Çend dîmenên welatekî bextewar

Jîyan bi kurdî xweş e!

Dîmenên welatan gelek beş in; dîrokî ne, xwezayî-xweşikayî ne, dîmenên mirovan (jin-mêr-zarok) hene. Dîmenên dîtbar lê yên nedîtbar jî hene; nedîtbar bi giranî afirandina çand, ziman, raman; rewş û tevlivîna kevneşopî, helwest û perwerde, rêwişt û giyan. Dîmen bi rengdêrên erênî lê bi yên nerênî jî dîmen in, mîna hejarî-dewlemendî, xemgînî-dilşahî, mirin-jiyan, ken û girîn ûwd.

Em dixwazin li vê derê pêşangeha çend dîmenên dîrokî û xweşikayî rave bikin.
Gava xweşikayî tê gotin gelek dîmenên cuda tên serê mirov, fantazî derdikeve pêş û raman dikare bê dawî dîmenan biafirîne; em xwe bi çend wêneyên xweşik bi sînor dikin. Wêneyên av û xweza, hêşînahî û giranî didin dîmenên dîrokî.

Dîroka Kurdistanê dîsa gelek beş û awayên jiyanê tîne bîra mirov. Li Kurdistanê dîmenên dîrokî nexşeyeke çand û gelan e: ermenî, asûrî-suryanî-kildanî, ereb, faris, tirk, tirkmen, yûnan, kurd ûwd. Ev gel bi rengên xwe yên dîn, ziman, raman, dîrok û giyan erdnîgarîya Kurdistanê dinexşînin.
Erênî û nerênî di nexşeya gelan de jî heye. Hin civakên ji van gelan gava derfet ketine destên wan, rê nedane yên din û xwastine ku hin gelan ji holê rakin yan jî bixin bin desthilatîya xwe û dewlemendîyên wan jî, ji xwe re bigirin. Lê emê li vê derê behsa van dîmenên nerênî nekin.

Dîmenên dîrokî yên li Kurdistanê nexşeya çanda gelan diyar dikin. Li tenişta Kurdan gelek gelên din jî avahîyên xweşik afirandine ku em dikarin îro bi heyranî ew biecibînin. Ji alîyê avadanî di demên berê de ku teknîka alîkar ne wek îro pêşketî bû mîmarîya wan, ji alîyê afirandêrîya hunerî fantazîya wan, ji alîyê raman xemilandina bi mantiq, ji alîyê mayîna wan zexmîya wan hin beşên ecibandina dema me ne.

Ji pireha Malabadî, Cendere heta pireha dehderî ku gelek av ji bin û gelek kes ji ser wan derbas bûne, lê ji çelengîya xwe tiştek winda nekirine. Şerê hawirdora wan jî nebûye sedema bê aramîya wan. Bi heman awayî Seraya Îshak Paşa û Peykerên Nemrûdê li Kexteya Semsûrê. Seraya Îshak Paşa bi şanazî li çiyayê Agirîyê temaşe dike û roj û ciwanîyên dîroka dema berê dadiwerîne. Peykerên Nemrûd şanî me didin ku jiyana mirovan, desthilatîyên wan çiqas zû derbas dibin, lê kirinên wan ên çê-xirab dimînin. Ji Dêra Zahferan heta Gola Masîyan hevjiyana aştîyane ya dîn û ayînên li Kurdistanê radixîne ber çavan; mirov herçiqas sedeman zanibe jî, dîsa ji xwe carna dipirse, gelo ev rewşa îro çima wisa ye!
Axtamar gola Wanê û gola Wanê Axtamarê dixemilîne. Bermayîyên Birca Belek, Zanîngeha Heranê, Keleha Xarpêtê dem û bîranînên berê di fantazîya mirov de diberiqînin. Lê Heskîf, lê Sûrên Amedê…

Em li vê derê tenê çend wêneyan ji deryaya bermayîyên dîroka Kurdistanê û çend dîmenan ji xwezaya wê pêşeçav dikin. Em dîmenan bi beşekî biçûk ê Kurdistanê bi sînor dikin; nikarin wê deryaya mezin bi rûpelekê nêzîkê We bikin.

Li hember her zehmetî û zordestîyê welatê Kurdistan dîsa jî bextewar e, mirovên li Kurdistanê jiyane û dijîn, hertim bi xweşikayîya xwezaya wê serbilind bûne hîn jî wisa ne. Çiyayên berz, newalên kûr, çemên ji dîroka hezaran sal herikî, nişteciyên dilgerm û dilên azad, ev e welatê bextewar.

Hunera ku dîrokek afirandîye, dikare berhemên siberojê jî bixemilîne. Hêvîya hebûna siberojê di dîroka mirovan de hunandîye, mirov dikarin bi hêvîyên xwe siberojê biafirînin û bixemilînin. Hebûn û xwedîbûn dikarin nifşên nû bijînin, lê ew bi tena serê xwe têrî bextewariya welatekî nakin, bextewarî di aramîya rûmetê de veşartî ye. Rûmeta nirxdarîya xwe û ya dervayê xwe, nirxdarîya dîroka xwe û ya dervayê xwe, nirxdariya raman, jiyan û azadîya xwe û ya dervayê xwe.
Dîmenên welatekî bextewar li ser vê bingehê xurt derdikevin holê.