Birayên Misilman û "hatina nav nîzamê"

Translator

Li dawîya sibatê, Birayên Misilman biryar da ku Partîya Azadî û Edaletê ava bikin. Ev milê siyasî wê rê bide wan ku li ser siberoja welêt bibandor bibin.

Serhildana li Misirê ya ku piranîya pêşbînîyan serûbin kir, ji alîyê koalîsyona hêzan ve –partîyan, weqfan, tevnên bikarhênerên înternetê– di bin pêşengîya yên laîk û demokrat de, hat daf dan û bi rê ve birin. Rêxistinên li ser xeta îslamî û endamên wan bi nasnavên xwe yên şexsî, berî ku serhildan dest pê bike, tevlî vê tevgerê bûn, lê belê li ser zemîneke wekhev, li gel rêxistinên piçûk î marjînal û komên ji partîyên girseyî an jî pêşengên şoreşger, kesayetîyên nas ên şoreşên civakî bêhtir, nêzî muxalîfên sala 1989ê yên ewropîyên rojhilat.

Eger di serhildana tûnisî de, îzaha veşarîbûna tevgera îslamî karibe xwe bispêre hovîtîya zextûrepta ku li pêşîya qabîlîyeta xwelivandina partîya Ennahda dibû asteng, bi awayekî paradoksal nifteya helwesta bizdîyayî û melisî ya Birayên Misilman ên Misirê jî xwe dispêre statuya partîya wan a ku rejîm bi tolerans nêzî wê bûye.

Gava li pey mirina Cemal Abdul Nasir, di îlona 1970yê de Enwer Sedat hat ser deshilatê, destûr û han da rêxistina oldar da ku vegere qada gelemperîyê û weke giranîyeke dengeyî li hemberî çepê alîgirê Nasir an jî radîkal, hêza xwe mezintir bike. Birayan bi temamî xwe berda nav çerxa lîberalîzasyona aborî (infitah) ya ku ji alîyê gorkolerê nasirîzmê ve tê zîvirandin û ev yek bi awayekî sosyolojîk bi bandora mezin a li ser wan a endamên bûrjûwazîya nû ya Misirê, tê îzah kirin. Li gel vê yekê jî li dijî rizîn û bêexlaqîya sînornenas, ew dev ji nirxên xwe yên olî jî bernadin. Û ev herwiha dibe yek ji palpiştên wan ên bingehîn li ba tebeqeyên civakî yên burjûwazîyên piçûk, ên ku girseyên wan ên herî dilsoz in.

Rêxistina Birayên Misilman weke tevgereke siyasî ya kevinperest û olî hat ava kirin û xema wê ya sereke ew bû –û hê jî ew e– ku dezgehên siyasî û çandî yên misirî bike îslamî û nirxên şerîetê weke çavkanîya sereke ya qanûnî bide qebûl kirin. Bernameya wan bi awayê herî kurt di vê dîruşmeya wan de xwe îfade dike: "Çareserî Îslam e". Lê belê wê herwiha li dijî komikên tundrew û şîdetkar, weke panjehra siyasî xizmet kir.

Li alîyê din, Sedat ji bo bi awayekî îdeolojîk rewakirina desthilata xwe li hemberî nerazîbûnên civakî û neteweperest, ti caran dev ji bikaranîna karta olî bernedabû. Xelk ji peymana aştiyê ya ku adara 1979ê (kêmtirî şeş hefteyan piştî şoreşa Îranê) bi Îsraîlê re hat mohr kirin pir nerazî bû. Ji bo telafîkirina bandora vê peymanê, tevî ku hindikahîyeke xiristîyan a têra xwe mezin li Misirê heye jî, ji bo ku nirxên şerîetê weke "çavkaniya sereke ya her qanûnê" tê de bide nivîsandin, Sedat destûra bingehîn guherand.

Lê belê vê tawîzê jî têrê nekir ku Birayên Misilman destekê bidin peymana di navbera Îsraîl û Misirê de.

Ji ber vê yekê hingê Sedat ji bo şikandina tesîra wan biryarê dide, derbekê li wan bixe. Di 1981ê de, çend meh berîya ku ji alîyê endamên komikeke tundrew a xeta entegrîst a îslamî ve were kuştin, ew pêleke mezin a girtinê li dijî wan dide dest pê kirin. Demeke kin piştî xwe gihandina erka serokatîyê weke xelefê Sedat, Husnî Mubarek jî birayên misilman ên girtî azad dike. Serê pêşî, serokê nû xwe dixe kirasê mirovekî alîgirê nermî û sadebûnê, ango berevajîyê stîla bi heytehol û şatafat a selefê xwe, tev digere. Ew jî, hewl dide li hemberî Birayan bi nermî tev bigere da ku gel destekê bidiyê û rejîma azadîya li bin çavan a ku Sedat bi armanca kêmkirina leza pêşketina wan, Birayên Misilman, xistibû nav, zexim û mayînde bike.

Tirsnakîya muhafezekar a pîr û kalan, vîyana ciwanan a daxwazkirina azadîyên siyasî

Di 1991ê de gava, di pêvajoya şerê Kendavê de Misir li dijî Iraqê dikeve nav koalîsyona ku ji alîyê Dewletên Yekbûyî ve tê bi rê ve birin, têkilîyên Birayên Misilman jî li gel rejîmê ditengijin. Ev nakokî lezê dide pêkhatina werçerxeke diyarker a têkilîyên navbera, ji alîyekî ve, Waşîngton û hevalbenda wê Erebistana Suûdîyê û ji alîyê din ve jî, tevgera herêmê ya entegrîzma îslamî ya sunî ya "nerm" a ku partîyên îslamî yên girseyî yên cezayîrî, misirî û tunisî jî di nav de cih digirtin. Li dijber daxwazên meliktîya suûdî ya ku heta niha bi wan re têkilîyên xwe xurt dikirin, ev partî di protestokirina li dijî şer de digihîjin hev. Qutbûna wan a ji Riyadê dibe sedemê zêdebûna zexta ku di salên 1990ê de –bi erêkirina Dewletên Yekbûyî û yên Ewropayê– li ser wan tê meşandin.

Di navbera bizdonekîya kevingir a rêveberên xwe yên herî bi temen û zexta hin kadroyên xwe yên ciwantir ên ku dixwazin ji bo azadîyên siyasî rêbazeke çalaktir were meşandin, di van deh salên dawîyê de her du lingên Birayan ketin solekê. Tevî ku di çalakîyên protestoyî yên demokratîk û neteweyî de zêdetir cih girtin jî, hewl dan nebin hedefên tîrên birûskên rejîmê. Endamên wan bi wî awayî dikevin nava tevgertevna Kefaya "Bes e êdî", ku di dema piştgirîya Întîfadaya filistînî de derket holê, dûre di nav muxalefeta li dijî şerê 2003ê yê Iraqê de bi pêş ket, herî dawî jî bû hêzeke dijberîya li hemberî xisleta dîktatorîyal a desthilateke ku hêdî hêdî xwe vediguherîne xanedanekê.

Alîgirên siyaseteke wêrektir, bi taybetî piştî ku li Tirkiyeyê partîyeke misilman a muhafazakar Partîya Dad û Geşedanê (AKP) di 2002yê de bi rêya hilbijartinan bû desthilatdar, êdî kêmtirstir tev digerin. Ev tecrûbe weke ku îhtîmala pêkanîna modeleke ku heta niha nemumkun dihat nirxandin, teyîd dike. Di çileya 1992yê de di pêvajoya hilbijartinên Cezayîrê de desttêwerdana qebe ya ji alîyê eskeran ve, dûre di 1997ê de li Tirkiyeyê, salekê piştî bidestxistina serokatîya hikûmetê, ji alîyê artêşê ve bi rêya îstîfayeke ferzkirî, berkevîkirina Necmettin Erbakan, dihatin wê wateyê ku ji bo partîyên îslamî yên ku desthilata welatên wan di bin kontrola eskeran de ye, rêya parlemanê jî tije kendûkosp in.

Tecrûbeya nû ya tirkan di vê noqteyê de sînyala xurt a guherînekê dide û Waşîngton û Yekîtîya Ewropî vê pêla nû diecibînin. Ji ber ku di 2004ê de sedema aşkerekirî ya dagîrkirina Iraqê (hebûna çekên qirkirina girseyî) pûç bû, rêveberîya Bush niha jî ji bo siyaseta xwe ya nû ya li Rojhilata Navîn "teşwîqkirina demokrasîyê" weke bahane nîşan dide. Û dengên kêfxweşbûyî bi veguherîna tetmînkar a tecrûbeya tirk, li Waşîngtonê bilindtir dibin ji bo ku rêveberîya DYAyê beramberî Birayên Misilman ên misirî jî bibe xwedî helwesteke vekirîtir. Mubarekê ku xwe li ber zexta Waşingtonê negirt, di hilbijartinên 2005ê de pêşî li pirdengîyê vedike û zêdetir kursîyan dide partîyên muxelîf ku di nav wan de ya sereke rêxistina Birayên Misilman e. Reîs bi vî awayî hêvî dike nîşan bide ku hilbijartinên azad ên li Misirê ji kesên din bêhtir wê bi kêrî wan bixwe bên. Piştî çend mehên din, di çileya 2006ê de, serkeftina hilbijartinî ya Hamasa filistînî jî dawî li helwêsta rêveberîya Bûsh tîne; helwêsta ku dixwaze bi giştî li herêmê û bi taybetî jî li Misirê "demokrasîyê bipêş bixe".

Hatina Barack Obama a ser kursîyê serokatîya Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê, axaftina wî ya li Qahîrê ya 4ê hezîrana 2009ê ku tê de desteka xwe ya ji bo demokratîkkirina herêmê tîne ziman, bi awayekî ku pê weke ku hemkarê xwe yê misirî piçûk dixe, muxelefeta li dijî Mubarek sor û gur dike. Piştî çend carên dudilîyê, Birayên Misilman li bin banê komeleya neteweyî ya ji bo guherînê û bi derxistina pêş a rûçikê Mohamed El Baradeî, di sibata 2010ê de xwe dikin nûnerên koalîsyonekê ku bi giranî ji lîberalan pêk tê.

Li gel vê çendê jî, piştî çend mehên din, guh nadin bangên muxelefeta lîberal ên ji bo boykotkirina hilbijartinên parlamenterîyê yên mehên mijdar-kanûnê, bi hêvîya ku di encamê de ji nû ve beşeke mezin a kursîyên di destê xwe de bi dest bixin, beşdarî tûra pêşî dibin. Encam tercîheke din danayne ber wan ji bilî boykotkirina tûra duyem. Ji 88 kursîyên wan ên dewreya berê bi tenê yek dimîne.

Ev hilbijartin dibin sedemên fûrîna hêrsan li welatekî ku tê de % 44ê xelkê, bi kêmtirî 2 dolaran debara xwe ya rojane dike û burjûwazîyeke sînornenas û çavbirçî di nav kêfûsefayeke wekî ya zordar û qralên petrolê yên Kendavê de dijî. Misir bûye mîna barêleke barûdê; Agir ji Tûnisê tê. Tevn û hevkarîyên ciwanên muxelefetê, 25ê çileyê 2011ê ji bo xwepêşandanekê bang dikin. Careke din, ji tirsa ku rejîm wê xezeba xwe bibarîne ser wan, Birayên Misilman, biryarê didin tevlî xwepêşandana vê bangê nebin; ew ancax roja sêyemîn tevlî tevgerê dibin û biryarê didin ku hêza xwe ya organîzekirî tevlî nav vê xwepêşandanê bikin. Û dema vê dikin, Birayên Misilman pê re jî ji hemû deman zêdetir pesnê artêşê didin, ji ber ku baş dizanin ku ji bo sererastkirina rewşê, wê bang li vî sîsikê hişk ê rejîmê bê kirin.

Biratî li dijî "dewleta dînî" û ji bo "dewleta sîvîl bi referanseke dînî" biryarê dide

Gava Mubarek serokê servîsa saloxdarîyê Omer Silêman weke alîkarê xwe tayîn dike û ew dawîyê jî banga "dîyalogê" dike, rêveberîya Birayên Misilman hevdîtinê dipejirînin. Bi zêdebûna vê tawîzê li redkirina wan a tevlîbûna nav qonaxa pêşî ya tevgera serhildanê, li ber çavên ciwanên (şebab) serkêşîya serhildanê dikin, Birayên Misilman bêîtîbar dibin. Herî dawîyê jî, gava Mubarek xwe dide alî, Birayên Misilman silav li cûntaya eskerî dikin, jê dixwazin girtîyan azad bike û dawî li rewşa awarte bîne. Û bi vî awayî ew projeya xwe ya avakirina partîyeke legal aşkere dikin.

Rêxistina olî [Birayên Misilman] bi vî awayî kete dorê ji bo destekê bide hewldana "hatina navnîzamê" (orderly transition) a ku Waşîngton ji destpêka serhildana misirî ve pesnê wê dide. Birayên Misilman bi vê armancê bi awayekî temînatê dide ku ew ê doza desthilatê neke, tiştê ku ew ê bixwaze wê tenê sûdwergirtina ji mafên demokratîk be. Rayedarekî wê, Essem El-Errian, di 9ê sibatê de ji New York Timesê re "tiştê ku Birayên Misilman dixwazin" wiha îzah dike: "Dilê me bi tene dixwaze em di qonaxa siyasî ya derbasbûnê de bi rola serdestîyê rabin. Em ê di hilbijartinên serokatîyê yên îlonê de ti namzetan dest nîşan nekin". Û gotinên xwe wiha didomîne: "Birayên Misilman sazkirina dewleteke demokratîk û sîvîl dixwazin, lê belê ne demokrasîyeke laîk û lîberal a mîna amerîkî û ewropî ku hebûna olê ya di nav jîyana giştî de yekcar red dike (1)".

Di dema civîneke çapemenîyê ya heman rojê de li Qahîreyê, bi zimanekî vekirîtir, ew dibêje Birayên Misilman "li dijî dewleta olî ne" –bi gotineke din, li dijî dewleta olî ya awayê îranî ne– ew "dewleta sîvîl a xwedî çavkanîyên olî (2)" dixwazin. Têgeha ku bi erebî bi kar anî – marca’iyya – dikare were wateya dezgeha hiqûqî-olî ya ku bikaribe teyîd bike ka qanûnên ji alîyê Parlemanê ve dengdayî bi Îslamê re diguncin an na; ango dezgeheke xwedî erka vetokirina qanûnan, eynî mîna projeya bernameya Birayên Misilman a ku di 2007ê de ji raya giştî re hatibû pêşkêş kirin, lê belê bi awayekî fermî nehatibû pejirandin. Ev projeyeke wisa xirab bû ku li gor wê divê serokatîya Misirê ji alîyê jinekê an jî kesekî ne misilman ve nehata bi rê ve birin.

Ji bo bidestxistina piştgirîya Birayan, eskeran yek ji endamên wan ên herî xuyayî, parêzer û parlementerê berê Subhî Salih, ku di heman demê de nivîskarê berhemeke li dijî laîkîtîyê ye, ji bo Komîteya Revîzyona Destûra Bingehîn hilbijart. Û eskeran herwiha hiqûqnasê berê yê netewegirîya ji xeta nasirî a xwedî ramana ku girîngîyê dide nasnavê îslamî yê Misirê û dixwaze qanûnên welêt bispêre şerîetê, Tariq El Bişrî anî ser serê komîteyê. Bi axaftina xwe ya olî ya li Qahîreyê di dema xwepêşandanên mezin ên 18ê sibatê de, serokê wan ê manewî, Şêx Yûsif El Qardûwî, banga dawîlêanîna li grevan kir û ji xwepêşandêran xwest ku wext bidin artêşê û ji artêşê jî daxwaz kir ku hikûmetê biguherîne.

Bi vî awayî çarçoveya "hatina nav nîzamê" ya ji alîyê eskeran ve di bin hîmaya Waşîngtonê de dihat hêvî kirin, diyar dibû: Îstîqameta ber bi demokrasîya hilbijartinî ya li bin kontrola artêşê dest pê kir, eynî mîna derbasbûna bi awayê Tirkiyeyê ya di navbera salên 1980 û 1983yê de. Guhertoyeke din a "modela tirk" li aso xuya dike: Derfeta derbasbûna ser desthilatê ya partîyeke xwedî îlhama îslamî û di rêvebirina welêt de hevkarîya wê ya li gel eskeran. Hevkarîyeke eynî wisa li Misirê bi awayekî hêsantir dikare derkeve holê, lewre artêşa Misirê, berevajîyê artêşa tirk a ku xwe li vê datîne, qet jî ne temînata laîsîteyê ye.

Ev lihevkirin tevî vê yekê wê problematîk be, qet nebe heta ku Birayên Misilman weke AKPya tirk xwe li gor şertûmercên serdemê veneguherînin û bibin sedemê berdewamîya bêbawerîya Waşîngtonê ya li hemberî wan û dijminatîya Îsraîlê ji ber helwesta wan a ji bo doza Filistînê.

Lê belê heta ku potansîyela şoreşê ya 25ê çileya 2011ê neyê fetisandin, radîkalbûna wê ya muhtemel kete bin tesîra pêla têkoşînên çînî ya ku da pey îstîfaya Mubarek, (nivîsara Raphaël Kempf bixwînin, rûpel 15), dikare bibe çavkanîya tevgereke çep a ku dema Birayên Misilman pê re werin muqeyese kirin, wê weke ehwenî şer ango başê xiraban xuya bikin. Ev yek hem ji bo Waşîngtonê hem jî ji bo mişterîyên wê yên eskerî wê wisa be.

Çavkanî

Gilbert Achcar:
Li Zankoya Londonê mamosteyê xebatên rojhelatî û afrîkî. Xwedîyê pirtûka Çîrokên Şer yên Îsraîl û Ereban, Sindbad -Actes Sud, Arles, 200

  1. Essam El-Errian, "What the Muslim Brothers Want (Tişta ku Birayên Misilman Dixwazin), The New York Times, 9 sibat 2011
  2. "Al-Ikhwan al-Muslimun: Narfud al-Dawla al-Diniyya li annaha dud al-Islam", Ikhwan online, 9 sibat 2011, www.ikhwanonline.net

Wergera ji fransî: Baran Nebar