Brezîlya ji “kompleksa kûçikê bêjî ” rizgar dibe

Translator

“Cihê şermê ye ku Brezîlya pêşwaziyê li serokê rejîmeke dîktator û zordest dike. Ragirtina peywendiyên dîplomatîk digel dîktatoran tiştek e, pêşwazîkirina serokên wan li mala xwe tiştekî din e(i).” Parêzgarê Sao Paulo’yê Jose Serra, ku yek ji kesayetên serekî yê muxalefeta li dijî Serokdewlet Luiz Inacio Lula da Silvayî ye, bi van gotinan serdana Serokdewleta Îran’ê Mehmûd Ehmedînejadî bo Brezîlya’yê, 23’ê Mijdara borî, şîrove dikir. Jose Serra, kêm caran wiha bi xerez êrîşan dibe ser siyaseta Lula da Silva yê ku piştgiriyeke pir bihêz peyda kiriye di nav xelkê de.

Digel desthilata Serokê Partiya Karkeran (PK), gorankariyên serekî di siyaseta derekî û bernameyên civakî de pêk hatin. Serok Lula da Silvayî, herçend di warê samanên darayî de paşkişî kiribe û dest ji beşeke bernameya xwe ya aborî kêşabe jî –ku di desthilatdariya xwe ya duyem de heta dereceyekê dewam lê anî-, rêya xwe cuda kir ji wan elîtên ku, piştî heyamekê lidûçûna dîrektîfên Ingilîstana emperyal di sedsala XIX’an de, di şerrê ji bo serkeftina “cîhana azad” de li jêr hîmayeta Amerîka’yê rêzên xwe girtin.

Lê belê, ev gorrankarî ne ji ber helwêsteke îdeolojîk a eşkera ya Lula da Silva ye, tevî ku du ji hevkarên wî yên serekî, Celso Amorimê wezîrê karûbarên derekî û rawêjkarê taybet bo pirsên navneteweyî Marco Aurelio Garcia, bi eşkereyî xwe digel dozên “çepgir” nîşan didin. Ji bilî faydexwaziyeke [pragmatîzm] aborî, ev rêbaz dibe tercîhek ji bo hikûmetên gelparêz, lewre qanih bûne ku welatî deyneke dîrokî heye ji bo Efrîqa’yê ji ber rabirdûya wan a koledar. Herwiha gihiştine baweriyeke teqez ku Brezîlya divê xwe ji wê kompleksa “vira-lata” -peyv bi peyv dibe “kompleksa kûçikê bêjî”- rizgar bike ku ji bo helwêsta wî kesî tê gotin yê hizir dike ku ne xwediyê mafê gotinê ye li ser meseleyeke diyar.

Lula da Silva, 1’ê Çileya 2003’yan, di rêwresma dewrwergirtina desthilatê de, pêşwaziya herî germ li Serokê Kuba’yê Fidel Castro kir. Çend meh pişt re, dostanî û hevahengiyeke samîmî digel George W. Bush’ê hevpîşeyê xwe yê emerîkî nîşan da û bi vî rengî dil li mîlîtanên Partiya Karker’an sar kir. Serok berî her tiştî sendîkavan e, qanih bûye ku divê danûstandinê digel herkesî bike û herwiha di wê baweriyê de ye ku lihevhatineke çak, hetta di milmilaneyeke aloz de jî, bi rizamendiya du aliyan çêdibe. Û herwekî wan salên grevan ên 1970’an, rê her heye ku di navbera du milmilane û dijatiyan de qedehên wîskiyê digel patronan lêk bidin.

Her tişt, li pêş çavên cîhanê, di Îlon’a 2003’an de dest pê kir, gava ku Brezîlya’yê li ser navê bîst welatên di geşedanê de –G-20– serî hilda û bi vê yekê rojeva hesas a civîna Rêxistina Cîhanî ya Bazirgani’yê (RCB) ya Cancun’ê serûbin kir. Cara yekem bû ku wan welatan şert danîne ber welatên dewlemend –ku di bin banê G-8 de kom bûne– beramber vekirina bazarên xwe. Lula da Silva eşkera û bisteh got ku, “gava yek dixwaze tiştekî bikirre [li ser axa Brezîlya’yê], divê Brezîlya li wê derê amade be ji bo firotinê.”

Ji cerga yekem dewra desthilata xwe, pirrî caran digel komeke karsazan, sêsed û heştê û neh rojên xwe li derveyî welatî buhurandin(ii). Di menûyê de Amerîka ya Latîn ji bo girîngiyê di rêza yekem de cihê digire, herwiha gewrewelatên başûrî yên di geşedanê de –Efrîqa’ya Başûr, Hindistan, Çîn, Rûsya…– û herêmên ku elîtan ji berê ve piştguh kirine, wekî Amerîka ya navendî, Efrîqa û Rojhilata Nêzîk jî hene.

Sala 2005’an, berî ku sala paştir li Abujaya Nîjerya’yê digel welatên Efrîqa’yê bicive, Brazîlya’yê bo cara yekem pêşwazî li dîwana Amerîka ya latîn/welatên erebî kir û rê neda Dewletên Yekgirtî ku doza rola çavdêriyê dikir di wê civînê de.

Qesra Itamaraty’yê, ku cihê rêveberên Brezîlya’yê ye, serê pêşî baş tênegihişt bê çi diqewimî. Tercîha dîplomatan, ku bêtir parêzkar û ji çîna elît in, bi eşkereyî digel wan paytextan bû ku li Brezîlya’yê jê re “xeleka Elisabeth Arden” dibêjin û ku qest jê paytextên “nayab” bûn: Roma, Paris, London, Washington. Karsaz û patron li rexê xwe ve çepikan lê didin: Ev polîtîka rêyê li ber kawdan û berfirehbûna şirketên pir-neteweyî yên Brezîlya’yê vedike. Şirketa hîdrokarbûran Petrobras, ya madenan Vale, serkêşên sektora avadaniyê Odebrecht û Camargo, lîderê goştî JBS Fribol, yê goştmirîşkê BRF, balafirsaz Embraer, banka Itau, herwiha bi sedan hilberînerên alkola etîlîk, yên soyayê…şahidî lê kirin bê ka çawa îxracata wan an jî veberhênanên wan ên li derveyî welatî çend beramber zêde bûn.

Piştî peydakirina kanên petrolê yên mezin li deryayên welatî, karê Brezîlya’yê yê îxracatkirinê her firehtir dibe. Li rexê din, Pekîn’ê deh milyar dolar bi deyn dane Petrobras’ê da ku di paşerojê de hîdrokarbûrana wê teqez dabîn bike. Îsal bo cara yekem, Çîn bû mezintirîn muşteriyê berhemên brezîlî, û bi vî rengî Dewletên Yekgirtî li dû xwe hişt.

Lê belê karûbarên siyasî û bazirganî herî baş dîsa her li Amerîka ya Latîn bi pêş ve diçin. Herî zêde brezîlî sûd û xêrê ji bilindbûna daxwazan ya li Venezuela ya cîran werdigirin. Di demekê de ku xelkê feqîr ê Venezuela’yê li wir derfeta tiştkirrînê –goşt, şîr, hûrde-amrazên elektronîk, hwd.– peyda dike, Caracas [paytexta Venezuela’yê], ji ber nebûna sektoreke kêrhatî ya çandinî û endûstriyê, mecbûr e gelek pêwîstiyên xwe ji Kolombiya’yê, û çaxê peywendiyên digel Bogota’yê aloz dibin, ji Brezîlya’yê îthal bike. Şirketa brezîlî Ambevê hay jê heye ku divê bi hişyarî tevbigere da ku li Arjantîn’ê xelk pê nehise ku wê marka Quilmes, bîraya efsanewî, kiriye. Hilberînerên goştî yên serekî li herêmê ketine bin perr û baskên brezîliyan, her wekî ku li Urugua’yê jî qewimî, lê belê li Urugua’yê sektora birincê jî ketiye destê brezîliyan. Li Bolîvya’yê, şirketên brezîlî, bi rêya bazirganiya soya û xazê, li ser ji pênc paran yekê ekonomiyê zal in. Li Urugua’yê, erdên adan ên parêzgehên wekî Alto Parana, San Pedro, Concepcion, Amambay y Canindeyu yê bi soyaya brezîlî hatine dadan. Banka Neteweyî ya Geşedanê (BNG)(iii) ya Brezîlya’yê, li her derê, bi piştgiriya xwe ya darayî, digel şirketên brezîlî amade ye. Bi ya Matias Spektor, profesorê peywendiyên navneteweyî di Weqfa Getulio Vargas de li Rio de Janeiro’yê, “siyaseta Brezîlya’yê ya bazirganiyê ne tenê xwedanê wê armancê ye ku neteweyeke dewlemendtir durist bike, lê herwiha neteweyeke bihêztir.”

Ev rewş dibe binasê nerihetiyan. Brezîlya ya ku fêr bûye xwe wekî “dêwekî dilovan” pêşkêş bike, carinan bi emperyalîzmê tê tawanbarkirin. Ev tohmet ji layê Arjantîn’ê tên ku gazindan dike ji lehî û nijdeya berhemên endûstriyel [-ên brezîlî]; ji layê Ekvador’ê tên ku li wê derê Odebrecht [şirketeke brezîlî] bi qelpezaniyê tê tawanbarkirin; ji layê Bolîvya’yê ku li wê derê, gewre-sermayedarên brezîlî yên li deverên rojhilatî bicihbûyî, hevalbendiya xwe ya digel muxalefeta li dijî hikûmeta Evo Moralesî bi eşkereyî nîşan didin. Lula da Silva, ji bo xatirê ragirtina peywendiyên dostane û cîrantiyeke baş, gelek caran navbeynkarî kiriye. Ev hewlên wî yên aştkirinê, herî zêde bi pênawê hevahengiya herêmî bûn, û bi vî rengî, li ser rayedarên hikûmeta xwe qedexe dikir ku dest bavêjine wan tedbîrên tolhildanê yên ku çapemeniyê teşwîq dikirin.

Ji cerga çalkirina projeya Devera Danûstandina-Azad a Amerîkiyan [DDAA, bi spanî ALCA], ku li ber dilê Waşîngton’ê pir hêja bû, hevahengî û rêkeftina Amerîka ya Latîn bûye rehendeke siyaseta Brazîlya’yê. Lula da Silva bi bîr tîne ku, “berjewendiya Brezîlya’yê herî zêde di wê hindê de ye ku cîranên wê saxlem bin, ne ku bibe cîranê welatên ji ber qeyranên civakî û siyasî nazik û feqîrketî.” Ev qenaeta wî di 2006’an de eşkere dibe gava ku li hember biryara Morales ya miletîkirina zeviyên xaza Bolîvya’yê ku Petrobras’ê li ser kar dikir, got ku biryareke “serwer” e; herwiha, wî ew baweriya xwe di demekê de eşkere kir ku hinekan xurtî li hikûmetê dikir ku hêzên leşkerî yên Brezîlya’yê bişîne da ku cewaba “qebeheta hikûmeta Bolîvyayê” bidinê(iv).

Brezîlya’yê herwiha dawî li dubendiya abadîn a digel Paraguay’a cîrana nazik jî anî, bi qebûlkirina gotûbêjkirina şertên –ku qet ne bi dilê Asuncionê [paytexta Paraguayê] bûn – birêvebirina Itaipu’yê, karxaneya dêwane ya duneteweyî ya hîdroelektrîkê li ser sînorê di navbera herdu dewletan de. Ev yek çakiyeke heyatî bû ji bo îstiqrara hikûmeta Fernando Lugo, ku ev yek wekî serkeftinekê li dijî cîranê xwe yê bihêz nîşan da.

Lugo û Morales elît û serkêşên Brezîlya û Waşîngton’ê nerihet dikin, lê belê ne bi qasî Hugo Chavez’ê Serokê Venezuela’yê, ku Lula pê re hevalbendiyeke saxlem bi rêk xistiye. Herduyan jî qebûl nekirin ku xwe di nav gotara “du çep” de asê bikin: ji wan du çepan yek, çepa xwedan-mesûliyet û nûjen, xemxurê hevkêşeyên aborî –ku Brezîlya serkêşiyê lê dike û Şîlî û Uruguay jî tê de cih digirin; Çepa duyê jî, çepa tundrew e, ku gelperwer û dij Amerîka ye û bi serkêşiya Venezuela û Kuba’yê, Bolîvya, Ekvador û Nîkaragua’yê di heman rêzan de bi cih dike. Gava ku medya berê xwe didine eşkerekirina dijatiyên di navbera du welatan de, serok Lula da Silva û Chavez hewl didin ku civînekê bi rêk bixin ji bo vekirina pirekê an jî ji bo danîna yekem kevirê karxaneyekê, hêcetek ji bo peyamdanê bi rêya kamerayên sertaserê cîhanê. Gava Chavez bi otoriteriyê tê tawanbarkirin, Brasilia [paytexta Brezîlya’yê] di bersiva xwe de balê dikêşe ser pabendiya xwe ya digel Bazara Hevbeş a Başûrî (Mercosur).

Hevpeymaniya du welatan di heman demê de kilîla wan saziyên serekî yên Amerîka ya Latîn e ku di van çend salên dawî de pêk hatin. Ya ji hemiyan girîngtir, Yekîtiya Amerîka ya Başûr (Unasur) ku di gulana 2008’an de li Brasilia’yê hate avakirin, dazdeh welatên herêmê dicivîne û armanc lê ew e ku cihê Rêxistina Dewletên Amerîka’yê (RDE) bigire ku bi binkeya xwe ya li Waşîngton’ê, ev rêxistina navborî, pabendbûna digel Koşka Spî temsîl dike. Saziya ku hêj saxlem binecih nebûye, bi xêra tedaxula desteya bergîriyê, nerihetî û dubendiyên di navbera Ekvador û Kolombiya’yê (v) de aşt kirin û bi dîsa-pesendkirina meşrûiyeta Moralesî di Îlon’a 2008’an de, dawî li wan hewlên têkder ên muxalefeta Bolîvya’yê anî. Herdu caran jî bêyî tedaxula Waşîngton’ê.

Herwiha, Brezîlya’yê bi rêya Unasur’ê dijatiyeke pir tund da ber xwe li dijî bicihkirina heft binkeyên leşkerî yên Dewletên-Yekgirtî li Kolombiya’yê. Bi ya Brasilia’yê, dubendiyên herêmê divê bêyî tedaxuleke derekî bêne çareserkirin. Ji ber heman sebebî ye ku Lula da Silva, Dewletên Yekgirtî şermezar kir gava ku dewleta navborî di Nîsan’a 2008’an de biryara veçalakkirina fîloya IV ya hêzên deryayî yên Amerîka’yê girt ji bo asayîşa li deryayên Amerîka ya Başûr û Karayîban. Lê belê, dubendiya di navbera Brezîlya û Dewletên Yekgirtî de bi rengekî herî eşkere li ser dosyeya Honduras’ê derkete mexderê. Çer ku derbeya [kudeta] 28’ê Hezîran’ê pêk hat, Unasura yê xurtî li rayedaran kir ku Manuel Zelaya dîsa vegere li ser desthilatê û heta dawiya dewra hukmê xwe li serokatiyê berdewam be. Gava, di 21’ê Îlon’a 2009’an de, serokdewletê bêdesthilatkirî xwe sparte balyozxaneya Brezîlya’yê, Lula da Silva xwe di rêza pêşiyê de dît. Bi ya Aurelio Gracia yê bihêrs, “Brezîlya’yê bi hemû şiyana xwe hewl da, lê belê hêza Brezîlya’yê, li çav ew tiştên ku Dewletên Yekbûyî dikaribû bikirana pir kêm in. Heke ew hêza xurtîkirin û zextan li ber destê me hebaya, me dê ji vê zêdetir bikira.”

Hêrs û nerihetî dawiya meha mijdarê bêtir aziriya, gava ku Barack Obama nameyek şand ji hevpîşeyê xwe yê brezîlyayî re ku tê de biryara xwe ya naskirina hilbijartinên hikûmeta derbeyê yên 29’ê Mijdar’ê û herwiha ew helwêstên xwe meşrû dikirin yên derheqê gotûbêjên RCB û civîna Kopenhag’ê de, ku Brezîlya’yê bi eşkereyî rexne li wan helwêstan digirtin. Nameya ku çend roj berî serdana Ehmedînejad bo Brezîlya’yê hatibû şandin, herwiha bala serokê Brezîlya’yê dikêşa ser îhlalên mafê mirovan li Îran’ê pêk tên û xetereyên bernameya wê ya nûkleer.

Lula da Silva aciz e ji wê helwêsta dewletên xwedanê çekên nûkleer û jixwe navê durûtiyê lê dike. Serê meha kanûnê, da Silva di beyanekê de diyar kir ku, “ji bo ku yek wî mafê exlaqî di xwe de bibîne ku xurtiyê li yên din bike [da ku çekên nûkleer çênekin], serê pêşî divê ev welat bi xwe dest ji wan çekan berdin” û bi bîr anî ku destûra Brezîlya’yê duristkirina wan bombeyan bi eşkereyî qedexe kiriye. Hevkarên nêzîk ên serokî diselimînin ku bi ya Brazîlya’yê, mafê Îran’ê ye ku bikare teknolojiya nûkleera sîvîl bi pêş bixe. Heye ku qedexeyeke bi vî rengî bibe nimûneyeke xeternak bo Brezîlya’yê.

Lula da Silva rik lê girtiye ku welatê wî têkeve nav Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY), herwiha pir ji sazkariyên Fona Navneteweyî ya Darayî (FND-IMF) aciz e, ji ber ku gewre-welatên di geşedanê de bexş û tevkariyeke girîng tê de dikin, lê belê mafê wan ê dengdanê di asteke pir sembolîk de dimîne. Her ji ber vê yekê bû ku, di 2004’an de, piştî Serokdewlet Jean-Bertrand Aristide hate derkirin, fermandariya baskê leşkerî yê hêzên aştiyê yên NY li Haîti’yê pejirand, û bi vî rengî di nav “hewşa mezinan” de cihê xwe girt.

NY pêçan li wî dişidîne ku zêdetir leşkeran bişîne bo wezîfeyên dabînkirina aştiyê. Lê belê, ji nebûna reformeke berfireh a sazûmanî, fermandarên brezîlî red dikin digel hêzên aştiyê yên NY’yê biçin cihên mîna Darfour an jî Kongo’yê û li wan deverên ku tu kontrola wan li ser nîne asê bimînin.

Di destê Serokê Brezîlya’yê de karteke din jî heye: Têketina welatê wî di gotûbêjên li ser aştiyê de li Rojhilata Nêzîk. Dawiya meha mijdarê, Lula da Silva ne tenê Ehmedînejad, lê belê herwiha Serokê Îsraîl’ê Şîmon Perez û Serokê Filistîn’ê Mehmûd Ebbas jî qebûl kirin. Rêveberê Enstîtû ya Lêkolînên Amerîka ya Latîn li Zanko ya Colombia’yê Thomas Trebatê wisa bawer dike ku, “Brezîlya’yê nîşan da ku bi temamî meyldara Dewletên Yekgirtî nîne, lewma dikare wekî axêver û muxatabeke durist bê dîtin.” Lula yê xwedan-cezabet, careke din hêvîdar e ku behreya wî ya muzakerevaniyê deriyên nû li wî veke da ku Brezîlya’yê bike hêzeke mezin.