Çalakiyeke nav-parzemînî

Translator

Bankeya Afrîkî ya Pêşxistinê (BAD) ji welatên ku hilberînên wan ên navxweyî, ji bo her hemwelatiyekî, ji 1050 dolarî birut (773 Euro) derbas bibe alîkar dibe. Fona Afrîkî ya Pêşxistinê (FAD), alîkariyên xwe ji bo welatên ku hilberîna wan, ji bo her hemwelatiyekê, di bin 540 dolarî (397 Euro) de ye rezerve dike. Di sala 2008’an de Misir, Tûnis, Fas, Afrîka’ya Başûr, Uganda û Gana ew welatin ku ji Koma Bankeya Afrîkî a Pêşxistinê herî zêde alîkarî wergirtin. Ev Kom (GBAD) ji BAD’ê FAD’ê û Fona Taybet a Nîjeriya’yê çêdibe . Alîkariya ku van şeş (6) welatan wergirtin bi giştî dikir du (2) mîliyar dolar, lê belê wê salê bi tevahî 3 mîlyar dolar ji bo 53 welatên afrîkî hatibû veqetandin. Tenê Misir, Tûnis û Fas’ê ji 800 milyon dolarî zêdetir alîkarî wergirtibûn.

Welatên Magreb’ê û Misir’ê ji bo projeyên rê, avê û hawîrdorê û her weha yên hilberîna enerjiyê, bi taybetî yên neftê dihên piştgirîdan. Afrîka’ya Başûr ji alîkariya BAD’ê sûdê werdigire ku ew bikaribe ji Standard Bank of South Africa û ya Nedbank Ltd’ê qirêdiyê bistîne.

Magreb û Misir bingeha aboriya xwe li ser neftê, tûrîzmê û tekstîlê çêdikin. Afrîka’ya Başûr jî bingeha aboriya xwe li ser dewlemendiya xwe ya zêr, platîn, elmas û ji demeke nêzîk ve jî ya neftê çêdike. Alîkariya bi armanca pêşxistina van welatan ji bo BAD’ê û piraniya rêvebirên wê balkêş e, heman rêvebir hevkarên aborî yên van welatan in. Wekî mînak, Fransa welatê yekem ê biyanî ye ku li Fas û Misir’ê kar dike.

Uganda û Gana alîkariya FAD’ê distînin. Alîkariya ku Uganda ji heman saziyê werdigire, ji ber projeyên wê yên sebaret bi hilberîn û belavkirina enerjiyê û her weha yên ji bo nûkirina dezgehên cotkariyê û yên perwerdehiyê ne. Gana jî ji ber bernameya kêmkirina xizaniyê ji FAD’ê alîkariyê werdigire. Ev her du (2) welat, ji bo welatên afrîkî yên herêmên rojava malên wekî neft, paxir, kobalt, qehwe, ji bo welatên rojhilat afrîkî jî yên rojhilat jî zêr, elmas, boksît, alûmînyûm û qaqao hildiberin. Di sala 2008’an tu welatekî Afrîka’ya navîn, ne jî tu fîrmeyeke wan, ji heman saziyê alîkariya aborî wernegirtin. Ev rewş bi nebûna seqemgiriyê dikare were şîrovekirin.

Welatên bakurê Afrîka’yê û welatên xwedî dewlemendiya binerdî ya wekî neftê ne, bi dolarên BAD’ê û yên FAD’ê hatine avdan û her weha ew, di dîroka xwe de, ji bo Koma BAD’ê tim bûne xwediyê ciheke taybet. Ji çil (40) salan vir ve, ji % 30 alîkarî ji bo Magreb’ê û Misir’ê hatiye veqetandin. Di serî de Fas dihê, pişt re jî Tûnis, Misir, û Cezayîr dihên. Ji sala 1967’an û vir ve Afrîka’ya Rojava ji %22’yê alîkariyê werdigire. Nîjerya, Gana, Côte d’Ivoire (Beravên Ivoire) û Malî, ji ber dewlemendiyên xwe yên neft, zêr, elmas, boksît, qehwe û ên qaqao, di vê herêma jêrîn de bûn welatên sereke.

Bi rêya rapora xwe ya sala 2008’an, GBAD diyar dike ku ew ê hewlê bide ku xizaniya ku li 53 welatan heye kêmtir bike û her weha ew ê tev li xebatên ji bo pêşxistina wan, a di warê aborî û civakî de, bibe. Ji bo ew bigihîje vê armancê, heman Koma BAD’ê giraniyê dide ser welatên pêşketî yên perzemîna Afrîka’yê û her weha ser welatên ku bikaribin zêdetir fînansorên biyanî bikişînin.

Di nava konseya rêvebir a BAD’ê de, mafê dengan bi ya hebûna welatan û ya aboriyê ku di nava BAD’ê de heye, hatiye parvekirin. Dê were zanîn ku welatên afrîkî (ên ku wekî endamên herêmî hatine naskirin (PMR)) xwediyê ji %60.31 dengan in, welatên din jî tenê xwediyê ji %39.69 dengan in. Ji aliyê din de, her welat bi ya giraniya xwe di nava komên binî de jî cih digirin. Dîsa, di sala 2008’an de, Afrîka’ya Başûr, ku xwediyê cihê pêncemîn e di nava rêvebiriya BAD’ê de ( di nava konseya rêvebir a BAD’ê de xwediyê 99 890 dengan e) di koma 2’emîn de, ên herî bibandor de, cih digire. Her weha, Misir rêvebirê çaremîn e, (xwediyê 112 454 dengan e) di nava koma 10’emîn di nava rêvebiriya BAD’ê de Nîjerya xwediyê cihê herî bibandor e, (xwediyê kapasîteyeke 193.802 dengan e, di nava koma 1’emîn de cih digire), piştî wê Dewletên-Yekgirtî (xwediyê kapasîteyeke 140.749 dengan e, û di koma 8’emîn de cih digire) û Japonya (xwediyê 120.025 dengan e û di koma 4’emîn de cih digire) dihên. Almanya, Cezayîr, Lîbya, Fransa, Kanada û Côte d’Ivoir di rêza şeşan heta ya dehan de cih digirin.

Wergera ji fransî:
Ahmet Dere

Çavkanî

Rapora salane a 2008’an ya Bankeya Afrîkî ya ji bo Pêşxistinê. Tunis, 2009, http://www.afdb.org