Birayên Musliman ên misirî di davika plûralîzmê de

Ewlenebûna bi paşeroja şoreşên li Rojhilatê navîn
Translator

Biryara Birayên Musliman a destnîşankirina namzedekî ji bo hilbijartinên serokdewletîyê nakok e bi angajmanên wan re. Ev biryar di nav birêveberîya wan de bi pêncîûşeş dengan li dijî pêncîûdu dengan hat qebûl kirin. Vê yekê bi tenê parçebûnên di nav rêxistinê de xirabtir kirin. Rêxistin bi xwe mexdûra têkilîyên xwe yên tevlîhev ên bi eskeran û reqabeta komên selefî re ye.

Li Misirê, di hilbijartinên parlamentoyê yên 2011-2012ê de, koma Birayên Musliman serketineke pirşingdar bi dest xist. Wê nêzî nîvîyê dengan girt û ji 498 kursîyan 235 bi dest xistin, lê partîyên din ên cîhadperest yên sunî (selefî) ji % 30ê dengan girt û 123 parlamenter bi dest xistin. Êdî, Birayên Musliman ên di organên parlamentoyê de xwedî hêz in, divê dîsa jî li hemberî çar xeterên ku rêxistinê tehdîd dikin derkevin: Encamên ketina wan a qada siyasî, yekser ketina "nav kar"; alozîyên ji ber pêşketina wan a siyasî û rewşenbîrî; nakokîyên navxweyî; û zexta selefîyan. (1)

Di tevahîya dîroka xwe de –ew ji alîyê Hassan Al-Banna ve, di 1928ê de hatiye ava kirin–, Birayan peymanên pragmatîk bi hêz û desthilatên cihê re girêdan. Ya bi Qiral Farûqî re, ku di 1936ê de li textê desthilatdarîyê rûniştibû; ya bi "efserên azad" re, ku di 1952yê de Cemal Abdul Nasir ji desthilatê dadixin (Bira di 1954ê de dê li hemberî Nasser derkeve û duçarî serkutkirineke erjeng bû); an piştî 1970ê, ya bi serokdewlet Enwer Sedat re. Yê dawîn ji bo li hemberî nasirî û çepan têbikoşe ew ji xwe re kirin maşe.

Piştî 1981ê û hatina ser desthilatê ya Husnî Mubarek weke serokdewlet, têkilîyên wan ên bi serokdewlet re di navbera lihevkirin, toleransa qismî û tepeserîya bijartî de çûn û hatin. Bi vî awayî, berîya ku di hilbijartinên parlamentoyê yên çileya pêşîn a 2010ê de ji hemî mafên xwe yên nûnerayetîyê bêpar bimînin, Birayên Musliman ên ku tu cara weke hêzeke qanûnî nehatibûn nasîn, di dema hilbijartinên giştî yên 2005ê de (weke berendamên "serbixwe" hatibûn hilbijartin) karî ji % 20ê kursîyên parlamentoyê bi dest bixe. Ev lihevkirinên taktîkî yên ji alî herkesî û Rêberê mezin ê wan –di navbera 2004 û 2009ê de–, Mihemed Mehdî Akif ve jî dihatin zanîn, bizebit ji alîyê wî ve hatin nas kirin. Wan sernermîya rêxistinê didît, lê ew her wiha jî ji îmaja wê ya weke hêzeke mixalefetê nexweş bûn.

Gava Konseya Bilind ya Hêzên Leşkerî (KBHL) dest danî ser desthilatê, piştî ketina Husnî Mubarek di sibata 2011ê de jî, vê adeta lihevkirinê dom kir. Weke Birayên Musliman, KBHLê jî bi dirêjîya dema şoreşê bi roleke nezelal rabû û got; ew dijmina demokrasîyê ye; ew hêzeke rabirdûyê ye. Tevî vê jî, meha hinguvîn dirêj neajot. Heta ji ber sê sedemên bingehîn xetera ku bibe meha şerî derket: Birayan projeya Destûrê ya ji alîyê Elî El-Salmî ve, ku wê demê cîgirê serokwezîrî bû, hate pêşkêş kirin û mafê destnedanê ji bo siberojê ji artêşê re misoger dikir û di çirîya paşîn a 2011ê de hate pêşkêş kirin, red kir; wan ji bo amadekirina destûra paşerojê dana roleke siyasî ya serekî ji generalan re nexwest; di encamê de, tevî ku KBHLê dadgehkirineke sethî dixwest ku dê berpirsiyarîya gelek endamên wê di tarîyê de bihişta; di dawîyê de wan di bin bandora kolanê de, dadgeheke rastîn ji bo serokdewletê berê Mubarek xwest.

Birayên Musliman dikaribûn bixwestana bidin ser riya Partîya Adalet û Geşepêdanê (AKP) ya tirk, ku berîya wan hêdî hêdî ber bi derve de dahf bidin, sazûmaneke ku generalan tê de roleke girîng dilîstin, qebûl kirin. Lê gelo şîyana wan a karekî wiha hebû?

Tevger di bin bandora israra xwe ya li ser daawayê (banga perwerdeya muslimanan) û mesaja xwe de ma, ya ku armanca wê ya dawîn, avakirina xelîfetîya îslamî ye. Biryara wê ya ku di dîroka wê de cara yekê bû, xwest di 2011ê de partîyeke siyasî ya neteweyî, Partîya Azadî û Edaletê (PAE) damezrîne, ew mecbûr kir ku meydana xweş a mixalefetê bi cîh bihêle, her wiha jî dev ji hin daxwazên xwe yên gerdûnî berde û bersiva daxwazên beşek hilbijêrên xwe yên di warê kar, perwerde, nojdarî, gendelî, geştûguzarî û hwd. de bide.

Pirsgirêka mezin: Gelo rêxistin ji bo xelkê ye, yan ji bo Xwedê ye?

Vatinîyeke zor, gava ku beşeke milîtan û sempatîzanên wê bi prensîbên xwe yên berê ve girêdayî dimînin, ev jî li gel lihevnekirinên nifşên cihê, di nav rêxistinê de nakokîyan zêde dike. Êdî teorîsyenekî weke wî xurt ku karibe dema nû şirove bike tuneye: Ji mirina danerê wê, El-Benna – ku ji ramanwerekî bêtir organîzatorek bû– virde, û bandora Seyid Qutb ê ku di 1966ê de hate bi dar da kirin, ji xeynî waizekî kal, şêx Yûsif El-Qeredawî (di 1926ê de bûye) pê ve kesek nemaye, ew jî ji alîyê kanala El-Cezîreyê ve hatiye navdar kirin û li kanalê hikûm dike, wî jî van çend mehên dawîn nîşan da ku ew rexnegirekî taktîkê siyasî yê Birayên Musliman û daxwaza wan a monopolîzekirina desthilatê ye.

Pirsgirêkeke din ji bo rêxistinê: Ronesansa pirdengîyê ye li Misirê, ku di himêza wê bixwe de jî şewq vedide. Hin endam girêdayî mihafezekarên kevin in, yên din bi nifşên nû ve girêdayî ne û bi awayekî giştî vekirîtir in; hinek li ser riya sofîtîyê ne, yên din selefî ne. (2) Ji ber ku rêxistin, di tevahîya dîroka xwe de, nikaribû beşdarî gotûbêjên vekirî bûbûya, hergav xwestiye li nakokîyên xwe bide mandelê.

Yek ji pirsgirêkên herî mezin ê ku rêxistinê parçe dike di warê serwerîyê de ye: Gelo ew ya xelkê yan ya Xwedê ye? Û, her bi vî awayî, wateya demokrasîyê ji bo wê çi ye? Tevî ku Birayên ciwan û baskê vekirî yê tevgerê girêdana xwe ya bi demokrasîyê û hevwelatîtîyê re piştrast dikin, nifşên kevin xwe bi hakimîyahê, serwerîya pîroz ve girê didin.

Pirrengî yan parçebûn?

Daxwîyanîyên newekhev yên ku piştî ketina Husnî Mubarekî ji sefên wê tên, ne ji ber bikaranîna cotstandardîyê, lê ji ber cudatîyên wê yên navxweyî ne. Ev cihêtî dikarin ji bo hebûna wê jî xeter bin. Ev yek guherînên Yekîtîya Sosyalîst a Erebî (YSE), ku ji alîyê Nasir ve di 1960ê de hatibû danîn û ji çepê tundrew heta rastê tundrew hemî cereyanên siyasî digirt nav xwe, tîne bîra mirov. Bi rêlibervekirina di 1970ê ya bi îzna Sedat, YSE ji hev belav bû û bû gelek beş. Ev cihêbûn bi kêmanî ji panzde salan vir de di nav Birayan de hebû, lê şoreşê roja giran ew ji hev de xistin, piştî bîst salên libendemanê, binaskirina fermî ya di sibata 2011ê de, partîya El-Weset (Navend) ya Ebû El-Ala Madî, versîyona misirî ya AKPya tirkî hat ava kirin. Ev partî, piştî dema tepeserîyên mezin, daxwazên nifşên ku 1970ê de ketine nav siyasetê derdixe pêş. Ew nirxên demokrasîyê, hevwelatîtî û mafên jinan û têgeheke îslamî ya bi modernîzmê re lihev diparêze. El-Weset, ji avabûna wan a 1928ê vir de, cihêbûna yekê ya Birayan nîşan dide.

Cihêbûna duyê dema cîgirê yekê yê Rêberê Mezin Mihemed Badie, Mihemed Hebîb, di tîrmeha 2011ê de, Partîya Ronesansê (PR) ava kir, pêk hat. Rêxistina wî nêzîkî ya Ebû El-Ala Madî ye û tevlî temenê wî –ku di ser 60î re ye – ji alîyê entelektuelî ve jî ew ji heman nifşî ye. Mihemed Hebîb, ji bo Rêberayetîya Bilind, di 2009ê de, li hemberî Mihemed Badie endamtîya xwe danî û di hilbijartinên ku paşê bûn mijara minaqeşeyê de bi ser neket. Tevî ku Mihemed Badie û ew di heman demê de gîhaştibûn rêxistinê, ew ji alîyê fikir û meylên xwe yên siyasî ve bi tevayî ji hev cihê ne, yê yekê pêşîkêşê "îslama şaristanî" û yê din bêtir nêzîkî qutbîzmê ye (ji referansa Seyid Qutb).

Cihêbûna sisiyê gava endamê Buroya Şêwrê ya Birayên Musliman, Ebdel Mûneim Ebûl Futûh, bê destûra rêxistinê, xwe weke endam ji bo hilbijartinên serokayetîyê di 2012ê de nîşan da, pêk hat. Ebûl Futûh hîzîbeke serhildêr û bihêz di nav Birayan de temsîl dike, nifşekî "kevok" ê ku di nav rêxistinê de maye û dema hilbijartinê dê ji bo wî kar bike jî heye.

Heke bixwazin rê li ber cihêbûnê bigirin, Birayên Musliman divê di navbera bask û hîzîbên xwe yên cihê de bigihin lihevkirinekê; lê cîmnastîkeke wiha radeyeke bilind a hostetîya siyasî dixwaze ku birêveberên wan ên niha ji meziyeteke wiha bêpar in. Herwiha ji bo vê yekê pêşbînîyeke paşerojê jî divê ku muhafezekarên berê ji vê jî mahrûm in.
Ji alîyekî din ve, rêxistin divê bi xetera selefikirinê –her çend selefî bixwe di bin bandora Birayan û nêrîna wan a siyasî de bimînin jî– re rûbirû bibe. Rêberê mezin, weke hinên berîya xwe, heta bi qirikê di bin tesîra selefîtîyê de maye. Ji ber vê jî, gava ku berîya şoreşê hate hilbijartin, Mihemed Badîe dîyar kir ku ew ê li ser daawayê pir israr bike. Vê bangê derfet da selefîyan ku ji salên 1970ê vir de, di bin sîwana Birayên Musliman de bûn, di nav rêxistinê de roleke hîn mezintir bilîzin. Di dema Mubarek de, bi taybetî jî dema hilbijartinên li herêmên çolter gelek keda wan di serketinên rêxistinê de hebû. Wan hêza rêxistina xwe ya xêrxwaz weke kontrola xwe ya gelek mizgevtan bi Birayên Musliman re par ve kir. Ev jî îdiaya ku selefî dema Husnî Mubarek bi siyasetê mijûl nedibûn, derew derdixîne.

Sê berendamên serokatîyê ji heman rêxistinê

Lê belê, piştî şoreşa 2011ê, wan partîya xwe ya siyasî ya taybetî ava kir û xwe ji serdestîya Birayan xilas kir. Lê tevî wê jî hîn selefîstên dudil, bi taybetî jî hîzîba ku dema hilbijartinên serokayetîyê yên 2012ê piştgirîya şêx Hazim Ebû Îsmaîl kirin, mane. Ebû Îsmaîl bixwe nimûneya berpirsîyarekî ye ku piyekî wî li cem Birayan û yê din li nik salafîyan bû. Çûyîna partîzanên wî ji cem Birayan, bû sedema wendakirina ji % 20ê endamên wan û wendabûna gelek binkeyên wan ên li derdorên çolterî.

Berendamtîya Birêz El-Awa dê bibe sedema cihêbûneke din, ji ber ku mîlîtanên Birayan jî piştgirîya wî dikin. Bi vî awayî xetera derketina sê berendaman ji bo hilbijartinên serokayetîyê heye ku, bi çi awayî dibe bila bibe, dikare rayên Birayan û selefîyan jî bigrin: Birêz Ebûl Futûh û nifşê nû; Hazim Ebû Îsmaîl û nifşê weke wî selefî-qutbî; û El-Awayê ku her wiha jî nûnerayetîya mihafezekarên kevn dike. Ji ber vê sedemê Mihemed Badîe dîyar dike ku divê Bira piştgirîya berendamekî li ser lihevkirî bikin.

Lê guherînkarîya bingehîn xetera hatina komên selefî, ên bêtir pragmatîk bixwe ye. Mirov dibîne ku ew di nav partîya xwe ya herî bihêz, El-Nûrê de, ku sed û heft parlamenter derxistibûn, xwiya dibin. Li alîyê din rêxistinên din, ên weke Partîya Avakirin û Geşepêdanê, baskê siyasî yê Cimeta Îslamî, nêzîkî cîhadîzmê ne. Di nav El-Nûrê de, birêveberên weke Birêz Nadir Bekir, Mihemed Nûr û Yûsarî Hamad bi nifşên nû yên birayan re hemfikir in. Ev nêzîkayîya di navbera PAE û El-Nûrê de dê paşeroja her du partîyan jî tayîn bike. Mecbûrbûna qebûlkirina siyaseteke hîn pragmatîktir, wan dixe bin xetera xeyalşikestîkirina dengdarên xwe –ku, bi taybetî di kampanyayan de ji bo "xelîfetîya îslamî", "rizgarkirina axa Filistînê" yan jî cîbicîkirina şerîetê dengên xwe dabûn –, bêyî ku herwiha karibe bersiva hêvîyên wê yên di warê aborî û civakî de bide. Û her bi vî awayî wendakirina pêngava xwe ya ku serketina di hilbijartinên parlamentoyê de bi xwe re anîbû.

Çavkanî

Alaa Al-Din Arafat: Birêveberê lêkolînê li Navenda Lêkolîn û Belgekirina Aborî û Hiqûqî (Cedej), Qahîre; nivîskarê Hosni Mubarak and the Future of Democracy in Egypt / Husnî Mubarek û paşeroja demokrasîyê li Misrê, Palgrave, 2012

  1. François Burgat, "Salafistes contre Frères Musulmans / Li hemberî Birayên Misilman, Selefîst" bixwîne, Le Monde diplomatique, hezîrana 2010ê
  2. Ji rêkxistinekê bêtir, selefîzm cereyaneke fikrî ya pir cihê ye. Ew vegera dema Mihemed pêxember û hevalên wî yên wê demê dixwaze û methê wê dide (mana selef, bi erebî "bapîr" e). Sofîzm tevgereke mistîk e ku li ser bingeha biratîya ji alîyê rêberên rûhanî ve hatiye ava kirin. Ji ber ku wê derdixin hemberî îslamtîyê, di çapemenîya rojava de gelekî cîh digre, lê rastîya wê bi tevayî tiştekî din û kompleks e. Herwiha, li Fasê, desthilatdarî xwe bi zorê li rêkxistina şêx Ebduselam Yasîn, El-Edl Wel- Îhsan (Edalet û Xêrxwazî), radigire û hêza herî xurt a muxalefetê ye. Ew bêtir di bin bandora tecrûbeya sofîtîyê ya danerê xwe de ye, ku herweha tecrû- beya gelek rêberên îslamîst, ên weke El-Bena û Hesen Tûrabî yê sûdanî ye

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademir