Bîrewerîya rojên kambax

Çand û Huner

Divê hin tişt û hin kes neyên jibîrkirin. Ew kurdên ku bi sekin û helwesta xwe bi awayekî xurt li hemberî zilm û zordarîyê derketine, divê neyên jibîrkirin. Dibêjin tarîx ji hêla bindestan ve diguhere, lê bi destê serdestan tê nivîsandin. Serdestî carcaran bi gotinekê, carcaran bi çirûskekê û carcaran bi merivekî/ê vediçire. Bi hizra vê zanînê ez dest bi xwendina kitêbên li ser Wedat Aydin dikim. Ew Wedat Aydinê ku hemû emrê xwe ji bo doza gelê xwe, welatê xwe borandibû û bi kuştina wî çarenûsa gelê wî ji merheleyekê derbasî merheleyeka din bibû.

Di meha Gulanê de Weşanxaneya Avestayê ji bo bibîranîna Wedat Aydin pakêteka ku ji du kitêban pêk tê, weşand.  Ev her du kitêb xebateka dûdirêj ya M. Şefîq Oncu ye ku ew bi xwe jî hevalekî Wedat Aydin e. Ji bo minasebeta derketina kitêban jî 31ê Gulanê li Amedê pêşangeheka sûretan û resepsîyonek hate lidarxistin û rastî eleqeyek mezin bû. Herweha resepsîyon û pêşangeha sûretên Wedat Aydin, 25ê gulanê li Stockholm/Swêdê û 1ê hezîranê jî li Koln/Almanyayê wê bê lidarxistin.

Kurd bi hejmareka zêde, ne xerîbê nav û kirin û kuştina Wedat Aydin in. Lê dîsa jî divê çend têbinî bên nivîsandin. Wedat Aydin di sala 1954an de li gundekî Bismilê, li gundê Hacîya Kurda ji dayik dibe. Di wan salên dijwar de gav bi gav pêve diçe û xwendina xwe diqedîne. Axirî dibe mamoste, lê zêde karê mamostetîyê nake. Ji ber ku hema çawa hizra xwe û gelê xwe dike di nava tevgera neteweyî de cih digire û pê ve diçe. Her tim wekî pêşengekî, rola xwe dilîze. Wedat Aydin piştî derbeya 12 Îlonê tê girtin û ji  îşkenceyên zindana Dîyarbekir ya 5 Noluyê derbas dibe. Mêrxasîyeka mezin nîşan dide. Wedat Aydin piştî ku ji hepsê derdikeve, xwe nade alî û careka din - lê vê carê bi nêrîneka hîn nûtir- di nava tekoşîna gelê xwe de cihê xwe digire. Xebateka ji dil bi rê ve dibe, ji ber ku gelê wî di wê bîska herî tarî de derbas dibe. Ew bîska ku divê kesek, an bi gotinekê an bi kirinekê wê tarîya tîr veçirîne. Ji ber vê Wedat bi dilşewatî kar dike, ji tiştekî xwe nade alî. Li payîtexta Tirkîyeyê di kongreya Komeleya Mafên Merivan de xebata xwe bi kurdî vedibêje. Li ser vê yekê wekî neynikekê dirûtîya hin kesên di vê komeleyê de eşkere dike. Biçe ku derê, çi biqewime xelk xwe lê digire. Lê wekî ku di kitêban de jî hatîye nivîsandin ev xweşmêrê kurda ji ber van taybetmendîyên xwe dibe hedefa nemerdan.

Yekem kitêb bi sernivîsa ‘Dozek Dewranek Lehengek’ hatîye nivîsîn. M. Şefîq Oncu di vê kitêbê de bi rêbazeke serkeftî bîyografîya Wedat Aydın li hev anîye. Di vê kitêbê de nivîskar tenê ne bîyografîyek di heman demê de dîroka kurdan ya sedsala 20an jî ji me re wekî ristikeka morîkan bi hev ve dike. Ev rêbaza nivîsandina otobîyografîyan celebek ji celebên nivîsînê ye. Hin kes hene ku di dîroka gelên xwe de xwedî cihekî girîng in û otobîyografîya wan kesan bê dîroka gelên wan kêm e, sar e û li azîyê ye. Ji ber vê meriv dikare bêje ku ji bo otobîyografîya Wedat Aydin rêbaza herî baş bi kar anîye M. Şefîq Oncu. Dîroka Wedat bi dîroka gelê wî re  honandîye.

Di xwendina kitêba ‘Dozek Dewranek Lehengek’ de tehma romanekê heye. Tiştê vê tehmê dide sêrpêhatîyên Wedat û yên hevalên wî ne. Û her weha ji bo kesên ku temenê wan li dora 40- 50ye dibe kitêbeka bîrewerîyê. Lewre hema hema her kesek û çîrokeka wan salên ku emrê Wedat Aydin tê de derbas bûye, heye.

Kitêba dûyem, bi sernavê ‘Ji dev û pênûsa heval û dostên wî Wedat Aydin’ di pakêtê de cihê xwe digire. Kitêbeka hevbeş e. Hin nivîs yên berê ne. Hin nivîs jî bi taybet ji bo vê xebata bi rêk û pêk hatine nivîsin. Her nivîsek, Wedatê xwe ji me re dibêje. Bîrewerîyên li ser Wedat ji nava sindirûkan derdikevin û xwe digihînin ber destê xwendevanan. Ji sindirûkan ne tenê bîrewerî derdikevin, her weha wêneyên reş û spî jî. Wêneyên zarokatî û xortanîya Wedat yên ku bi hevalên xwe re kişandine…Erê, zemanekî însana wêneyên xwe dikişandin, berîya kişandina wêne, xwe çêdikirin û bi hestên xurt destê xwe diavêtin stûyê hev. Ez bawer im ji bo kesên ku di wêneyan de ne, ev herdû kitêb hem ji bo Wedatê nemir û hem jî ji bo daneheva zarokatî û xortanîya wan gelekî bi wate ye.

Bi dîtina min ew kesên ku temenê wan ji 40î bi jor ve ne, bi hêsanî dikarin wê roja xwe ya ku cenazeyê Wedat Aydin rabû vebêjin. Ne rojeka ji rêzê bû û wê rojê dilê her kurdêkî/ê bi rûmet  bi ritmekê lê dida. Ew ritma dil navê Wedat Aydin bû. Lê hovîtîya serdestan bi çavsorî reşandibû ser gel û çend kesên ku hîn jî hejmara wan nedîyar e, kuştibûn. Lê gelê kurd Wedatê xwe bi navê zarokên xwe careka din ew sax kiribû.

Gotin xwe ji ser kitêbê ber bi vî lehengê kurd yê gorbehişt ve dibe. Gotin têr nake. Di dawîyê de ez xwe dispêrim nivîsa Mûsa Anterê nemir û hevoka xwe ya serî careka din dûbare dikim; divê hin tişt û hin kes neyên jibîrkirin. Têr nake, divê qet û qet neyên jibîrkirin

‘Pir şerm e ji me re ku em navê Wedatê pak bi Aydin bilewitînin.Gerek em bêjin Wedat ‘Rohnî’. Bi rastî Wedat şewitî lê bi şewata xwe Kurdistan rohnî kir.’ (Welat hejmar 20 5-11 Tîrmeh 1992- Stembol)