Burkay: Ez ji lihevkirina hikûmet û Ocalan kêfxweş im !

Rojnameya Le Monde diplomatique kurdî ku bi hejmara xwe ya 41ê derket pêş xwendevanan bi boneya ’’Pêvaoja Çareserîyê’’ cîh dide rêzehevpeyvînan. Piştî hevpeyvîna bi Hevserokê BDPyê Selahattin Demirtaş re, me xwest em cîh bidin nêrîn û dîtinên Serokê Partîya Maf û Azadîyan Kemal Burkay. Burkay, hem kêfxweşî û hem jî metirsîyên xwe yên der barê ‘pêvajoyê de bi me re parve kir. Burkay, banga Abdullah Öcalan ku di 21ê adarê de li Amedê hate eşkerekirin çawa pêşwazî dike? Ji pêvajoyê çiqas hêvîdar e? Endîşeyên wî çi ne? Li gor Burkay, helwesta Abdullah Öcalan ya li hember AKPyê çima guherî? Vekişîna PKKyê ya derveyî sînor çawa dinirxîne? Ji bo bersiva van û hin pirsên din ku tên meraqkirin me pirsî birêz Burkay bersivand.

Di van demên dawîyê de tekilî û hevdîtinên dewleta tirk û Ocalan cardin dest pê kirin. Ocalan, di vê çarçoveyê de bername û nexşerêyek nû da eşkerekirin. Wekî cenabê we jî ji nêzîk ve dişopîne, ev yek di çapemenîyê de jî tê gengeşîkirin. Hûn vê prosesê çawa dibînin? Hêvî û bendewarîyên dewlet û PKKyê ji vê pêvajoyê çi ne?

Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan dibêje bi vê pêvajoya teze hêvî û nîyeta wan ew e ku PKK çek berde û ev şer bigihê dawî. Ango ji bo bedêla çekberdanê hikûmetê ji Ocalan û PKKyê re tiştek vaad nekirîye. Ger kiribe jî ne xuya ye. Bi çekberdanê hêvîyên PKKyê çi ne, divê meriv li nameya Ocalan û gotinên berpirsîyarên PKKyê binêre. Di nameya Ocalan de agahîyek tune ku wî û dewletê li ser çi li hev kirine. Tiştê ku berpirsîyarên PKKyê yên sîyasî û eskerî dixwazin jî ev e ku di dema vekişînê de ji welat ber bi dervayî sînor, da ku xisarek çê nebe, divê Parlamentoya Tirkîyeyê tevdîrên qanûnî bistîne.

Kîjan faktorên hundir û derve bûn sedem ku Ocalan û dewleta tirk cardin dest bi hevdîtinan bikin?

Wekî hûn jî zanin, Pêvajoya Osloyê bi berpirsîyarên PKKyê re bi destê MITa Tirk veşartî dihate meşandin. Lê ew hevdîtin û naveroka wê eşkere bû. Hingê hêz û kesên mixalif gelek êrişî hikûmetê kirin, ango bo vê hevditînê ew gunehkar kirin. Hikûmet jî aciz bû û ew Pêvajoya Osloyê giha dawî. Lê hikûmeta Erdogan vêcarê bi rêya Ocalan hevdîtinên veşartî dubare kir.

Hikûmetê, di dema grevên birçîbûnê yên KCKyîyan de cêriband û dît ku tesîra Ocalan li ser rêxistinê hîn gelek xurt e. Helbet berê jî hayê xwe ji vê yekê hebû. Lê heya du-sê salên dawî tesîra leşkeran (bi taybetî yê Ergenekoncîyan) li ser Ocalan gelek xurt bû. Hikûmetê bi rêya doz û dawayên Balyoz û Ergenekonê, tesîra leşkeran şikand û karî bigihê Ocalan, pê re bide bistîne. Ocalan jî ku berê digot hertişt di destê leşkeran de ye û tu qîmeta civata siwîl tune, dît ku leşker ji hêz ket, êdî nikare dest dayne ser hikim û gor kêfa xwe bike, hingê helwesta xwe guherand û bi rêya MITê bi hikûmetê re da û stand.

Hûn di vê pêvajoya nû de ji bo kurdan kîjan xetereyan dibînin? Di derbarê alîyên erênî û neyînî yên vê prosesê de hûn dikarin ramanên xwe bi me re parve bikin?

Xuya ye hikûmet û Ocalan li hev kirine ji bo sekinandina şer û çekberdana PKKyê. Ez ji vê yekê kêfxweş im. Ji ber ku bi salan e ez di wê bîr û bawerîyê de bûm ku ji şerê PKKyê tiştekî baş dernakeve. Rêberîya PKKyê ta ji destpêkê gelek tiştê şaş kirin, êrişî hêzên welatparêz û şoreşger yên Bakur kir, gelek caran şerê kurdên Başur kir. Her wisa jî, ji ber ku rêxistineka ne demokrat bû, di nav rêxistinê de jî gelek heval û hogirên xwe êşand û kuşt. Li dawî jî Kurdistan ser û bin bû, gelê kurd bedêlek mezin da û tiştek bi dest neket. Bi ser de jî îro şer bûye asteng li ber çareserîyê, li ber sîyaseta kurdan bi xwe. Bona vê yekê sekinandina şer û çekberdana PKKyê, bi taybetî ji bo kurdan tiştekî baş e. Bi vê yekê sîyaseta kurdan ji zext û zora silehên PKKyê dê xelas be, normalîze be; heya BDP bi xwe jî bikaribe bi rehetî sîyasetê bike, çav û guhê xwe her dem nede ser Îmralî û Qendîlê, gor kêfa wan sîyaseta xwe û helwesta xwe neguhure…

Lê meriv nikare bêje ku tenê bi vê yekê, ango bi nemana şer, pirsa kurdan çareser dibe û aştî ava dibe. Niha hikûmet û beşekî xurt ji medyaya tirkan bayekî wisa dimeşînin, weki PKK dev ji sîlehan berde û vekişe wî alîyê sinor, hertişt dibe gulistan. Wisa xuya ye ku, PKK û hevalbendên xwe jî dixwazin vê pêvajoyê di alî xwe de wekî serketineka mezin bidin nîşandin û bibêjin “me şer kir va ye aştîyê jî dikin…”

Belê dev ji sîlehan berdan gavekî mihîm e di rêya çareserîyê de, lê têrê nake. Pirs ne tenê PKK û sîlehên wê ne. Berî PKKyê pirsa kurdan hebû û eger sîleh bêdeng bin û PKK ji holê rabe jî pirsa kurdan dîsa wê hebe. Ji bo çareserîyê divê hemû mafên gelê kurd bêne naskirin. Çareserî li ser esasê wekhevîyê dibe. Bi raya partîya me (HAK-PAR) ev yek federalî ye. Ango kurd divê li herêma xwe Kurdistanê karên welatê xwe bi destê xwe bi rê ve bibin; ango parlamento û hikûmeta wan ya herêmî hebe; divê zimanê kurdî bibe zimanê duyem yê fermî li Tirkîyeyê. Divê destûra bingehîn ya teze (Makezagon) rê û cih bide vê guhertinê.

Piştî yan jî tevî sekinandina şer û dev ji sîlehan berdanê, divê ev gavên bingehîn bêne avêtin. Çareserî ev e û aştîya rastî jî ev e.

Piştî eşkerebûna van hevdîtinan hêzên wek PKK an BDPyê bi we re têkilî danîn û di derbarê naverokê de hûn înforme kirin gelo?

Hevserokên DTK (Kongreya Civatî ya Demokratîk) Ahmet Turk û Aysel Tugluk li Dîyarbekirê hatin dîtina HAK-PARe û bi heyeteka me re rûniştin, di derheqa vê pêvajoyê de agahî dan.

Di vê çarçoveyê de bername yan jî projeyên we çi ne? Hûn dê wekî HAK-PAR helwêsteka çawa bigirin?

Sîyaseta partîya me zelal e. Em dixwazin şer bisekine û PKK bi temamî dev ji sîlehan berde. Her wisa jî, çawa min li jorê got, tevî sekinandina şer û piştî wê gavên ji bo çareserîya pirsa kurdan bêne avêtin.

Lê li ser metoda devberdena PKKyê ji çek û sîlehan raya me cûda ye. Hikûmetê berê digot bila hêzên çekdar yên PKKyê vekişin wî alîyê sînor. Vê dawîyê jî dibêje bila çekên xwe berdin û herin… PKK jî dixwaze vekişe, lê ji bo vê yekê hin tevdîrên qanûnî dixwaze. Em dibêjin ev yek şaş e. Yên ku sîlehan berdidin çima vekişin wî alîyê sînor? Gelo “wî alîyê sînor” erdê bêxwedî ye? Him jî, madem ku lihevhatinek heye, şer disekine, çima ew kes bi serbestî venagerin mala xwe?

Berpirsên hikûmetê berê digotin “bila dev ji sîlehan berdin, ji çîyê dakevin, werin bi serbestî sîyasetê bikin.” Niha çima li gor wê nekin? Bi raya me, ya rast ev e. Divê yên dervayî welat jî bi serbestî bikaribin werin. Ango dema rêya şer tê girtin divê rêya sîyasetê vebe. Tevdîrên qanûnî jî divê ji bona vê yekê bêne girtin.

Dema em îro li bakurê Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku ji bilî girseyên gel yên ku di bin tesîra PKKyê de, potansîyelek din ya gel heye. Herweha em dibînin ku vê valahîyê AKP, tevgera Gülen û hêzên îslamî ji alîyê sîyasî û civatî ve dadigirin. Çima di serî de HAK PAR û hêzên din yen kurdî tesîr li ser van girseyan nakin? Tu plan û bernameyên we ji bo dagirtina vê valahîyê hene?

Belê rast e, hemû kurd ji sîyaseta PKKyê ne razî ne û ne bi PKKê re ne. Piranîya kurdan pişt û deng didine partî û cimaetên dinê. Lê sebebên vê hene. Ev şerê 30 salî kurd kirin du beş. Hinek li dora PKKyê kom bûn, hinek li hemberî wê, li cem dewletê û hikûmetê. Li dervayî van herdu alîyan jî potansîyeleka kurdan ya welatparêz heye û ne piçûk e. Lê mixabin ev potansîyel ne yek e, bela wela ye. 12ê Îlonê û 30 salê ku bi şer derbas bû tevgera kurdan ya welatparêz gelek êşand, gelek xisar dayê. Ji bo yekîtîya hêzên welatparêz li ser sîyaseteka rast me gelek kar û xebat kir. Ev HAK-PAR bi xwe jî berhema vê kar û xebatê ye ku 11 sal berê ava bû. HAK-PAR partîyeka legal û demokrat e û azadîya gelê kurd û civateka demokrat ji xwe re kirîye armanc. Hemû kurdên welatparêz, çi lîberal, çi sosyal demokrat, çi sosyalîst, heya îslamî dikarin tê de kar bikin. Ango partîyeka pirrengî ye. Lê ji bo vê yekê hem divê ew kesên ku doza azadî û demokrasîyê dikin, yekîtîyê dixwazin, tenê bi gotinê nemînin, mil bidinê, bên nav refên HAK-PARê kar bikin; him jî zeman lazim e. Ez bawer im ev dem hatîye, xelkê welat roj bi roj HAK-PARê nas dike, jê re nêzikahî nîşan dide û sîyaseta kurdan ber bi normalîzebûnê ve diçe.

Li Rojhilatê Navîn serûbinbûnek heye. Rewşa Herêma Kurdistanê ya de facto tê zanîn. Têkilî û danûstandinên we yên bi Herêma Kurdistanê re di çi astê de ne? Li ser siberoja Kurdistana Sûrîyeyê hêvîyên we bi çi rengî ne? Li parçeyê Kurdistana Rojhilat/Îranê bêdengîyek balê dikşîne. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Pêwendîyên me bi Herêma Kurdistana Başûr re baş in. Par payîzê tevî hevalan me seredana herêmê kir, Serok Mesûd Barzanî û sîyasetmedarên dinê dîtin. (Hingê Mam Celal li Ewrûpayê bû.) Nîyeta me heye îsal jî serdana herêmê bikin.

Li Sûrîyeyê şerekî germ heye ku welat ser û bin kir û bû sedema mirina bi sedhezaran û koçberîya bi mîlyonan. Lê çiqas dirêj bike jî ev şer bibê nebê ew dê bigihê dawî û dîktatorîya heyî hilweşe. Lê piştî wê dil dixwaze, diktatorîyeka teze ava nebe, Sûrîye bibe welatekî federal û demokrat. Kurd jî li herêma xwe karê xwe bi destê xwe bi rê ve bibin.

Kurd, çiqas ji dest wan hat li dervayî vî şerî man, lê dîsa ew jî zirarek mezin dibînin. Di nav partîyên kurd yên Rojava de cepheyek heye lê pêwendîyên wan li gor dil û daxwaz nameşe, wisa xuya ye ku PYD guh nade peymana navbera wan û ENKSyê û dixwaze hikma xwe li vî parçeyî dayne. Helwesteka weha ji bo aramî û dahatîya herêmê xeter e. Divê di nav partîyên kurdan de hem yekîtî hem jî pêwendîyên demokratîk hebin. Da ku ew bikaribin azadî û demokrasîyê bînin herêma xwe.

Rojhilatê Kurdistanê di salên borî de ji bo azadîyê kar û xebateka baş kir û bedêleka mezin da, lê îro bêdeng e. Bi raya min ev “Bihara Ereban” piştî Sûrîyeyê ew dê tesîra xwe li Îranê jî bike û dê dor were vî welatî jî. Telaşa Îranê ji bo Sûrîyeyê ji ber vê ye. Bibê nebê xelkên Îranê jî ji bo azadî û demokrasîyê dê li dijî rejîma dîktator û kevneperest bi xurtî rabin û hêvîdar im kurd li vî welatî jî bigihên azadîya xwe.

We demekê biryar dabû ku hûn ji sîyaseta aktîv dûr bikevin û cihê xwe ji nifşê nû re bihêlin, lê hûn vegerîyan Tirkîyeyê û bûn serokê HAKPARê. Sedemên vê yekê çi bûn gelo?

Ez deh sal berê ji serokatîya Partîya Sosyalîst ya Kurdistanê vekişîm, lê ne ji sîyasetê. Wekî tê zanîn, piştî wê jî aktîf bûm, min li ser babetên sîyasî her nivîsand, li derveyî welat tevî gelek civînan bûm û konferans dan. Lê bi rastî nîyeta min tune bû ku cardin bibim serok yan jî rêveberê rexistinekê. Lê min li derveyî welat jî piştgirîya HAK-PARê dikir û digot, ger vegerim welat, ez dê bibim endamekî sade yê HAK-PARê û alîkarîya hevalan bikim.

Piştî vegera welat rewş guherî. Min dît gelek heval û raya giştî, ji bo çareserîya pirsa kurdî û ji bo aştîyê ji min kar û xebateka aktîftir hêvî dikin. Hingê min jî pêşnîyara xwe da ku rola xwe bilizîm, çiqas ji dest min hat di refê pêşîn de sîyasetê bikim. Xuya ye berpirsîyarîya karên gel û welat pêsîra me bernade û em sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, heya ku gel ne azad be û hewcedarî me be, divê ji vî karî nerevin.

Hûn salên dirêj serokê partîyekê bûn ku ji hêla sîyasî ve qedexe bû. Niha jî hûn serokê partîyeka legal in. Gelo kîjan ji wan zehmettir e, hûn dikarin ji kerema xwe miqayese bikin?

Ger meriv bi dil û can kar bike, herdu jî zehmet in, tê de pir westan û serêşî hene. Min, çend sal berê di çarîneka xwe de wisa gotibû:

Rêberî ne hêsan e, ey mervê delal, bi êş û jan e

Karkir û hoste, hunermend e ew, bi dil û can e

Li ber qirş û qal, li dest gêzîyek, bimal ha bimal!

Tim li pê, tim li rê divê, li pişt barekî giran e

Lê her wisa jî, gava meriv karekî baş bike dil rehet e û gava berhemên wê bistîne gelek kêfxweş dibe.