Çar canên modela Îrlandî

Ji kêfxweşiya medyatîk ber bi pirsgirêkên civakî ve
Translator

Banqeya Natixisê henekê xwe pê dikir û digot "li Îrlandayê dîsa baran dibare". Dublînê bala xwe dayê ku bernameya wê tedbîran -ya ku diviya razîner qane bikirana- têkçûyina wê xurttir dike û dibe sedema ku bazar xeman jê bixwe. Şagirta keltîk ya baş bi vî awayî hindik maye ku weke Yûnanistanê topê biavêje û nikaribe deynê xwe bide. Modela îrlandî careke din jî parçe dibe, lê vê carê belkî nikaribe weke carên din bi mûcîzeyan jê bifilite.

Dema beriya çend hefteyan wezîrê bazirganî, pîşesazî û tûrîzmê yê Kolombiyayê çû serdana Wall Street Journal’ê, Îrlanda yek ji wan mijaran bû ku ez herî kêm li bendê bûm ku behsa wê bihataya kirin. Bi rengekî ku min gellekî matmayî bihêle, ev mijara pêşî bû ku wî behsa wê kir." Destpêka adara 2008’an rojnamevan Mary Anastasia O’Grady ecêbmayî pê dihesiya: "Bogotá ji nêz ve eleqeyê nîşanî modela îrlandî dide." (Wall Street Journal, 25’ê adara 2008’an. Lê belê gelo ev daxwaz û hewesa kolombiyayî ji dil bû?

Serokwezîrê Fransayê yê wê demê Jean-Pierre Raffarin bi kelecan digot "ez bi tenê awantajan di modela îrlandî de dibînim" ev "çîrokeke serketinê ya rasteqîn e" ku "peyamekê dide Fransayê" (Dublin, 24’ê gulana 2004’an). Saleke paşê, weşaneke fermî ya hukumeta Lîtwanyayê dida zanîn ku Vilnius (paytexta Lîtwanyayê) li pêşiya xwe weke armanc datîne ku "senaryoya mezinbûna aboriyê ya îrlandî li welatê xwe jî pêk bînin (1)." Hema pişt re partiya muhafezakar a Ingilistanê kar û barê xwe kir daku biçe "bişopîne ka li aliyê din yê deryaya îrlandî çi diqewime û jê fêr bibe." Di heman demê de li Jamaîkayê karsazan ji xwe dipirsî: "Em çi dersan ji serkevtina fenomenal a Îrlandayê derxin?" Hempîşeyên wan ên li Quebecê ji wan pêştir in: Îrlanda bêguman "modela herî li gorî" herêma wan e (2). Ji rastgirên Letonyayî heta bi Konseya Neteweyî ya karsazên macar, ji partiya komarxwaz a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta bi odeya bazirganiyê ya amarîkano-ûrûguayî li her deverê heman çavdêrî heye: "dem çi dibe bila bibe, herêma cografî çi dibe bila bibe, modela îrlandî stratejiyek e ku mumkin e ji bo welatên din jî bi kêr bê (3)."

Destpêka her tiştî dawiya salên 1990’î bû ku aboriya îrlandî bi lez û bez mezin bû: Di navbera 1994 û 2004’an de mezinbûna hilberîna welêt a brut (HWB) di ber hev de gihişte salê ji sedî 7’an. Ev rêjeya mezinbûnê du caran ji ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û sê caran ji ya herêma Euroyê bi leztir bû. Di çapemeniyê de li ber guh û çavên herkesî diket ku "mûcîze" piştî reformên "lîberal" çêbûye. Deh salan piştî ku welat mehkûmî "felaketê" kir (16’ê çileya paşîna 1988’an), kovara heftane The Economist’ê ev hukmê xwe sererast kir: "Îrlandayê bi awayekî ku cîh ji nîqaşan re nemîne, nîşan da ku" heger mirov hembêza xwe li "globalbûnê" veke "ev rêya herî bi lez a ber bi dewlemendbûnê ve ye" (15’ê gulana 1997’an).

Heger ji quncikên New York Times’ê heta bi yên le Figaro’yê, ji yên Wall Street Journal’ê heta bi yên Libération’ê girava zimrûdî (Îrlanda) bandora xwe li hemûyan dike, sedema wê ew e ku bi awayekî giştî qebûlkirî, "mûcîzeya îrlandî", ya lîberalîzmê derdixe pêş.

Çima na?

Di çileya pêşîna 1995’an de Fransî daketin qadan. Kovara Capital ji wan re rave dike ku li Dublinê "hevparên civakî (…) bi rola xwe rabûn" û "hilmek oksîjen dane şîrketan". Ji sala 1987’an û vir ve "hevpariyeke civakî" dewlet, karsaz û sendîka bi hev ve girê dan, armanca vê yekê ya sereke "girtina meaşan ya di nava pîvanan de" bû. Encam: "lêçûna kêm a li meaşan û sendîkayên nerm, îmaja ji berê ve ya welatekî gundan yê dest pê nebûyî, tune kir" (Le Point, 6’ê nîsana 1996’an). Lê belê hewldanên îrlandî ne bi tenê bi helwêsta wan a sendîkayî sînorkirî ye. Le Point’ê "siyaseta aboriya wêrek a ku jê hat ku bala şîrketên biyanî bikişîne" pîroz dikir (23’ê tebaxa 1997’an). Çawa? Baca li ser şîrketan daxiste % 10’an (4), ev rêjeya baca li ser şîrketan a herî kêm e li Ewropayê. Wekî din, komara Îrlandayê destûra "buhalêkirinên transferê (transfer pricing)" dide û ev jî dike ku şîrketên navneteweyî karên xwe li welatê ku di warê bacdayînê de ji bo wan herî baş e, hilbijêrin. Di vê qadê de tu kes bi Îrlandayê nikare: rayedarên wê tercîh kir " [bi vî rengî hatiye nivîsîn] erka xwe ya kontrolê betal bikin" (5).

Di pirraniya welatên ewropî de hunereke bi vî rengî dê rê li ber newekheviyê vekira. Ew dîsa jî bandora xwe li Brussels Journal’ê dike. Ji mêj ve "dengê muhafezakarên li Ewropayê" pirrcarî dike ku "bi kêmkirina bacan û burokrasiyê" mirov rê li ber mezinbûna aboriyê vedike: "Îrlanda nîşan dide ku ev mumkin e û dibêje ka divê çawa bê kirin jî" (25’ê çiriya paşîna 2005’an).Di van şert û mercan de şîrketên navneteweyî diherikin Îrlandayê. Di warê vegera welêt a kar de Îrlanda hilkişiya rêza bihuşta pêşî ya bacê ya cîhanê (cîhê wê li pêşiya Bermûdayê ye): ev karê li welêt vedigere digihîje heta bi % 20’ê HWB’yê. Di van şertan de aborîzan tercîh dikin karûbarên aborî yên Îrlandayê ne bi HWB belê bi Hilberîna Neteweyî ya Brut (HNB) bipîvin (6). Lewre, tevî piçûkahiya xwe (bi tenê % 1’ê serjimara ewropayê pêk tîne), ew ji çar paran pareke perelêrazandinên amerîkî yên girêdayî vekirina cîhên nû yên hilberînê, dikişîne. Hin welatiyên Fransayê jî vê rêyê didin ber xwe ku bernameya nûçeyan a kanala televizyonê France 2’yê, 22’ê hezîrana 2005’an, hevpeyvînek li ser weşand. "Afirînerekî dewlemendiyê" di vê hevpeyvînê de weha behsa welatê lê ji dayik bûyî dike: "zêde barên bacan hene! Pirr zêde ne barên bacan!" Rojnamevanek jî niherîneke din rave dike: "Li Îrlandayê bac pirr kêm in û hiqûqa wê ya civakî jî gellekî nerm e."

Dîsa jî di "nexşerêya îrlandî" de tu tiştê bi rastî jî îstîsnayî nîne. Bi xetên wê yên mezin – bi navê "bernameyên sererastkirinê yên strukturel" – ev nexşerê li ser welatên din jî hat ferzkirin; weke mînak li Amerîkaya latîn. Mirov ji vê demê û şûn ve çawa rave bike ku "modela lîberal" evqas "mucîze" neanîn dunyayê? Dibe ku sedema vê ew be ku mezinbûna aborî ya Îrlandayê zêde ne eleqedarî tercîhên bihevguherandina serbest (libre-échangiste) ên birêvebirên kelt be. Hin hêmanên din vê yekê bêhtir zelal dikin. Em ji azadbûna jinan a pêşverû dest pê bikin. Sala 1992’an amûr û dermanên ku pêşiyê li ducanbûnê digirin hatin qanûnîkirin. Vê yekê rê li ber kêmbûneke xurt a rêjeya çêkirina zarokan vekir. Jinên îrlandî bi awayekî girseyî ketin bazara kar û kapasîteyên hilberîner ên welêt ku heta hingê yên herî qels ên Ewropayê bûn, xurt kirin.

Ango mirov dikare "mûcîzeyê" bi telafîkirina "asayî" ya aboriyeke derengmayî jî rave bike. Em bi rengekî din bibêjin: mirov nikare bibêje ku Îrlandayê "sûd" ji sermayeya biyanî ya ku wê deriyê xwe lê vekiriye girt, wê bêhtir ji kapasîteyên mezin ên hilberînê ku bi buhayekî erzan hatin pêşkêşkirinê vê sermayeya biyanî sûd wergirt. Di heman demê de komara Îrlandayê dûçarî encamên her şêwaz hêdîkirina kar a mêvanên xwe bû. Wexta ji salên 2000’î û pê ve aboriya Amerîkayê giran bû, "pilingê kelt" qerisî.

Lê belê ji her pirsgirêkê re çareseriya wê ya mînak heye: ji aboriya Îrlandayê hat ku hilmeke din peyda bike û modela îrlandî jî karîbû jiyaneke duyem peyda bike. Weke li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dewletê destek da pêşketina krediyê, "ruhê vedîtinê" yê bankeyan û beriya her tiştî spekulasyona li ser milk. Buhayê avahiyan sê caran ji Fransayê bilindtir zêde dibin û avahîsazî bi carekê ve li her deverê peyda bûn. Tu eleqeya vê jî bi erza bazara aborî re nebû. Di demeke kurt de % 17’ê hatinên dewletê ji bacên sektora avahîsaziyê hat. Hîç ne xema IMF’yê bû. Di 2004’an de birêvebirên wê "performansên hê jî weke berê hêja yên aboriya îrlandî ya xwe dispêre polîtîk-ekonomiyên zindî pîroz dikirin" û digotin "ev polîtîk-ekonomî ji bo welatên din jî mînakeke kêrhatî ye (7)". Gelo para meaşên di nirxê zêdekirî de li gorî deverên din ên Ewropayê, berovajî newekheviyê – ku gurr bû – bi leztir kêm bû? Çi xem e: edîtorê ewqasî pîroz ku nabe ku mirov navê wî rake yê New York Times’ê Thomas Friedman alternatîfa ku li ber Fransa û Almanyayê ye bi kurtî weha rave dikir: "yan wê veguherin Îrlandayê, yan jî wê veguherin muzeyê" (1’ê tîrmeha 2005’an).

Em bi dewama wê dizanin. Dunya dê hêdî hedî noqî krîza malî bibe, aboriya Îrlandayê dê berjêr bigindire, borsaya Dublinê dê bi carekê bikeve. Sala 2008’an bêkarî % 85 zêde bû – zêdebûna herî xurt a li rojavayê Ewropayê – û hatina dewletê jî, % 13 kêm bû. Îrlanda bû dewleta ku pêşî kete dewra paşketina aborî. "Modelên" din bi kêmtir berdêldayînê derbasî nifşên siberojê bûn. Dîsa jî weke sîmirê lîberal ê ku xwe ji agirê xwe diafirîne daku dermanên xwe yên ji ziraran re ku ew bû sedema wan, ferz bike, "modela îrlandî" careke din ji mirina xwe bi xwe sax filitî û her weke berê, rêyê nîşan dide. Rêya siyaseta şidandî ya aboriyê. Di bin gopalê Dublinê de "xedariya" civakî xwe li dilpakiyê danî. Ev "eqlî selîmî" lê tê – lê belê êdî ev veguherî adetekê – ku "weke modela ji bo welatên din ên herêma euroyê bê dîtin" (Financial Times, 21’ê tîrmeha 2010’an). Mûçeyên karmendên dewletê hat kêmkirin (heta bi % 20’an), alîkariya malbatan % 10 hat kêmkirin, bi heman rengî ji tevahiya xizmetên civakî hat kêmkirin. Dema ku di sibata 2010’an de Ewropa hizir dike ku Yûnanistan divê di asketîzma butceyê de "gavên hê radîkaltir biavêje", helbet bi awayekî xwezayî Almanya şîretan lê dike … ku "weke Îrlandayê bike" (Reuters, 16’ê sibata 2010’an).

Di nîsanê de Komîsyona Ewropayê – ji nû ve – giravê pîroz dike: li mînaka baş a siyaseta şidandî ya aboriyê, modeleke "hevgirtina civakî" jî zêde dibe. Rast e ku hêrsa îrlandiyan xwe bi zor dide der. Nasnameya partiyên siyasî li dora mijara serxwebûnê pêk hatiye – yên ku ew dianîn hemberî hev; lihevkirina lîberal ew kirin yek. Sendîka, me dît ku fêrî dilpakiyên "diyaloga civakî" bûn. Xelkê welêt hê jî bi cudatiyên civakî yên katolîk/protestan re ewqasî mijûl e ku carinan girîngiyê bi cudatiyên çînên civakî tînin dijberî hev, nade. Koçberî – ya ku bi awayekî xurt ji nû ve dest pê kir (8) – êdî ji bo yên ku herî zêde nerazî ne, hêvî ye daku li deverên din jiyaneke çêtir ava bikin.

Ji nîsana 2009’an ve wezîrê maliyê yê Îrlanda Brian Lenihan bi van gotinan xwe bi xwe pîroz kir: "kapasîteya me ya ku em xwe li ber êş û azarê digirin, bandorê li hevkarên me yên li Ewropayê dike." Lenihan weha dewam dike: "heger li Fransayê ev yek bihataya ceribandin, wê xelk serî hilbidaya". Salekê pişt re, beriya ku butceya xwe ya siyaseta şidandî ya aboriyê eşkere bikin muhafezakarên brîtanî – ji hingê ve tevî hevgirên xwe yên demokratên lîberal desthilatdar in – ji nû ve berê awirên xwe zîvirandin aliyê din ê deryaya Îrlandayê: "nûnerên wezareta maliyeyê demeke dirêj bi rêya telefonê bi Dublinê re peyivîn daku (…) fahm bikin ka hukumeta koalîsyonê ya îrlandî çawa dikarî mesrefên xwe kêm bike, bêyî ku bibe sedema nerazîbûneke tûnd a civakî ku me li Yûnanistanê dît" (Financial Times, 23’ê gulana 2010’an).

Bi dû re, "modela îrlandî" ji nû ve kiras diguhere – jiyaneke çarem – ku kêm heyranan ji xwe re çêdike. Financial Times’ê 10’ê gulana 2010’an misoger digot "heke Îrlandayê weke ku kiriye tev negeriyaya, îhtîmal bû ku dawiya wê jî bibûya mîna ya Yûnanistanê". Bi tenê sê meh di ser re bihurîn û mafê Atînayê heye ku bibişire. Wall Street Journal’ê bi xwe tiştên ku wê bi xwe gotibûn sererast kir: "heta beriya demeke kurt me bawer dikir ku bi xêra bernameyeke êrîşkar a qutkirinên ji butceyê yên herî girîng ên herêma euroyê, Îrlanda dê karibe pirsgirêkên xwe yên malî çareser bike. Lê belê him pirsgirêkên Îrlandayê dewam dikin û him jî krediya wê ya li cem karsazan jî lawaz bû" (9’ê îlona 2010’an). Wall Street Journal dîsa jî bawer nake ku ji ber zirarên ku hişkbûna îrlandî dibe sedem, senaryoyeke mîna "ya Yûnanistanê" peyda bibe.

Êdî tu kes behsa "mûcîzeyê" nake, lê belê mirov dikare pirr tiştan ji tecrubeya îrlandî fêr bibe. Weke mînak, li ser mijara bikêrhatîbûna siyasetên şidandî yên aboriyê. Pererazandin di 2008’an de % 15 kêm bûn, di 2009’an de ev rêje % 30 bû. Ji ber zexta qutkirinên ji butceyê, kêmkirina meaşan û kêmkirina mesrefên civakî, berxwarin sala 2009’an % 7 kêm bû. Ango karûbarên aborî şahidî li serdema xwe ya herî oyforîk kirin: HNB sala 2008’an % 3 û sala 2009’an % 11 kêm bû. Li gorî ajansa notdayinê Standard & Poor’s, xilaskirina bankeyan ku çala bêbinî ye, kir ku deyn qat bi qat ji berê zêde bibin. Di 2001’ê de deyn % 33’ê HWB’yê bû, di 2012’an de dibe ku % 110’an bibihure. Lihevderneketina butceyê di 2010’an de wê bigihîje … % 20’ê HWB’yê û % 23’ê HNB’yê. Ev rêjeyeke weha ye ku kêm tê dîtin.
Li gorî ahenga midûrê rojnameya sikoçî The Scotsman’ê, Bill Jamieson partîzanên siyaseta şidandî ya aboriyê doh dan zanîn ku "tecrûbeya îrlandî bi rexneya Keynes re li hev nake. Ev rexne dibêje ku qutkirinên ji butceyê li dijî hilberînê ne, lewre ew aboriyê hinekî din noqî xirabebûnê dikin" (5’ê tîrmeha 2010’an). Gelo guhertina dawî ya "modela îrlandî" dê bike ku partîzanên siyaseta şidandî ya aboriyê tiştên ku weke misoger dibînin êdî nerm bikin?

Xuya ye ku ji bo IMF’yê bersiv na ye. Di tebaxa 2010’an de, bi awayekî, ji ya xwe gavê paş de neavêje, IMF’yê ji Dublinê xwast ku "qutkirinên butceyê yên nû bide destpêkirin daku baweriya ku bazar pê tîne dewam bike" (Financial Times, 26’ê tebaxa 2010’an).

Çavkanî
  1. Çavkanî: Fintan O’Toole, Ship of Fools. HowStupidity and Corruption Sank the Celtic Tiger,Faber and Faber, London, 2010
  2. Perspectives, Montréal, 30’ê nîsana 2008’an
  3. Encamnameya konferanseke tebaxa 2007’anku ji aliyê Société des Amériques ve hatibû sazkirin
  4. Ji 2003’an û bi şûn ve, % 12.5
  5. Broşura ku hukumetê belav kiriye û Fintan O’Toole behs kiriye
  6. HWB nirxê berhemdariya welatekî dipîve û di hesabê de guh nade hemwelatî bûnaşîrketên ku tev lê dibin. HNB jî diyardeya dewlemendiya ku niştecîhên wî welatî li bazarên navxweyî an jî li derveyî derdixin holê. Yanî, HNB kara ku şîrketên navneteweyî tînin ser axa welatî nahesibîne
  7. Çavkanî: Jim O’Leary, "External surveillance of Irish fiscal policy during the boom", blog The Irish Economy, tîrmeh 2010
  8. Sala 2009’an di nava Yekîtiya Ewropî de welatê yekem bû herî zêde xelkê berê xwedidayê (9 ji 1000’î). Piştî wê jî Lîtwanya dihat(4.6 ji 1000’î)

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê