Boko Haram, terîqeta piçûk a ku mezin dibe

Translator

Nîjerya ku ji ber çeliqîna xwe ya civakî û çandî pir caran weke "democrazy" (demokrasîya hêçbûyî) jî tê bi nav kirin, cinawirek jî di nav xwe de afirand: Boko Haram. Di destpêkê de, berî dozdeh salan, ew tevgereke olî (dînî) ya muxalif bû û hewl dida valahîya ku ji ber xemsarîya partîyên pêşverû derdiket holê, dagire. Lê belê bijîjkên frankeştaynî yên hikûmetê ev terîqet raguherand çerxeke jeopolîtîk û prensîpa bingehîn a rêzeke êrişên-tolhildanê yên mezin û herwiha kujer.

Bi rastî jî, navgînên siyasî –ji Partîya Demokratîk a Gel a li ser desthilatê bigirin heta bigihîje muxalefeta bakur, Partîya Hemû Gelên Nîjerîyayê (All Nigeria Peoples Party, ANPP)– û derdorên eskerî-ewlekarî yên ku şewirmendîya serok Goodluck Jonathan dikin, hemûyan piştgirî da tundûtûjkirina vê terîqeta li bakur-rojhilatê welêt ku di destpêka salên 2000ê de peyda bû. Cemaet-ul Ehl-ul Sunna lî Da’awetî lil Cîhad (Cemaeta Sunnîyan ji bo Banga Cîhadê) a ku bi awayekî hovane hate perçiqandin, ji niha û şûn de êdî bi du herfan tê nasîn: BH ango Boko Haram –"book-pirtûk" bi ingilîzîya xwecihî û "haram-qedexe" bi erebî. Di navbera tîrmeha 2009 û despêka sibata 2011ê de, wê berpirsiyarîya sed û şêşt û çar êrişan, êrişên xwekujîyê, înfaz û rêbirînên heta navenda paytexta federal, Abujayê jî dirêj bûn, girt ser xwe; neh sed û sî û pênc kes hatin kuştin û piranîya kuştîyan ji derdorên îslamî bûn.

Navûdengê Boko Haram helbet bala katibas (mîlîtanên) El-Qaîde yên li Maxriba îslamî (AQMI) û ya shebab (şervanên îslamî) yên Somalîyê jî dikişîne. Şaşûmetelmayî, çapemenîya navneteweyî carna ji xwe dipirse, (2), ka gewrecivaka nîjeryayî ya sed û şêst milyon şênî gelo nekeve ser rêya parçebûneke navbera Bakurê misilman û Başûrê xiristîyan. Helbet tiştekî wisa tê wateya jibîrkirina realîteya şikestina esasî ya vî welatê ku lê ji sedî 60ê şênîyan, rojê bi hindiktirîn du dolaran dijîn, ango xizanîya di asta perîşanîyê de li welêt pirsgirêka esasî ye. Dozdeh dewletên ku kemera bakur a federasyonê pêk tînin –li sînorên Nîjer, Çad û Kamerûnê– dewletên herî hindik pêşketî yên welêt in. Neyeksanîya bi Başûr re jî hê kûrtir bûye, bi taybetî ji dema ku sivîlek, ango generalê berê Olusegun Obasanjo, piştî pênc salên dîktatorîya general Sanî Abaşa, cardin di 1999ê de bû serok.

Ustaz Muhemed Yûsif

Li Dewleta Borno ku lê yusifîyên Boko Haram –ji navê şefê wê yê rûhanî yê mirî, Ustaz Muhammad Yusif  tê– dest bi xwînrijandinê kirin, çarsêyê civakê li bin sînorê xizanîyê dijîn. Ev rêjeya herî bilind e li welêt. Tenê ji sedî 2yê zarokên li bin panzdeh mehî li himberî şewban tên aşî kirin. Rêjeya perwerdê jî dîsa pir qels e: Ji sedî 83yê ciwanan ummî ne; ji sedî 48,5ê zarokên di temenê dibistanê de perwerdê nabînin.  Û ji sedî 34,8ê misilmanên di navbera 4 û 16 salî de ti caran piyê wan bi dibistanê neketiye –neçûne kursa Qûranê jî : "Ewçend hêman dibin sedem ku civak bi taybetî nikaribe xwe ji bin pêlên neyînî, ku yek ji wan jî şidet e, rizgar bike." (3)

Muhemed Yusif di despêka salên 2000ê de hêdî hêdî navûdeng dide. Ew hingê 30 salî ye û li dewleta ku lê jidayîkbûye Yobê, ku cîrana Bornoyê ye, li gundekî waazan dide. Ew dikare ji nav bi dehan hezar waizên gerok, parêzvanên kevneşopîyeke "derwêşîya çîlekêş", -ku xwedî helwesteke biryardar in û li bazarên bajarên mezin xîtabî gel dikin- xwe bide xuya kirin. Ew dibe dijberî mirîdên misilmanekî din ê nîjerîyayî, Abubakir Gumî, ku di 1992ê de mir, û îdeologê tevgera hembelî ya nû ya Yan Îzala bû. (4) Evê ha êdî têra xwe milahîm bûbû, bi taybetî piştî venûkirina şerîetê ku ji sala 2000ê ve li nav dewletên Bakur dest pê kir –ev herwiha yek ji daxwazên wî yên bingehîn bû. Wî qebûl kiribû ku bikeve nav komîsyonên fermî li van herêman ji bo bicihanîna qanûna îslamî wezîfedarkirî. Lê belê venûkirina şerîetê wê ji olê (dîn) bêhtir di siyasetê de bibûya sedemê pêkenok û nerazîbûnên civakê. Bi rastî jî, derdorên siyasî-eskerî yên bakur wê di nav kulma xwe ya hesînî de li gel deshilata navendî, weke amûrekî zextê bi kar tînin. Zekat (5)– yek ji pênc şertên îslamê– jî nehat bi cih anîn.
Yusif, ku li zanîngeha Medîneya Erebistana Siûdîyê perwerdeya teolojîyê xwend, bêhtir ketiye bin tesîra waazên nexweşbîn ên waizê misirî Şukrî Mustafa, ku pala xwe didin dercivakîbûn û derwelatîbûnê û li dijî rayedarên Abujayê rexneyên giran tîne ziman. Ji bo wî, bicihanîna bi hişkî ya qanûna îslamî tê wateya xwe gihandina edaleta bi livûtevgerên Pêxember re lihevhatî. Ew wekî din li dijî perwerdeyeke gelemperî a "di bin têsîra rojavayîbûnê de ji rê derketî" ye, li dijî tevlîbûna hilbijartinan e û dijberîya markayên navdar ên pîşesazîya çandûqût a nîjerîyayî jî dike ji paketên Maggi heta bi paketên şîr ên Dairy Milk. Ev dijberîya wî ya li himberî "nûjenî"yê li gel vê yekê jî wê nebe asteng ji bo ku kujerên Boko Haram motorsîkletan bi kar bînin, dema diçin kuştina mirîdên Îzala, yê ku bi sempatîya xwe ya ji bo selefîstan û herwiha ji bo hin sofîyên terîqetên Tidjaniyya û Qadirîyan tê nas kirin.

Mizgeft û dibistan

Bakurê Nîjeryayê berê jî di destpêka salên 1980yê de rastî pêlên şidetê yên ji ber pevçûnên navbera mezhebên misilman ên "dij-rojavayî" hatibû. Tevgera Maitatsîne, ku bixwevekirina saetan jî qedexe dikir, bi wî awayî kolanên Maidugurî û yên Kadûnayê dagîr kiribûn. Zexta hovane ya eskerî ya mirîdên wê yên li nêzî bazara Kano kozik vedabûn –gewrebajarê li Bakur– di sibata sala 2012ê de bûbû sedemê mirina zêdetirî sê hezar kesan.

Di payîza sala 2003yê de, "bajarê ruhanî" yê Yûsuf, ê li Kannammaya di nav Yobeya kûr de, rastî êrişa hêzên polîs ên dewletê hat. Gelek mirîd hatin kuştin. 22yê kanûna sala 2003yê, Boko Haram li dijî hêzên ewlekarîyê êrişên xwe yên pêşî dide dest pê kirin, dû re vedikişe Maîdugurî, paytexa dewleta Borno ku li wir tevgerê di nîsana 2003yê de bi dizî piştgirîya ji bo hilbijartina walîyê nû, Alî Moddu Şerîf kiribû. Moddu Şerif bi rastî jî soza pêkanîneke hişktir a şerîetê dabû. Çawa ew tê hilbijartin, endamekî dîrokî yê Boko Haram tîne ser wezareta nû ya karûbarên olî: Buju Foi. Terîqet li Maîduguriyê mizgeftekê û dibistanekê çêdike. Ev dezgeh pir bi lez bala ciwanên serserî û perîşan ên taxên xizan, herwiha ya xwendekarên neserketî û tenêhiştî yên kampusan û karmendên halnexweş dikîşînin. Li pişt perdeya olê, kîneke kûr jî bi van derûdorên civakê re mezin dibe, ji ber ku ew di wê bawerîyê de ne, ku bijarteyên Bakur, deshilata navendî, polîsên federal ên qebe û sextekar ew bi tenê hiştine.

Di cotmeha sala 2004ê de, endamên Boko Haram li nêzî sînorê Çadê, li Kala Balgeyê êrişê dibin ser karwanekî şêst kesî yê polîsan. Ji polîsên ku rehîn digirin dozdeh jê jîyana xwe ji dest didin. Li Abujayê, servîsa îstîxbaratê ya Nîjeryayê (State Security Service, SSS) dest pê dike, dikeve nav xem û fikaran. Lê belê serok Obasanjo di xem û fikaran de hin pêşekîyên wî yên din hene: Serhildana li deltaya Nîjer a ku lê çeteyên ciwanan êrişî ser bîrên petrolê dikin. (6) SSS Yusif desteser dike, pêşî wî vediguhezîne Abjuyayê, dawîya dawî jî wî berdide.

Di nîsana sala 2007ê de misilman Umaru Yar Adua şûna Obasanjo digire. Li Maiduguriyê, Boko Haram êdî destekê dide namzedê piranîya civakê Qasim Îbrahîm Îmam. Lê belê piştî kampanyayeke hilbijartinê ku di encamê de gelek cînayetên siyasî pêk hatin, Şerîf careke din hat hilbijartin. Çar salan piştî ku bikaranîna terîqetê, ji bo xwe bigihîne deshilatê, vê carê jî li dijî wê şer îlan dike. Di hezîrana 2009ê de pênc mirîdên bi motosîklet, ji alîyê polîsên dewleta ku ew bi lixwenekirina kaskan sûcdar dikirin ve tên kuştin. Ev kesên kuştî bi xwe çûbûn merasîma binaxkirina yek ji nasên xwe yên ku hê berî çend rojan ji alîyê heman hêzên polîs ve hatibûn kuştin. Li ser Înternetê, Yûsûf dîyar dike ku ew ê tolê hilde. 26ê tîrmehê Boko Haram li çar dewletên Bakur êrişeke berfireh dide dest pê kirin, bi ser banka û komîserîyan ve digire. Polîs û artêşa federal bersivê didin: Zêdetirî heşt sed kes tên kuştin, bêguman bi sedan kes bê pirsûîfade tên înfaz kirin û yek ji wan jî Yusif bi xwe bû. Wêneyên jiholêrakirina wî li ser tevna Înternetê hê jî tên parve kirin û terîqetê jî tûndûtûjtir dikin. Heta îro jî, ti komîsyoneke lêpirsînê ya hikûmetê nehatiye pêkanîn ji bo ku bûyerên xwînrij ên di tîrmeha 2009ê de bên ronî kirin.

Hê çend meh berê, li Bauchîyê, Boko Haram bi ser zindanekê de girtibû, sed jê mirîdên terîqetê, heft sed kes rizgar kiribûn. Terîqet niha êdî wêdetirî xaka xwe ya dîrokî, navûdengê xwe û tesîra xwe digihîne heta perengên li ber sorbûnê yên li Jos, li navenda welêt: Ji destpêka sala 2000ê ve, bajar bûye derza herî nazik a şidetê û pevçûnên olî yên xwe dispêrin şerên siyasî yên ji bo desthilata Dewleta Pleateau. (7)

Herêm roj bi rojê ditengije

Boko Haram êdî ne xwedî fermanda-rîyeke navendî ye, lê belê şurayeke (desteyeke) wê û tê texmîn kirin ku bi qasî deh zilamên wê hene. Ew xwe dispêre ser du şane (hucre) yên bingehîn. "Cûya Dîrokî" ya ji alîyê cîgirê Yûsif, Abdulqadir Şêxo ve tê bi rê ve birin, berê êrişên xwe bêhtir dide ser polîsan, rêveberên siyasî û îmamên "derewan dikin û xwe li pişt perdeyên olê vedişêrin". (8) Bi êrişbirina ser bankayên ku tefecîtîyê dikin, hem xwe fînanse dikin, hem jî wisa xuya ye ku demên agirbestê jî vediguherînin pereyan. Şaneya din a navneteweyî jî piştî perçiqandina tîrmeha 2009ê li welatên din ji penaberên siyasî kadroyan pêk tîne û tê gotin ew ji alîyê Mamman Nûrê girêdayî Cîhadîya Cîhanî ve tê bi rê ve birin. Vî yê dawîyê di rêbazên çalakîyan û hedefên terîqetê de jî hin guhertin pêk anîn: Êrişa xwekujîyê –ya yekem di diroka Nijerîyayê de– li dijî avahîya Neteweyên Yekbûyî, di 23yê tebaxa 2011ê de li Abûjayê. Tê gotin ku dîsa zilamên Nûr bi xwe bûn ên ketin nav pêla çalakîyên li dijî perestgehên xiristîyanan ku yek ji wan a pir binavûdeng a li derkinarê Abuja Maddalayê di 25ê kanûna 2011ê de hat li dar xistin. 20ê çileya 2012ê, Bokom Haram êrişê dibe ser Kano, paytexta dewleta bi heman navî li bakurê welêt. Heşt serdegirtinên hevgirêdayî li dijî qereqolên polîs û buroyên SSSê hatin pêk anîn. Erebeyên bombebarkirî û kujerên di kirasên polîsan de jî sed û heştê kes kuştin.

Lê belê ev dilê herêmên misilmanan çima bi awayê ewçend dijwar tê hingaftin, tevî xetera terorîzekirin û dijminkirina welatîyên xwe? Li Kanoyê, nûnerê xwecihî yê terîqetê, Abubakir Şêxo, bi rastî jî li taxên xizanan jidil dihat hez kirin. Kesekî din ê ew dikaribû pê ewle bibe, walîyê berê yê dewletê Îbrahîm Şêxo yê di hilbijartinên giştî yên 2011ê de têk çû, bû. Ya girîng ew e ku ev stratejîya tengijandinê –ya ku ji niha û şûn ve bala wezareta karên derve ya DYAyê û lîsta wê ya rêxistinên terorîst dikşîne– bi kêrî aktorên din neyê. Lêkolîner Morten Boos, li ser mijarê binê van rêzan xêz dike: "Sedema mezin a endîşeyê, îdîayên li ser hebûna têkilîyên navbera Boko Haram û hin giregirên siyasî û dezgehên dewletê ne. Heta niha ti delîlên van îdîayan teyîd bikin derneketine holê, lê belê divê ev yek bêhtir weke îşareteke nû ya navgînan were nirxandin, ev navgînên ku dilê hin kesan dibijîyê ji bo ku deshilat û dewlemendîyê bi dest bixin". (9)

Çavkanî

Jean Christophe Servant: Rojnamevan.

  1. Binêre "Li Nîjerîyayê, Şerîet li Hember Bûyeran Xwe Radigire", Le Monde diplomatique, hezîran 2003
  2. Binêre, Joe Brock, "Boko Haram, between rébellion and Jihad" (“Boko Haram di navbera Serhildan û Cîhadê de”), Reuters, 31 janvier 2012
  3. Binêre, Muhammad Nur Alkali, Abubakar Kawu Monguno, û Ballama Shettima Mustafa, "Overview of islamic actors in northeastern Nigeria" (“Agahdarîyên li ser Aktorên Îslamê li Nîjerîyaya Bakurojhilat”), Nigeria Research Network, University of Oxford, janvier 2012
  4. Hanbalîzm ji ayînên çar mezheban ya herî hişk (beşên ramana olî ya ku huqûqa îslamî pêk tînin) ya îslama sunî ye
  5. Li gor zekatê, divê misilmanek hesabê malên xwe bike û salê carekê sedeqeya para xizanan li wan belav bike
  6. Binêre, "Li Nîjeryayê, petrola hêrsê", Le Monde diplomatique, nîsan 2006
  7. 11ê îlona 2001ê, dema ku cîhanê berê xwe zîvirand ser New Yorkê, Jos navenda herî dijwar a şerên navbera xiristîyan û misilmanan bû û ew şer bûn sedemê mirina zêdetirî hezar kesan
  8. Ibrahim Shekau, 11 çile 2012, www.youtube.com/ watch?v=umkj50SUzck
  9. Binêre, Morten Boos, "Violent Islamist uprising in Northern Nigeria" (“Serhildaneke bi Şidet li Nîjerîyaya Bakur”), Norwegian peacebuilding Resource Center, 27 çile 2012, www.peacebuilding.no

Wergera ji fransî: Baran Nebar