranînên xumamî û şîlo xwe bi ser de digirin. Lê belê nûyê tundrew (radîkal) bi şêweyekî bêwestan bera wan dide. Ew protesto dike: Ez ne ev, ne ev, ne jî ev im.

Ya ecêb çi ye eger, ji bo xwe vesazkirina li pêşberî vê nûya ku averê dike, ku endîşeyê dide, ji bo bi awayekî ji awayan xwe jinûve gihandina nermbûneka cihêreng a aîdê xwe, mirov di rewşeke bêhêvî de zêdetir kombînezonan bixe nav gotina xwe? Di navbera qadên xeyalî de têkoşîneke dijwar heye.

Her yek, ji bo yê din, bajarek e ku di nav de divê mirov tevî xetereyan bi êşûazar, fêr bibe ka ew bi kû ve diçe. Labîrenteke ku jê gelek gavên berepêş û berepaş -danpeyheveke nepêşbînkirî ya hêvî û bêhêvîtîyiyan- dawîya dawî mirov, bi hêsanî, an jî bi dijwarî, dikare xwe ji nav rizgar bike û derkeve.

Guhdarîkirina li yê din -yê din, di ser de jî yê herî nêz-, rê lê vekirin e ji bo ku xwe li dijî me jinûve saz bike. Herwiha dîsa ev e ku mirov di nav gotinên wî de dibihîse: Rêya ku divê ew bide ser ji bo xwe derxistina ji me, ji nav vî bajarê bi dîrokê barkirî, vê labîrenta ku em dinimînin û temsîl dikin, eger hûn ji wî bipirsin. Û dibe ku ew me bitengijîne, eger, tevî xisûstiyetên ku ew ji me werdigre jî, -stîl, awayên cihêreng, rîtma ku bi xeşîmî ew teqlîd dike-, ew ê di vê jinûvesazkirinê de bi ser nekeve. Weke ku em jê hêrs dibûn, ji ber ku me nekarî têk bibin -û bi bertekîyan sivikkirin û destekkirina barên em hildigirin- cihêrengîyeke ku aîdê me ye û carna li ser me piçek giranîyê pêk tîne.

Li pêşberî rûyekî nû, bîra hiş bi vî awayî bi tevahî hildiweşe û ji hev dikeve; bi pêleke kûr û jinîşka ve ku wê hişyar dike, heta bigihe kevintirîn portreyên galerîyên wê yên demên herî dûr. Di pey re jî, hêdî hêdî weke keştîyeke ku êdî pêdivî bi romorkan tine, rûyê nû wê kombînezonên me sist bike û berê xwe bide deryayên vekirî. Ew ê îca cihê xwe bigire, ew, yê din ê têknar (nayê têkbirin), di nav okyanûsa bîra hişê me de. Ew ê bûbe bîranînek.
Freud. Wî jîyana xwe bixwe vesazkirina li dijî wî derbas kir. (2)

Ji bo Jacques-Marie, şagirdê berê yê koleja Stanislas, lihevrasthatina schnorrerê Vîyanayê, ev reng û awayê nexeyalbar, destpêkeke mutleq bû. Li pêşberî vê xerîbîya endîşedêr, wî bi awayekî azad û coşeke dînane, ji matematîkê bigire heta lenguîstîkê hemû warên fêrkarîyê yên mumkun li hev gihandibûn û qeyd kiribûn; Bi optîkê jî ku tê de modelên nû peyde dikirin, ji kêf û dilşadîyê ji ser hişê xwe diçû. Di her şemayeke xwe de, ew li hev kom dibû û xwe dikir yek. Jinûvebûyîneke ku tê de wî kêfeke mezin distand, bi pêkanîna sentezeke ku rê lê vedikir ji bo ji nû ve hilperike û pêşbînîyan bike. Senteza wextî, qonaxa -nazik, pêşîlênegir - di dema analîzeke bêdawî de. Stîla wî dîroka vê têkoşînê vedibêje. Û hevalbendên wî yên wê demê. Gelo Freud, tiştê ku wî der barê wan, der barê surrelîstan digot, wê der barê wî de gotibûya: "Ew zirdîn in (em bêjin, ji sedî 95, weke alkola saf)"?

Ji vê hevdîtina li gel Freud, wî bîranîneke şewatê diparast. Vincean Gogh rûyê xwe bi alavên agir boyax dike. Salvador Dalî jî di otoportreya xwe de bi rêya xwevesazkirinê nîşan dide ka min-ez çi ye: rû (yan) çene, guh (an), bi êşeke mezin bi çetelan li hev radigire.

Wî komên xwe, modelên xwe xebitandibûn eynî weke ku Dalî jî bi veçirandin, xemilandin, an jî tazîkirinê malzemeyên di destê xwe de bi hemû awayên mumkun nêzî hev dikirin.

Ji bo weke zindî vedîtina Freud, bi şêweyekî ji şêweyan lê vegerandin rewşa wî ya jenînê, mîna ku sihêrbazek saeteke ku ji zû ve rawestiyaye ji nû ve bişuxulîne, pêdivîya wî hebû ku teorîya xwe xwarovîçko bike û hin bergehên wê yên ku milahîm bûbûn, melisîbûn har bike û cinawirîya wan, hêçîtîya wan li wan vegerîne. Faustê min, Freudê min, an jî çawa mirov xwe ji nû ve bigihîne têgihîştineke nû ya ku tê de xweserî û cinawirîya xwe jî raxe pêş çavan.

Wî ew wisa kiribû.
Freud ji bo wî bûbû weke dermanekî coşjêwergir ê sembolîk. Xwevesazkirina li dijî wî û bi wî re yekane rêya rizgarîyê bû. Redkirina yê din ji bilî têkçûna xwevesazkirinê ne tiştekî din e. Ji ber vê têkçûnê bi xwe di 1963yê de Weqfa Psîkanalîtîk a Navneteweyî nekarîbû nûbûna wî bibîne û ji ber vê yekê jî wê ew ji nav xwe avêtibû der û ji xwe dûr xistibû.
Xewn, ev serhildan, tevî vê yekê her şev tîne bîra wî ku hilperikîneke din pêkan e.
Dema ku, ji ber hêçîtîyên wî, şagirdên wî klîşe veguherandibûn şîfreyên terîqetekê, wî dibistana xwe bi xwe ji hev xistibû û girtibû.
Ji klîşeyê bêhtir dişibe dengekî, hawarekê.
Ew diponijî. Gava wî yê bi temamî Freud û Spînoza terk bikirana, wê jî, wî jî, wî yê çavên xwe vekirî bihiştana ji bo ku, hê demeke dirêj piştî mirina wî, ew bikaribin ji bo wî awirekî hilberînin.
Hingê haya wî jê çêbû.
Şema.

Wî ew didît, nîhayet û ji bo cara pêşî. Ew li wir bû, li ber çavên wî, besît weke almastekî, û wî yê ti caran nikaribûya ew ji wan re eşkere bikira.
Dan (lib) ê reelê. Serhildaneke herdemî.

Çavkanî

Max Dorra:
Nivîskar û et profesorê zanîngeha bijîjkîyê li fakulteya Parîs- Ouest. Berhema wî ya dawî: Di heyberekî de çi kurte-hevokeke hilweşîner heye? Proust, Freud, Spinoza, Gallimard, Paris, 2005.

  1. Jean-Bertrand Pontalis, psîkanalîst û nivîskar, bû şagirdê Jean-Paul Sartre, dûre jî yê Jacques Lacan heta 1964ê û rahişt karûbarê afirandina Weqfa Psîkanalîtîk ya Fransayê berî ku di 1967ê de kovara la Nouvelle revue de psychanalyse derîne. Wî di 12ê gulana 1955ê di semînera li ser " min-ez" de cara pêşî ev pirs kiribû. Cf. Jacques Lacan, Semîner, pirtûka II. Eza min a di nav teorîya Freud û nav teknîka psîkanlîzê de, Seuil, Paris, 1977, p. 254-256
  2. Li vir, bi tenê, em ê balê bikşînin ser xeyalşikestina hat serê Lacan ê ku di 1933ê de teza xwe şandibû û ji Freud yekane bersiv wergirtibû: "Spas ji ber şandina teza we". Lacan di kurtedemeke ku evê ha li Parîsê dimîne berî ku 1938ê derbasî Londonê bibe, hewl nade Freud bibîne. Cf. Elisabeth Roudinesco, Jacques Lacan. Gelaleyeke jîyanekê, dîroka pergaleke ramanê, Fayard, Paris, 1993, rûpelên 88, 106, 121, 160

Wergera ji fransî: Baran Nebar