Çareseriyeke li gorî berjewendiyên kêmneteweyan

Arşîva bîra Kurdan: Herêma xweser a Kurdistanê
Translator

Di têkoşîn û siyaseta xwe de, partiya Baas ji bîrdoza xwe ya neteweyî û pêşverû sûdê werdigire û zulmkariya neteweyî, cudakariya nijadî û kedxwariya çînî weke diyardeyeke bi desthilatên emperyalîst û paşverû ve girêdayî dihesibîne. Lewre jî, ew li ser pirsgirêkên nijad û kêmneteweyan di welatê ereb de, xwediyê helwesteke mirovparêz e, û di berjewendiyên wan ên rewa digihîje û rêzê ji wan re digire.

Li ser bîngeha van rêbazên xurt, Baas‘ê boçûneke weha li hemberî pirsgirêka kurd diyar kir ku divê ev pirsgirêka neteweyî, bi bîreke berpirsyariya teva û girêdana bê kêmasî ya bi rêya demokratîk ve, bê çareserkirin. Ji dema ku li Iraqê hat ser kar û pê ve, partiyê bi awayekî zelal siyaseta xwe tarîfe kir, û bingehên esas û minasib ên çareserkirineke pirsgirêka kurd, di çarçoveya biryarên pêşverû de ku di rêzeke belgeyên destûrî û zagonî de mîsogerkirî ne, danîn.

Paşê tedbîrên erênî yên çareseriyê hatibin wergirtin, daxuyaniya 11‘ê adara 1970‘yê zagona xweseriyê îlan kir. Mafên çandî yên gelê kurd hatin nasîn, akademiyeke zanistî ya kurd hat avakirin û zanîngeh li Silêmaniyê û Duhokê hatin damezrandin; wekî din, walîtiyeke nû saz bû, cenja Newrozê weke cejna neteweyî ya gelê kurd hat îlankirin û, taliyê, biryara efûyeke ji bo hemû kesên ku beşdarî çalakiyên sabotaj bûbûn hat girtin.

Daxuyaniya adarê, bîngeha berna-meya şoreşê ya li ser çareserkirina pirsgirêka kurd, bi niyeteke lihevhatin û alînegiriyê, bû. Desthilatdariyê, ji bo bicîhkirina vê bernameyê, hemû tedbîr girtin; di vê çarçoveyê de jî, Destûra nedaîmî hat guhertin û heyîniya netewperêziya kurd bi awayekî fermî hat nasîn. Tedbîrên zagonî pesend bûn daku zimanê kurdî, li cem zimanê erebî, bibe zimanê resmî yê welêt.

Beşeke nû ya ji bo çanda kurdî, digel kooperatîveke çapkirin û weşana kurdî, ava bûn; komeleyeke çanda kurdî damezrandî bû, û ji bo weşandina rojname, kovar û pirtûkên bi kurdî destûr hat dayîn. Zagona reforma cotyarî bi cîh bû. Saziyeke ji nû ve înşakirina Bakûrî hat peywirdarkirin. Projeyên pirrhejmar çêbûn, kargeh saz bûn û xizmetên nedîtî ji xelkê re pêşkêş bûn. Memûrên kurd di yekîneyên rêvebiriyê yên herêmê de hatin wezîfedarkirin, û bi vî rengî beşdarî desthilatê dibin. Di dawiyê de, planeke helkirina binpêşketina herêmê saz bû.
Ji bo ku neheqî li rastî û dîrokê nayê kirin, divê bê gotin ku nihêrîna serokatiya aşîretî û bertîlgirtî ya tevgerra kurd, nihêrîneke teng bû. Ev serokatî bi hêzên biyanî re, di nav peywendiyên gumanbar de ma û, bi hevkariya îstîxbaratên biyanî, wê hewl daku rê li ber daxuyaniya adarê bigre. Rabûn û rûniştina ne dilsoz a birêvebirên kurd, digel hevkariyên wan ên şikbar, guman xist nava xelkî, teror li ser wî ferz kir û di navbera milletê kurd û karbidestên desthilata neteweyî de asteng rahiştin. Li ser vê, ji bo demeke dirêj, wan çareserkirina pirsgirêkê taloq kir.

Çar salên tijî pêşketinan nû derbas bûn û gelê kurd, li gorî daxuyaniya adarê ya ku xweseriyê misoger dike, tevahiya mafên xwe yên neteweyî bi kar tîne. Bi saya tevlîbûna hêzên neteweyî, netewparêziya pêşverû û elemanên herî baş ji nav Ereb, Kurd û kêmneteweyên din, rêça xweseriyê pêş de ket û ew di tarîxa pêşdîtî de îlan bû.

Ranegirtina emperyalîzmê ya li hemberî vê pêşketina bilez ji bo gelê iraqî, tiştekî xwezayî ye. Wekî din, dema ku ronahiya tecrubeyên şoreşgerî xetereyê dixe bertekparêzî û pêşeroja wê, ew nikare aş û aram bimîne. Îstîxbaratên biyanî pare û zanyariya xwe ya di warê sazkirina komployan de belav kirin, daku tecrubeya me bi sînor bikin û rawestînin.

Bi saya alîkariya rasterast a fermandariya siyasî ya neteweyî, statûyên navxweyî yên desteyên zagondaner û zagongêr û yên birêvebiriyên giştî saz bûn. Wekî din, talîmatên îdarî û fînansmanî hatin dayîn, daku peywirên wan ên bingehîn hêsan bibin. Beş û wezîfeyên îdarî (yên herêmî), ji desthilata navendî qut bûn û bi îdareyên pêwendîdar ên desthilata xweser ve girêdayî bûn. Li ser vê, hêjayî gotinê ye ku desteya zagondaner, li gorî zagona xweseriya hjm.33 ya 1974‘ê ya bi navê " Zagona li ser xweseriya herêma Kurdistanê ", karê xwe dimeşîne.

Dezgehên desthilatdariya xweser ev in:

1) Desteya zagondaner

Ev sazûmana danîna zagonan a hilbijartî ya herêmê ye. Endam û şewazên xebata wî, di zagona statûya wî ya navxweyî de tarîfe dibin. Ev sazûman, ji bo pêşketina herêmê û piştgirîdayîna xizmetên înşakirinê û xizmetên civakî, çandî û aborî yên herêmî, di nav sînorên siyaseta giştî ya dewletê de, biryarên zagonî yên pêwîst dide. Deste, qerarên zagondanînê ya li ser pêşketina çand, irf û adetên neteweyî yên niştecîhên herêmî jî digre. Ew planên bi hûrgilî yên Desteya zagongêr, li ser pirsgirêkên aborî, karûbarên civakî, projeyên pêşketinê, pirsên perwerde, tenduristî û xebatê, li gorî pêwîstiyên plansaziya navendî û giştî ya dewletê, erê dike. Ew butçeya herêmê pêşniyar dike û bîlançoyan erê dike. Ew pêbaweriya xwe dide Desteya zagongêr.

2) Desteya zagongêr

Ev sazûmana zagongêr a îdareya desthilata xweser a herêmê ye. Ew ji serokek, cîgirekî serok û hejmareke endaman ya bi qasî hejmara îdareyan pêk tê. Ji xwe, deh îdare hene. Serok û endamên desteya zagongêr, di paya wezîran de ne.

Walîtî (mûhafazat) yên herêmê bi serokê Desteya zagongêr ve girêdayî ne. Di bicîhanîna peywira xwe de, Deste ji alîkariya sisê dezgehên xwedan karînên bisînorkirî sûdê werdigre. Tevî zehmetiyan, tevgerra xweseriyê, ji bo cîh bi cîh kirina aliyên erênî yên têgeha desthilata xweser, xurtkirina bîngehên vê desthilatê û danîna baştirîn têkiliyên aborî, civakî û siyasî, her di nav xebatên bê tebat de bû.

Xizmetên perwerde, tenduristî û cotyariyê, her wekî birêvebiriya turîzmê û çêregehan, pirr pêş de ketin, û herêm anuha di qonaxeke xebat û sazkirinê de ye ku bi awayekî rêkûpêk û rasterast pêş de diçe.

Bernameya veberanînan a sala 1976‘ê ev bû: 74 mîlyon dînaran ji bo endustriyê, 73 mîlyon dînaran ji bo cotyariyê, 72 mîlyon dînaran ji bo înşaat û lojmanan, 70 mîlyon dînaran ji bo raguhastin, komûnîkasyon û xizmetan. Divê 39 mîlyon dînarên din ku di butçeya komîteya bilind a ji bo karên Bakûrî de pêşdîtî ne, û dê ji bo beşên cîhê yên şaredarî, birêvebiriya herêmî û projeyên xizmetê yên piçûk bên veqetandin, li vê mêjerê bên zêdekirin.

Di warê pîşesaziyê de, pirr tişt hatin çêkirin: sefîngeheke şekirê li Silêmaniyê, sazgeheke cixareyan li Hewlêrê, kargeheke qumaşên kurdî li Duhokê, û şîrketeke giştî ya xwedîkirina mirîşkan, li Hewlêrê jî, ava bûn. Kargeha çîmentoyê ya Şengalê hat mezinkirin. Sazgeheke berhemên betonarme, digel çend kargehên destî yên xaliyan û kargeheke dezî û honandina hevrîşimê hatin sazkirin. Çend sazgehên din jî anuha di înşaatê de ne, weke sazgehên xiştê li Hewlêr û Silêmaniyê. Projeyên sazgehên din jî hene.

Di warê perwerdehiyê de, pêşketinên mezin çêbûn.

Beşên nû li zanîngeha Silêmaniyê vebûn û şeş sed dibistanên seretayî, navîn û bilind hatin nûkirin. Bi dehan dibistanên seretayî, navîn û bilind ava bûn. Ji bo sala 1977-1978‘ê, planeke înşakirina sed û bîst dibistanan heye.

Birêvebiriya perwerdeyê, Mala çand û belavbûna kurdî, akademiya zanyariya kurdî, birêvebiriya çand û ciwanan û Komeleya çandî ya kurd, bi karên weşandina tez û lêkolînên zanistî, vejîna mîrasa kurdî a di warê zanyarî, edebî û hunerî de, û pêşketina wijdan û çanda xelkî mijûl dibin.

Têgeha cotyariyeke di radeya bilind de, bi saya bikaranîna rêbazên cotyarî yên hemdem bi cîh bû. Di warê cotyarî, avdanî û avkêşiyê de, projeyên pirrhejmar çêbûn. Projeya bendava Baxmayê ku yek ji meztirîn bendavan tê hesibandin, li walîtiya Hewlêrê înşa bû, her weke projeya bendava Kulusê ya li Silêmaniyê. Projeya hewza Mexmûrê hê jî di qonaxa lêkolînê de ye, û proje weha mezin e ku bang li şiyanên teknîkî yên biyanî hat kirin. Projeyên têkildarên berhemdariya heywanan hatin pêşdexistin û di nav hemû walîtiyan de dabeş bûn. Wekî din, birêvebiriyên daristan û baxan bi giranî dîsa jî çalak bûn.

1 534 172 donimên erdên cotyariyê (T.w.: 3 835 430 km²), di nava şêst û neh hezar sed û heştê û heşt malbatên cotyarî de, li gorî zagona hjm. 90, par ve bûn. Xwedîkirin û dabeşkirina erdî bê navber jî didome.

Ji bo pêşketina xizmetên tenduristî û karûbarên civakî yên herêmê, mêjerên pêwîst hatin veqetandin.

Hemû saziyên tenduristiyê yên herêmê, piştî tamîrkirinê, dîsa jî vebûn. Nexweşxaneyeke ji bo nexweşiyên tûşîker li Hewlêrê îlan bû û, di her sê walîtiyan de, laboratuareke navendî ya xwedan hemû makîneyan û klînîkên pijîşkî saz bû. Nexweşxaneyeke nû, ya ku hemû makîneyên hemdem jî tê de hene, li Silêmaniyê vebû û nexweşxaneyên din di eyaletên her sê walîtiyan de çêbûn. Kampanyayên tenduristiyê yên tedawî û parastinê li dar ketin û nêzî sed taximên têkoşîna li dijî nexweşiyên herêmî saz bûn. Nexweşxane û dîspanser bi makîneyên pijîşkî yên hemdem techîz bûn û klînîkên muayeneyan di qezayên walîtiyan de vebûn. Navendên civakî, malên ciwanan û malên ji bo kesên êxtiyar û seqet ên ku di warê aborî de lawaz in jî bi cîh bûn.

Projeyên din di warê şaredarî, turîzm û înşaatê de hatin meşandin, ronîkirina bajaran, ceyrankirina çolteran û çêkirina xaniyên turîstîk ên pêşînşakirî jî di nav de. Li ser vê, peymaneke bi şîrketeke fransî re, ji bo techîzkirina navendên me yên tatilê, îmze bû.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Simko Destan