Kurdistan

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan

Sedat Ulugana

Di destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ketibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopotamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn.

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de

Îsmaîl Beşîkçî

Îro girîngtirîn kêşe ku li kurdan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û parvekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Serdema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye- tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin.

Mehmet Kapçak

Hasan Hüseyin Deveci

Mehmet Kapçak, di sala 1947an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê hatîye dinê. Wênesaz û perwerdekarê hunerê ye. Kapçak, piştî zanîngehên mamosteyî yên Amed û Stenbolê, perwerdehîya xwe ya bilind li Beşa Wêne ya Enstîtûya Perwerdehî ya Atatürk qedand. Li gelek bajarên Tirkîye û Kurdistanê wekî perwedekarê hunerî kar kiriye.

Brexit, erê lê ji bo çi?

Serge Halimi

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet" çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê.

Di navbera îdeolojîyan û avakirina neteweyan de

Ji bo aktorên sîyasî û întelektuelên kurd ên li Tirkîyeyê dîyar e pirsa li nasnameyeke kurd û avakirina neteweyan her diçe girîngtir dibe. Di heman demê de alozîyeke dîrokî-sîyasî ya îdeolojîzekirina şemayên çepgir û rastgir û herweha sinifandinên nû "pêşverû – mihafezekar – dînî - neteweyî" di nava kurdên li Tirkîyeyê de tên dîtin.

Damezrandina HDPê û dawîya BDPê

Bi damezrandina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, rêwîtîya ber bi tirkîyeyîbûnê, ya Abdullah Öcalan û kes û sazîyên di bin sîbera wî de, gihanek nû dest pê kir. Wekî tê zanîn, nêzikî du sal berê, di hevdîtinên xwe da Öcalan daxwaza damezrandina kongreyekê kiribû, bi qasî hatibû ragehandin, ew wekî  Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) bi nav kiribû.

JI ÇAPEMENÎYÊ(48)

 

Wall Street Journal

Wall Street Journal a 2yê kanûna pêşîn jî vê peymanê wekî lihevkirineke bi tehlûke ya bi Tirkîyeyê re bi nav dike û dibêje Bexda red dike ku lihevkirina di navbera Enqere û Hewlêrê de ya li ser xeta lûleyan de erê bike û ev jî firotina petrolê dereng dixe. Nûçe dibêje Bexda vê peymanê wekî neqanûnî dibîne û ditirse ku gavên bi vî rengî dozên din ên serxwebûnê yên herêman li Iraqê teşwîq bike. Nûçe nexasim balê dikşîne ser tehlûkeyên peymanê ji bo Tirkîye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dibêje ji ber ku Bexdayê peyman erê nekir, petrol jî naherike. Rîska ji bo Tirkîyeyê ew e ku Iraq dikare dozê li Tirkîyeyê veke ji ber ku ev petrol milkê neteweyî ye ji bo Iraqê û li dadgehên navneteweyî dikare bibe mijara dozê. Bi her halî rojname balê dikişîne ser helwêsta DYAyê ku hevdîtinên sêalî destek dike.