Cendirmeyeka hêza nukleer a pir kêm serbixwe

Di nav zehmetîyên ajansa navnetewî ya enerjîya atomî de
Translator

Ajansa Navneteweyî ya  Enerjîya Atomî ya ku jê nayê çûn û hatina madeyên fîsîl kontrol bike û li Îranê rê li ber meyandin û dewlemendkirina ûranyûmê bigre, du rûyên wê hene: Li alîyekî ew alîgira nukleera sîvîl e, li alîyê din jî cendirmeya nukleera askerî ye. Ew ê timî pesnê feydeyên atomê bide, li Fukuşîmayê jî, jixwe konferansa xwe ya wezîran a di navbera 15 û 17ê kanûna pêşîn de jî li wir li dar dixe.


Ajansa Navteweyî ya Enerjîya Atomî (ANEA) li paytextê Awusturyayê Vîyanayê, li derdoreka bajarê nû yê di navbera Danube (cihê ku rêyên dikevin otoban û jê derdikevin) û metroya li ser erdê de bi cih bûye. Li navenda van avahîyên dêw yên 4500 bûroyan dihewînin û derdora wan bi têlên rêsayî pêçayî ye, avahîya vala ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî piştî felaketa Fukuşîma (Japonya) ku adara 2011an qewimî, dêrîyê xwe li konferansa li ser ewlekarîya nukleer vekir. Hingê wesaîtên dîplomatîk li ber dêrî park kiribûn, komên kesên wezîfedar dikevin hundir û bi nêrdewanên elektrîkî bêdeng dadikevin qata binerdê. Li ser kursîya fermî li pêşîya guhdaran, dîplomatê japonî Amano Yukîya, ku ji 2009an ve rêveberê giştî yê ANEAyê ye, li hemberî girseya nûnerên 153 welatên endam diaxive. Wezîr, nûnerên Ajansên Neteweyî yên Nukleerê, serokên şirketên pîşesazîya atomê û pisporên xweparastina ji radioaktîvîteyê li hêvîya ji nû ve mezinbûna hêza nukleerê bûn, ya ku di salên 2000î de hatibû ragihandin, lê ew niha gumanan dikin ku piştî qezaya li Japonyayê pêk hatî ev pêvajo were sekinandin. Lê dîsa jî Amano xwedî hêvîya destpêkirina "serdemeka nû" ye, serdema xurtkirin û globalkirina pîvanên ewlekarîya santralên nukleer. Jixwe ji hezîrana 2011an ve , Ajansa Navneteweyî daxuyanîyan li ser rewşa her şeş reaktorên santrala Fukuşîmayê belav dike. Agahîyên di van daxuyanîyan de nivîsî ji liserhevkirina agahîyên din pêk tê, yên ji alîyê koma elektronukleer Tokyo Electric Power Company (Tepco) û ji alîyê otorîteya ewlekarîya nukleer a japonî Nuclear and Industrial Safety Agency (NISA)ve hatî ragihandin. Ҫavdêrîya çalakîyên nukleer û piştgirîya wan kirin: ev e kokteyla nakokane ya ku vê Ajansa ne wekî yên din e, terîf dike.

Xala 2. a destûra ANEAyê behsa armancên ajansê dike: "Ajans hewl dide feydeyên enerjîya atomîk li aştî, tendirustî û pêşketinê li tevahîya cîhanê zêdetir û bi leztir bike. Heta ji destê wê bê ajans hewl dide misoger bike ku alîkarîya ew dide, ya bi daxwaza wê tê dan, ya di bin rêveberîya wê de tê dan, yan jî ya di bin kontrola wê de tê dan, ji bo armancên askerî neyê bikaranîn." Pereyên ji welatan re tên veqetandin li gor giranîya nukleer a welêt û li gor rêzeka bi dorê ya dîplomatîk tên dayîn. Bingeha Ajansê xwe dispêre axaftineka bi navê "ji bo aştîyê Atom", a serokê amerîkî Dwight Eisenhower li peşberîya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî sala 1953yan kirî: "meriv dikare hêzên talanker ên herî mezin biguherîne û wan veguherîne xêreka ji bo merivatîyê." Fikra "atoma ji bo aştîyê" ku bû slogana ajansê, hewl dide hovîtîya li Hîroşîma û li Nagazakîyê qewimî bide jibîrkirin, û wê fikrê peşnîyaz dike ku bikaranîna askerî û sîvîl a nukleerê tiştên ji hev cuda ne.

Berîya wêrankirina Hîroşîmayê di tebaxa 1945an de, bi tenê profesor Joseph Rotblat xwe ji projeya Manhattanê (navê kod ê bernameya lêkolînê ku encama wê yekem bombeya atomîk bû) vekişandibû, wî li ser vê mijarê em hîşyar dikirin: "Alîyê aştîperest û yê eskerî yên enerjîya nukleer bi awayekî xwezayî girêdayî hev in û ne mimkin e meriv li reaktorên bi ûranyûmê dixebitin elektrîkê çêbike, bêyî ku di heman demê de plûtonyûmê hilberîne, ev made jî ji bo çekên nukleer tê bikaranîn. Ev tê maneya ku di encamê de yan şaristanî wê bê tunekirin yan jî divê meriv dev ji enerjîya nukleer a xwe dispêre perçebûna atomê berde. (1)

ANEA di 1957an de hat sazkirin. Mihendisên wê demê xeyala bereketeka ewqasî zêde ya elektrîkê dikirin ku "ji ber erzanbûna wê êdî wê ne hêja be meriv wê bipîve." ("too cheap to meter"). Utopyaya serdema atomî berpirsîyarîya misogerkirina belavkirineka adil a feydeyên enerjîya atomî di navbera tevahîya neteweyan de xist ser milê ANEAyê. Ev enerjî wekî enerjîyeka baş dihat nirxandin. Di heman demê de divîyabû Ajans çavdêrîya bêçekkirina cîhanê jî bike. Di sala 2012an de Ajans ji bo şuxilandina tevahîya beşên xwe xwedî 333 mîlyon ewroyan bû, ew xwedî budceyeka biqasî ya polêsa şaredarîya paytextê Awûsturyayê ye da ku neguherbarîya rêyên madeyên fîsîl di wan re diçin misoger bike. 2200 karkerên wê hene, nêzîkî 250 ji wan mufetîş in, tevî ku kontrolkirin bi tenê beşek ji çalakîyên Ajansê pêk tînin. Ev yek kêmbûna derfetên wê li hemberî giranîya erk û mîsyonên wê radixe ber çavan: komkirina agahîyan li ser rewşa 429 reaktorên nukleer ên li 31 welatan çalak in û li ser rewşa 145 reaktorên hatin sekinandin (2) û çavdêrîya 42.2 mîlyon metrekub çopên radyoaktîf ku 388 000 metrekub ji wan çopên bi tesîrên gelekî aktîf in (3). Ev çop li nêzîkî santralan û li navendên paqîjkirina çopê yên welatê xwedî hêza nukleer tên komkirin. (4)

Di teorîyê de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî qanûnên navneteweyî yên ewlekarîya nukleer amade dike: parastina merivan ji tehlûkeyên radyolojîk, pêşdîtina qezayan, pêşdîtina mudaxaleyên lezgîn. Lê ji ber ku di destûra xwe de girêdayî dewletên endam e, pirî caran divê kiryarên xwe heta mimkin e di çarçoveya herî teng a karên hevpar de bike. Gelo yên pesnê atomê didin, pêwîstîya zelalbûnê dubarê dikin, û behsa pêwîstîya misogerkirina agahdarkirina gel dikin? Lê belê ji rojnamevanan tê xwestin ku ji salonên nîqaş li ser mijarê hene, derkevin.

Wezîfedarkirina pîromanan ji bo parastina ji şewatê

Li alîyekî timî tê binxêzkirin ku divê kesên ewlekarîya santralan kontrol dikin serbixwe bin, lê li alîyê din jî wisa xuya ye normal e têkîlîya di navbera yê kontrol dike û yê kontrol dibe de bi tenê wekî tiştekî hundir be ku di avahîya ewlekarîyê de dimîne: Li gor Daniel Poneman, alîkarê wezîrê enerjîyê yê amerîkî "şirketên enerjîya nukleer û pîşesazîya nukleer ya navneteweyî wê dewam bikin û wê di pêşdîtin û çareserkirina qezayan de bi roleka dîyarker rabin (5)". Lewra di nav rêxistinên girêdayî Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî îstîsnayek e. Ji xeynî wê tu rêxistin ewqasî piştgirîya pîşesazîyeka ku ewqasî girêdayî wê ye, nake. Ȗ pir caran, gumanên girêdayî aborîya nukleer ji amadekirina pîvanên ku divê çarçoveya wê sînordar bikin, li pêştir in. Ev pîvan li gor perspektîvên siberojê tên guhertin. Jixwe bi tenê dewletên "herî bipêşketî di teknolojîya atomî de" xwedî mafê endambûna buroya birêvebirên Ajansê ne. Di nav wan de Fransa xwedî gelek şirketên ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî temsîl dikin e, Buroya Ewlekarîya Nukleer (BEN) ku di destê Denis Flory de ye. Ew xelîfê Philippe Jamet e ku niha bû komîserê Birêveberîya Ewlekarîya Nukleer (BEN) ya neteweyî; Rêxistina Cîhanî ya Şirketên Nukleer (World Association of Nuclear Operators, WANO) ku Laurent Stricker wê bi rê ve dibe, wî beşeka mezin a karîyerê xwe di fîrmaya Electricité de France de domand; André-Claude Lacoste Rêxistina Mufetîşên Nukleer ên Ewropaya Rojava (Western European Nuclear Regulators’Association, WENRA) bi rê ve dibir û di heman demê de li Parîsê wezîfeya xwe ya serokatîya Ajansa Ewlekarîya Neteweyî heta 12ê çirîya paşîna bihurî didomand.

Li gor kevne-walîyê herêma Fukuşîmayê, Sato Eisaku, rêxîstineka bi vî rengî tê maneya wezîfedarkirina pîromanan [kesên şewatan didin destpêkirin, nota wergêr] ji bo parastina ji şewatê: ew destnîşan dike ku "yên ku pesnê nukleerê didin û yên ku divê çavdêrîya wê bikin, endamên heman wezaretê ne. Ez ji vê rexistinê re dibêjim, rêxistina ku tê de diz û polês bi hev re dixebitin."

Gelo ev e sedema danezana Gregory Jaczko? Belê di hezîrana 2011an de, Gregory Jaczko, birêveberê Nuclear Regulatory Commission (NRC), Birêveberîya Ewlekarîya Nukleer a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di konferansa wezîran ya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî de dida zanîn ku şêwirmendên 104 reaktorên nukleer yên amerîkî sekinandina yek ji reaktoran jî pêwîst nedîtin – gelo ev jî sedema standina nota herî baş a santrala kalîfornîyayî ya bi navê Diablo Canyon e ku li ser derzeka mezin a erdhejê ye?

Yan jî gelo ev e sedema wezîfedarkirina birêveberîyên neteweyî bi kontrolên saxlembûna santralan (stress tests)? Western European Nuclear Regulators’Association ku bi fikir nêzî pîşesazîya nukleer e, vê birêveberîyê temsîl dike. Li şûna ku vê wezîfeyê bidin komeka pisporên ewropî yên serbixwe dan wê. Di pratîkê de, bi saya tevneka xwe-erêkirinê ya ku Ajansa Navneteweyî ya Ewlekarîya Nukleer destûra wê dide, pîvanên ewlekarîyê li gor daxwazê tên eyarkirin. Ji Çernobîlê heta bi Fukuşîmayê, heman fikra sabît heye: wisa dan bawerkirin ku sedema felaketan rewşeka taybet a welatê lê pêk tên e, û dan jibîrkirin ku sedemên girêdayî kêmasîyên binesazîyê hene. Bi gotineka din: Çernobîl bi tenê dikarîbû li Bloka Sovyetî pêk were û Fukuşîma bextreş bû lewra ew li ser rêya tsunamîyekê bû.

Li alîyekî din jî, Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî girêdayî Koma Dabînerên Nukleerê ye, ku wekî klubeka hevalbendên atomê ye ku 46 welatên madeyên fîsîl hildeberînin dicivîne. Ev rêxistina ne fermî ku sala 1974an hat damezirandin, bi armanca kêmkirina belavbûna nukleerê, bi xwe biryara şert û mercên li ser wan welatan ferz in, dîyar dike ji bo îtxalkirina made û ekîpmanên nukleer. Sala 2008an, rêxistinê destûra îstîsnayekê da: bi saya lihevkirineka di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Delhîya Nû de mohr kirî, wê destûra îtxalkirina teknolojîya nukleer da Hîndistanê. Lê belê Hîndistanê hê jî Peymana Belavnekirina Nukleerê (PBN) mohr nekiriye, lewra ew red dike serî bi temamî li hember sîstema misogerkirina Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî bitewîne. Mohamed El-Baradei, serokê giştî yê rêxistinê (ANEAyê) û xwedîyê xelata Nobelê, vê înîsîyatîva di navbera Hîndistan û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de erê dike: "Li gor min ev lihevkirin ji her du alîyan re bi feyde ye: ji pêşketinê re jî baş e, ji kontrolkirina çekdarbûnê re jî baş e. Ew ê bike ku Hindistan bibe xwedî teknolojîya nukleer a rojavayî bi avantajên wê di warê ewlekarîyê de –ev mijareka girîng e, lewra Hindistanê dixwest bibe xwedîya bernameyeka ku armanca wê pir bilind e. Tevî ku di encama vê lihevkirinê de Hindistan nabe endama PNByê jî, ew ê bike ku welat nêzîktirî konsepta Belavnekirina Nukleerê bibe, bi saya qebûlkirina garantîyên ferz yên ANEAyê ji bo avahîyên sîvîl dîyar kirin û bi xêra qebûlkirina endamtîya Koma Hilberînêrên Nukleerê ya Hindîstanê (6)." Berî her tiştî ev lihevkirin ji pîşesazîyê re gelekî bi feyde ye: mesela ji şirketa Arevayê re ya ku xwedî reaktoreka ewropî ya bi zextê dixebite (REZ) ye, Toshiba û General Electric jî ketine dorê da ku sûdê ji vê rewşê werbigrin.

Xala çarem ya PBNyê mafê tevahîya gelan ê bipêşxistina enerjîya nukleer a sîvîl wekî "mafê nabe ji wan bê stendin" da zanîn: "Tu beşa vê peymanê wê wekî binpêkirina mafê nabe ji wan bê stendin yê tevahîya endaman ji bo pêşxistina lêkolîn, hilberîn û bikaranîna enerjîya nukleer ji bo armancên aştîxwaz, neyê şirovekirin." ANEAyê ku bi çapkirina danezanên fermî yê li ser Enerjîya Nukleer ya sîvîl wezîfedar e, di nav dudilîyê de maye, ew li cîhanê him cendirmeya him jî şîrîkê nebiqest ya belavkirina çekê nukleer e. Di encama hewldana ji nû ve çêkirina yekîneyên dewlemendkirina [ya ûranyûmê] li laboratuwara neteweyî ya Oak Ridge ya Wezareta Enerjîyê ya amerîkî, mimkin e her welatê xwedî reaktorên nukleer ên sîvîl, bi qaçaxî mîqdarek plutonyûmê bi kar bîne ji bo çekekî nukleer çêke – vê jî li derveyî çavdêrîya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî bike.

Rêveberekî zêdetir nêzîkî Ȋsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Di 18ê çirîya pêşîna 2011an de, Ȋranê yekem avahîya xwe ya nukleer ya sîvîl da nasîn, ya di 1975an li bajarê Buşehr avakirî. Şerê di navbera wê û Iraqê de (1980-1988) xebatên avakirina wê dabûn sekinandin. Ajansa Atomê ya Federal ya Rusî Rosatom karê nîvmayî qedand û lihevkirineka dualî di navbera herdu welatan de di bin rêveberîya ANEAyê de hat mohrkirin. Li gor telegrafekê di 9ê hezîrana 2009an de ji Sefareta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Vîyanayê şandî, serokê wezîfedar ê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî Amano Yukîya dîyar dike ku ew ji serokê berîya dewra wî wezîfedar bû zêdetir nêzîkî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Ȋsraîlê ye. Ew serokê berê wekî "navcîyekî" di navbera Ȋran û ANEAyê de dinirxîne û xwe wekî "bêalî" dibîne. Telegrafa ku WikiLeaksê weşand ji alîyê Geoffrey Pyatt -hingê nunerê amerîkî li ANEAyê bû - ve mohrkirî ye. Di berdêla vê de jî Amano hêvî dike ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê alîkarîyeka fînansî ya zêdetir bidin Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî. Van mehên dawîyê, ANEAyê ragihandinên li ser operasyonên ku guman dike Ȋran dimeşîne, zêde kirin. 22yê sibata 2012an, Amano di daxuyanîyekê de "xemgînîya xwe" li hember destûrnedana Ȋranê ji bo ketina pisporên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî nav sîta nukleer a Parçînê îfade dike. Ev helwêsta nû ya Ȋranê rê li ber zêdekirina propagandaya çapemenîyê ya amerîkî û îsraîlî li dijî rejîma Ȋranê vedike.

Di bin çavdêrîya rêvebera servîsa çapemenîyê de, ya ku axaftina me gotin bi gotin tomar dike, em hevdîtînekê bi pisporekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin yê di Beşa Garantîyê ya Ajansê de dixebite, pêk tînin. Pispor ji me re rave dike ku Ajans xwe bi pêş dixe "di cîhana grî de ku tê de bidestxistina agahîya rast zehmet e, li hemberî zêdebûna hejmara agahîyên divê werin analîz kirin". Tenê sala 2010ê, Beşa Garantîyê ya Ajansê 17 000 rapor û daxuyanî kom kirin, qederê 44 000 agahîyên kirînûfirotinê û kirîna materielên nukleer qeyd kirin, bi sedan nimûne analîz kirin, 377 wêneyên satelîtê analîz kirin û 3000 nivîsên herkes dikarin bigihin wan weşandin. (7)

Dizîya teknolojîya santrîfûgasyonê ji bo dewlemendkirina ûranyûmê ji alîyê fîzîsyenê pakistanî Abdul Qadeer Xan di 1974an de -ev bûyer sala 2004an hat eşkerekirin- hebûna tevneka cîhanî ya şîrîkatîyan ku destûrê dide welatên wekî Lîbya, Ȋran û Koreya Bakur bi qaçaxî bibin xwedî mekîneyên santrîfûjê, nîşan dide. Di arşîvên wê yên li ser madeyên qaçax de, Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî ji 650 bûyeran zêdetir ên girêdayî qaçaxçîtîya madeyên nukleer ên di navbera 1993 û 2004ê de pêk hatî, qeyd kirine. Mezinbûna tehlûkeya girêdayî globalbûna madeyên fîsîl nebû sedema zêdekirina erkên ANEAyê, tevî ku wê kapasîte û navgînên xwe nû û zêde kirin yên wekî şuxilandina kesên gumrikan kontrol dikin. Ew doza avakirina xeteka aborî dike ya ku destûrê dide bidestxistina agahîyên li ser çûnûhatina madeyên fîsîl di bazirganîya navneteweyî de. Lê prensîpa desthilatdarîya dewletan rê li ber lêkolînêrên pispor digire ku bikevin nav sîtên nukleer. Bi tenê Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikare erkên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî firehtir bike –Ew carinan vê yekê dike ji bo pêkanîna lêkolînên xwe li Ȋranê.

Peymana belavnekirina nukleerê


Peymana Belavnekirina Nukleerê (TNP) 1ê tîrmeha 1968an di çarçoveya şerê sar de hat mohrkirin û armanca wê pêşîlêgirtina belavbûna çek û teknolojîyên nukleer û teşwîqkirina bêçekbûnê bû, di heman demê de ji bo armancê pasîfîk mafê bikaranîna van teknolojîyan heta bi dawîyê dide tevahîya dewletên peyman mohrkirî.

Xala sêyem a TNPyê şert datîne pêşîya dewletên ne xwedî çekên nukleer ku ew ê materîyal û teknolojîya nukleer bide wan bi tenê heke destûrê bidin ANEAyê ku kontrol bike ku bernameyên wan ên nukleer bi tenê ji bo armancên pasîfîk in. TNP have ("yên xemê nexwin") û have not ("yên bêzar") ji hev cihê dike: dewletên xwedî çekên nukleer (DXÇN) û hê jî mafê wan hene xwedîyên van çekan bin (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsya, Meliktîya Yekbûyî, Fransa û Çîn) û Dewletên nexwedî çekên nukleer (DNÇN) in. Ev cihêkirin di nav hiqûqa navneteweyî de yekane ye, lewra di prensîpê de ev hiqûq tevahîya dewletan wekhev hikimran qebûl dike.

TNP pêş dibîne ku ew ne mitleq e. Qaîdeyên hişk ên belavnekirinê ji bo gelek dewletên xwedî bernameyeka nukleer a sîvîl bi tenê bi şertê ku DXÇN ji wan re bibin mînakên baş û angajmana xwe ya ji bo bêçekbûnê pêk bînin, dikarin werin qebûlkirin. Dîsa jî ev angajman pêk nehatin. Birêveberê Giştî yê ANEAyê di navbera 1981 û 1997an de Hans Blix banga peymaneka nû ji bo qedexekirina hilberandina materyalên fîsîl kir ên ku ji bo çekdarîbûnê û ji bo bicihanîneka gerdûnî ya TNPyê bi şertê ku DXÇN bibe mînak (1). Îsraîl, Hindistan û Pakistanê TNP qet mohr nekirin. Wan çekên nukleer çêkirin û wekî hevkarên bazirganîyê bi bîhnferehî tên qebûlkirin dema ku mijar bazara li ser bernameyên nukleer ên sîvîl e.

A. S.

(1) Hans Blix, Why Nuclear Disarmament Matters / Ji bo çi Bêçekbûna Nukleer girîng e, Massachusetts Institute of Technology Press, Cambridge, 2008.

Di qatên jorîn yên avahîyên RNY yên li Vîyanayê ku dişibin firfirokekê, buroya Komîteya Zanistî ya Rêxisitna Neteweyên Yekbûyî li ser Têsîrên Radyasyonên Atomî (United Nations Scientific Committee on the Effects of Atomic Radiation, UNSCEAR) ya ku sala 1955an hat damezrandin heye. Serokê wê Wolfang Weiss rêbaza nirxandina têsîrên radyasyonê li ser tendirustîyê rave dike. Makîneya sievert (Sv), ku navê fîzîsyenê swêdî Rolf Sievert lê ye, li ber tîrêjên îyonîzeker mayînê dipîve. Li gor qanûnê li ber tirêjên îyonîzeker mana karkerên (pîşesazîya nukleer û beşa radyolojîyê ji bo tendirustîyê) li Fransayê, sînor salê 20 mîlîsievert e (mSv/salê) û di demên lezgîn de ev mîqdar dikare heta 100 mSv/salê were zêdekirin.

Ji bo gel, ev sînor 1 mSv/salê ye. Lê li gor Weiss, eger mîqdar di bin 200 mSv/salê de be, tehlûkeyeka mezin tuneye: "em bawer dikin ku têkîlîyeka bê sînor ku dişibe xeteka di navbera tehlûke û mîqdara tîrêjan [yên îyonîzeker] de heye". 1.000 mSv/salê tên maneya % 10 îhtîmala bi kanserê ketinê heye. Bi 100 mSv/salê ev îhtîmal bi tenê % 1 e. Yanî ji 100 karkerên li santrala Fukushîmayê dişuxilin û 100 mSv/salê li ber tîrêjên îyonîzeker dimînin, yek bi tenê wê bi nexweşîya kanserê bikeve." Ev hejimartineka ewqasî hêsan e ku meriv matmayî dihêle.

Komîteya Zanistî ya Rêxisitna Neteweyên Yekbûyî li ser Têsîrên Radyasyonên Atomî (UNSCEAR) hewl dide tehlûkeya demdirêj a van mîqdarên "kêm" piçûk bike. Di rapora xwe ya 2008an de li ser encamên felaketa Çernobîlê, li gor jimartinên komîteyê felaket bûbû sedema 6000 kanserên gûatirê ku 15 ji wan bûn sedema mirinê. Li gor Weiss, mirina bi kanserê re li herêmên nêzîkî cîhê felaketên nukleerê zêdetir nîne ji hejmara mirinên ji kansera gûatirê li herêmên dûrî felaketên nukleer. Herçî kesên di çopên Çernobîlê de dişuxilîn (8) UNSCEAR îdia dike ku ji 530 000 kesan bi tenê 28 kes ji ber zêde mayîna li ber tîrêjên radîyoaktîf mirine.

Quretî di analîzkirina felaketan de

Da ku di dema dirêj de têsîrên radyasyonê analîz bike û lêkolînên epîdemîyolojîk [analîza faktorên bandorê li tendirustîyê dikin, nota wergêr] pêk bîne, Komîteya Zanistî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya li ser Têsîrên Radyasyonên Atomî (UNSCEAR) bi tenê çar kesan dixebitîne, û alîkarîya pisporên derve dixwaze. Ev komîteya veşartî di destpêkê de ji bo çavdêrîya tendirustîya girseya mexdûrên Hîroşîma û Nagazakî hat damezrandin. Yves Marignac, rêveberê WISE- Parîs weha dipeyive "Ji vê rewşa giran a mayîna pir zêde li ber tîrêjên radyasyonê, me tê derxist ku mîlîsievert tiştekî xirabker e, ku em di rewşên mayînên dewamî li ber tava tîrêjên radyasyonê, bi kar tînin. Kategorîyên di warê xweparastina ji radyasyonê yê heyî de ne li gor şert û mercên qezayên di santraleka nukleer de diqewimin hatin amadekirin, lewra têsîra van qezeyan dewam dike".

Li gor vî pisporê serbixwe, zanistên xwe parastina ji radyasyonê ji pencî salan û vir ve encamên mayîna dewamî li ber tava tîrêjên radyasyonê kêm dikin, divîya bû civaka navneteweyî vê pirsgirêkê derbixe pêş, lê nexwest vê yekê bike, ji ber ku meylên wê ji mêj ve dîyarkirî ne. Ew zorê dide xwe da ku paradîgma xwe li ser tehlûkeya mayîna dewamî li ber tava Radyasyonê neguhere. Lê belê rewşa tendirustîyê li tevahîya cîhên bi radyasyonê qirêjbûyî her diçe xirabtir dibe. Para radyasyonê çi ye di vê xirabûna tendirustîyê de? Gunehê civaka zanistî hewlnedana wê ya bersivdana vê pirsê ye." UNSCEAR e ya ku divê lêkolînekê bimeşîne li ser bilançoya radyoaktîvîte û bandorên radyasyonê li herêma Fukuşîmayê. Lê divê şênîyên vî bajarî li hêvîya rapora wê bimînin, ya ku wê di gulana 2013yan de eşkere bibe, da ku bizanibin dikarin çiqasî li ber tava radyasyonê bimînin û da ku xwedî fikreka giştî bin li ser hebûna radyasyonê di nav berhemên xwarinê de.

Çopên qazancbexş


Pirsên nikarin werin çareserkirin li pêşîya Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (ANEA) hene. Meriv çi ji birêveberîya navbêynkar a çopên pir zêde radyoaktîf bike heta ku meriv wan bi awayekî jeolojîk mayînde muhafeze bike? Dema ku tu santralên nû neyên avakirin, 429 reaktorên heyî yên dixebitin wê salane lodên xwe yên çopên sotemenîyan hê jî hilberînin, ku ajans bi kelecanekê texmîn dike ku "mîqdara wan têra xwe neguherbar e" (1) Li hawuzên cemidandinê depokirî, di nav vê çopê de plûtonyûm heye ku li gor texmînan mîqdara wê li dinyayê qederê 250 tonan e, ango bi qasî tevahîya stokên plûtonyûma eskerî li cîhanê ku têra çêkirina 50000 serikên nukleer dike. (2)

Reaktoreka nukleer a 1000 megawattî dema bixebite salê 230-260 kîlogram plûtonyûmê hildiberîne û ji bo hilberandina çekekî nukleerî bi tenê 5 kîlogram bes in. Beşek ji vê plûtonyûmê ya ku jê re plûtonyûma 239an tê gotin ku nivê temenê radyoaktîvîteya wê bîst û çar hezar sal in (ango piştî vê demê radyoaktîvîteya wê nîvî bi nivî kêm dibe) û di nav sotemenîyên tevlîhev ên ji ûranyûma lawazkirî a oksîd û plûtonyûmê (MOX) de tê bikaranîn, ji bo hin reaktorên bi ava sivik yên wekî yekîneya sêyem a santrala Fukuşîmayê yan jî Reaktora bi Zextê ya Ewropî (EPR) ya siberojê li Flamanvilleyê. Ev sotemenî madeyeka gelekî bi jehr e ku Electricité de France (EDF) û COGEMAyê (3) salên 1980yî kirin malekî bazirganîyê û îro jî holdînga fransî Areva vî karî dike. Kişandina hewayê wê ya mîqdareka ji deh milîgramekî dibe sedema mirinê. (4)

Bi awayê fermî MOX bi kêrî ji nû ve bikaranîna stokên plûtonyûmê tê da ku kombûna wan hêdî bike û pîşesazîya ji nû ve bikaranînê rewa bike. Ew berîya her tiştî çalakîyeka qazancbexş e ji bo pîşesazîya nukleer, tevî rîska ku karkerên wê bikevin ber tesîra van madeyan, ev madde ji seranserê Ewropayê bi trênê û bi konteyneran di kêştîyan de jî dibin Japonyayê.

Stratejîya îxrackirina MOXê a Arevayê rîska neketina ber kontrolê jî zêde dike. Sala 1994an 70 kîlogram plûtonyûm ji ber kontrolê xilas bû, ya ku li înstalasyonên telemanîpulasyonê yên fabrîkeya hilberandina sotemenîyên MOXê ya Tokaiyê li Japonyayê hatî civandin. Bûyerên bi heman rengî sala 2009an li Cadaracheyê (herêma Bouches-du-Rhôneê) jî hatin tesbîtkirin, li wir bi dehan kîlogram di nav şûşeyên telemanîpulasyonê de man bêyî ku bikevin ber jimar û berpirsîyarîyê.

A.S.

(1) "Annual report / Rapora Salane", ANEA, Vîyana, 2010.

(2) Frank Barnaby û Shaun Burnie, "Planning proliferation: The global expansion of nuclear power and multinational approaches /Plankirina belavnekirinê: belavbûna global a hêza nukleer û nêzîkatîyên pirneteweyî", rapora ji bo Greenpeaceê, Amsterdam, gulana 2010an.

(3) Compagnie générale des matières nucléaires/Şirketa Giştî ya Maddeyên Nukleer, îro Areva NC (ji bo Nuclear Cycle/Dewra Nukleer), ye ku bi xwe baskekî Arevayê ye.

(4) Înstîtûta Parastina ji Radyoaktîvîteyê û Ewlekarîya Nukleer (ÎPREN), fîşa radyonukleîd ya plûtonyûmê, 2007.

Xweparastina ji radyasyonê ku tiştekî pir girîng e ji bo mexdûrên qezayên nukleer, zanisteka xemilandî ye ji alîyê komîsyonên ku endamên wan nêzîkbûna xwe bi cîhana pîşesazîyê û bi ajansên pisporîyê yên fermî re nîşan didin. Komîsyona Navnete-weyî ya Xweparastina Radyolojîk (KNXPR), ya sala 1928an ji bo dîyarkirina pîvanan hatî sazkirin, îro bûye otorîteyeka ku sînorên mîqdara tava tîrêjên radyoaktîf dîyar dike yên gel û karkerên nukleer dikarin qebûl bikin. Sazîyên zanistî hene, belê endamên pîşesazîyê yên wekî Nata-lia Shandala, wezîfedara têkîlîyên gelemperî ya Rosatomê (şirketa elektronukleerê ya rusî), Komîserîya Enerjîya Atomî û ya Enerjîyên Alternatîf (KEA), şirketa fransî EDFyê jî hene. Pîvanên parastina ji radyasyonê yên desthilatdarîya Japonî dîyar kirin û îlhama xwe ji Komîteya Navneteweyî ji bo Parastina ji Radyasyonê digire, sisttir in ji yên di bihara 1986an de li Rûsyayê hatî dîyarkirin.

Enstîtuya Belrad, ya li Mînskê (Belarûsya), dîyar dike ku nexweşîyên dil bi zarokên belarûsî re heye ji ber ku berhemên bi qasî 20 bekerel serê kîlogramekê (Bq/kg) qirêjbûyî xwarin. Navê fîzîsyenê fransî li vê yekane ye, ew hejmara guhertinên di cih de yan jî pûçbûnên di madeyeka radîyoaktîf de serê sanîyeyekê pêk tên dîyar dike. Di encama wan de radyasyon belav dibe. Berîya felaketê, sînorê mîqdara radyasyonê dihat qebûlkirin li Japonyayê serê kîloyek berhemên xwarinê 1 Bq bû. Lê piştî felaketê ev mîqdar 500 caran bilind bû, û 1ê nîsana 2012an daket 100 Bq’yî serê kîloyekê. Bi vî rengî, di destpêkê de birinc û şînayî, yanî piranîya wan, wekî ne qirêjbûyî hatin îlankirin: bi xêra vî sînorê bilind ew hê jî li bazaran tên firotin. Ev yek jî bi erêkirina sazîyên navneteweyî pêk tê, wekî Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî û Rêxistina Cîhanî ya Tendirustîyê (RCT). Jixwe RCT û ANEA ji sala 1959an ve bi xêra peymaneka taybet girêdayî hev in. Li gor kolektîfa serbixwe ya bi navê WHO (doza "serxwebûnê RCTyê" dike ), ev peyman dide fêmkirin ka çima RCTyê encamên Çernobîlê ji ya rastî kêmtir nîşan dan û piştre heman tişt bi encamên felaketa li Fukuşîmayê jî kir. Ew niha li hemberî vê pirsgirêka tendirustîya gelemperîyê pir belangaz e. Di nav bîstûpênc salan de "tu bernameya civakî û ji bo tendirustîyê li herêmên qirêjbûyî û jehrî yên Çernobîlê nehat amadekirin ", û "li welatê xwedî çekên nukleer, lêkolînên epîdemîyolojîk bi qasî ku tunebin, kêm in." (9)

Agahîyên li ser tehlûkeyên girêdayî nukleerê yên ji alîyê îdeolojîya fermî ve asêkirî, bi awayekî sîstematîk tê tevlîhevkirin. Ȗ berpirsîyarên felaketên atomî nayên cezakirin.

* Rojnamevan, hev-afirînera Enstîtuya Momentuma li ser Antroposenê

 

(1) Joseph Rotblat, "Nuclear proliferation :Arrangements for international Control / Belavnekirina Nukleerê: Lihevkirinên ji bo Kontrola Navneteweyî", di Nuclear Energy and NuclearWeapon Proliferation / Enerjîya Nukleer û Belavnekirina Çekên Nukleer, Stockholm International Peace Research Institute, 1979.

(2) Mycle Schneider û Antony Froggatt (bi hevkarîya Julie Hazemann), "World nuclear industry status report 2012/ Rapora Rewşa Pîşesazîya Nukleer a Cîhanê 2012", Parîs-London, tîrmeh 2012, www.enerwebwatch.eu

(3) Li vir ya behsa wê tê kirin xwelîya ûranyûma 233 û 235an û telpika plutonyûmê ye, pir zêde radyoaktîf e û dema radyoaktîfbûna wê jî pir dirêj e.

(4) "Rapport d’ensemble sur la technologie nucléaire 2011 / Rapora Giştî li ser Teknolojîya Nukleer", AIEA, Vîyana, 29ê tîrmeha 2011an.

(5) Axaftina li civîna wezîran a ANEA, 20ê hezîrana 2011an.

(6) Mohamed El-Baradei, The Age of Deception: Nuclear Diplomacy in Treacherous Times / Serdema bêhêvîmanê: Dîplomasîya Nukleer di Demên bi Tehlûke de, Metropolitan Books, NewYork, 2011.

(7) "Annual report/Rapora Salane", ANEA, Vîyana, 2010.

(8). Navê ku li esker, agirkuj û teknîsyenan tê kirin ku wezîfeya wan vemirandina şewata li santralan û ewlekarîya deverê ye.

(9) http://independentwho.org/fr

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê