Birayên Musulman ên Rojava

ÎSLAM
Translator

Birayên Musulman ji du nifşan ve li welatên ewrûpî torên xwe pêş de xistine. Wan di vî warî de kapasîteyeke mezin a rêkxistin û mudaxeleyê çespandine (gihandine hev ?) û bi vî awayî wan kêsaiya ??? di warê anîna endamên nû de xistine di ber de. Wan karîbû xwe bikin muxattabên sereke li cem desthilatdarên giştî, ne tenê weha, bi sazkirna konseyeke ewrûpî ji bo fetwayan û lêkolînê (CEFR) wan sebaret bi pêvajoya întegrasyona ewrûpî gav avêtin pêş, tevî ku di Yekîtiya Ewrûpa’yê de pirsên olî ji selahiyetên neteweyî dimînin. Civaknasa li Zanîngeha Louvain’ê, Brigitte Maréchal, bi navê “Rêwîtiyeke li Welatê Birayan” pirtûkek pir bi belge, ku tabloyeke ji du rengên cuda ye, pêşkêşî me dike: Avabûnên hişk li cem hinekan û wêrekiyeke konseptûel li cem hinekên din. Ew awayê, ku ev rexistin nahêle projeyên ji bo jiyana çandî û civakî ya tevlihev xweş here û asteng dike, wesif dike. Lê pêşbirka digel pêlên din, bi taybetî selefîst, rêxistin neçar hiştiye reseniya xwe biçesipîne û Marechal dibîne ku, “tevger, carinan bêyî ku bixwaze, kesayetiyên bi otorîte û serbixwe diafirîne ku, Birayan derbas dikin, lê jiyana rêxistinê jî dirêj dikin.”

Bi vî awayî, statûya mafê kesan a îslamî li Ewrûpa’yê Birayan mobîlîze dike ku, ew jî dixwazin bi riya CEFR’ê plûralîzma legal teşwîq bikin. Di Sibata 2008’an de, ji Arşuvêkê Canterbury vexwendinek ku ne li bal bû ji bo dîdarekê ji wan re hat ku dawî bû sebeba tengaviyê. Di lêgerîna referansên rûhanî de ku di nav xelkê Musulman yê civakên rojavayî de peyda dibin, Şêxê Misrî Youssef Qardhaoui cihekî gelek ber bi çav digire. Tevî ku, ew di sala 1926’an ji dayîk bû ye û ji hêla dîrokî ve ew ji Birayên Musulmanan dihê jimartin û ew bi dehan salan ve li Qatar’ê dimîne, ewî zaniye, bi saya televîzyona satelîtî û înternetê cihekî bi rûmet li seranserî cîhanê ji bo xwe çêbike. Pirtûka kollektîf ku ne ji mêj ve li ser wî hatiye nivîsandin bi sernavê bi wate “Muftiyê Global” aliyên cihêwaz yê vê “diyarde” yê wesif dike.

Qardhaoui, Serokê CEFR’ê, alîgirê “jurisprudensek’a (jurisprudence a îngîlîzî? An ku îçtîhat? ) hindikayiyan” e, ya ku şerîatê întegreyî çarçoveya legal a welatên Yekîtiya Ewrûpa’yê dike. Ew alîgirê înstîtîsyonalîzekirinek a hîn ji pêşî de ye. Qardhaoui nîşan dide çi qas otorîteya van kesayetiyan bi têkiliyên di gel deshilatdarên giştî yên ewrûpî dihê avakirin. Li hember firekçandîyeke huqûqî, Tareq Oubrou, Îmamê Mizgefta Bordeau’yê, bi ser ku ji nav tevgera “Bratîst” dihê, pêşniyar dike ku rûhiyeta huqûqa fransî derbasî şîretên olî bibin. Ev “şerîeta hindikayiyan” dixwaze wek “Dêra Gallicane” otonom be, heta dixwaze ku bi rêzgirtina ji serdestiya rêbazên komarî re, xwe “layik” bike. Di pirtûkeke dîdaran de digel du nivîskarên fransî û belçîkî, ku eşkere xwe didin naskirin yek wek “bêbawer” û yê din wek ”Musulman”, Oubrou teqez (misoger ? vebirî ?) dike ku; ”mafê Musulmanan mafê fransî ye“û ew li hember xwestekan derdikevin ji bo ku “her tim berê Musulmanan (yên Fransa’yê) bidin derve” radibe. Ew hîna dûrtir diçe: ”Çênabe ku Filistîn li ser hesabê jiyana me ya olî be, heta ne ya civakî be, li vir li Fransa’yê, ne jî têkiliyên me digel cihûyên Fransa’yê li ser me ferz bike.” Her bi vê mantalîte, ew dîbîne ku divê hemwelatiyê wî yên Musulman Şoha’yê (qira cihûyan) nasbikin, ji ber ku, “wekî welatiyên ewrûpî, divê em ji vir û pê ve vê dîroka trajîk a Ewrûpa’yê li ser xwe bigirin.” Ev nasnameya ewrûpî, Qubrou bi xurtî daxwaz dike, lê ev yek ji wan îmamên Fransa’yê yên hindik in, ku yek ji diduyan xwedî hemwelatiya fransî ne. Beriya ku li Bordeaux’yê bi temamî bi cih bibe, wî li Pau’yê, li Nant’ê û li Limoges’ê rêberiya olî kiriye, her weha di zindanan de. Perwerdeyiya olî ku xwe bi xwe kiriye û xwendina dermannasiya îndustruel, ku di ber de kiriye, hiştin ku ew hin destpêkên xwe yên dogmatîk di dema ciwaniya xwe ya milîtaniyê de red bike. Ew vê yekê bi “sefîhtiyek rast” wesif dike. Ew bi xurtî dibêje: “Cîhadiyên ku, bi şaştî ev nav di çapemeniyê de li wan dihê kirin, ew tenêg gunehkar in.”

JEAN-PIERRE FILIU
Werger ji fransî: Şergo Omar

Çavkanî
  1. Brigitte maréchal, les Frères musulmans en europe,(Birayên musulman li ewrûpa’yê) PuF, Paris, 2009, 312 rûpel, 26 euro.
  2. Jakob Skovgaard-Petersen et Bettina Gräf (sous la direction de), Global mufti, the phenomenon of yusuf al-Qaradawi, Columbia university Press, 2009, 262 rûpel, 35 dollar.
  3. Tareq Obrou, melle, albin michel, Paris, 2009, 252 rûpel, 16 euro.