Birayên ku distrên

Translator

Berdin bila milyaket mohra xwe li kaxizên we yên hilbijartinê bixin!", di hilbijartinên 2005ê de namzedê parlamentoyê weha dida bin çengê xwe û henekê xwe bi polîsan dikir. ''Û milyaketan mohra xwe lê xist.'' Girseyekê, ku ji hezaran kesan pêk dihat, piştgirî da her peyveke siyasetmedarê Birayên Musliman. Al-Mohamedy Ahmed mîkrofonê dirêjî namzedê din ê populer ê ji Partîya Azadî û Dadê, Sobhî Saleh dike. Wî gelek caran xwepêşandanên xwe bi henek û yarîyan geş dikirin, lê ne îro, ''me ji wan re got ku bi êgir nelîzin, kesê ku bi êgir bilîze bi xwe dişewite, erd di bin lingên wan de qelişî û ew niha di girtîgehê de ne.'' Ev serkeftinek e, ku ev 80 sal in li bendê bûn. Jinikek li paş ji ser hişê xwe çû, wê bîstek berê bilêteke ji bo Umreyê qezenc kiribû. Kurikek israr dike ku ez navê wî li ser bilêteke pişkê binivîsim, di pişkê de mirov dikare melkesa elektrîkî, mekîneyên ava meyweyan, ûtî û gelek tiştên din ku di bin dikê de ne, qezenc bike. Lê wî kurikî qezenc nekir. Keçikek ku li alîyê dinê ye û dilerize, ji min dixwaze ku ez peyama wê bigihînim Sobhî, ku tê de ji wî kar dixwaze. Xelk ji Sobhî hez dike. Zilamek ji megafonê dest bi bangkirinê dike: ''Allahû Ekber, Elhamdulîllah ku yek ji me di parlamentoyê de ye!'' Ji piçûkan heta mezinan, ji ciwanan heta pîran girse jî dirûşmeyan lê vedigerîne.

Di naverasta wan hemûyan de; namzed û gotarên wan, girseya ku wekî jin û mêr ji hev cuda bûye, bi telefonên xwe yên destan dîmenan digirin, car caran xelk pev diçin, posterên şehîdan, di bin ronîyên floresanê de pesnê Xwedê didin -di nav vê merasîma bawerî û siyasetê de koroya Birayên Musliman heye. Namzed dest di dest de, destê xwe kil dikin, temaşevan bi wan re distirên. ''Va heyva spî hilat, ji gelîyê Weda û divê em şukr bikin ji Xwedê re, ku em vexwandin.'' Ji welatparêzîya serdema piştî şoreşê kevintirîn stranên îslamî, lawên ciwan bi qasî ku deng ji wan dertê li hember akustîka xerab li kêleka lehzeyeke dîrokî distirên. Ew superstarên xwepêşandanê ne.

''Em koroyeke qedexekirî bûn,'' Sal 1989 bû û Mihemed Seîd di koroya pêşîn a Birayên Musliman de solîstekî nûciwan bû. ''Wê demê cuda bû, kesî jî nedizanî ka hunera îslamî çi ye. Çi stran gotin? Çawa? Li ser çi?'' Di nav Birayan de fikra serdest ew bû ku muzîk hatiye qedexe kirin. Ew kurikekî ciwan bi dudilîyekê re rû bi rû maye, ''em xwedî qabiliyet in û em Birayên Misilman in, ka em dê çi bikin?'' Wan li ser rêçeke dirêj a aliman, ku meseleya muzîkê nîqaş kiriye, lêkolîn kirine û di encamê de muzîka helal dîtiye. Şêxekî, ku jê pir dihat hez kirin, Ebbas Al-Sisi alîkarîya wan kiriye û bestekarekî navdar Mehmûd Xemîs jî anîye cem wan. Hesen El-Banaa yê damezinerê Birayên Musliman bixwe Mehmûd teşwîq kiribû ku biçe dibistana muzîkê. Li seranserî Deryaya Sor, li Sûrîye û Urdunê, Birayên wan ji berê de dest bi stranbêjîya îslamî kiribû, ew koroya ciwan li ser şopa wan meşîya. Ew yek pêvajoyeke baldar a hêdî bû. ''Gav bi gav, di destpêkê de tu muzîk nebû, paşê me dahol lê zêde kirin û paşê jî bilûr û sentezor.'' Weha tê bîra Mihemed, ew niha gerînendeyê koroya çaremîn û sazîya herî navdar e, ku piştî şoreşê hatiye damezirandin ''Beravên Skenderîyeyê''.

Em li kêleka Kanala Nîlê di nav toz û dûmanê de di konekî şahî û zemawendê de ne. Kanala Nîlê herêma Skenderîyê, ku xelk lê dijî, dike du parçe ku lê xwepêşandana Partîya Azadî û Dadê tê li dar xistin. Endamên koroyê ku dora bîst salî ne straneke 1400 salî distrên. Ev heman stran e ku cara pêşîn di dema Hîcreta wî ya bo Medîneyê de ji bo xêrhatina pêxember Muhammed xelkê gotibû. Weha xuya ye ku li gor yên hêdî, kêfa ciwanan bêhtir tê dema ku stranên bi lez dibêjin. Li derve, welêt dengê xwe bi kar anîye. Du partîyan piranîya di parlamentoyê de bi dest xist û ciwan dê sibê di pîrozbahîyeke vekirî de stranên xwe pêşkêş bikin. Zilamek çay di destan de tê hundir, ciwan dev ji stîrînê ber didin û dest bi henek û yarîyan dikin. Şef Tamer Al-Seîd bi wan de dixeyide.

Ji ber nîqaşeke bi qasî dîn bixwe kevin, heta bi hembêza şidandî ya rejîmeke paranoyak, pêkhatinên koroyên berê xwedî şer û pevçûnên xwe bûn. Koroya ku di siya huqûqa rewşa awarte ya Mubarek de di hîmayeya Birayên Musliman de mezin bûye, li dij siyasetê stran pêşkêş kirine. Endamên ciwan ên koroyê li malên xwe li ber dê û bavên xwe wekî tawanbar û terorîstan hatine destgîr kirin. Ew ketine ber lêpirsînê ka bi rastî tam çi dikin, ew çima dikin, kî sponsorîya wan dike û ka ew rîh berdidin yan na. Li ser rêya konsera wan de dewrîye gerîyane, herêm hatine girtin, li ser temaşevan hatiye saxî kirin, dîmenê konserên wan bi kamerayê girtine. Endamên koroyê cuda cuda bi dizî çûne konserê û amûrên wan jî bi trênê şandine cihê konserê. Bi tenê bawerîya wan bû ku dihişt ew berdewam bikin, ku wan di peyama xwe de ew jî dida. Ew hîn bûne sax bifilitin. Mihemed dibêje: ''Heger di nav dilê te de tirs hebe, wê demê divê tu nebî endamê Birayên Musliman . Mala Xwedê ava ku şoreş çêbû!''

Dema ku Sobhî Saleh, ku niha endamê parlamentoyê ye, di 28ê çileya paşîn de hat destgîr kirin, wî çenteya xwe ya hertimî amade nekir. Wî berîya hilbijartinan di hevpeyvîneke digel Mihemed, li ser televîzyoneke îslamî weha got: ''Min zanibû ku ji niha û pê ve tişt dê cuda bibûna.'' Ew piştî demeke kurt hat berdan. Serokdewletê berê Husnî Mubarek hat destgîr kirin. Koroya binerd, hilkişîya ser dikê li wê derê jî pevçûna îdeolojîya wan di navbera lîberal û îslamîyan de dihêle. Mihemed dibêje hesasîyetên Birayên Musliman bi qasî yên civakê ne asteng in, ''em bi hunerê re şer nakin''.

Endametîya Birayên Musliman hilbijartineke awayê jîyanê bû, ku xewnên hinekan kirin rastî, lê ji bo yên din tawîz bû. Mihemed dibişire û dibêje: ''Haya te jê heye ku di dema rejîma Mubarek de ev qehwexane, ku em niha lê ne, cihê kombûnên me yên nihênî bû?'' Ez li zilamê li paş wî dinihêrim, ku zîq li me dinihêre. Mihemed li benda matmayîneke li ser rû dimîne: ''Di 2005ê de polîsan avêt ser vê qehwexaneyê û Bira destgîr kirin, ew şeş mehan di zindanê de man. Lê belê berîya serdegirtinê ez çûm''. Min jî li ser vê îronîyê şirove kir ''Wa Xwedê ji te hez dike Mihemed'' û em dikenin. Ji bilî xebata wî ya bi koroyê re Mihemed Seîd wekî din piranî li jêr baskê Birayên Musliman karê medyayê jî bi rê ve dibe û li bendê ye ku pitikeke wan were dinyayê. Ew dibêje: ''Min hertim dixwest ez bibim pêşkêşvanê televîzyonê''. Mihemedê 38 salî ji emrekî piçûk ve Birayekî Musliman e –hilbijartinek ku xewn û xeyalên wî jê re bûne berdêl. Ji ber têkilîyên wî yên bi Birayên Musliman re ew ji karê xwe yê li cem televîzyona dewletî hatiye avêtin. Kanalên serbixwe ku xwedîyên wan yan lîberal, yan jî endamên rejîma Mubarek bûne, ji îslamîyan ditirsin. Wî zanibûye ku şansê wî li cem wan jî gelek qels bûye. Mihemed dixwaze ku ez temaşeyî roportaj û hevpeyvînên wî yên studyoyê, ku digel namzedên partîyan encam daye, bikim, dîyar e ku pir keda xwe daye. Ew dê hewlê bide, bikeve nav herika sereke [mainstream], çawa ku bi koroyê re jî hewlê dide.

Di navbera muzîka baş û ya şeytanî de xeteke gelek zirav heye

Rewş ji bo xwendekarê huquqê Îslam Talaatê 23 salî cuda bûye. Heger ji Birayên Musliman nebûna belbî ew nebûna stranbêjek. Dema ku ew hîna kurikekî piçûk bûye, bi dengê xwe yê zîz stranekê ji bo pesnê Xwedê gotiye û wî bi vî awayî bala wan kişandiye. Paşê Îslam di çalakîyan de dest bi pêşkêşkirina stranên olî, yan jî yên îdeolojîk ên Birayên Musliman , kiriye. Wî bi rastî jî stranên îdeolojîk fam nekirine, lê dîsa kêfa wî hatiye ku stranan bibêje. ''Ez spasdarê wan im, wan ez bi mebestekê hînî muzîkê kirim''. Niha, Îslam di koroyê de solîstekî alto ye û ji xwe re planan çêdike ku piştî qezenckirina pêşbirka stranê ya Birayên Musliman klîba xwe çêke. Li derveyî dikê, dema ku konser tunebin, ew li mala xelkê dersên Quranê dide. Îslamî ji heşt salîya xwe û vir de Quran hefiz kiriye.

Kêfa Îslam jê re tê ku ew stranên li ser pêxember bibêje, çavên xwe dinuxumîne, bi heman awayî ku wî di xwepêşandanan de kiribû û bi hawayekî dirêj dengê xwe berdide, guh nade ku xelkê li dora masa me lê guhdarî bikin. ''Ev newaya xemgînîyê ye'' ji min re dibêje, ''ez ji strangotinê hez dikim û di nav gotinên wan de dijîm''. Ew dibêje carekê wî ji Birayên Musliman re stranek ji bo oxirkirina Remezanê gotiye û ew girîyane. Îslam di dilê xwe de kesekî romantîk e, ew heta ji bo heyvê jî distrê, lê belê stranên evînîyê nabêje û bi awayekî herî munasib bersiva peyamên 'heyranên' xwe yên jin ên li ser facebookê dide.

Di îslamîyetê de di navbera muzîka baş û ya şeytanî de xeteke gelek zirav heye û koro li ser xetê dimeşe: Ne tu reqsa aşkere, ne tu evîn li derveyî zewac û şîyarkirina arezûyên ne caîz. Mebesteke bala, solîst Diaa Al-Din rave dike: ''Dema ku ez ji xelkê re stranan dibêjim, divê ez jê piştrast bim ku ev yek min li cem Xwedê bilind dike.'' Herçend hevkarê wî yê koroyê Îslam dixwaze di warê muzîkê de ji xwe re karîyerekê çêke, Diaa ji alîye din de dixwaze propagandaya bawerîya xwe bike. Diaa îdealên Birayên Musliman ferikandîye û dema xeberdanê pir caran li şûna ''ez'' dibêje ''em''. Diaa ji alîyê dê û bavê xwe yên selefîst ve hatiye mezin kirin, berîya neh salan ji xwe re li cem Birayên Musliman cihek dîtiye, ''Li cem Birayan peywendîyeke olî heye, ku min ew li cem selefîyan nedît''. Kêfa Diaa ji wê fikrê re tê ku ji bo her kesekî nû ku tê nav rêxistinê, kesekî berpirsîyar heye, ev yek sîstematîk e. Lê belê li cem selefîyên hişk, ev yek wekî şêx û murîd hatiye cuda kirin.

Ji bilî kekê wî, malbata Diaa derbarê muzîkê de xwedî nihêrînên cuda ne û ew piştgirîyê nadin tercîha Diaa. Berê wî hewl daye ku malbata wî were li wî temaşe bike, dema ku ew distirê, lê bi ser neketiye, niha di navbera wî û dê û bavê wî de balansek heye -ew distrê, malbat li kêlekê radiweste.

Diaa dibêje Misirê ji ber lîberalbûnê gelek êş kişand, rejîma berê piştgirî da pop-muzîka adî û amiyane, hemû meylên îslamî yên ji bo mebesteke siyasî qedexe kirin. ''Piştî şoreşê hêvîyek heye, ku koro û bi giştî Birayên Musliman, bi awayekî çandî xwe nîşan bidin''. Ez li buroya perwerdehîya komputerê, ku ew lê dixebite, dinihêrim û hêvî dikim ku Diaa ji ber serê min ê nenixumandî bi hêrs neketibe.

Gelo muzîk heram e, yan helal e; dudilîya bêdawî

''Ka were ji min re bibêje akora nehemîn a domînant çi ye?'' Şeş keçik û sentezorek, ku bi zorê di odeyekê de bi cih bûbûn, li bersivê gerîyan. Tamer Al-Saîd bi sebir li benda wan sekinî. Ew wekî baştirîn xwendekarê pola xwe ji beşa muzîkê mezûn bûye û niha dike mastera xwe biqedîne û di ber re jî koroya fakulteya bazirganîyê bi rê ve dibe. Ev koro cara pêşîn par di pêşbirkeke digel fakulteyên din de pêk hatiye, îsal fakulteya huqûqê zora wan biriye. Wî ez bi hevkarên xwe yên muzîkjen û dev li ken ên li odeyên din ên piçûk dam nas kirin, hin ji wan matmayî man dema ku wan bihîst ku ew serkêşîya koroya Biratîyê dike. Jina wî jî di heman beşê de dersên muzîkê dide. Ev jîyana din a Tamerê 27 salî ye dema ku ew bi Koroya Beravên Skenderîyeyê naxebite. ''Ez ji tecrûbeyên nû natirsim, xwe hema bi ser wan de çeng dikim, min bixwe xwest ku ez hîn bibim ka Bira çawa difikirin.'' Ji koroyên din, ku ez bi wan re xebitîme, cudatir ev koro di navbera xelkê darêzdar û rêxistineke hişk de mêzîneke bêîstîqrar pêk tîne. Ew dibêje ew kêm caran stranên Birayên Musliman, ku tomara têkoşîna wan e, pêşkêş dikin û bawer dike da ku ew bi propagandakirinê neyên tawanbar kirin. Û ew di warê exlaqî de li jêr serkêşîya Birayên Musliman de ne û bi vî awayî nuansên rîtmîk û varyasyonên peyvan bi baldarî bi kar tînin, ''heger em her tiştî bi carekê ve biavêjin ser wan, ew dê bibizdin''.

''Dengekî xweş dîyarîyeke ji Xwedê ye û ew niha di destê min de ye ku ez wî bi pêş de bibim,'' li gor projeya şefê koroyê divê çil endamên koroyê hebin. Mihemed piştgirîyê dide vê fikrê. ''Xeyal bike, çil endam distrên, ev yek dê bandoreke çawa bike!'' Tamer ji xeberdana tiştên teknîkî hez dike. ''Ez dixwazin sê û çar parçe akoran, niha bi tenê du heb in, herweha zehmet e ku mirov dengekî baş ê bas bibîne''. Lê ji bo niha, koro li wan salonan ku Mihemed bi qasî ku ji destê wî tê hewlê dide ku eyar bike, bi pereyên sembolîk û konserên car caran. Îro xwepêşandanên Partîya Azadî û Dadê, sibê, ew hêvî dikin ku Operaya Qahîreyê ji ber rewşa neseqegîr a welêt peymana wan a konserê betal neke.

''Lê bi vî awayî hûn ber bi ku ve diçin?'' zilamê ku li bas-gîtara wî li piştê, li mekana Birayên Musliman bi awayekî şikbar awirek li Ahmed veda. Wî bersiv da: ''Ber bi temaşevanên koroyê''. Niha heman zilamî mist da milê wî, hilkişîya ser dikê. Piştî mehan, di wêneya gotarekê de Ahmed Al-Samman bi basa xwe û endamên koroyê di paş de derketin. Gotarê digot xwepêşandanên Partîya Azadî û Dadê çalakîyên bi reqs in. Hevalên wî henekê xwe bi wî kirine wekî ku ew endamê hawîrdoreke dîskoyî ya bin erdî ya Birayan be. ''Tiştê herî nebaş a gîtarê, lêdana koroya Birayan rû bi rû mayîna fikr û ramanên mirovan e, ew hîna jî fam nakin, wekî wê gotarê, ew qebûl nakin,'' ew dibêje, ''werin û bi çavên serê xwe me bibînin''.

Ahmed di komên din de li pîyano û ûd, herweha li bas-gîtarê dide. Wekî her kesê din ê di koroyê de, dudilîya kevin wî narehet dike. ''Muzîk olê temam dike, dema ku ew dike ku em baştir bibin, li hevdu muqate bin, bêhtir bibin mirov.'' Ahmed dersên muzîkê dide zarokan, ''ez dixwazim isbat bikim, ku hînkirina zarokan a muzîkê bi temenekî piçûk, dema ku ew mezin bibin, dê wan bike mirovên çêtir''. Ahmed heyranê Latin-Jazz û Dean Martin e û piştgirî nade siyaseta Birayan û ji hevkarên xwe yê koroyê Diaa û Îslam hez nake, ew li her tiştî guhdarî dike. Lê belê koroyê bandorek li ser wî kiriye, ''Ew bi serê xwe serkeftinek e, ka Birayên Musliman xwe gihandin heta ku derê''.

Dibe ku koro xetayek bû, diviya bû ku Mihemedê ciwan û hevalên wî dengê xwe di stranan de bilind nekirina. Dibe ku serokatîya Birayên Musliman li dij wê yekê biryar bidaya. Dibe ku ew piştî destgîrkirin û şevên bêxew ên di hucreyên polîsan de zindî nemaya. Dibe ku ew di nav siyaset, ol û hunerê de li cihekî winda bibûya. Bîst û du sal û çar kom û ew hîna jî distrên. Çawa ku Ahmedê li basê dixe wê dibîne, bi ya rêya xwe ya piçûk ew dîrokê çêdikin.

Çavkanî

Mona Abouissa: Rojnamevana rûsî-misirî ku li Qahîreyê dijî.

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya